Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32

Çev Bidine Yehowa Serwaxt û Berbihêr bin

Çev Bidine Yehowa Serwaxt û Berbihêr bin

“Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (FÎLÎPÎ 4:5).

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar be

VÊ GOTARÊDA a

Tu dixwazî mîna kîjan baxê bî? (Binihêre abzasa 1)

1. Xizmetkarên Xwedê ji çi aliyava beramberî baxê dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

 “BA NIKARE baxa ku ditewe bişkêne”. Ev gilî didine kifşê wekî bax gerekê nerm bin û hêsa bêne tewandinê, wekî ber bayê qewî neşkên. Seva ku em ber “bayê jîyînê” qewî bimînin, gerekê em jî nerm û berbihêr bin, dêmek hazir bin ku hînî derecên teze bin. Mesele, gava halê me tê guhastinê yan jî gava nihêrandin û safîkirinên me ji ya merivên din cude dibe, em gerekê merivne nerm bin û serwaxtî bidine kifşê.

2. Kîjan hunur wê alî me bikin ku em hînî derecên teze bin, û vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Çawa xizmetkarên Yehowa, em dixwazin serwaxt bin. Usa jî, em dixwazin berbihêr û dilovan bin. Vê gotarêda, emê bivînin ku ev hunur çawa alî xizmetkarên Xwedê kirine, wekî hînî derecên teze bin. Emê hîn bin ku ev hunur çawa dikarin alî me bikin. Lê pêşiyê, emê dîna xwe bidinê, ku em dikarin ji serwaxtî û berbihêriya Yehowa û Îsa çi hîn bin.

YEHOWA Û ÎSA SERWAXT IN

3. Çi dide kifşê wekî Yehowa Xwedêyê serwaxt û berbihêr e?

3 Derheqa Yehowa tê gotinê ku ew “Qeya ye”, çimkî ew yekî qewî ye (Qanûna Ducarî 32:4). Lê usa jî ew yekî serwaxt e. Gava halê vê dinyayê tê guhastinê, ew dîsa jî her tiştî dike, wekî xwestina xwe bîne sêrî. Yehowa em usa efirandine, ku em dikarin hînî guhastina bin. Ew bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dike, ku em hemû derecên jîyîna xweda safîkirinên baş bikin. Mesela Yehowaye şexsî û prînsîpên wî îzbat dikin, ku ew him mîna “Zinar” e, him jî yekî serwaxt û berbihêr e.

4. Derheqa serwaxtiya Yehowa meselekê bînin (Qanûna Kahîntiyê 5:7, 11)

4 Riyên Yehowa bêqisûr û serwaxt in. Ew hindava merivada sert nîne. Mesele, were em dîna xwe bidinê ku Yehowa çawa berbihêriya xwe nîşanî Îsraêliya kir. Berê, ewî ji kesên kesîb û dewlemend qurbanên mîna hev dewa nedikir. Hine derecada, ewî îzin dida ku meriv qasî qewata xwe qurbana bînin (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 5:7, 11).

5. Derheqa milûktî û dilovaniya Yehowa meselê bîne.

5 Milûktî û dilovaniya Yehowa wî hêlan kir, bi serwaxtî safîkirina bike. Mesele, paşî ku Yehowa safî kir, wekî bajarê Sodomê wêran ke, milûktiya wî eşkere bû. Bi saya melekên xwe, Yehowa mêrekî qencra bi navê Lût got, ku ew bireve çiyê. Lê Lût ditirsiya ku here wêderê. Lema jî, ewî ji Yehowa reca kir, ku ew îzinê bide wî û malbeta wî, ku ewana herin bajarê Soharê, lê Yehowa safî kiribû ku ev bajarê biçûk jî wêran ke. Yehowa dikaribû Lûtra bigota ku gerekê ew xût li gora rêberiya wî bike. Dewsa vê yekê, Yehowa xwestina Lût qebûl kir û bajarê Soharê wêran nekir (Destpêbûn 19:18-22). Paşî çend qirna, Yehowa dilremiya xwe nîşanî cimeta Nînewayê kir. Ewî bi saya Ûnis pêxember elam kir, ku Ewê wî bajarî û merivên xirab qir ke. Lê gava wana tobe kir, Yehowa rema xwe hindava wanda da kifşê û bajarê wan wêran nekir (Ûnis 3:1, 10; 4:10, 11).

6. Meselê bînin ku Îsa çawa çev dida berbihêriya Yehowa?

6 Îsa çev dida serwaxtiya Yehowa. Rast e ew “tenê bona pezên mala Îsraêlêye undabûyî” hatibû şandinê, lê ewî kesên dinra jî bi berbihêriyê mizgînî bela dikir. Carekê jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir, ku ew qîza wê qenc ke, ya ku ji aliyê cinada dihate çerçirandinê. Dilê Îsa ser şewitî û ewî qîza wê qenc kir (Metta 15:21-28). Were em dîna xwe bidine meseleke din. Carekê Îsa usa got: “Kî ku min . . . înkar ke, ezê jî wî . . . înkar kim” (Metta 10:33). Lê ewî Petrûs înkar nekir, yê ku sê cara wî înkar kiribû, çimkî Îsa bawerî û poşmanbûna wî dît. Paşî ku Îsa ji mirinê rabû, ewî xwe nîşanî Petrûs kir û jêra got, ku baxşandiye wî û lê hiz dike (Lûqa 24:33, 34).

7. Li gora Fîlîpî 4:5, em dixwazin ku kesên din derheqa me çawa bifikirin?

7 Me dît ku Yehowa Xwedê û Îsa her tiştîda serwaxtî û berbihêriyê didine kifşê. Yehowa dixwaze ku em jî merivne berbihêr bin (Bixûne Fîlîpî 4:5). Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo kesên din min ça yekî berbihêr û nerm hesab dikin, yan ça yekî sert û serhişk? Gelo ez timê difikirim ku merivên din jî gerekê usa bikin, çawa ku ez hesab dikim rast e, yan ez nihêrandina wan jî hildidim hesab?” Gava em xîret dikin wekî bi berbihêriyê her tiştî bikin, em nîşan dikin ku em çev didine Yehowa û Îsa. Emê niha dîna xwe bidine du dereca. Gava ku jîyîna me bê guhastinê yan jî gava nihêrandin û safîkirinên kesên din ji yên me cude bin, gelo em çawa dikarin serwaxtiya xwe nîşan kin?

GAVA HALÊ JÎYÎNÊ TÊ GUHASTINÊ

8. Çi dikare alî me bike ku berbihêr bin, gava dereca emirê me tê guhastinê? (Usa jî binihêre spartin.)

8 Berbihêrî tê hesabê ku gava dereca jîyîna me tê guhastinê, em gerekê hazir bin li gora dereca teze bijîn. Guhastinên usa dikarin problêmên teze pêşda bînin. Mesele, dibeke em nişkêva qayîm nexweş kevin, rastî problêmên êkonomîkî bên, yan jî ji bo guhastinên polîtîkî emirê me diha çetin be (Waîz 9:11; 1 Korintî 7:31). Yan jî, dibeke em teşkîleta Yehowada cabdarîke teze bistînin. Emirê xweda em rastî çi jî bên, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) Dereca teze qebûl ke, (2) derheqa axiriyê bifikire, (3) dîna xwe bide tiştên baş, û (4) alî kesên din bike. b Niha emê bivînin, ku ev çar tişt çawa alî çend xûşk-bira kirine.

9. Çi alî jin-mêrekî kir, wekî himberî çetinayên xwe sebir kin?

9 Dereca teze qebûl ke. Birê me Êmanûêl û kulfeta wî Françêska, ça mîsyonêr şandine welatekî xerîb. Çaxê wana destpêkir zimanê teze hîn bin û civata teze nas kin, pandêmiya koronavîrûsê destpêbû û ewana mecbûr bûn xwe ji kesên din dûr bigirin. Paşê diya Françêskayê nişkêva mir. Ewê gelek dixwest kêleka malbeta xwe be, lê ji bo pandêmiyayê nikaribû here wêderê. Çi alî wê kir, wekî ber van derdên giran sebir ke? Ya pêşin, Êmanûêl û Françêskayê tevayî dua dikirin û ji Xwedê hîvî dikirin wekî bîlaniyê bide wan, ku ewana bikaribin ber xemên herrojî teyax kin. Yehowa wededa bi saya teşkîleta xwe caba duayên wan da. Mesele, wana ji tiştên ku birakî vîdêokêda gotibû, berdilî stand. Ewî usa gotibû: “Em çiqas zû hînî dereca teze bin, haqas zû emê şabûnê bistînin. Paşê em dikarin xîret bikin, ku li gora dereca teze bijîn”. c Ya duda, wana safî kir, wekî xizmetiya pê têlê diha baş kin û wana hela hê tevî merivekî hînbûna Kitêba Pîroz jî destpêkir. Ya sisiya, wana îzin da wekî xûşk-birên civatê alî wan bikin û ewana bona hizkirina wan gelekî razî bûn. Xûşkeke dilovan nava salekêda her roj rêzeke ji Kitêba Pîroz wanra dişand. Hergê em jî dereca xweye teze qebûl kin, emê ji wan tişta şabûnê bistînin, çi ku dikarin bikin.

10. Xûşka me Krîstîna çawa hînî guhastineke mezin bû?

10 Derheqa axiriyê bifikire û dîna xwe bide tiştên baş. Krîstîna, xûşkeke ji Rûmanyayê, ya ku Japonyayêda dijî, got ku gava civata wê ser zimanê Înglîzî hate dadanê, ew xemgîn bû. Lê ew ser tiştên çûyî nedifikirî. Dewsa vê yekê, ew derbazî civateke ser zimanî Japonî bû û xîret dikir ku ser vî zimanî mizgîniyê bela ke. Ewê ji hevalxebatçiya xweye berê xwest ku ew zimanê Japonî lê hîn ke. Ewê jinikê qebûl kir, ku bi saya Kitêba Pîroz û broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! zimanê Japonî Krîstînayê hîn ke. Bi vî cûreyî, Krîstîna hîn bû ser zimanê Japonî diha baş xeber de, lê ya ferz ew bû ku hevalxebatçiya wê xwest diha zêde derheqa Kitêba Pîroz pêbihese. Belê, hergê em derheqa tiştên çûyî nafikirin û dîna xwe didine tiştên pozîtîv, guhastinên ku nişkêva diqewimin, dikarin keremên usa pêşda bînin, ku em ne jî hîviyê bûn.

11. Gava jin-mêrek rastî problêmên êkonomîkî hatin, gelo çi alî wan kir?

11 Alî kesên din bike. Welatekîda, kîderê ku şixulê me hatiye qedexekirinê, ji bo krîzîsa êkonomîkî birakî me û jina wî îda nikaribûn ebûra xwe bikin. Gelo ew çawa hînî vê guhastinê bûn? Ya pêşin, wana destpêkir jîyîna xwe sivik kin. Paşê, dewsa ku dîna xwe bidine problêmên xwe, wana safî kir berdewam kin mizgîniyê bela kin û alî kesên din bikin (Karên Şandiya 20:35). Birê me got: “Ev yek ku me heçî zef wede xizmetiyêda xerc dikir, wedê me nedima wekî em ser problêmên xwe bifikirin. Îda diha zêde wedê me hebû, ku dîna xwe bidine şixulê Xwedê”. Belê, gava emirê me nişkêva tê guhastinê, em gerekê bîr nekin ku çiqas ferz e wekî em berdewam kin alî kesên din bikin, îlahî bi saya xizmetiyê.

12. Mesela Pawlosê şandî ça alî me dike, wekî xizmetiya xwe li gora hewcên meriva biguhêzin?

12 Gerekê em hazir bin ku xizmetiya xwe li gora dereca meriva biguhêzin. Em rastî merivên ji gelek mileta tên, bawerî û kûltûra kîjana cude ye. Vê yekêda Pawlosê şandî meseleke baş mera hîştiye. Îsa ew ça “şandiyê necihûya” bijartibû (Romayî 11:13). Pawlos şedetî dida Cihûya, Yûnaniya, merivên xwendî, cotkara, kesên qedirbilind û padşa. Seva ku mizgîniyê bigihîne dilê merivên cûre-cûre, Pawlos bona “her kesî” bû her tişt (1 Korintî 9:19-23). Ewî rind dîna xwe dida milet, kûltûra û baweriya meriva û mêtoda xizmetiya xwe li gora hewcê wan diguhast. Hergê em jî xizmetiya xwe li gora hewcên meriva biguhêzin, xizmetiya me jî wê diha pêşdaçûyî be.

QEDRÊ NIHÊRANDINA KESÊN DIN BIGIRE

Hergê em merivne berbihêr bin, emê qedirê nihêrandina kesên din bigirin (Binihêre abzasa 13)

13. Çima ferz e ku em qedirê nihêrandina kesên din bigirin? (1 Korintî 8:9)

13 Usa jî berbihêrî alî me dike, wekî em qedirê nihêrandina merivên din bigirin. Mesele, hine xûşkên me hiz dikin makîyaj bikin, lê hinek jî hiz nakin. Hine xizmetkarên Xwedê bi serwaxtî îçkê vedixwin, lê kesên din xwe ji vê yekê dûr digirin û qe venaxwin. Hemû xizmetkarên Xwedê sihet-qewata baş dixwazin, lê ewana cûre-cûre mêtoda didine xebatê, ku miqatî xwe bin. Hergê em difikirin, ku em timê rast in û em dixwazin wekî xûşk-bira usa bikin çawa em hesab dikin ku rast e, dibeke emê bibin menî ku kesek bilukume û cudetî bikeve nava civatê. Em naxwazin tiştekî usa bikin! (Bixûne 1 Korintî 8:9; 10:23, 24) Gelo prînsîpên Kitêba Pîroz ça dikarin alî me bikin, wekî em bi serwaxtî bifikirin û yektiya civatê xwey kin? Were em dîna xwe bidine du mesela.

Hergê em merivne berbihêr bin, emê qedirê nihêrandina kesên din bigirin (Binihêre abzasa 14)

14. Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin, ku em derheqa kincxwekirin û xemilandina xwe safîkirinên baş bikin?

14 Kincxwekirin û xemilandin. Yehowa mera nabêje ku em gerekê çi xwe kin, lê Ewî prînsîp dane me, wekî em safîkirinên baş bikin. Gerekê em kincên usa xwe kin, kîjan ku wê navê Xwedê rûmet kin. Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê bi “şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin” (1 Tîmotêyo 2:9, 10; 1 Petrûs 3:3). Lema jî em naxwazin dîna kesên din bi zêdeyî bikişînin ser kincxwekirin û xemilandina xwe. Prînsîpên Kitêba Pîroz alî rûspiya dikin, wekî ewana li gora nihêrandina xwe, qeyd-qanûna daneynin. Mesele, rûspiyên civatekê dixwestin alî çend birên cahil bikin. Wana porê xwe li gora moda teze çêkiribûn û porê wan şekirî jî nîbû. Gelo rûspî ça dikaribûn alî wan bikirana û him jî qeydên xwe daneniyana? Berpirsiyarê mihalê şîret dabû wan, ku usa bêjin: “Hergê tu ser sênê bisekinî û guhdarvan bi zêdeyî dîna xwe bidin ne ku gotinên te, lê kinc û porê te, ev yek tê hesabê, ku kincxwekirin û xemilandina teda problêm heye”. Ev şirovekirina hêsa alî birên cahil kir, ku fem kin wekî ewana gerekê çi bikin, û rûspiyara ne lazim bû qeydên teze bona vê yekê daynin. d

Hergê em merivne berbihêr bin, emê qedirê nihêrandina kesên din bigirin (Binihêre abzasa 15)

15. Kîjan qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin, wekî em derheqa sihet-qewata xwe safîkirinên baş bikin? (Romayî 14:5)

15 Sihet qewata me. Her xizmetkarê Xwedê gerekê xwexa safî ke, ku ça miqatî siheta-qewata xwe be (Galatî 6:5). Gava Mesîhî derheqa mêtoda qenckirinê safîkirina dikin, ewana gerekê guh bidine qanûnên Kitêba Pîroz, wekî xwe ji xûnê û sêrbaziyê dûr bigirin (Karên Şandiya 15:20; Galatî 5:19, 20). Lê hine derecada em gerekê xwexa safî kin, ku kîjan mêtodên qenckirinê bijbêrin. Hine meriv tenê alîkariya doxdira qebûl dikin, lê hine kesên din jî mêtodên altêrnatîv digerin. Firqî tune em çi difikirin derheqa filan mêtoda qenckirinê, lê yeke em gerekê qedirê safîkirina xûşk-bira bigirin, çimkî ew safîkirina şexsî ya her kesî ye. Lema jî em gerekê van çar tişta hildin hesab: (1) Tenê Padşatiya Xwedê wê me ji hemû nexweşiya qenc ke (Îşaya 33:24). (2) Her xizmetkarê Xwedê gerekê xwexa bona xwe safîkirineke lape baş bike û vê yekêda “bawer be” (Bixûne Romayî 14:5). (3) Em naxwazin ser safîkirinên kesên din hukum kin û bi kirên xwe bibin menî ku ewana bilikumin (Romayî 14:13). (4) Xizmetkarên Xwedê hizkirinê didine kifşê û fem dikin, wekî yektiya civatê ji nihêrandinên wane şexsî ferztir e (Romayî 14:15, 19, 20). Hergê em van tişta bîra xweda xwey kin, hevaltiya me tevî xûşk-bira wê diha qewî be û civatêda wê edilayî bê xweykirinê.

Hergê em merivne berbihêr bin, emê qedirê nihêrandina kesên din bigirin (Binihêre abzasa 16)

16. Rûspî ça dikare serwaxtî û berbihêriyê bide kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Rûspî gerekê serwaxtî û berbihêriyêda kesên dinra bibine mesele (1 Tîmotêyo 3:2, 3). Mesele, ew gerekê nefikire ku hergê ew emirda ji rûspiyên din mestir e, nihêrandina wî gerekê timê qebûl kin. Ew zane ku ruhê pîroz dikare ser her rûspî hukum ke ku ew tiştekî bêje, wekî safîkirineke baş bê kirinê. Û hergê heçî zef rûspî safîkirinekê bikin, ya ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîne, rûspîkî serwaxt û berbihêr wê bi şabûnê tevî safîkirina wan razî be, hela hê hingê jî, gava ew yek ji nihêrandina wî cude dibe.

KARA BERBIHÊRIYÊ

17. Xizmetkarên Xwedê yên ku serwaxtî didine kifşê, çi karê distînin?

17 Hergê em merivne berbihêr bin, ev yek wê karê mera bîne. Emê ji hevaltiya tevî xûşk-bira şabûnê bistînin, û civatêda edilayî wê bê xweykirinê. Emê mîna malbeteke mezin bin, kîjan ku ji gelek milet, kûltûr û xeyset-hunura ne, û emê bi şabûnê Yehowara xizmet kin. Xêncî vê yekê, em şa ne ku mecala me heye çev bidine Xwedayê xwe Yehowa, yê ku her tiştîda serwaxt û berbihêr e.

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

a Yehowa û Îsa her tiştîda berbihêriyê û serwaxtiyê didine kifşê, û ewana dixwazin ku em jî van xeyseta nav xweda pêşda bînin. Gava sihet-qewata me xirab dibe yan jî em aliyê matêrîalîda dikevine tengasiyê, wî çaxî serwaxtî mera lazim e. Usa jî, emê bi gotin û kirên xwe edilayî û yektiya civatê xwey kin.

b Binihêre gotara bi navê “Çawa Guhastinada Yole Herim?” ji jûrnala Hişyar Bin!, № 4 sala 2016.

c Binihêre vîdêo Qisekirin Tevî Dmîtrî Mîxaylov, ya ku vê gotarêda hatiye dayînê, “Peyketin Mecal in bona Şedetiyê” ji Bernama Civînê—Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin, Adar-Nîsan 2021.

d Bona hê zêde înformasiya derheqa kincxwekirin û xemilandinê, binihêrin kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! dersa 52.