Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

Hevdura Nekevine Lecê, lê Edilayê Xwey kin

Hevdura Nekevine Lecê, lê Edilayê Xwey kin

“Em kubar nebin, agirê hev gur nekin û hevsûdiyê li hevdu nekin” (GALATÎ 5:26).

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin

VÊ GOTARÊDA *

1. Hine meriv çi dikin wekî ji kesên din çêtir bin û diha pêşdaçûyî bin?

ÎRO, gelek kes herî zêde xwe hiz dikin. Lema jî ewana hevdura dikevine lecê. Mesele, bîznêsêda hine meriv mêtodên usa didine xebatê, ku ziyanê didine bîznêsmênên din, wekî bîznêsa xwe pêşda bivin. Sportêda hine sportsmên qesta hevdu birîndar dikin, wekî lecêda serkevin. Mektebêda hine şagirt kopiyên êkzamîna ji kesekî din dikişînin, seva ku bikevin ûnîvêrsîtêta bilind. Em ça şagirtên Îsa zanin ku kirên usa, “kirên binyata însên” in (Galatî 5:19-21). Lê gelo dibe ku civatêda hine xûşk-bira bê hemdê xwe hevdura bikevine lecê? Ev pirseke gelek ferz e û em gerekê haş ji xwe hebin, çimkî ew yek dikare yektiya me xirab ke.

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

2 Vê gotarêda, emê derheqa hine hunurên xirab xeber din, yên ku dikarin bibin sebeba hevrikiyê nav xûşk û birada. Usa jî, emê dîna xwe bidin serhatiyên hine kesên amin, yên ku hevdura nediketine lecê. Pêşiyê, emê bivînin ku em çawa dikarin nêtên xwe bicêribînin.

NÊTÊN XWE BICÊRIBÎNE

3. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

3 Car-cara lazim e ku em nêtên xwe bicêribînin. Mesele, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez xwe her tim beramberî kesên din dikim? Gelo ez pey çi dikevim û nêta min çi ye? Ez pey vê yekê dikevim ku civatêda ji kesên din çêtir bim, yan ez dixwazim dilê Yehowa şa kim?” Çima lazim e ku em pirsên usa bidine xwe? Binihêre ku Xebera Xwedê çi dibêje.

4. Li gora Galatî 6:3, 4, çima gerekê em xwe beramberî tu kesî nekin?

4 Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em xwe beramberî tu kesî nekin (Galatî 6:3, 4 bixûne). Gelo çira? Heger em xwe ji kesekî din çêtir hesab bikin, quretî dikare bikeve dilê me. Ji aliyê dinva, heger em bifikirin ku kesên din ji me çêtir in, em dikarin dilteng bin û şabûna xwe unda kin. Lema jî, gerekê em nefikirin ku em ji kesên din çêtir in yan jî ku kesên din ji me çêtir in (Romayî 12:3). Xûşkeke ji Yûnanistanê bi navê Katêrîna, * usa dibêje: “Min xwe her tim beramberî kesên usa dikir, yên ku bi nihêrandina min ji min bedewtir bûn, xizmetêda diha pêşdaçûyî bûn û zû xwera hevalên teze didîtin. Lema jî, min xwe bêqîmet texmîn dikir”. Gerekê em bîr nekin ku Yehowa em kişandine bal xwe ne ji bo vê yekê ku em bedew yan xeberxweş in, yan jî çimkî gelek kes me hiz dikin. Lê bona vê yekê ku em hazir bûn wî hiz bikin û guh bidin Îsa (Yûhenna 6:44; 1 Korintî 1:26-31).

5. Serhatiya birê Hyûn çi me hîn dike?

5 Usa jî, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gelo kesên din min ça yekî edilayîhiz yan ça yekî şerûd nas dikin?” Dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Hyûn, yê ku Korêya Başûrêda dijî. Wedekî ewî kesên ku civatêda hine cabdarî distandin, hesab dikir ku ewana dixwazin ji wî çêtir bin û tevî wî dikevine lecê. Ew dibêje: “Min van bira sûcdar dikirin, û ez gelek cara tevî gotinên wan qayîl nedibûm”. Gelo axiriya vê yekê çi bû? Hyûn usa dibêje: “Nihêrandina min yektiya civatê xirab dikir”. Hine hevalên Hyûn alî wî kirin ku ew problêma xwe bivîne. Hyûn xwe rast kir û îro ew rûspîkî baş e. Heger em têderdixin ku em diha zêde hevrikiyê pêşda tînin ne ku edilayê, gerekê em vî xeysetî zû dûrî xwe xin.

XWE JI XWEHIZÎ Û ÇEVNEBARIYÊ DÛR BIGIRE

6. Li gora Galatî 5:26, hevrikî kîjan hunurên xirabva girêdayî ye?

6 Galatî 5:26 bixûne. Gelo kîjan hunurên nebaş dikarin bibin sebeba hevrikiyê? Yek ji wan, xwehizî ye. Merivekî xwehiz qure ye û tenê dikeve heyra xwe. Usa jî çevnebarî hunurekî xirab e. Kesê çevnebar ne ku tenê van tişta dixwaze çi ku cem kesên din hene, lê hela hê dixwaze ku ew tişt cem wan tune bin jî. Bi rastî hevsûdî nefretêva girêdayî ye. Em tu car naxwazin wekî ev xeysetên xirab dilê meda koka xwe berdin!

7. Halê kesekî xwehiz û çevnebar dikarin beramberî çi bikin?

7 Hunurên usa ça xwehizî û çevnebarî mîna kurmên darê ne, yên ku hindurê darê dixwin û dirizînin. Diqewime derbêra eşkere nîne ku dar îda riziya ye, lê rojekê, ev dar wê bikeve. Mîna vê yekê, kesek dikare wextekê Yehowara xizmet bike, lê heger dilê wîda xwehizî û hevsûdî hebin, ewê mîna dareke riziyayî bikeve (Metelok 16:18). Axiriyêda ev kes wê xizmeta xwe bihêle û zirarê bide xwe û kesên din. Gelo em çawa dikarin xwe ji xwehizî û çevnebariyê biparêzin?

8. Em çawa dikarin xwehiziyê ji xwe dûr xin?

8 Seva ku em xwehiziyê ji xwe dûr xin, wê baş be ku em guh bidine vê şîreta Pawlosê şandî: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlîpî 2:3). Hergê em xûşk-bira ser xwera digirin, gava em nava wanda feresetên usa bivînin ku ji yên me çêtir in, emê şa bin. Û emê diha şa bin gava ewana van feresetên xwe bona xizmet û rûmeta Yehowa bidine xebatê. Xûşk-birên meye zên jî gerekê ji aliyê xweda guh bidin şîreta Pawlos û hunurên me yên baş bivînin. Bi vê yekê, em gişk dikarin edilayî û yektiya civatê pêşda bivin.

9. Seva ku em çevnebariyê nekin, em gerekê çi bikin?

9 Seva ku em çevnebariyê kesekî nekin, wê baş be ku em sînorên xwe bizanibin. Heger em milûk bin, emê merivara nedine kifşê ku feresetên me ji yên wan baştir in. Dewsê emê çev bidine kesên zên û ji wana gelek tişt hîn bin. Mesele, birak gotarên pir xweş dixûne. Em dikarin ji wî bipirsin ku ew ça xwe bona gotarê hazir dike. Yan jî, heger xûşkek xwarinên tem çêdike, em dikarin ji wê bipirsin ku ew çawa usa xweş çêdike. Usa jî, heger cahilekîra çetin e ku xwera hevalên teze bivîne, ew dikare ji kesên ku hêsa xwera hevala divînin, şîretê bixwaze. Bi vê yekê, em dikarin xwe ji çevnebariyê dûr bigirin û diha pêşdaçûyî bin.

JI SERHATIYÊN KESÊN AMIN DERSA HÎN BE

Gîdeon yekî milûk bû, lema jî ewî tevî Efrayîmiya edilayî xwey kir (Abzasa 10 heta 12 binihêre)

10. Gîdeon rastî çi problêmê hat?

10 Serhatiya Gîdeon û mêrên ji bereka Efrayîm bîne bîra xwe. Bi saya alîkariya Yehowa, Gîdeon û 300 eskerên wî şerekî mezinda serketin. Mêrên Efrayîmî çûn bal Gîdeon, ne seva ku payê wî bidin, lê wekî wîra şer bikin. Ça tê kifşê ewana hêrs ketin, çimkî Gîdeon gazî wan nekiribû, wekî tevî wî himberî dijminên Xwedê şer bikin. Ewana herî zêde pey navê bereka xwe ketibûn, û dîna xwe nedane vê yekê ku Gîdeon navê Yehowa pîroz kir û cimeta Xwedê xilaz kir (Hakimtî 8:1).

11. Gîdeon çawa caba mêrên ji bereka Efrayîm da?

11 Gîdeon bi milûktî wanra got ku himberî kirina wan, kirê wî tu tişt nîne. Paşê, ewî dîna wan kişande ser vê yekê ku Yehowa ewana çawa kerem kirin. Kitêba Pîroz dibêje ku hingê hêrsa wan danî (Hakimtî 8:2, 3). Gîdeon bona ku edilayê xwey ke, xwe şkênand û bi milûktî caba wan da.

12. Em ji serhatiya Gîdeon û Efrayîmiya çi dersê distînin?

12 Gelo em dikarin ji vê serhatiyê çi dersê hîn bin? Ji mesela Efrayîmiya, em divînin ku gerekê em herî zêde ne ku pey navê xwe kevin, lê her tiştî bikin ku navê Yehowa rûmet kin. Heger tu serê malbetê yan rûspî yî, tu dikarî çev bidî Gîdeon. Çaxê kesek seva kirên te xeyîdî ye, xwe dayne dewsa wî û bifikire ku çi dilê wî êşand. Usa jî, mîna Gîdeon, tu dikarî payê vî kesî bidî. Bona vê yekê milûktî lazim e, îlahî heger ev kes neheq e. Dîsa jî, bîr neke ku diha baş e edilayê xwey kî, ne ku xwe heq derxî û pey navê xwe kevî!

Hanna bawer bû wekî Yehowa wê alî wê bike, lema jî edilayî kete dilê wê (Abzasa 13 û 14 binihêre)

13. Hanna çi halîda bû, û dilê wê çawa rihet bû?

13 Usa jî, bifikire ser serhatiya Hannayê. Mêrê wê Elkana lê gelek hiz dikir. Lê hewiya Hannayê bi navê Pênîna hebû. Li gora Kitêba Pîroz, “zarokên Penînnayê hebûn, lê zarokên Hannayê tunebûn”. Lema jî Pênînayê dilê Hannayê timê dêşand û ji bo vê yekê “Hanna digiriya û nan nedixwar” (1 Samûyêl 1:2, 6, 7). Dîsa jî, Kitêba Pîroz nabêje ku Hannayê dixwest heyfê ji Pênînayê hilde. Hannayê dilê xwe Yehowara vekir û bawer bû ku Xwedê wê alî wê bike. Kitêba Pîroz eşkere nake ku paşê vê yekê Pênîna hate guhastinê yan na. Lê em zanin wekî edilayî û rihetî kete dilê Hannayê (1 Samûyêl 1:10, 18).

14. Em dikarin ji serhatiya Hannayê çi dersê bistînin?

14 Em dikarin ji serhatiya Hannayê çi dersê hîn bin? Heger kesek tera bikeve hucetê, nelazim e ku tu bikevî ber bayê wî. Dewsa ku ji ber xirabiyêva xirabiyê bikin, her tiştî bike ku hûn li hev bên (Romayî 12:17-21). Heger ew nihêrandina xwe neguhêze jî, şabûna xwe unda neke çimkî te ji aliyê xweda her tişt kir.

Apolo û Pawlos fem dikirin ku Yehowa şixulê her yekî ji wan kerem dike, û ewana hevdura nediketin lecê (Abzasa 15 heta 18 binihêre)

15. Apolo û Pawlosê şandî çida mîna hev bûn?

15 Usa jî dîna xwe bide dersên ji serhatiya Apolo û Pawlosê şandî. Herdu jî Nivîsarên Pîroz rind zanibûn û dersdarên bi nav û deng bûn. Xêncî vê yekê herdu jî alî gelek kesa kiribûn ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Lê dîsa jî wana hevdura nediketine lecê.

16. Apolo yekî çawa bû?

16 Kitêba Pîroz usa dibêje: “Cihûkî navê wî Apolo, bûyîna xweda ji Skenderyayê, hate Efesê. Eva gotinbêjekî serxwe û nivîsarên pîrozda zanekî zor bû” (Karên Şandiya 18:24). Gava Apolo bajarê Korintêda bû, hineka ji civatê eşkere didane kifşê ku ewana hê zêde Apolo hiz dikin, ne ku Pawlos û birên din (1 Korintî 1:12, 13). Gelo ev nihêrandina nerast ku yektiyê xirab dikir, Apolo xweş dihat? Em bawer in ku na! Çaxê Apolo ji Korintê çû, wede şûnda Pawlosê şandî wîra got ku bira ew dîsa vegere Korintê (1 Korintî 16:12). Heger Pawlos bifikiriya ku Apolo yektiya civata Korintê xirab dike, wê ew neşanda wêderê. Eşkere ye ku Apolo feresetên xwe bi cûrekî baş dida xebatê, dêmek bona belakirina mizgînê û bona qewîkirina civatê. Ji Kitêba Pîroz tê kifşê ku Apolo yekî milûk bû. Mesele, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Apolo xeyîdî, gava Ekîla û Priskîla “hê rast Riya Xwedê wîra şirovekirin” (Karên Şandiya 18:24-28).

17. Pawlosê şandî çawa edilayê pêşda dibir?

17 Çaxê Pawlosê şandî didît wekî Apolo pêşda diçe, ew neditirsiya ku merivên din wê Apolo ji wî çêtir hesab kin. Ji şîreta ku Pawlos da civata Korintê tê kifşê, wekî ew yekî milûk û serwaxt bû û sînorên xwe zanibûn. Gava hine kesa digot “ez para Pawlos im”, ewî xwe qure nedikir, lê dewsê dîna wan dikişande ser Yehowa û Îsa Mesîh û hemû pesin dida wan (1 Korintî 3:3-6).

18. 1 Korintî 4:6, 7 derheqa Apolo û Pawlosê şandî çi eyan dike?

18 Gelo em dikarin ji gotin û kirên Apolo û Pawlosê şandî çi dersê hîn bin? Dibeke em bi dil û can şixulê Yehowa dikin û me alî gelek xwendekarên Kitêba Pîroz kiriye wekî ewana berbi nixumandinê herin. Lê em rind zanin wekî me ev yek tenê bi saya qewata Yehowa kiriye. Mesela Apolo û Pawlos tiştekî din jî me hîn dike: Çiqas zêde cabdariyên me hene, haqas zêde mecalên me hene ku edilayê bikine civatê. Em çiqas razî ne, gava birên kifşkirî edilayê û yektiyê dikine civatê bi vê yekê ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta didin, û dîna xûşk-bira dikişînin ser mesela Îsa, ne ku ser xwe (1 Korintî 4:6, 7 bixûne).

19. Her kes ji me dikare çi bike? (Usa jî, çargoşe “ Nebe Sebeba Hevrikiyê” binihêre.)

19 Xwedê hine fereset dane her kesî ji me. Bi saya van fereseta em dikarin “hevra xizmetkariyê bikin” (1 Petrûs 4:10). Em dibeke difikirin wekî rola me civatêda biçûk e. Lê bîr neke ku av, dilop-dilop dibe gol. Lema jî bira em hevdura nekevin hucetê û çi ji destê me tê bikin, wekî edilayê û yektiyê bikine civatê (Efesî 4:3).

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

^ abz. 5 Çawa ku terkên biçûk dikarin kûpekî sist kin û bişkênin, hevrikî jî dikare civatê sist ke. Heger civat qewî û yektiyêda nîbe, xûşk-bira wê nikaribin têda bi rihetî Yehowara xizmet bikin. Vê gotarêda, emê bivînin ku çima ferz e wekî em hevdura nekevine lecê û ça em dikarin edilayê bikine civatê.

^ abz. 4 Navên vê gotarêda hatine guhastin.