Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberî bona Lêkolînê

Rêberî bona Lêkolînê

Pêşiyê Tu Çi Dikarî Lêkolîn kî?

Wedê me hemûya bona lêkolîna şexsî sînorkirî ye. Gelo em çawa dikarin ev wede bi cûrê lapî baş bidine xebatê? Ya pêşin, êpêce wede bona vê yekê veqetîne. Dewsa ku tu gelek înformasiya zû-zû bixûnî, diha baş e, wekî tu edebyeta kûr lêkolîn bikî.

Paşê, bifikire ku tiştê lape ferz çi ye (Efesî 5:15, 16). Vira çend şîretên kêrhatî hatine dayînê:

  • Kitêba Pîroz her roj bixûne (Zebûr 1:2). Tu dikarî bi bernama xwendina Kitêba Pîroz destpêkî, ya ku bona civîna Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin hatiye dayînê.

  • Xwe bona Lêkolîna Birca Qerewiliyê û civîna Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin hazir ke û usa jî cabên xwe bona civatê hazir ke (Zebûr 22:22).

  • Ji kerema xwe, wede veqetîne ku jûrnal, vîdêo û edebyetên ser jw.org bixûnî yan binihêrî.

  • Vê têmayê lêkolîn ke, ya ku tera hewas e. Besa xeberê tu dikarî têmakê derheqa problêma xwe lêkolîn kî, derheqa pirsekê ku cem te pêşda hatiye, yan jî pareke ji kitêba Pîroz, ya ku tu dixwazî diha baş fem bikî.