Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Şedên Yehowa ser malperên bona hevdunaskirinê çawa dinihêrin?

Yehowa hilbet dixwaze ku jin û mêr bextewar bin û heta-hetayê tevayî bimînin (Metta 19:4-6). Heger tu dixwazî bizewicî yan mêr kî, gelo tu ça dikarî xwera kesekî layîq bivînî? Yehowa em efirandine, lema jî ew zane ku gerekê em çi bikin, wekî zewaca me bextewar be. Lema, heger tu derheqa zewacê prînsîpên wî hildî hesab, tuyê pêşdaçûyî bî. Were em dîna xwe bidine hine ji van prînsîpa.

Ya pêşin, gerekê em rastiya van gotina qebûl bikin: “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye” (Yêremya 17:9). Wexta ku du kes hevdu teze nas dikin û dixwazin hevdu bistînin, hestên wan dikarin haqas qayîm bin ku ew îda nikarin safîkirinên rast bikin. Safîkirinên ku meriv tenê li gora hest û dilê xwe didin, gelek cara dibin sebeba halekî xirab (Metelok 28:26). Heta ku du kes hevdu rind nas nekin, wê baş be ku ew zû hevdura gotinên romantîk nebêjin û soza zewacê nedin hevdu.

Metelok 22:3 usa dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne”. Gelo telikên xebitandina malperên bona hevdunaskirinê çi ne? Sed heyf ku hine kes bi saya malperên usa dikevin tora kesên derewîn. Serda, hine kesên durû, hesabên qelp saz dikin ku kesên dilsax bixapînin û perê wan bidizin. Carna, ew kesên qelp dibêjin ku yançi ewana Şedên Yehowa ne.

Telikeke din jî heye: Ser hine malperên bona hevdunaskirinê bi saya têsta têderdixin ku yançi kê layîqî kê ye. Lê qe îzbat tune ku mêtodên usa rast in. Bona zewaceke bextewar, gelo logîkî ye ku meriv xwe bispêre nihêrandina meriva û programên komputerê, ne ku prînsîpên Kitêba Pîroz? (Metelok 1:7; 3:5-7)

Metelok 14:15 usa dibêje: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe”. Pêşiya ku tu kesekîra bizewicî, gelek ferz e ku tu vî kesî rind nas bikî. Lê bi saya malperên bona hevdunaskirinê ev yek gelek zor e. Hûn çiqas profîlên xwe hevdura nîşan bikin û gelek nema hevdura bişînin jî, gelo tu bi rastî dikarî bêjî ku tu vî kesî nas dikî? Gava kesên ku hevdu bi saya malperekê nas kiribûn, rû bi rû rastî hev tên, ewana gelek cara ecêbmayî dimînin.

Zebûrbêj usa gotibû: “Ez tevî derewîna rûnanîm û tevî durûya rê naçim” (Zebûr 26:4). Gelek kes difikirin ku normal e wekî meriv qisûrên xwe ser profîla malpera Întêrnêtê veşêre û xwe diha xweşik nîşan bike. Lema jî ew xeyset-hunurên xwe yên xirab malperên Întêrnêtêda eşkere nakin. Hine kes belkî dibêjin ku ew Şedên Yehowa ne, lê gelo ev yek rast e? Gelo ew ji aliyê ruhanîva gihîştî ne? Gelo dostiya wan tevî Yehowa çi halîda ye? Civata wan ser wan çawa dinihêre? Gelo dibe ku ew ji aliyê ruhanîva sist in yan jî ‘hevalên xirab’ in? (1 Korintî 15:33; 2 Tîmotêyo 2:20, 21) Usa jî, gelo li gora Kitêba Pîroz îzina wan heye ku bizewicin? Gerekê tu van tişta bizanibî, lê heta ku tu tevî Şedên din, yên ku vî kesî rind nas dikin, xeber nedî, gerekê îtbariya xwe wî neynî (Metelok 15:22). Usa jî, xizmetkarê Yehowa yê amin, wê hilbet bi kesekî nebawermendra nekeve “binê nîrekî” (2 Korintî 6:14; 1 Korintî 7:39).

Telikên xebitandina malperên bona hevdunaskirinê gelek in, û wê diha baş be ku tu bi cûrên din hevalekî bigerî. Gelo tu çawa dikarî kesekî nas bikî? Gava Şedên Yehowa ser civata, civatên mezin yan jî bona nêtên din tevayî top dibin, tu dikarî xûşk û bira rû bi rû nas bikî.

Çiqas hûn hê zêde hevra xeber din û wext derbaz kin, hûnê bivînin ka nêt û fikrên we mîna hev in yan na

Wexta ku em nikarin tevayî top bin, mesele seva pandemiya COVID-19 yan sebebên din, em bi saya hacetên elektronîk dikevin civîna. Wedê usa, tu dikarî Şedên azep nas bikî û ji gotar û cabên wan fem bikî ku halê wan yê ruhanî çawa ye (1 Tîmotêyo 6:11, 12). Paşî civîna, hûn belkî dikarin komên biçûkda, yên ku paşî civîna tên sazkirin, tevayî xeber din. Usa jî, gava xûşk û bira bi Întêrnêtê bona xeberdanê tevayî top dibin, tu dikarî bivînî wekî kesê ku te begem kiriye yekî çawa ye (1 Petrûs 3:4). Wede şûnda, çiqas hûn hevdu diha baş nas bikin, hûnê bivînin ka nêt û fikrên we mîna hev in û hûn li hev tên yan na.

Gava xûşk û birên azep li gora prînsîpên Kitêba Pîroz hevdu nas dikin, hingê ewana dikarin hevalekî baş xwera bivînin û bextewar bin. “Kî jinê dibîne, xêr û xiznê dibîne û ji Xudan rem-keremê distîne” (Metelok 18:22).