Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29

Tu bona Tengasiya Mezin Hazir î?

Tu bona Tengasiya Mezin Hazir î?

“Hazir bin” (METTA 24:44).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

VÊ GOTARÊDA a

1. Çima ferz e ku em xwe bona teşqela hazir kin?

 HAZIRBÛNA baş dikare emirê meriva xilaz ke. Kesên ku bona teşqela hazir in, dikarin him xwe xilaz kin him jî alî merivên din bikin. Teşkîleteke Ewropayê, ya ku alî meriva dike, usa dibêje: “Hazirbûna baş emirê meriva xilaz dike”.

2. Çima em gerekê bona tengasiya mezin xwe hazir kin? (Metta 24:44)

2 Tengasiya mezin wê nişkêva destpêbe (Metta 24:21). Ew ji teşqelên tebiyetê cude dibe bi vê yekê, ku em zanin wekî ew roj wê eseyî bê. Weke 2 000 sal pêşda, Îsa temî da şagirtên xwe, wekî bona wê rojê hazir bin (Bixûne Metta 24:44). Hergê em hazir bin, wê mera diha hêsa be vê dema çetinda teyax kin û alî kesên din bikin (Lûqa 21:36).

3. Sebir, dilşewatî û hizkirin ça alî me dikin, wekî em bona tengasiya mezin hazir bin?

3 Sê hunur dikarin alî me bikin, wekî em bona tengasiya mezin hazir bin. Bide ber çevê xwe, ku em derheqa roja dîwana Xwedê elam dikin û meriv miqabilî me dertên (Eyantî 16:21). Wî çaxî sebir lazim e, wekî em gura Yehowa bikin û bawer bin, ku ewê me biparêze. Lê hergê xûşk-birên me mal-milkê xwe unda kin, emê çi bikin? (Hebaqûq 3:17, 18) Hingê em gerekê dilşewat bin, wekî alîkariyê bidine wan. Yan jî bidine ber çevê xwe, ku em ji bo hicûmkirina koalîsya mileta tevî xûşk-bira maleke biçûkda dimînin (Hezeqêl 38:10-12). Wî çaxî hizkirina me hindava xûşk-bira gerekê gelek qewî be, wekî em tevayî wan çetinayada teyax kin.

4. Kitêba Pîroz ça nîşan dike, ku em gerekê sebir, dilşewatî û hizkirina xwe diha qewî kin?

4 Xebera Xwedê me hêlan dike, ku em sebir, dilşewatî û hizkirinêda hê zêde pêşda herin. Lûqa 21:19-da tê gotinê: “Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin”. Kolosî 3:12 dibêje: “Dilşewatiyê . . . li xwe wergirin”. Û 1 Têsalonîkî 4:9, 10-da tê gotinê: “Hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hiz bikin. . . . Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herin”. Ev rêz bona şagirtên Îsa hatibûne nivîsarê, kîjana ku îda sebir, dilşewatî û hizkirin didane kifşê. Lê dîsa jî lazim bû ku ewana berdewam kin van hunura pêşda bînin. Em jî gerekê vê yekê bikin. Niha emê şêwir kin, ku ça Mesîhiyên qirna yekê ev hunur pêşda dianîn. Paşê emê şêwir kin, ku ça em dikarin çev bidine wan û bona tengasiya mezin hazir bin. Mesela wan ça dikare alî me bike, wekî em van hunura nav xweda diha qewî kin û xwe bona tengasiya mezin hazir kin?

SEBIRA XWE QEWÎ KIN

5. Çi alî şagirtên Îsa dikir, wekî sebir kin?

5 Qirna yekêda, lazim bû ku şagirtên Îsa sebir kin (Îbranî 10:36). Xêncî çetinayên herrojî, ewana ji aliyê rêberên Cihûya, dewletê û malbeta xwe jî rastî peyketina dihatin, çimkî ewana şagirtên Îsa bûn (Metta 10:21). Û civatêda jî ewana gerekê fesal bûna, wekî hînkirinên rabera, yên ku dixwestin cudebûn bikirana civatê, ser wana hukum neke (Karên Şandiya 20:29, 30). Lê xizmetkarên Xwedê bi aminî teyax dikirin (Eyantî 2:3). Gelo çi alî wan dikir? Ewana derheqa serhatiyên ji Nivîsarên Pîroz kûr difikirîn, mesele, derheqa serhatiya Îbo, yê ku sebir dida kifşê (Aqûb 5:10, 11). Wana bona qewatê dua dikir (Karên Şandiya 4:29-31). Û wana bîr nedikir, ku hergê ewana sebir kin, Xwedê wê eseyî wana kerem ke (Karên Şandiya 5:41).

6. Em ji serhatiya Mêrîtayê çi hîn dibin?

6 Hergê em serhatiyên ji Xebera Xwedê û edebyetên me bixûnin û derheqa wan kûr bifikirin, emê bikaribin hê zêde sebir kin. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Mêrîta, ya ku Albanyayêda dijî. Ew aliyê malbeta xweda rastî peyketina giran dihat. Ew dibêje: “Serhatiya derheqa sebira Îbo gelek min qewî kir. Rast e ewî gelek êş kişand û nizanibû menî çi bû, lê yeke ewî got: “Heta nefsa xwe ya dawî, ezê dev ji kamiliya xwe bernedim” (Îbo 27:5, ÎM). Ez difikirîm ku derdê min ber derdê wî tiştek nîne. Îbo pêxember nizanibû ku tengasiyên wî ji ku tên, lê min zanibû ku meniya problêmên min kê bû”.

7. Hergê çetinayên meye mezin hê tune ne, gerekê em nihada çi bikin?

7 Usa jî hergê em gelek car Yehowara dua kin û wîra besa xem û derdên xwe bikin, emê bikaribin hê zêde sebir kin (Fîlîpî 4:6; 1 Têsalonîkî 5:17). Dibeke çetinayên teye giran niha tune ne. Lê dîsa jî, gava tu dilteng û tevlihev dibî, yan jî nizanî çi bikî, gelo tu Yehowara bona alîkariyê dua dikî? Hergê tu nihada bona çetinayên herrojî alîkariyê ji Xwedê bixwazî, tuyê hîn bî çetinayên mezinda jî xwe bispêrî Yehowa. Bi vî cûreyî, tuyê bi temamî bawer bî, wekî ew rind zane, ku çawa û kengê alî te bike (Zebûr 27:1, 3).

SEBIR

Her tengasî me bona tengasîke din diha qewî dike (Binihêre abzasa 8)

8. Mesela Mîrayê ça nîşan dike, ku sebirkirina himberî problêmên îroyîn, dikare axiriyêda jî alî me bike? (Aqûb 1:2-4) (Binihêre usa jî şikil.)

8 Hergê em nihada himberî problêmên xwe Yehowara amin bimînin, emê tengasiya mezinda jî sebir kin (Romayî 5:3). Gelo çira? Gelek xûşk-bira dibêjin, ku çaxê ewana çetinayên giranda sebir dikin, ev yek alî wan dike, wekî himberî derdên din jî teyax kin. Sebir alî wan kiriye wekî baweriya xwe diha qewî kin, û bawer bin ku Yehowa timê hazir e alî wan bike. Ev bawerî alî wan dike, ku himberî problêmên din jî serkevin (Bixûne Aqûb 1:2-4). Were em dîna xwe bidin pêşengeke bi navê Mîra, ya ku Albanyayêda dijî. Ew cara difikire ku problêmên tu kesî mîna problêmên wê giran nînin. Lê paşê ew tîne bîra xwe, ku Yehowa 20 salên paşinda çawa alî wê kiriye, û ew xwera dibêje: “Amin bimîne! Bira ew her tişt, çida Yehowa alî te kiriye ku sebir kî, boş-betal neçe”. Tu jî dikarî bifikirî ku heta niha, Yehowa ça alî te kiriye wekî tu sebir kî. Her car çaxê tu ber çetinayîkê teyax dikî, Xwedê divîne û Ewê te kerem ke (Metta 5:10-12). Paşê, gava tengasiya mezin destpêbe, tuyê îda bona vê yekê hazir bî û bikaribî dîsa jî teyax kî.

DILŞEWATIYÊ BIDINE KIFŞÊ

9. Civata Entakya Sûryayê çawa dilşewatiya xwe nîşan kir?

9 Were em şêwir kin, ku çi qewimî gava Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû. Çaxê civata Entakya Sûryayê derheqa vê yekê pêhesiya, bêşik, dilê wan ser xûşk-birên li Cihûstanê şewitî. Lê paşê wana dilşewatiya xwe bi kirên xwe nîşan kir. Lema jî wana “qirar kirin ku ji destê kêva çiqas tê alîkariyê bona bawermendên Cihûstanê bişînin” (Karên Şandiya 11:27-30). Rê çiqas dûr bû jî, xûşk-birên li Entakyayê bi dil û can dixwestin alî wan bikin (1 Yûhenna 3:17, 18).

DILŞEWATÎ

Paşî teşqeleke tebiyetê mecal heye, ku em dilşewatiyê bidine kifşê (Binihêre abzasa 10)

10. Çaxê teşqele diqewimin, em ça dikarin xûşk-birara dilşewatiyê bidine kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Îro, gava cîkî teşqelek diqewime, em jî dikarin xûşk-birên xwera dilşewatiyê nîşan bikin û zû herin hewara wan. Em dikarin ji rûspiya bipirsin hela em ça dikarin alî xûşk-bira bikin. Usa jî em dikarin bona şixulê hemdinyayê pera qurban kin û bona kesên zirardîtî dua bikin b (Metelok 17:17). Mesele, sala 2020-da, wedê pandêmiya koronavîrûsê, ser temamiya dinyayê zêdetirî 950 Komîtêyên Alîkariyê Wedê Teşqelên Tebiyetê, hatine sazkirinê. Hemû kesên ku van komîtêyada kar dikin, hêjayî paya ne. Dilê wan ser xûşk-bira dişewitî, lema jî wana alîkariya matêriyalî bela dikir, bi saya Kitêba Pîroz berdilî didane wan û carna mal û ciyên bona hebandinê ava yan jî teze dikirin (Beramber ke 2 Korintî 8:1-4).

11. Dilşewatiya me ça rûmetê dide Yehowa Xwedê?

11 Gava em paşî teşqelekê dilşewatiyê didine kifşê, kesên din dîna xwe didine vê yekê. Mesele, sala 2019-da, firtonekê Oda civatê Bahamayêda hilşand. Çaxê bira ode tezeda avakirin, wana gazî avakarê fîrmekê kir, wekî ew xercê avakirinê hesab ke. Ewî birara got: “Ez dixwazim ... mekînên bona avakirinê, xebatçî û matêrîala bêpere bidim we. ... Ez dixwazim vê yekê tenê bona teşkîleta we bikim. Hizkirina nav weda gelekî dilê min girt”. Heçî zef merivên wê dinyayê Yehowa nas nakin. Lê gelek ji wan divînin, ku Şedên Yehowa çawa alîkariya kesên din dikin. Em gelek şa ne, ku dilşewatiya me dikare ser kesên din hukum ke, wekî ew bixwazin Xwedê nas bikin, yê ku xweyê “rema dewlemend e” (Efesî 2:4).

12. Dilşewatî ça alî me dike, ku em îroda bona tengasiya mezin xwe hazir kin? (Eyantî 13:16, 17)

12 Çima gelek ferz e wekî em wedê tengasiya mezin dilşewatiyê bidine kifşê? Li gora Kitêba Pîroz, kesên ku piştgiriya serwêrên vê dinyayê nakin, wê rastî problêma bên, him niha him jî wedê tengasiya mezin (Bixûne Eyantî 13:16, 17). Dibeke xûşk-birara alîkarî lazim be, wekî tiştên lazim wanra destxin, çida ewana hewce ne. Gava Padşê me Îsa, dîwana meriva bike, û bivîne ku em hindava hevda dilşewat in, ewê me teglîf ke ku em Padşatiyê “war bin” (Metta 25:34-40).

HIZKIRINA XWE DIHA QEWÎ KIN

13. Li gora Romayî 15:7, Mesîhiyên pêşin hizkirina nav xweda çawa qewî dikirin?

13 Mesîhiyên pêşin bi vê yekê nas dikirin, ku hizkirin orta wanda hebû. Lê gelo wanra hêsa bû hizkirinê hindava hevda bidine kifşê? Were em dîna xwe bidine civata Romê. Nav wanda hebûn him Cihûyên ku li gora Qanûna Mûsa mezin bibûn, him jî kesên ji milet û kûltûrên din. Hine Mesîhî xulam bûn, hinek jî merivên aza bûn û dibeke xulamên wan jî hebûn. Lê dîsa jî, gelo şagirtên Îsa çawa hizkirin hindava hevda didane kifşê? Pawlosê şandî ew hêlan kirin, ku “hevdu qebûl kin” (Bixûne Romayî 15:7). Gelo ewî dixwest çi bigota? Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê ça “qebûl kin”, tê hesabê ku meriv kesekî li mala xwe yan ça hevalê xwe qebûl dike. Mesele, Pawlosê şandî Filîmonra got ku bira ew Onîsîmo, yê ku xulamê wîyî revî bû, “qebûl ke” (Filîmon 17). Ekîla û Priskîlayê jî mêrekî bi navê Apolo qebûl kirin, ew birine bal xwe û hê rast derheqa Îsa Mesîh jêra şirovekirin (Karên Şandiya 18:26). Şagirtên Îsa îzin nedidan wekî firqiya orta wanda, yektî û tifaqiya wan xirab ke û wana hevdu qebûl dikir.

HIZKIRIN

Em hewcê hizkirina hemû xûşk-bira ne (Binihêre abzasa 15)

14. Xûşka me Anna û mêrê wê çawa nîşan kirin, ku ewana xûşk-bira hiz dikin?

14 Em dikarin bibine dostên xûşk-bira û tevî wan wede derbaz kin. Bi vî cûreyî, em dikarin hizkirinê wanra nîşan kin. Paşê ewana jî wê hizkirinê mera nîşan kin (2 Korintî 6:11-13). Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Anna û mêrê wê. Demeke kin paşî ku ewana ji bo kifşkirina xwe ça mîsyonêr derbazî Afrîkaya Roavayê bûn, pandemiya koronavîrûsê destpêbû. Lema jî, wana nikaribû xûşk-birên ji civata teze, şexsî bivînin û wana nas bikin. Gelo wana çawa xûşk-birara nîşan dikir, ku wana hiz dikin? Wana bi saya vîdêokonfêrênsiyayê wanra xeber didan û digotin ku dixwazin wana diha baş nas bikin. Xûşk-bira gelek şa bûn. Lema wana jî Annayê û mêrê wêra têlê dixist û sms dişandin. Gelo Anna û mêrê wê çima xîret dikirin ku xûşk-bira diha baş nas bikin? Anna dibêje: “Ez qe bîr nakim ku xûşk-bira çiqas hizkirin minra û malbeta minra nîşan kirin, him rojên xweşda him jî rojên çetinda. Mesela wan ez hêlan kirim, wekî ez jî hizkirinê nîşanî kesên din bikim”.

15. Em ji mesela xûşka me Vanêsayê, derheqa hizkirina hindava xûşk û bira çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Civatên meda, xûşk-birên ji cûre-cûre mileta hene û ji hev cude dibin. Hergê em dîna xwe bidine xeysetên wane baş, emê hizkirina nav xweda diha qewî kin. Bona xûşka me Vanêsa, ya ku li Zelandaya Nû xizmet dike, çetin bû ku civatêda tevî kesên din heleqetiya baş xwey ke. Lê dewsa ku ew ji wan dûr keve, ewê safî kir, wekî diha zêde wext tevî wan derbaz ke. Usa ewê fem kir, ku çira Yehowa wana hiz dike. Ew dibêje: “Ji wexta ku mêrê min bû berpirsiyarê mihalê em tevî hê zêde xûşk-bira bûne nas, xeysetên kîjana cude bûn. Niha bona min diha hêsa ye ziman wanra bivînim. Îro ez cûre-cûre meriva hiz dikim. Bêşik Yehowa wana hiz dike, çimkî ew îzinê dide, ku cûre-cûre meriv wîra xizmet kin”. Belê, hergê em hîn bin, ku mîna Yehowa derheqa kesên din bifikirin, emê îzbat kin wekî em wana hiz dikin (2 Korintî 8:24).

Yehowa soz dide ku wedê tengasiya mezin, hergê em tevî xûşk-bira tifaqiyêda bin, ewê me biparêze (Binihêre abzasa 16)

16. Çima gelek ferz e ku em wedê tengasiya mezin, hizkirinê hindava xûşk-bira bidine kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Wedê tengasiya mezin wê gelek ferz be ku em hizkirinê nîşan kin. Gava ev tengasî destpêbe, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Dîna xwe bidinê ku gava wedê berê hicûmî ser bajarê Babîlonê kirin, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur û li pişt xwe deriya bigire. Demeke kurt [kin] xwe veşêre, heta ku xezeb derbaz bû” (Îşaya 26:20, ÎM). Ça kifş e wedê tengasiya mezin jî em gerekê guh bidine vê rêberiyê. Dibeke ev “odeyên hundur” têne hesabê civatên me. Wê demê, hergê em tevî xûşk-bira Yehowara xizmet kin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Lema jî, gerekê em nihada xîret bikin ku ji dil xûşk û bira hiz bikin. Dibeke xilazbûna me vê yekêva girêdayî be!

XWE NIHADA HAZIR KIN

17. Hergê em xwe nihada hazir kin, emê bikaribin tengasiya mezinda çi bikin?

17 “Roja mezin ya Xudan” wê bona hemû meriva wexteke gelek çetin be (Sêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê rastî tengasiya bên. Lê hergê em xwe nihada hazir kin, emê bikaribin rihet bimînin û alî kesên din bikin. Çi jî bibe, emê himberî hemû problêma sebir kin. Gava xûşk û birên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê wanra nîşan kin û alî wan bikin. Û hergê em nihada xûşk-bira hiz bikin, emê axiriyêda jî wana hiz bikin. Paşê, Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide me. Hingê wê tu teşqele û tengasî tune bin û wê bêne bîrkirinê (Îşaya 65:17).

KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

a Demeke nêzîkda, tengasiya mezin wê destpêbe. Hunurên usa ça sebir, dilşewatî û hizkirin, wê alî me bikin ku em bona vê dema çetin, hazir bin. Vê gotarêda, emê bivînin ku Mesîhiyên pêşin çawa ev hunur pêşda dianîn û em ça dikarin çev bidine wan. Usa jî emê pêbihesin, ku ça ev hunur wê me bona tengasiya mezin hazir kin.

b Kesên ku dixwazin wan proêktada kar bikin, yên ku paşî teşqela alîkariyê didin, dikarin Blanka Îdara Şixulê Avakirinê (DC-50), yan jî Blanka bona Alîkarên bi Rezedilî tije kin (A-19) û hîviya cabê bin.