Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Xemkirina bona Merivên Din Kerema Tîne

Xemkirina bona Merivên Din Kerema Tîne

Diya min, xûşka min Pat û ez (sala 1948)

ROJEKÊ, pîrika min diya minra got: “Dêra Anglîkanî rastiyê hîn nake. Xwera rastiyê bigere”. Paşî van giliyê wê, diya min destpêkir rêlîgiya rast bigere. Lê ewê nedixwest tevî Şedên Yehowa xeber de. Ewê minra got ku hergê Şedên Yehowa Torontoyêda (Kanada) bêne mala me, gerekê ez xwe veşêrim. Lê sala 1950-da, gava xatiya min tevî Şedên Yehowa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, diya min jî tevî wana hîn dibû. Wana mala xatiya minda Kitêba Pîroz hîn dibûn û paşê hatine nixumandinê.

Bavê min dêrêda keşîş bû. Lema jî, ewî ez û xûşka min roja Ledê dişandin dêrê, kîderê ku zar dihatine hînkirinê. Paşî siheta 11 em tevî bavê xwe diçûne dêrê. Lê paşî nîvro, em tevî diya xwe diçûne Oda civatê ya Şedên Yehowa. Me hêsa dikaribû firqiya orta herdu baweriyada bidîta.

Ez tevî malbeta Haçêson diçime ser Civata Mezine Hemdinyayê, bi navê “Xwestina Xwedê” (sala 1958)

Diya min tiştên ku ji Kitêba Pîroz hîn dibû hevalên xwera, Bob û Marîon Haçêsonra digot, û ewana jî bûne Şedên Yehowa. Sala 1958, Niyû Yorkêda, Civata Mezine Hemdinyayê ya 8 rojî bi navê “Xwestina Xwedê”, derbaz bû. Malbeta Haçêson ez û sê kurên xwe birine wêderê. Niha ez fem dikim, ku bona wan hêsa nîbû min jî tevî xwe bivin, lê ew Civata Mezin yek ji bîranînên mine here xweş e.

XÛŞK-BIRA ALÎ MIN KIRIN DIHA ZÊDE XIZMET KIM

Heta deh saliya min, em fêrmekêda diman û min hiz dikir heywana xwey kim. Min dixwest bibim doxdirê heywana. Diya min ev yek rûspîkî civatêra got. Ewî bi dilovanî anî bîra min, ku em “rojên axiriyêda” dijîn. Usa jî, ewî ji min pirsî ku xwendina zanîngehêda, ya ku wê çend sala bikişanda, wê çawa ser dostiya min tevî Yehowa hukum kira (2 Tîmotêyo 3:1). Axiriyêda min safî kir neçim zanîngehê.

Ez difikirîm, hela ez dixwazim paşî mektebê çi bikim. Ez her xilaziya heftiyê diçûme xizmetiyê. Wî çaxî, belakirina xebera mizgîniyê minra şabûn nedianî û min nedixwest bibime pêşeng. Bavê min û apê min, yên ku ne Şedên Yehowa bûn, ez hêlan dikirim ku ez Torontoyêda, fîrmeke mezinda ya cixarê bixebitim û heçî zef wedê xwe wêderê xerc kim. Wêderê, apê min qulixa bilindda bû, lema jî min ev xebat qebûl kir.

Torontoyêda, ez gelekî dixebitîm û tevî hevalxebatçiyên xwe, yên ku Şedên Yehowa nîbûn, wede derbaz dikir. Lema jî wedê min bona şixulên ruhanî qe nedima. Ez cem kalikê xwe, yê ku ne Şedê Yehowa bû, dimam. Lê paşî mirina wî, maleke teze minra lazim bû.

Malbeta Haçêson, ya ku sala 1958-da ez tevî xwe birim ser Civata Mezin, minra mîna dê û bav bûn. Wana ez mala xweda qebûl kirim û alî min dikirin, ku ez ruhanîda pêşda herim. Sala 1960-da, ez û kurê wan Con hatine nixumandinê. Con destpêkir ça pêşeng xizmet ke. Mesela wî ez hêlan kirim ku diha zêde xizmet kim. Xûşk-bira didîtin ku ez ruhanîda pêşda diçim. Paşê ez bûme berpirsiyarê Mekteba Danasînkirinê. a

KULFETA GELEK BAŞ Û EMIRÊ TEZE

Roja zewaca me (sala 1966)

Sala 1966-da, ez xûşkeke bi navê Randî Bêrgra zewicîm. Ew pêşengeke ser xwe bû û ji dil dixwest wî cîyî xizmet ke, kîderê ku mizgînvan lazim bûn. Berpirsiyarê mihalê guh da me û em hêlan kirin derbazî civata Orlîyayê (Ontaryo) bin. Lema jî em derbazî wêderê bûn.

Gava em derbazî Orlîyayê bûm, ez jî bûme pêşengê hertim. Û min jî mîna Randîyê xizmetiyêda şabûn distand! Çaxê min bi xîret çawa pêşeng xizmet dikir, min didît ku Kitêba Pîroz çiqas ser meriva hukumê dike. Gava me Orlîyayêda alî jin-mêrekî kir, wekî ewana emirê xweda guhastina bikin û bibin xizmetkarên Yehowa, em gelekî şa bûn.

EM HÎNÎ KÛLTÛR Û ZIMANEKÎ TEZE DIBIN

Gava em carekê çûne Torontoyê, ez tevî birakî bi navê Arnold MakNamara bûme nas, yê ku Beytelêda birakî cabdar bû. Ewî pirs kir hela em dixwazin bibin pêşengên mexsûs. Min derbêra caba wî da: “Ser çeva, ser sera! Lê tenê me neşînin Kwêbêkê”! Min çira usa got, çimkî wî çaxî, merivên ku Kanadayêda dijîtin û ser zimanê Înglîzî xeber didan miqabilî wan meriva bûn yên ku ser zimanê Fransî xeber didan. Û polîtîkên Kwêbêkê dixwestin wekî Kwêbêk ji Kanadayê başqe be û bibe welatekî aza.

Birê Arnold got: “Vê gavê, Beytel pêşengên mexsûs tenê dişîne Kwêbêkê”. Min derbêra qebûl kir ku em herin wêderê. Jina min Randî îda pêşda hazir bû, ku wêderê xizmet ke. Paşê min fem kir, ku ew safîkirina me, safîkirineke here baş bû!

Paşî ku em pênc heftiya çûne ser hînbûna zimanê Fransî, ez û Randî tevî jin-mêrekî din çûne Rîmûskîyê, weke 540 kîlomêtr li bakur-roavaya Monrêalê. Lazim bû ku em zimanê Fransî diha baş hîn bin. Gava min civînekêda çend elametî xwendin, ev yek eyan bû. Dewsa ku ez bêjim “dêlêgatên Avstryayê” wê bên, min got wekî “hêştirme” (teyrede) wê bên.

“Mala Sipî” li Rîmûskîyê

Rîmûskîyêda, çar xûşkên nemêrkirî û ser xwe, malbeta Habêrdos û du qîzên wan destpêkirin tevî me çar meriva xizmet kin. Malbeta Habêrdos maleke mezin bona me hemûya dîtin, têda 7 odên bona razanê hebûn. Me navê wê danî Mala Sipî, çimkî stûn û dîwarên wê sipî bûn. Wêderê ji 12 heta 14 pêşeng diman. Çawa pêşengên mexsûs, ez û Randî ji sibehê heta êvarê derdiketin xizmetiyê. Timê meriv hebûn ku em tevî wan derkevin xizmetiyê, hela hê zivistanê êvara jî. Em gelek bona vê yekê razî bûn.

Em tevî wan pêşenga usa nêzîkî bûn, ku bûne ça malbetek. Cara em ber kuçik rûdiniştin, yan jî me tevayî xwarin çêdikir. Birak sazbend bû, û gelek car Şemiyê êvara me kilam digotin û direqisîn.

Gelek merivên Rîmûskîyê dixwestin rastiyê bizanibin! Nava pênc salada, gava me dît ku gelek xwendekarên Kitêba Pîroz pêşda diçûn û dihatine nixumandinê, em gelek şa dibûn. Civat mezin bû û îda weke 35 mizgînvan têda hebûn.

Kwêbêkêda me derseke gelek baş stand. Me dît ku Yehowa xizmetiyêda çawa alî me dike û bona hewcên me xem dike. Usa jî em hîn bûn, ku zimanê Fransî, meriva û kûltûra wan hiz bikin. Ev yek alî me kir, wekî em merivên ji cûre-cûre kûltûra jî hiz bikin (2 Korintî 6:13).

Nişkêva fîlîalê ji me xwest, wekî em derbazî bajarê Trêkadîyê bin, li berava rohilatê ya Niyû Branswîkê. Ev yek hêsa nîbû, çimkî me îda malek kirê hildabû û min xwera xebatek dîtibû. Min soz dabû ku heftê çend siheta ezê mektebêda dersa bidim. Usa jî hine xwendekarên meye Kitêba Pîroz, teze bibûne mizgînvan û me Odeke Civatê îda nîvîda ava kiribû.

Me temamiya xilaziya heftê, bona cîguhastina xwe dua dikir. Paşê, em çûn ku Trêkadîyê bivînin, kîjan ku ji Rîmûskîyê gelek cude bû. Lê me îda safî kiribû ku hergê ev xwestina Yehowa be, emê herin. Me Yehowa cêriband û dît ku ew ça riya me rast dike (Malaxî 3:10). Baweriya Rêndîyê timê qewî bû, ew timê dikete heyra merivên din û yeke henekçî bû. Lema jî mera haqas çetin nîbû cîguhastî bin.

Civata meye tezeda, xêncî birê me Robêrt Ros, rûspiyên din tune bûn. Ewî tevî kulfeta xwe Lîndayê, çawa pêşeng xizmet dikirin û çaxê zara pêşin wanra hate bûyînê, wana pêşengtiya xwe nehîşt. Rast e zara wan hê biçûk bû, lê dîsa jî ewana mêvanhiz bûn û bi xîret xizmet dikirin. Mesela wan em hêlan dikirin.

KESÊN KU HAZIR IN HER DERA XIZMET KIN TÊNE KEREMKIRINÊ

Zivistana pêşin ya xizmetiya meye berpirsiyartiyê

Çaxê me du sala Trêkadîyêda xizmet kir, me nişkêva dîsa teglîfkirineke teze stand. Ez hatime kifşkirinê ku ça berpirsiyarê mihalê xizmetê kim. Heft sala me serlêdana herêmên ser zimanê Înglîzî dikir. Paşê em hatine şandinê herêmeke ser zimanê Fransî li Kwêbêkê. Berpirsiyarê nehiyê Kwêbêkêda, Lêons Krêpolt bona gotarên min payê min dida. Lê paşê ewî timê dipirsî, “Tu çawa dikarî gotarên xwe diha baş kî?” b Ev yek ku ewî dîna xwe dida min, alî min kir wekî ez hînkirinêda diha pêşdaçûyî bim, û gotarên xwe diha hêsa kim.

Sala 1978-da, li Monrêalê Civata Mezine Hemdinyayê, bi navê “Baweriya Serketî” derbaz bû. Min Îdara Xwarinêda kar dikir. Em hîviya 80 000 merivî bûn, û vê îdarêda gelek şixul hebû, û me gerekê ne ku çawa berê, lê bi cûrekî din meriva têr kira. Her tişt teze bû: firaq û derdan, xwarin û mêtoda hazirkirina xwarinê. Bal me weke 20 erebên bûzxane hebûn, yên ku cara nedixebitîn. Rojek pêşiya civata mezin, me tenê nîvê şevê dikaribû stadîon hazir kira, çimkî wêderê gerekê lîstikeke sportê derbaz bûya. Û bona hazirkirina teştê, firne gerekê îda berbangê zû bişixuliyana! Em westiyayî bûn, lê ez ji xîret û henekên xûşk-birên ruhanîda gihîştî, hînî gelek tişta bûm. Em heta îro dostên hev in. Ev Civata Mezin li Kwêbêkê, civîneke mexsûs bû! Çimkî wêderê ji salên 1940-1960, xûşk-birên me rastî gelek peyketina dihatin.

Ez û Randî, em Monrêalêda karê Civata Mezin dikin (sala 1985)

Ez ser vê Civata Mezin ya ku Monrêalêda derbaz bû, nav wan çend rojada ji berpirsiyarên din gelek tişt hîn bûm. Carekê, birê me Dêvîd Splêyn, yê ku niha ça endemekî Koma Rêberiyê xizmet dike, berpirsiyarê Civata Mezin bû. Û çaxê ser Civateke Mezine din ew cabdarî minra hate dayînê, Dêvîd bira bi dil û can alî min kir.

Sala 2011-da, gava me 36 sala xizmetiya rêwîtiyêda kar kir, ez hatime teglîfkirinê ku bibime dersdar, wekî Mekteba bona Rûspiyên Civatê derbaz kim. Ez û Randî nava du salada nav 75 nivînên cudeda razan, lê xizmetiya me hêjayî her tiştî bû. Xilaziya her heftiyê, rûspî gelek razî bûn ku Koma Rêberiyê ruhanîda bona wan xem dikir.

Paşê ez bûme dersdarê Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê. Xwendekar gelek cara diwestiyan û dilteng dibûn, çimkî rojê weke 7 siheta ders hebûn, paşê her êvar ewana sê siheta ser dersên xwe dixebitîn û heftiyêda weke 4 yan 5 dersên wan hebûn. Min û dersdarekî din wanra şirovekir, ku ewana wê tenê bi alîkariya Yehowa pêşdaçûyî bin. Ez qe bîr nakim, gava xwendekara didît wekî bi alîkariya Yehowa ewana dikarin tiştên usa bikin, çi ku ne jî didane ber çevê xwe.

GAVA DIKEVINE HEYRA KESÊN DIN, EV YEK KEREMA TÎNE

Diya min dikete heyra xwendekarên xwe. Bi vî cûreyî ewê alî wan dikir, ku ewana pêşda herin. Usa jî ewê alî bavê min dikir, wekî nihêrandina xwe derheqa rastiyê biguhêze. Sê roj şûnda paşî ku diya min mir, gava bavê min hate Oda Civatê ser gotara mirina diya min, em gelek ecêbmayî man. Paşê, ew 26 sal diçû civîna. Rast e bavê min nehate nixumandinê, lê rûspiya minra gotin ku ew her heftê pêşiya her kesî dihate civatê.

Diya min meseleke baş mera hîşt. Her sê xûşkên min û mêrên wan, bi aminî Yehowara xizmet dikin. Du xûşkên min Beytelêda xizmet dikin, yek Portûgalêda ya din jî Haîtiyêda.

Niha ez û Randî ça pêşengên mexsûs li Hamîltonê (Ontaryo) xizmet dikin. Gava me karê rêwîtiyê dikir, me bi şabûnê tevî kesên din serlêdanên dubare dikir û diçûne ser hînbûnên wane Kitêba Pîroz. Lê niha, em gelek şa ne, wekî xwendekarên me ruhanîda pêşda diçin. Û em tevî xûşk-birên civata xweye teze bûne heval. Gava em divînin ku Yehowa çawa rojên xweşda û rojên çetinda alî wan dike, em hêlanê distînin.

Çaxê em tînin bîra xwe ku kesên din çiqas bona me xem dikirin, em vê yekê gelek dişêkirînin. Lema jî em kesên din hêlan dikin, wekî ewana jî bi dil û can Yehowara xizmet kin (2 Korintî 7:6, 7). Mesele, malbetekêda, dê, qîz û kur ça pêşengên hertim xizmet dikirin. Min ji malxê malê pirsî, hela ew qe fikirî ye ku bibe pêşengê hertim. Ewî got ku ew alî sê neferên xwe dike, wekî ewana ça pêşeng xizmet kin. Lema jî min lê pirsî: “Lê tu dikarî ji Yehowa baştir alî wan bikî?” Min ew hêlan kir, wekî ew mîna malbeta xwe ji xizmetiya pêşengtiyê şabûnê bistîne. Û paşî şeş meha, ew bû pêşeng.

Ez û kulfeta min Randî, emê timê “nisilê mayînra” derheqa karên Yehowa yên mezin gilî kin. Û em bawer in ku ewana jî wê mîna me ji xizmetiya Yehowa şabûnê bistînin (Zebûr 71:17, 18).

a Îro em dibêjin berpirsiyarê Civîna Bijîn û Xizmet kin.

b Serhatiya Lêons Krêpolt, bixûnin jûrnala Birca Qerewiliyêda, ya meha Sibatê, sala 2020, rûp. 26-30.