Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Îsa kengê bû Serekkahîn, û gelo heye firqî orta vê yekê ku kengê peymana nû hate qanûnkirinê û kengê kete qewatê?

Çaxê Îsa sala 29 D.M., hate nixumandinê, hingê ew bû Serekkahîn. Lê em vê yekê ji ku zanin? Çaxê Îsa hate nixumandinê, ewî da kifşê ku hazir e emirê xwe ça qurban bide ser gorîgeha sîmbolîk, kîjan ku qirara Xwedê dihate hesabê (Galt. 1:4; Îbrn. 10:5-10). Ew yek ku gorîgeha sîmbolîk saz bû çaxê Îsa hate nixumandinê, nîşan dike ku paristgeha ruhanî jî hingê saz bû. Û gorîgeh wêderê tiştekî sereke ye. Vê paristgehêda, ewên ku baweriya xwe qurbana Îsa tînin, dikarin Yehowa rast bihebînin (Met. 3:16, 17; Îbrn. 5:4-6).

Paristgeha ruhanîda serekkahîn lazim bû. Lema jî Îsa aliyê Yehowada “bi ruhê pîroz û qewatê” ça serekkahîn hate kifşkirinê (Kar. Şand. 10:37, 38; Marq. 1:9-11). Lê çira em dikarin dudilî nebin, wekî Îsa pêşiya mirin û saxkirina xwe hate kifşkirinê? Mesela Harûn û serekkahînên paşî wî, wê alî me bike caba vê pirsê bistînin.

Li gora qanûna Mûsa tenê serekkahîn dikaribû konda û paristgehêda biketa Ciyê Herî Pîroz. Ciyê Herî Pîroz ji pîrozgehê pê perdê başqe dibû. Serekkahîn tenê Roja Kewandinê perdêra derbaz dibû (Îbrn. 9:1-3, 6, 7). Çawa Harûn û serekkahînên din dihatine kifşkirinê pêşiya ku “perdê” konra derbaz bûna, Îsa jî gerekê paristgeha ruhanîda bihata kifşkirinê ça serekkahîn, pêşiya mirina xwe. Tenê paşî vê yekê ew dikaribû bi sîmbolîk “perdêra . . . awa gotî bi bedena xwe” biketa jîyîna ezmanî (Îbrn. 10:20). Lema jî Pawlosê şandî ser Îsa got, ku ew ça “serekkahîn” tê û paşê “konê hê mezin û kamilra derbaz bû, yê ku ne bi desta hatiye çêkirinê”, û “xût kete ezmên” (Îbrn. 9:11, 24).

Orta vê yekêda ku kengê peymana nû hate qanûnkirinê û kengê kete qewatê tu firqî tune. Lê em çira dikarin usa bêjin? Çaxê Îsa çû li ezmên û bona me qîmetê emirê xweyî bêqisûr da ber Xwedê, bi vê yekê destpêbû prosêsa qanûnkirina peymana teze. Hema ewê prosêsê usa jî peyman kire qewatê. Lê kîjan gav diketine nava vê prosêsê?

Ya pêşin, Îsa ber Yehowa sekinî; ya duda ewî qîmeta qurbana xwe da ber Yehowa, ya sisiya Yehowa qîmetê xûna Îsa ku hate rêtinê, qebûl kir. Heta ev her sê gav nehatana kirinê, peymana teze wê neketa qewatê.

Kitêba Pîrozda nayê gotinê Yehowa kengê qîmetê qurbana Îsa qebûl kir. Lema jî em nikarin bêjin ev peymana teze çiçax hate qanûnkirinê û kete qewatê. Lê yeke em zanin vê yekê, ku Îsa deh roj pêşiya Pênciyê Hesabê çû li ezmên (Kar. Şand. 1:3). Eyan e nava wî wedê kinda, ewî qîmeta qurbana xwe da ber Yehowa, kîjan ku hate qebûlkirinê (Îbrn. 9:12). Û çi ku Pênciyê Hesabê qewimî, eşkere îzbatkirina vê yekê bû ku peymana teze ketiye qewatê (Kar. Şand. 2:1-4, 32, 33). Tê kifşê, ku peymana teze hingê îda qanûnkirî û qewatêda bû.

Heyneser, peymana teze hate qanûnkirinê û kete qewatê, gava Yehowa qîmetê xûna Îsa, ku hate rêtinê, qebûl kir û usa ew peyman tevî yên bi ruhê pîroz bijartî jî hate girêdanê. Hingêda ew peyman ketiye qewatê, û Îsa ça Serekkahîn wekîltiyê vê peymanê dike (Îbrn. 7:25; 8:1-3, 6; 9:13-15).