Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30

Hizkirina Xwe Diha Mezin ke.

Hizkirina Xwe Diha Mezin ke.

“Her aliyada bigihîjine sêrî” (EFESÎ 5:2).

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

VÊ GOTARÊDA a

1. Gava te destpêkir Kitêba Pîroz hîn bî, tu çi pêhesiyayî?

 TÊ BÎRA te gava te destpêkir Kitêba Pîroz hîn bî? Dibeke tu ecêbmayî mayî, çaxê pêhesiyayî ku navê Xwedê heye. Diqewime dilê te hêsa bû gava te bihîst, wekî Xwedê tu kesî cenimêda naçerçirîne. Û dibeke tu gelek şa bûyî, ku tuyê miriyên xwe dîsa bivînî û tevî wan cinetêda ser erdê bijîyî.

2. Paşî hînbûna rastiyên Kitêba Pîroz, tu çawa pêşda çûyî? (Efesî 5:1, 2)

2 Çiqas te Xebera Xwedê lêkolîn dikir, haqas hê zêde hizkirina te hindava Yehowa mezin dibû. Evê hizkirinê te hêlan kir, wekî wan tişta, çi ku hîn bûyî, bînî sêrî. Bi alîkariya prînsîpên Kitêba Pîroz, te safîkirinên baş dikir. Te dixwest wekî Xwedê ji te razî be, lema jî te emirê xwe guhast. Çawa ku zar çev didine bavê xwe, te jî çev dida Bavê xweyî ezmana (Bixûne Efesî 5:1, 2).

3. Em kîjan pirsa dikarin bidine xwe?

3 Dibeke em ji xwe dipirsin: “Gelo ji wî çaxîva, gava ez bûme Şedê Yehowa, hizkirina min hindava Yehowa diha qewî bûye? Gelo ez çev didime Yehowa ku hê zêde hizkirinê hindava xûşk-bira bidime kifşê?” Hergê hizkirina teye “berê” sar bûye, xemgîn nebe. Qirna yekêda, ev yek hate serê şagirtên Îsa Mesîh jî. Îsa ew înkar nekirin û ew me jî înkar nake (Eyantî 2:4, 7). Ew zane ku em dikarin hizkirina xweye berê dîsa ava kin.

4. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

4 Vê gotarêda emê bivînin, ku ça em dikarin berdewam kin hizkirina xwe hindava Yehowa û kesên dinda, hê zêde kin. Paşê, emê dîna xwe bidinê, ku Yehowa wê hizkirina me ça kerem ke.

HIZKIRINA XWE HINDAVA YEHOWA HÊ MEZIN KE

5-6. Pawlos rastî çi çetinaya dihat û çi alî wî dikir berdewam ke Yehowara xizmet ke?

5 Pawlosê şandî bi dil û can Yehowara xizmet dikir, lê ew rastî gelek tengasiya jî dihat. Ewî gelek car rêwîtiyên mezin dikir, û rêwîtiyên berê ne haqas rihet bûn. Ser riya xwe, Pawlosê şandî cara rastî cûre-cûre çetinaya dihat. Cara jî ew ji aliyê dijminanda dihate kutanê (2 Korintî 11:23-27). Usa jî xûşk-bira cara qîmet nedikirin ev yek, çi ku ewî bona wan dikir (2 Korintî 10:10; Fîlîpî 4:15).

6 Çi alî Pawlos dikir, ku ew berdewam ke Yehowara xizmet ke? Ewî bi saya Nivîsarên Pîroz û derecên emirê xwe, diha baş Yehowa nas dikir. Ewî bawer dikir, wekî Yehowa Xwedê wî hiz dike (Romayî 8:38, 39; Efesî 2:4, 5). Û hizkirina wî hindava Yehowa dilê wîda diha pêşda dihat. Pawlos hizkirina xwe Yehowara bi vê yekê nîşan dikir, ku “cimeta Xwedêra xizmetkarî” dikir (Îbranî 6:10).

7. Çi dikare hizkirina Yehowa dilê meda diha mezin ke?

7 Gava em Xebera Xwedê kûr lêkolîn dikin, hizkirina Xwedê dilê meda diha mezin dibe. Wedê xwendina Kitêba Pîroz, bifikire ku ew par derheqa Yehowa çi nîşan dike. Ji xwe bipirse: “Ev serhatî çawa nîşan dike, ku Yehowa min hiz dike û çawa alî min dike, ku ez Yehowa hiz bikim?”

8. Duakirin çawa alî me dike, ku em hizkirina xwe hindava Xwedê diha mezin kin?

8 Usa jî gava em her roj Yehowara dua dikin û dilê xwe wîra vedikin, hizkirina wî dilê meda hê mezin dibe (Zebûr 25:4, 5). Û Yehowa wê caba duayên me bide (1 Yûhenna 3:21, 22). Xûşkeke bi navê Xana, ji Asyayê, dibêje: “Serîda hizkirina min hindava Yehowa tenê ser hîmê zanebûnê bû. Lê çaxê min dît ku ew caba duayên min dide, hizkirina min hindava wîda diha mezin bû. Lema jî min dixwest bi gotin û kirên xwe dilê Xwedê şa kim”. b

HIZKIRINA XWE HINDAVA KESÊN DIN MEZIN KE

9. Tîmotêyo çawa nîşan dikir, ku hizkirina wî hindava kesên din mezin bûye?

9 Çaxê Pawlosê şandî bû şagirtê Îsa Mesîh, çend sal şûnda ewî xortekî delal bi navê Tîmotêyo nas kir. Tîmotêyo Yehowa û meriva hiz dikir. Pawlos derheqa Tîmotêyo, Fîlîpyara usa got: “Ez dilê xwera yekî mîna [Tîmotêyo] nabînim, ku bona halê we mîna pêşewitîkî xem bixwe” (Fîlîpî 2:20). Pawlos ne ku ji bo feresetê Tîmotêyo çawa gotarvanekî baş payê wî da, lê çimkî Tîmotêyo xûşk-bira gelekî hiz dikir. Bêşik, xûşk-bira ji serlêdanên Tîmotêyo gelek şa dibûn (1 Korintî 4:17).

10. Xûşka me Anna û mêrê wê çawa nîşan kirin, ku xûşk-bira hiz dikin?

10 Em xîret dikin ku xûşk-birara qenciyê bikin (Îbranî 13:16). Were em dîna xwe bidine serhatiya Annayê, ji gotara pêşiya vê. Paşî teşqeleke tebiyetê, ew û mêrê wê çûn serîkî malbetekê xin û wana dît, ku baniyê mala wan hilşiya ye. Lema jî, ew malbet bê kincên temiz mabû. Xûşka me Anna dibêje: “Me kincên wan bir, şûşt, ûtî kir û dîsa da wan. Bona me, ev yek çetin nîbû. Bi saya vê yekê, em bûne hevalên nêzîk û heta roja îro em hevaltiyê dikin”. Anna û mêrê wê xûşk-bira hiz dikirin, lema jî alî wan kirin (1 Yûhenna 3:17, 18).

11. (a) Hizkirina me çawa ser kesên din hukum dike? (b) Li gora Metelok 19:17, Yehowa derheqa hizkirin û qenciya me çi difikire?

11 Gava em qenciyê bona kesên din dikin û hizkirinê wanra didine kifşê, ewana dikarin bivînin wekî em vê yekêda çev didine Yehowa. Bêşik, ewana qenciya me gelek qîmet dikin. Xûşka me Xana wan merivên ku alî wê kiribûn, qe bîr nake. Ew dibêje: “Ez gelek razî me ji hemû xûşkên delal, yên ku min tevî xwe dibirine xizmetiyê. Wana ez dibirim mala xwe, me tevayî nan dixwar û min verêyî malê dikirin. Îro, ez zanim ku bona vê yekê qewat û xîret lazim bû, lê wana ev yek bi şabûnê dikir”. Hemikî, ne her kes kêra em qenciyê dikin, razîbûna xwe didine kifşê. Xûşka me Xana usa dibêje: “Xwezî min jî bikaribûya bona kesên ku seva min qencî kiribûn, tiştek bikira, lê ez nizanim ewana îro kîderê dijîn. Lê Yehowa haş ji her tiştî heye, û ez dua dikim wekî ew wana kerem ke”. Belê Yehowa her qenciya biçûk, ya ku em bona kesên din dikin, divîne. Ew qenciya me ça qurbaneke qîmet hesab dike û ewê eseyî me xelat ke (Bixûne Metelok 19:17).

Kesê ku ruhanîda pêşda diçe, xîret dike ku alî kesên din bike (Binihêre abzasa 12)

12. Birên me ça dikarin hizkirina xwe xûşk-birên civatêra bidine kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Gelo birên me çawa dikarin hizkirina xwe kesên dinra bidine kifşê û alî wan bikin? Birakî cahil bi navê Cordan ji rûspîkî pirsî, hela ew çawa dikare diha zêde alî civatê bike. Rûspî bona pêşdaçûyîna wî payê wî da û paşê çend şîret dane wî. Mesele, ewî Cordanra got ku ew dikare diha zû bê Oda civatê û silavê bide kesên din, ser civata caba xwe bide û tevî xûşk-birên ji koma xwe timê derkeve xizmetiyê. Usa jî, ew dikare dîna xwe bidê ku ew çawa dikare alî kesên din bike. Cordan guh da van şîreta. Ew him hînî tiştên teze dibû, him jî hizkirina hindava xûşk-bira dilê wîda diha mezin dibû. Cordan hîn bû, ku gava birak dibe berdestiyê civatê, ew ne ku tezeda destpêdike alî kesên din bike, lê vê yekê berdewam dike (1 Tîmotêyo 3:8-10, 13).

13. Hizkirinê çawa alî birakî kir, ku dîsa ça rûspî xizmet bike?

13 Diqewime te berê ça berdestiyê civatê yan ça rûspî xizmet dikir. Yehowa xîret û hizkirina te qe bîr nake (1 Korintî 15:58). Ew divîne wekî tu dîsa jî hizkirinê nîşan dikî. Birakî bi navê Krîstîan berê rûspî bû. Gava ewî ev cabdariya xwe unda kir, dilê wî êşiya. Ew dibêje: “Min safî kir ku çiqas destê min tê, bi dil û can Yehowara xizmet bikim, firqî tune cabdariya min heye yan na”. Wext şûnda ew dîsa ça rûspî hate kifşkirinê. Krîstîan dibêje: “Sêrîda min xwe hêjayî vê cabdariyê hesab nedikirin. Lê min safî kir, ku hergê Yehowa dixwaze wekî ez dîsa ça rûspî xizmet kim, hemikî ji bo xatirê hizkirina hindava Yehowa û xûşk-bira, ezê vê yekê qebûl kim”.

14. Em ji giliyên xûşkeke ji Gurcistanê çi hîn dibin?

14 Em ne tenê xûşk-birên xwe, lê hemû meriva hiz dikin (Metta 22:37-39). Mesele, xûşka me Êlêna, ya ku ji Gurcistanê ye, usa dibêje: “Sêrîda, tenê hizkirina min hindava Yehowa ez hêlan dikirim xizmet kim. Lê çiqas hizkirina min hindava Yehowa mezin dibû, haqas hizkirina min hindava meriva jî zêde dibû. Min dianî ber çevê xwe ku ewana rastî çi problêma tên û çi têma wê bona wan diha kêrhatî be. Çiqas ez diketim heyra wan, haqas hê zêde min dixwest alî wan bikim” (Romayî 10:13-15).

YEHOWA ME KEREM DIKE ÇAXÊ EM HIZKIRINÊ DIDINE KIFŞÊ

Hizkirin û qenciya me dikare karê gelek merivara bîne (Binihêre abzasa 15-16)

15-16. Çawa ser şikil tê kifşê, hizkirina me ça ser kesên din hukum dike?

15 Gava em hizkirinê xûşk-birara didine kifşê, ne tenê ewana ji vê yekê karê distînin. Mesele, çaxê pandemiya koronavîrûsê destpêbû, birakî bi navê Paolo û jina wî, alî gelek xûşkên emirda mezin dikirin ku hacetên xweye elektronîk xizmetiyêda bidine xebatê. Xûşkek ku sêrîda jêra çetin bû haceta xweye elektronîk bide xebatê, xilaziyêda hin bû evê bide xebatê. Lema jî, ewê dikaribû merivên xwe teglîfî ser Êvara Bîranînê ke. Ji wana 60 meriv bi saya vîdêokonfêrênsiyayê têklî bûn! Him xûşka me him jî merivên wê, ji xîreta birê me Paolo û jina wî kar standin. Paşê, xûşka me Paolora nivîsî: “Zef razî me ku we em hîn kirin. Ez qe bîr nakim ku Yehowa Xwedê çawa bi saya xîreta we bona me xem kir”.

16 Paolo ji vê yekê derseke gelek ferz stand. Ewî fem kir wekî hizkirin ji zanebûnê û ji fereseta ferztir e. Ew dibêje: “Berê min ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikir. Îro dibeke xûşk-bira gotarên min îda bîr kirine, lê ewana alîkariya ku min daye wan, tu car bîr nakin”.

17. Gava em hizkirinê nîşan dikin, ev yek dîsa kêra karê tîne?

17 Gava em hizkirinê kesên dinra didine kifşê, em xwexa jî karê distînin. Were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Conatan, yê ku li Zelandaya Nû dijî. Rojeke Şemiyê paşî nîvro, hewa gelekî germ bû û ewî dît ku birakî pêşeng tenê xizmet dike. Conatan safî kir, wekî her roja Şemiyê tevî wî derkeve xizmetiyê. Wî çaxî ew nedifikirî ku ev yek wê kareke mezin wîra jî bîne. Conatan dibêje: “Hingê, min ji xizmetiyê şabûn nedistand. Lê gava min dît ku ewî çiqas baş şedetî dida û çawa meriv guh didane wî, min gav bi gav ji xizmetiyê şabûn distand. Usa jî, min hevalekî baş qazanc kir, û ewî alî min dikir ku ez xizmetiyê hiz kim û diha nêzîkî Yehowa bim”.

18. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

18 Yehowa dixwaze ku em hizkirina hindava wî û kesên din, dilê xweda diha zêde pêşda bînin. Çawa em pêhesiyan, hergê em Xebera Xwedê bixûnin, ser wê kûr bifikirin û her roj Xwedêra dua bikin, hizkirina orta me û Xwedê wê diha mezin be. Gava em alî xûşk-bira dikin, em nîşan dikin ku em ji dil wana hiz dikin. Çiqas hizkirina me mezin be, haqas emê diha nêzîkî Yehowa û xûşk-bira bin. Û emê ji dostiya tevî wan heta-hetayê şabûnê bistînin!

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

a Firqî tune em teze hatine nava rastiyê yan îda gelek sal e em Yehowara xizmet dikin, dîsa jî em gerekê berdewam kin ruhanîda pêşda herin. Vê gotarêda emê bivînin ku em ça dikarin hizkirina xwe hindava Yehowa û kesên din, hê mezin kin. Wedê lêkolînkirina vê gotarê, bifikire ku tu heta niha çiqas pêşda çûyî û tu çawa dikarî hê zêde pêşda herî.

b Hine nav hatine guhastinê.