Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31

Baweriyêda Qewî Bimînin

Baweriyêda Qewî Bimînin

“Awa xûşk-birayên mine delal, qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin” (1 KORINTÎ 15:58).

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Xizmetkarên Xwedê çida mîna avayîke bilind in? (1 Korintî 15:58)

 SALA 1978, Japonyayêda li bajarê Tokyoyê avayîke 60 qatî hate avakirinê. Wêderê gelek erdhej diqewimîn, lema jî meriv difikirîn ku ev avayî wê çawa ber erdheja teyax ke. Lê înjînêra ev avaya bilind usa dane çêkirinê, ku ew bikaribe wedê erdhejên qayîm jî hilneşê. Xizmetkarên Xwedê mîna vê avayê ne. Gelo çida?

2 Xizmetkarên Xwedê gerekê him qewî bimînin, him jî bona guhastina hazir bin. Ewana rind guh didine qanûn û prînsîpên Yehowa (Bixûne 1 Korintî 15:58). Ewana gerekê guhdar bin û li gora baweriya xwe bijîn. Ji aliyê dinva jî, lazim e ku em “milûk” bin, û çaxê derece tê guhastinê, li gora vê yekê kar bikin (Aqûb 3:17). Xizmetkarên Xwedê, yên ku hîn bûne nihêrandina rast xwey kin, ne gelek sert in ne jî bê talaş in. Vê gotarêda, emê pêbihesin ku em çawa dikarin baweriyêda qewî bimînin. Usa jî emê bivînin, ku Mîrê-cina bi kîjan pênc gava her tiştî dike, wekî em guh nedine Yehowa. Û emê pêbihesin ku çawa em dikarin xwe ji telikên wî biparêzin.

EM ÇAWA DIKARIN QEWÎ BIMÎNIN?

3. Li gora Karên Şandiya 15:28, 29, gelo Xwedê çi qanûn dane me?

3 Qanûndarê Herî Mezin, Yehowa, timê qanûnên zelal dida xizmetkarên xwe (Îşaya 33:22). Mesele, qirna yekêda koma rêberiyê gotibû, ku xizmetkarên Xwedê gerekê kîjan sê derecada qewî bimînin: (1) Ewana pûta înkar dikin û tenê Yehowa dihebînin. (2) Ewana guh didin qanûna Yehowa hindava pîroziya xûnê. (3) Ewana dijîn li gora qanûna Kitêba Pîroze derheqa nav-namûsiyê (Bixûne Karên Şandiya 15:28, 29). Lê îro gelo em çawa dikarin wan sê tiştada Yehowara amin bin?

4. Em ça didine kifşê ku em bi temamî Yehowara amin in? (Eyantî 4:11)

4 Em pûta înkar dikin û tenê Yehowa dihebînin. Xwedê ferman dabû Îsraêliya ku ewana bi temamî jêra amin bin (Qanûna Ducarî 5:6-10). Were em dîna xwe bidine mesela Îsa Mesîh. Gava ew ji Mîrê-cina hate cêribandinê, ewî bi zelalî got, ku em gerekê tenê serê xwe ber Yehowa daynin (Metta 4:8-10). Lema jî em serê xwe ne ber pûta ne jî ber meriva datînin. Mesele, em ne rêberên rêlîgî, ne serwêrên polîtîkî û ne jî kesên bi nav û deng ça xudana hesab nakin. Em tenê Yehowara xizmet dikin, çimkî ewî “her tişt efirandin” (Bixûne Eyantî 4:11).

5. Em çira guh didine qanûna Yehowa derheqa pîroziya emir û xûnê?

5 Em guh didine qanûna Yehowa hindava pîroziya emir û xûnê. Gelo çira? Çimkî Yehowa dibêje wekî xûn tê hesabê emir, dêmek pêşkêşeke gelek qîmet, kîjan ku ewî daye me (Qanûna Kahîntiyê 17:14). Gava Yehowa îzin da wekî meriv goştê heywana bixwin, ewî temî da wan wekî xûnêva nexwin (Destpêbûn 9:4). Çaxê ewî Qanûna Mûsa da Îsraêliya, ewî ev temî carekê jî wanra da (Qanûna Kahîntiyê 17:10). Û qirna yekêda, Yehowa bi saya koma rêberiyê got, ku bira hemû xizmetkarên wî dûrî xûnê bin (Karên Şandiya 15:28, 29). Gava em bona sihet-qewata xwe safîkirinekê dikin, em bi hazirbûnê guh didine vê temiyê. b

6. Seva ku em guh bidin qanûnên Yehowaye derheqa nav-namûsiyê, em çi dikin?

6 Em bi xîret li gora qanûnên Yehowaye derheqa nav-namûsiyê dijîn (Îbranî 13:4). Pawlosê şandî şîret daye me, ku em xwestinên bedenêye nerast “bikujin”. Dêmek, em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî xwe dûrî tiştên bênamûs bigirin. Em wan tişta, çi ku dikare berbi bênamûsiyê bive, ne dikin, ne jî dinihêrin (Kolosî 3:5; Îbo 31:1). Gava em rastî cêribandinekê tên, em derbêra înkar dikin her fikir û kirên ku dikare zirarê bide heleqetiya me tevî Xwedê.

7. Em bi dil û can dixwazin çi bikin û çira?

7 Yehowa dixwaze wekî em bi dil û can guh bidine wî (Romayî 6:17). Rêberiya Yehowa timê bona kara me ye, û qanûnên wî nayêne guhastinê (Îşaya 48:17, 18; 1 Korintî 6:9, 10). Em xîret dikin, wekî dilê Yehowa şa kin, û mîna zebûrbêj difikirin: “Min qirar kir, qanûnên Te xwey kim, ji her-heyê heta xilazîyê” (Zebûr 119:112). Lê Mîrê-cina wê her tiştî bike, wekî baweriya me sist ke. Gelo ew kîjan mêtoda dide xebatê?

MÎRÊ-CINA ÇI DIKE WEKÎ BAWERIYA ME SIST KE?

8. Mîrê-cina seva ku baweriya me sist ke, çi dike?

8 Peyketin. Mîrê-cina dixwaze aliyê êmosiyalî û fîzîkî ser me hukum ke, wekî baweriya me sist ke. Nêta wî ev e, ku me “hûfî xwe ke”, dêmek heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke (1 Petrûs 5:8). Qirna yekêda, xizmetkarên Xwedê ji bo aminiya xwe rastî peyketina dihatin, ewana dihatine lêdanê û hela hê dihatine kuştinê jî (Karên Şandiya 5:27, 28, 40; 7:54-60). Heta roja îro jî, Mîrê-cina pey cimeta Xwedê dikeve. Mesele, xûşk-birên meye ji Rûsyayê û welatên din, rastî zulmiyê û peyketina tên.

9. Mîrê-cina çawa bi cûrê veşartî hicûmî ser me dike? Meselê bîne.

9 Hicûmkirinên veşartî. Mîrê-cina xêncî hicûmkirinên eyan, yên veşartî jî dide xebatê (Efesî 6:11). Were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Bob, kîjanîra opêrasiyake giran gerekê bihata kirinê. Ewî doxdirara got, ku ewê tu car qayîl nebe xûnê berî xwe de. Doxdir tevî wî qayîl bû. Lê êvara pêşiya opêrasiyayê, çaxê malbeta wî çû malê, doxdirê anêstêzîyê hate bal wî. Ewî Bobra got, ku diqewime xûn wê ne jî lazim be, lê xûn wê ber destê wan be, hergê derece nişkêva giran be. Doxdir difikirî ku hergê malbeta wî kêleka wî nîbe, dibeke ewê safîkirina xwe biguhêze. Lê Bob ser ya xwe ma, û got ku çi jî bibe, yeke ewê xûnê berî xwe nede.

10. Nihêrandina merivên vê dinyayê çira xof e? (1 Korintî 3:19, 20)

10 Fikirên meriva. Hergê em mîna merivên ku guh nadin qanûnên Yehowa bifikirin, dibeke em pişta xwe bidine Yehowa û qanûnên wî (Bixûne 1 Korintî 3:19, 20). “Serwaxtiya vê dinyayê” gelek car xwestinên bedenê pêşda tîne. Hine xizmetkarên Xwedê ji Pergama û Tiyatîrayê, ketin ber bayê kesên pûtparist û bênamûs. Îsa şîret da herdu civata, çimkî wana dihîşt wekî nav wanda bênamûsî hebe (Eyantî 2:14, 20). Îro nihêrandina vê dinyayê dikare ser me jî hukum ke. Dibeke nasên me û merivên me mera dibêjin, ku qanûnên Yehowa gelek sert in, lema jî ne lazim e wan qanûna xwey kin. Gelek car ewana dibêjin, ku eseyî nîne qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê xwey kin û meriv gerekê li gora xwestina dilê xwe bijî.

11. Seva ku em qewî bisekinin, em gerekê çi nekin?

11 Cara dibeke em bifikirin, wekî rêberiya ku Yehowa dide me, bi temamî zelal nîne. Dibeke em bêne cêribandinê, ku “ji nivîsarê” derkevin (1 Korintî 4:6). Rojên Îsada, serwêrên rêlîgî xût vê yekê dikirin. Wana qeydên xwe ser qanûnên Xwedêda zêde dikirin û bi vê yekê emirê meriva diha giran dikirin (Metta 23:4). Yehowa bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe, rêberiya zelal dide me. Ne jî lazim e ku em tiştekî serda zêde kin (Metelok 3:5-7). Lema jî em ji tiştên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, dernakevin û li gora nihêrandina xweye şexsî qeyda danaynin.

12. Mîrê-cina çawa înformasiya “derewe pûç” dide xebatê?

12 Xapandin. Mîrê-cina dixwaze meriva bi înformasiya “derewe pûç” û “edetên meriva û sixirên vê dinyayê” bixapîne û ji rê derxe (Kolosî 2:8). Qirna yekêda, Mîrê-cina meriva bi saya cûre-cûre tişta dixapand. Mesele, bi saya fîlosofiya, hînkirinên Cihûya yên ne li gora Kitêba Pîroz, û bi saya vê yekê, ku xizmetkarên Xwedê gerekê berdewam kin li gora Qanûna Mûsa bijîn. Mîrê-cina dixwest meriva ji Kaniya bîlaniya rast, dêmek ji Yehowa dûr xe. Îro Mîrê-cina bi saya têlêvîziyonê û întêrnêtê, înformasiya qelp û nûçeyên nerast bela dike, yên ku carna ji aliyê serwêrên polîtîkî tên. Wedê pandêmiya koronavîrûsê, em gelek car rastî tiştên usa dihatin. c Şedên Yehowa, yên ku guh didane rêberiya teşkîletê, ji wan tişta xweykirî bûn, lê merivên ku diketine ber bayê înformasiya nerast, tirs û xof dikete dilê wan (Metta 24:45).

13. Çira em gerekê haş ji xwe hebin ku em çiva mijûl dibin?

13 Tiştên ku dîna me dikişînin ser xwe. Em gerekê dîna xwe bidine tiştên ku “here qenc e” (Fîlîpî 1:9, 10). Hergê em gelek tiştava mijûl bin, wê wede û qewata me bona tiştên ferz nemîne. Şixulên herrojî, mesele xwarin, vexwarin, kêf, rihetî û xebat, dikarin me haqas mijûl bikin, ku em wedê xwe tenê ser van tişta xerc kin (Lûqa 21:34, 35). Usa jî em herroj nûçeyên derheqa protêsta û şer-dewên polîtîka dibihên. Hergê em timê van nûçeya binihêrin, dibeke em hiş û dilê xweda piştgiriya kesekî ji wan bikin. Mîrê-cina dixwaze bi van hemû mêtoda baweriya me sist ke, wekî em ji rê derkevin. Emê niha bivînin ku em çawa dikarin himberî wî derên û qewî bimînin.

EM ÇAWA DIKARIN QEWÎ BIMÎNIN?

Seva ku tu qayîm bisekinî, derheqa sonda tesmîlbûnê û nixumandinê bifikire, Xebera Xwedê bixûne û ser wê kûr bifikire, dilê xwe qewî ke û xwe bispêre Yehowa (Binihêre abzasa 14-18)

14. Çi dikare alî me bike, ku em berdewam kin xwe li riya Yehowa bigirin?

14 Derheqa sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê kûr bifikire. Te ev gav avîtin, çimkî te dixwest aliyê Yehowa bigirî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer kî, wekî te riya rast dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, te destpêkir wî qîmet kî û hiz kî. Baweriya te diha qewî bû û te gunên xwe tobe kir. Te terka kirên xweye nerast da û jîyîna xwe li gora xwestina Xwedê guhast. Û tu gelek şa bûyî gava pêhesiyayî, wekî Xwedê gunê te baxşandiye (Zebûr 32:1, 2). Tu çûyî civîna û te kesên dinra besa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha tu ça xizmetkarekî Xwedêyî nixumandî, ser riya ku dibe berbi jîyînê dimeşî û her tiştî dikî, wekî ji vê rê dernekevî (Metta 7:13, 14).

15. Çira lêkolînkirin û fikirandina kûr karê tînin?

15 Xebera Xwedê lêkolîn ke û ser wê kûr bifikire. Hergê koka baxekê kûr be, ewê qayîm bisekine. Usa jî, hergê em Xebera Xwedê kûr lêkolîn kin, emê baweriyêda qewî bimînin. Çiqas ku bax mezin dibe, koka wê jî diha kûr û mezin dibe. Gava em lêkolîn dikin û kûr difikirin, em baweriya xwe diha qewî dikin û bawer dibin ku riya Xwedê ya lape baş e (Kolosî 2:6, 7). Bifikire ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xweye berê kiriye û ew parastine. Mesele, Hezeqêl xeyalekêda dîna xwe dayê, ku melekekî çawa paristgeh çap dikir. Evê dîtinokê dilê Hezeqêl qewî kir, û em dikarin ji vê dîtinokê hîn bin, wekî li gora prînsîpên Yehowa derheqa hebandina rast, bijîn (Hezeqêl 40:1-4; 43:10-12). Hergê em rastiyên Xebera Xwedê lêkolîn bikin û ser wan kûr bifikirin, emê ji wana karê bistînin.

16. Birê me Bob çawa îzbat kir, wekî dilê wî qewî ye? (Zebûr 112:7)

16 Dilê xwe qewî ke. Dawid Padşa gotibû ku hizkirina wî wê tu car hindava Yehowa sar nebe. Ewî got: “Xwedêyo, ez dilda guman im” (Zebûr 57:7). Em jî dikarin dilekî qewî ava kin û xwe bi temamî bispêrin Yehowa (Bixûne Zebûr 112:7). Were em dîna xwe bidinê, ku ev yek çawa alî birê me Bob kir. Gava doxdir wîra got, ku ewê xûnê bona dereceke giran hazir ke, Bob gote wî, ku hergê ewana bixwazin tiştekî usa bikin, ewê derbêra ji nexweşxanê here. Paşê Bob got: “Ez qe dudilî nebûm û netirsiyam”.

Hergê hîmê baweriya me qewî ye, emê himberî hemû cêribandina qewî bisekinin (Binihêre abzasa 17)

17. Em dikarin ji serhatiya Bob çi hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Birê me Bob baweriyêda qewî ma, çimkî ewî pêşiya ku biketa nexweşxanê, safî kiribû ku qewî bimîne. Ya yekê, ewî dixwest dilê Yehowa şa ke. Ya duda, ewî kûr lêkolîn kiribû, wekî Kitêba Pîroz û edebyetên me derheqa pîroziya jîyînê û xûnê çi dibêjin. Ya sisiya, ew bawer bû ku Yehowa wê guhdarîbûna wî xelat ke çawa niha, usa jî heta-hetayê. Em rastî çi jî bên, dilê qewî dikare alî me bike, wekî em baweriyêda qewî bimînin.

Barak û eskerên wî hucumî ser ordiya Sîsera dikin (Binihêre abzasa 18)

18. Mesela Barak çawa nîşan dike, wekî em dikarin xwe bispêrin Yehowa? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

18 Îtbariya xwe Yehowa bîne. Were em dîna xwe bidine serhatiya Barak. Ew yekî pêşdaçûyî bû, çimkî ewî îtbariya xwe rêberiya Yehowa dianî. Wê demê, miletê Îsraêl bona şer hazir nîbû. Çekên wan jî tune bûn. Lê Yehowa Barakra got, ku ew here û miqabilî fermandarê Kenaniya Sîsera û ordiya wî şer bike, yên ku gelek çekên wan hebûn (Hakimtî 5:8). Jinikeke bi navê Debora, ya ku pêxember bû, Barakra got ku ew dakeve deştê, wekî miqabilî Sîsera û 900 erebên wî şer bike. Deştêda, wê gelek çetin bûya ku Îsraêliya miqabilî dijminên pê ereba şer bikirana. Lê yeke, Barak guh da rêberiya Yehowa. Gava eskerên Îsraêlî ji Çiyayê Taborê daketin, Yehowa baraneke qewî şand. Erebên Sîsera heriyêda man, û Yehowa alî Barak kir ku ew serket (Hakimtî 4:1-7, 10, 13-16). Hema bi vî cûreyî, hergê em îtbariya xwe Yehowa û rêberiya teşkîleta wî bînin, emê serketî bin (Qanûna Ducarî 31:6).

BI DIL Û CAN QEWÎ BIMÎNIN

19. Tu çira dixwazî baweriyêda qayîm bisekinî?

19 Heta ku em vê dinyayêda dijîn, em gerekê her tiştî bikin, wekî baweriyêda qewî bisekinin (1 Tîmotêyo 6:11, 12; 2 Petrûs 3:17). Bira peyketin, hicûmkirinên veşartî, fikirên meriva, xapandin yan jî tiştên ku dîna me dikişînin ser xwe, baweriya me sist nekin (Efesî 4:14). Dewsa vê yekê, em dixwazin Yehowara amin bin û timê guh bidine qanûnên wî. Usa jî em gerekê serwaxt bin. Gotara dinda, emê şêwir kin, ku çawa Yehowa û Îsa Mesîh, serwaxtiya bêqisûr didine kifşê û ça em dikarin çev bidine wan.

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

a Ji rojên Adem û Hewayê heta îro, Mîrê-cina dixwaze meriva bixalifîne wekî ewana xwexa safî kin, ku çi rast e û çi na. Ew dixwaze ku em derheqa qanûnên Yehowa û rêberiya teşkîleta wî jî usa bifikirin. Ev gotar wê alî me bike, wekî em nekevine ber bayê fikirên vê dinya Mîrê-cina û bi dil û can guh bidine Yehowa.

b Bona hê zêde înformasiya derheqa nihêrandina Xwedê ser xûnê, binihêrin kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! dersa 39.

c Ser jw.org binihêrin gotara bi navê “Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin”.