Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8

Nava Tengasiyada Şabûna Xwe Unda Neke

Nava Tengasiyada Şabûna Xwe Unda Neke

“Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hesab kin, gava hûn bikevine nava cûre-cûre cêribandina” (AQÛB 1:2).

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Li gora Metta 5:11, gerekê em li tengasiya çawa binihêrin?

ÎSA MESÎH soz dabû şagirtên xwe ku ewana wê bextewar bin. Usa jî, ewî gotibû yên ku wî hiz dikin, wê rastî tengasiya bên (Metta 10:22, 23; Lûqa 6:20-23). Em bextewar in ku em şagirtên Îsa ne. Lê gava malbeta me himberî me derdikeve, dewlet pey me dikeve, yan gava hevalxebatçî yan hevaldersxanên me zorê li me dikin ku em tiştekî xirab bikin, gelo ev yek li ser me çawa hukum dike? Tiştên usa hilbet dikarin me eciz bikin.

2 Bi normalî zêrandin bona meriva meniya şabûnê nîne. Gelo li gora Xebera Xwedê, gerekê em li tengasiya çawa binihêrin? Mesele, Aqûbê şagirt nivîsîbû ku gava em zemeta dikişînin, gerekê em bi zêdeyî dilteng nebin, lê şa bin (Aqûb 1:2, 12). Usa jî, Îsa Mesîh gotibû ku heger meriv pey me bikevin, gerekê em dîsa jî şabûna xwe unda nekin (Metta 5:11 bixûne). Gava em dikevin tengasiyê, gelo em çawa dikarin şabûna xwe xwey bikin? Vê yekêda, nema ku Aqûb li qirna yekê şagirtên Îsa Mesîhra nivîsîbû, dikare alî me bike. Lê pêşiyê, were em bivînin ku wî çaxî, xûşk-bira rastî çi cûre tengasiya dihatin.

QIRNA YEKÊDA, ŞAGIRTÊN ÎSA RASTÎ ÇI CÛRE TENGASIYA DIHATIN?

3. Wexteke kin paşî ku Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh, çi qewimî?

3 Wexteke kin paşî ku Aqûb, birê Îsa, bû şagirtê wî, li bajarê Orşelîmê zêrandina Mesîhiya destpêbû (Karên Şandiya 1:14; 5:17, 18). Paşî kuştina Steyfan, gelek şagirtên Îsa Mesîh ji bajêr reviyan û “belayî topraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.” Hine kes heta Kîprûs û Entakyayê çûn (Karên Şandiya 7:58–8:1; 11:19). Bîne ber çevê xwe ku halê wan çiqas zor bû! Dîsa jî, wana mizgîn li her dera bi xîret bela dikir, û li temamiya Împêratoriya Romê gelek civat hatin saz kirin (1 Petrûs 1:1). Lê çendek şûnda, ewana rastî tengasiyên diha giran hatin.

4. Qirna yekêda, şagirtên Îsa Mesîh rastî çi cûre zemeta dihatin?

4 Qirna yekêda, şagirtên Îsa Mesîh rastî gelek zemeta dihatin. Mesele, weke sala 50 ya D.M., Împêratorê Romê Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romê derkevin. Lema jî Cihû ku bûne Mesîhî mecbûr bûn malên xwe bihêlin û li ciyên din cîwar bin (Karên Şandiya 18:1-3). Nêzîkî sala 61 ya D.M., Pawlosê şandî nivîsî ku ew xûşk-bira li ber her kesî hatibûn bêhurmetkirin, wana dikirine kelê û talan dikirin (Îbranî 10:32-34). Xêncî vê yekê, hine Mesîhî kesîb bûn û nexweş diketin (Romayî 15:26; Fîlîpî 2:25-27).

5. Niha emê cabên kîjan pirsa bistînin?

5 Aqûb nema xwe pêşiya sala 62 ya D.M., nivîsî. Ewî rind zanibû ku xûşk-bira diketin tengasiya. Bi rêberiya Yehowa, Aqûb hine şîretên baş dane wan, wekî ewana nava tengasiyada şabûna xwe unda nekin. Niha emê nema Aqûb lêkolîn bikin û cabên van pirsa bistînin: Aqûb besa çi cûre şabûnê dikir? Çi dikare bibe sebeb ku Mesîhî şabûna xwe unda bike? Bîlanî, bawerî û mêrxasî çawa dikarin alî me bikin ku em nava tengasiyada jî şabûna xwe unda nekin?

MENIYA ŞABÛNA MESÎHÎ ÇI YE?

Çawa ku alava hundirê lepmêda tê parastin wekî netemire, usa jî şabûna ku Yehowa dide me dilê meda wê netemire (Abzasa 6 binihêre)

6. Li gora Lûqa 6:22, 23, şagirtên Îsa Mesîh çima dikarin nava tengasiyada şabûnê unda nekin?

6 Hine kes difikirin ku heger siheta wan baş be, perê wan gelek be û malbeta wanda edilayî hebe, ew yek bes e ku meriv bextewar be. Lê şabûna besa kîjanî ku Aqûb dikir, pareke “berê ruh” e û halê meva girêdayî nîne (Galatî 5:22). Mesîhî şabûnê distîne û bextewar e, çimkî zane ku ew çev dide Îsa û dilê Yehowa şa dike (Lûqa 6:22, 23 bixûne; Kolosî 1:10, 11). Çawa ku alava hundirê lempêda tê parastin wekî netemire, ev şabûn jî usa dilê Mesîhîda dişixule. Gava sihet-qewata wan xirab dibe yan perê wan namîne, dîsa jî ev şabûna wan natemire. Usa jî, zêrandin û qerfên meriva nikarin vê alavê bitemirînin. Serda jî, gava dijmin dixwazin ku vê alavê bitemirînin, ev alav diha gur dibe. Çaxê em seva baweriya xwe rastî tengasiya tên, ev yek îzbat dike ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh ne (Metta 10:22; 24:9; Yûhenna 15:20). Lema Aqûb usa nivîsî: “Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hesab kin, gava hûn bikevine nava cûre-cûre cêribandina” (Aqûb 1:2).

Çira tengasî mîna agirê bona hesin e? (Abzasa 7 binihêre) *

7-8. Çaxê baweriya me wedê tengasiya tê cêribandinê, em çi karê distînin?

7 Aqûb besa sebebeke din jî kir ku Mesîhî çima hazir in wekî li himberî tengasiyên giran jî sebir bikin. Ewî got: “Cêribandina baweriya we sebirê pêşda tîne” (Aqûb 1:3). Cêribandin û tengasî wek agirê bona hesin e. Gava şûrek êgirda tê sorkirin û paşê avêda tê sarkirin, şûr diha qayîm dibe. Mîna vê yekê, gava em li himberî tengasiya sebir dikin, baweriya me diha qewî dibe. Lema Aqûb usa nivîsî: “Sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kamil û gihîştî bin, tu kêmasîke we tunebe” (Aqûb 1:4). Gava em divînin ku tengasiyên me baweriya me diha qewî dikin, em dikarin li himberî wan bi şabûnê sebir bikin.

8 Nema Aqûb dîna me dikişîne ser hine zemetên ku dikarin şabûnê ji me bistînin. Gelo ev problêm çi ne, û em çawa dikarin serî bi wanra derxin?

GEREKÊ EM ÇI BIKIN KU ŞABÛNA XWE UNDA NEKIN?

9. Em çira hewcê bîlaniyê ne?

9 Problêm: Gava tu nizanî çi bikî. Çaxê em dikevin tengasiyê, gerekê em ji Yehowa alîkariyê bixwazin, wekî em safîkirinên baş bikin, yên ku wê dilê wî xweş bên, bona xûşk-birên me kêrhatî bin, û wê alî me bikin ku em Yehowara amin bimînin (Yêremya 10:23). Seva ku em bizanibin ku çi bikin û dijminara çi bêjin, em hewcê bîlaniyê ne. Heger em nizanin ku çi bikin, em dikarin mêrxasî û şabûna xwe zû unda kin.

10. Li gora Aqûb 1:5, gerekê em çi bikin seva ku em bîlaniyê bistînin?

10 Çare: Ji Yehowa bîlaniyê bixwaze. Seva ku em bi şabûnê himberî tengasiya sebir bikin, gerekê em ya pêşin ji Yehowa bîlaniyê bixwazin, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Aqûb 1:5 bixûne). Heger em difikirin ku Yehowa caba duayê me hê nedaye, gerekê em çi bikin? Gerekê em berdewam kin dua bikin û ji Yehowa bîlaniyê bixwazin. Yehowa bona vê yekê ji me eciz nabe û hêrs nakeve. Heger em bona bîlaniyê dua bikin, wekî bikaribin li himberî tengasiya sebir kin, Bavê meyî ezmanî wê “bi merdanî” bîlaniyê bide me (Zebûr 25:12, 13). Ew tengasiyên me divîne, dilê wî ser me dişewite, û ew hertim hazir e ku alî me bike. Ne ev yek dilê me şa dike! Lê pirseke din jî pêşda tê: Gelo Yehowa çawa bîlaniyê dide me?

11. Dîsa çi em gerekê bikin ku bîlaniyê bistînin?

11 Yehowa bi saya Kitêba Pîroz bîlaniyê dide me (Metelok 2:6). Seva ku em vê bîlaniyê bistînin, gerekê em Kitêba Pîroz û edebyetên li ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hilbet ne bes e ku em tenê zanebûna xwe zêde bikin. Gerekê em guh bidin şîretên Xwedê û li gora bîlaniya wî bijîn. Aqûb usa nivîsî: “Xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên” (Aqûb 1:22). Çaxê em her tiştî li gora şîretên Xwedê bikin, emê bibin merivne diha edilayîhiz, serwaxt û dilrem (Aqûb 3:17). Ev hunur wê alî me bikin ku em nava tengasiyada şabûna xwe unda nekin.

12. Çima ferz e ku em Kitêba Pîroz rind lêkolîn bikin?

12 Mîna neynikekê, Xebera Xwedê alî me dike em têderxin ku kêmasiyên me çi ne û li ser wan bixebitin (Aqûb 1:23-25). Mesele, gava em Xebera Xwedê lêkolîn bikin, emê fem bikin ku gerekê em hêrsa xwe kontrol bikin. Bi alîkariya Yehowa, em hîn dibin ku li himberî meriva yan problêmên ku dikarin hêrsa me rakin, nerm bimînin. Nermî alî me dike ku em li himberî zemeta serwaxt bimînin û safîkirinên baş bikin (Aqûb 3:13). Belê, gelek ferz e ku em Kitêba Pîroz rind lêkolîn bikin!

13. Wê çima baş be ku em serhatiyên ji Kitêba Pîroz lêkolîn bikin?

13 Carna, paşî ku em şaşîkî dikin, em hîn dibin ku me gerekê çi bikira û çi nekira. Lê seva hîn bin wan şaşiya nekin, ev ne rêke baş e. Rêke diha baş ev e, ku em ji pêşdaçûyîn û şaşiyên kesên din dersa hîn bin û bîlaniyê bistînin pêşiya ku em serê xwe bikine xetayê. Lema Aqûb em hêlan kirin ku em dîna xwe bidin serhatiyên kesên usa ça Birahîm, Rexab, Îbo û Êlyas (Aqûb 2:21-26; 5:10, 11, 17, 18). Van xizmetkarên amin li himberî tengasiya sebir dikirin û şabûna xwe unda nedikirin. Meselên wan me hîn dikin ku bi alîkariya Yehowa, em jî dikarin li himberî tengasiya sebir bikin û şabûna xwe xwey bikin.

14-15. Çima ferz e ku em şik ji dilê xwe derxin?

14 Problêm: Gava hine şik ketine dilê te. Carna dibe ku em hine tişt ji Kitêba Pîroz rind fem nakin. Yan jî dibeke Yehowa usa caba duayên me nade, çawa ku em hîviyê ne. Seva vê yekê, şik dikarin bikevin dilê me. Heger em haş ji xwe tune nebin, ev şik dikarin baweriya me sist bikin û dostiya me tevî Yehowa xirab bikin (Aqûb 1:7, 8). Serda jî, ewana dikarin bibin sebeb ku em hêviya xwe unda bikin.

15 Pawlos hêviya me beramberî lengerê kir (Îbranî 6:19). Wedê firtonekê, lenger gemiyê qayîm digire, wekî ew nekeve ber pêla û li zinara nekeve. Lê heger zincîra ku lenger digire biqete, kara lengerê wê qet tune be. Çawa ku jeng dikare zincîra lengerê sist bike, şikên ku ji hiş û dilê me dernayên dikarin baweriya me sist bikin. Wedê peyketina, şik dikarin baweriya me ku Yehowa wê sozên xwe bîne sêrî, sist bikin. Heger em baweriya xwe unda kin, emê hêviya xwe jî unda kin. Çawa Aqûb got, yê dudilî “mîna pêlêd berê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin” (Aqûb 1:6). Merivekî usa qe wê bikaribe şabûna xwe xwey bike?

16. Heger şikên me hebin, gerekê em çi bikin?

16 Çare: Şikên xwe ji dilê xwe derxe, baweriya xwe qewî bike. Rojên Êlyas pêxemberda, xizmetkarên Yehowa dudilî bûn. Êlyas wanra usa got: “Hûnê heta çi wextî bi her du alîva bikulin? Heger Xudan Xwedê be, li pey wî bimeşin; ... heger Baal be, li pey wî bimeşin!” (1 Padşatî 18:21). Îro jî, gerekê em vê safîkirinê usa bikin. Seva ku em dudilî nebin, gerekê em rind lêkolîn bikin û xwera îzbat bikin ku Xwedayê rastî Yehowa ye, ku Kitêba Pîroz Xebera wî ye û ku Şedên Yehowa xizmetkarên wî ne (1 Têsalonîkî 5:21). Bi vî cûreyî, em dikarin ji şikên xwe bifilitin û baweriya xwe diha qewî bikin. Heger mera alîkarî lazim e ku em şik ji dilê xwe derxin, em dikarin tevî rûspiyên civatê xeber din. Belê, seva ku em bi şabûnê Yehowara xizmet bikin, gerekê em xwe paş nexin.

17. Heger em mêrxasiya xwe unda bikin, çi wê biqewime?

17 Problêm: Gava em dilteng dibin. Xebera Xwedê usa dibêje, “heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î”, dêmek tuyê qewata xwe unda kî (Metelok 24:10). Heger tu mêrxasiya xwe unda kî, tuyê şabûna xwe jî zû unda kî.

18. Xebera “sebir” çi tê hesabê?

18 Çare: Îtbariya xwe Yehowa bîne ku ewê qewatê bide te. Mera mêrxasî lazim e, wekî em bikaribin nava tengasiyada sebir bikin (Aqûb 5:11). Xebera “sebir”, ya ku Aqûb da xebatê, tê hesabê çaxê kesekî li ciyê xwe qewî disekine. Mesele, bîne ber çevê xwe eskerekî ku himberî hicûma dijmina qewî disekine û nareve.

19. Em dikarin ji mesela Pawlosê şandî çi hîn bibin?

19 Pawlosê şandî aliyê mêrxasî û sebirêva meseleke baş bû. Carna, ewî jî xwe sist texmîn dikir. Lê çimkî ewî xwe disparte qewata ku ji Yehowa distand, ewî dikaribû sebir ke (2 Korintî 12:8-10; Fîlîpî 4:13). Heger em bi milûktî qebûl bikin ku em hewcê alîkariya Yehowa ne, em jî dikarin qewat û mêrxasiyê bistînin (Aqûb 4:10).

NÊZÎKÎ XWEDÊ BE Û ŞABÛNA XWE XWEY KE

20-21. Em dikarin çida dudilî nebin?

20 Gava em rastî tengasiya tên, gerekê em nefikirin ku Yehowa me ceza dike. Aqûb usa got: “Bira tu kes, yê ku nava cêribandinêda ye, nebêje: ‘Xwedê min bi xirabiyê dicêribîne’, çimkî Xwedê xirabiyada nayê cêribandinê û ne jî yekî dicêribîne.” (Aqûb 1:13) Heger em vê rastiyêda bawer bin, emê xwe hê nêzîkî Bavê xweyî dilovan texmîn kin (Aqûb 4:8).

21 Yehowa tu car nayê guhastinê (Aqûb 1:17). Gava Mesîhiyên li qirna yekê rastî tengasiya dihatin, Xwedê piştgiriya wan dikir, û bêşik wê alî me jî bike. Bi dil Yehowara dua bike ku ew bîlanî, bawerî û mêrxasiya te zêde bike. Bawer be ku ewê guh bide duayên te û wê alî te bike ku tu nava tengasiyada bi şabûnê sebir bikî!

KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

^ abz. 5 Nemeya Aqûb me hîn dike ku gava em rastî tengasiya tên, em dikarin çi bikin. Ev gotar wê dîna me bikişîne ser hine şîretên Aqûb. Bi saya van şîreta, emê bikaribin nava tengasiyada bi şabûnê Yehowara xizmet kin.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Polîs birakî li ber çevê jin û qîza wî digirin dibin. Gava birê me kelêda ye, xûşk-birên civatê tevî jin û qîza wî qulixkirina malbetê derbaz dikin. Dayîk û qîz gelek cara ji Yehowa qewatê dixwazin, wekî ewana bikaribin li himberî vê tengasiyê sebir bikin. Yehowa dilrihetî û mêrxasiyê dide wan. Axiriyêda, baweriya wan diha qewî dibe, lema ewana dikarin bi şabûnê teyax bikin.