Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 5

“Serê Her Mêrî Mesîh e”

“Serê Her Mêrî Mesîh e”

“Serê her mêrî Mesîh e” (1 KORINTÎ 11:3).

KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Hine kes li serîtiyê çawa dinihêrin?

GAVA tu xebera “serîtî” dibihêyî, çi tê hişê te? Hine mêr serîtiya xwe malbetêda li gora erf-edet yan li gora nihêrandina merivên xwe tînin sêrî. Xûşkeke bi navê Yanîta, ya ku li Ewropayê dijî, usa dibêje: “Welatê meda, gelek meriv difikirin ku jin ji mêra nimiztir in, û jina ça xulam hesab dikin.” Birakî bi navê Lûka, yê ku li Amêrîkayê dijî, usa dibêje: “Hine bav kurên xwe hîn dikin ku jin gerekê dengê xwe nekin, û ku nihêrandina jina qet ferz nîne.” Lê fikirên usa şaş in. Yehowa naxwaze ku mêr rola xwe bi vî cûreyî bînin sêrî (Marqos 7:13 jî binihêre). Gelo mêr çawa dikare bona malbeta xwe bibe malxêkî baş?

2. Gerekê serê malbetê çi bizanibe, û çima?

2 Seva ku mêr bibe serê malbetêye baş, gerekê ew fem bike ku Yehowa ji wî çi dixwaze. Gerekê ew bizanibe ku çima Yehowa serîtî saz kiriye û çawa ew dikare çev bide Yehowa û Îsa Mesîh. Çima ferz e ku mêr van tişta hîn bibe? Çimkî Yehowa ev cabdarî daye serê malbetê, û dixwaze ku ew vê cabdariyê rast bîne sêrî (Lûqa 12:48b).

SERÎTÎ ÇI YE?

3. Gotinên ji 1 Korintî 11:3 derheqa serîtiyê çi me hîn dike?

3 1 Korintî 11:3 bixûne. Ev rêz nîşanî me dike ku Yehowa malbeta xwe ya li ezmana û li ser erdê çawa organîze kiriye. Serîtî hukum û cabdariyêva girêdayî ye. Yê herî bilind Yehowa ye, lema jî hemû melek û însan li ber wî cabdar in (Romayî 14:10; Efesî 3:14, 15). Yehowa serwêrtiya li ser civatê daye destê Îsa Mesîh, lê Îsa dîsa jî bona xêr- xweşiya civatê li ber Yehowa cabdar e (1 Korintî 15:27). Usa jî, Yehowa cabdarî li ser jin û zara daye destê mêr, lê mêr bona xêr-xweşiya malbetê him li ber Yehowa him jî li ber Îsa Mesîh cabdar e (1 Petrûs 3:7).

4. Hukumê Yehowa û Îsa Mesîh heye ku çi bikin?

4 Yehowa serê malbeta xwe ya li ser erd û li ser ezmên e. Lema jî, îzina wî heye ku bona zarên xwe qeyd-qanûna dayne, û heger yek ji wan guh nede van qeyd-qanûna, Yehowa dikare şîretê bide wî û wî rast bike (Îşaya 33:22). Lê Îsa Mesîh serê civatê ye, lema hukumê wî jî heye ku qeyd-qanûna bona van dayne (Galatî 6:2; Kolosî 1:18-20).

5. Hukumê serê malbetê heye ku çi bike, û çi sînorên wî hene?

5 Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, hukumê serê malbetê jî heye ku bona malbeta xwe safîkirina bike (Romayî 7:2; Efesî 6:4). Lê yeke, sînorên hukumê wî hene. Mesele, qeydên ku ew bona malbetê datîne, gerekê ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz bin (Metelok 3:5, 6). Usa jî, îzina serê malbetê tune wekî bona kesê ku neferê malbeta wî nîne, qeyda dayne (Romayî 14:4). Xêncî vê yekê, gava zar mezin dibin û ji malê diçin, hemikî ewana dîsa jî qedrê bavê xwe digirin, lê îda bin hukumê wîda nînin (Metta 19:5).

GELO YEHOWA ÇIMA HUKUM DAYE HINE KESA?

6. Yehowa çima hukum daye hine kesa?

6 Yehowa malbeta xwe hiz dike, lema jî ewî hukum daye hine kesa. Ev yek pêşkêşeke ji Xwedê ye, çimkî bi saya serîtiyê, malbeta Yehowa bi organîze ye û edilayêda ne (1 Korintî 14:33, 40). Heger serîtî tune bûya, malbeta Yehowa wê ne bi organîze ne jî bextewar bûya. Mesele, tu kesî wê nizanibûya ku kê gerekê safîkirina bike û kê gerekê van safîkirina bîne sêrî.

7. Li gora Efesî 5:25, 28, Yehowa dixweze ku mêr hindava jina xweda çawa be?

7 Heger serîtî tiştekî usa baş e, gelek jin çima bin serîtiya mêrên xweda dinalin? Problêm ev e ku gelek mêr guh nadin qanûnên ku Yehowa bona malbetê danîne, lê guh didin erf-edetên mihalê yan miletê xwe. Usa jî, hine mêr xwehiz in û tevî jinên xwe sert in. Bi vî cûreyî ewana dibeke dixwazin xwebaweriya xwe zêde bikin yan ji kesên dinra îzbat kin ku ew “mêr in”. Ew belkî difikirin ku tiştê herî ferz ne ev e ku jin mêrê xwe hiz bike, lê ew gerekê ji wî bitirse. Mêrên usa, tirsê didine xebatê wekî jina xwe kontrol bikin. * Mêrên ku bi vî cûryî difikirin û usa dikin, qedrê jina xwe nagirin û raste-rast li himberî xwestina Yehowa dertên (Efesî 5:25, 28 bixûne).

MÊR ÇAWA DIKARE BIBE MALXÊ BAŞ?

8. Mêr çawa dikare bibe malxê baş?

8 Seva ku mêr bona malbeta xwe bibe malxê baş, ew gerekê çev bide Yehowa û Îsa Mesîh. Niha emê dîna xwe bidin du hunura, ku Yehowa û Îsa Mesîh eyan dikin, û emê bivînin ku serê malbetê çawa dikare van hunura jin û zarên xwera eyan bike.

9. Yehowa milûktiya xwe çawa nîşan dike?

9 Milûktî. Tu kes mîna Yehowa bîlan nîne. Lê dîsa jî, ew guh dide nihêrandinên xizmetkarên xwe (Destpêbûn 18:23, 24, 32). Ew îznê dide wan ku ewana fikrên xwe bêjin (1 Padşatî 22:19-22). Yehowa yekî bêqisûr e, lê ew bêqisûrtiyê ji me dewa nake, lê serda jî alî me dike wekî em pêşdaçûyî bin (Zebûr 113:6, 7). Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Yehowa “alîkar” e (Zebûr 27:9; Îbranî 13:6). Dawid Padşa zanibû ku ewî tenê bi saya milûktî û alîkariya Yehowa dikaribû cabdariyên xweye mezin bîne sêrî (2 Samûyêl 22:36).

10. Îsa Mesîh milûktiya xwe çawa nîşan kir?

10 Mesela Îsa Mesîh bîne ber çevê xwe. Rast e ew “Xudan” û “Dersdar” bû, lê yeke ewî nigên şagirtên xwe şûştin. Gelo Yehowa ev serhatî çima di Kitêba Pîrozda daye nivîsarê? Menîk ev e ku Yehowa dixwest serên malbetara û kesên dinra meseleke baş nîşan ke. Îsa Mesîh usa got: “Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa min bona we kir, hûn jî usa bikin” (Yûhenna 13:12-17). Hukumê Îsa Mesîh çiqas mezin bû jî, ewî nedixwest ku kesên din jêra berdestiyê bikin, lê ewî wanra berdestiyê dikir (Metta 20:28).

Gerekê serê malbetê bi hizkirin û milûktî him şixulê malêda alîkariyê bide him jî alî jin û zarên xwe bike, ku ewana diha nêzîkî Yehowa bin (Abzasa 11 û 13 binihêre)

11. Serê malbetê derheqa milûktiyê, ji Yehowa û Îsa Mesîh çi dikare hîn be?

11 Ders bona me. Serê malbetê dikare milûktiya xwe gelek tiştada bide kifşê. Mesele, gerekê ew ji jin û zarên xwe bêqisûrtiyê dewa neke. Heger neferên malê tevî nihêrandinên wî qayîl nînin, wê dîsa jî baş be ku serê malbetê guh bide nihêrandinên wan. Xûşkeke bi navê Marlî, ya ku li Amêrîkayê dijî, usa dibêje: “Nihêrandina min carna ji nihêrandina mêrê min cude ye. Dîsa jî, ez zanim ku ew qedirê min digire, çimkî pêşiya ku ew safîkirinekî dike, ew fikira min dipirse û li ser vê kûr difikire.” Usa jî, meriv çiqas bifikire ku îşê malê ne îşê mêra e jî, mêrekî milûk hazir e ku şixulên malêda alîkariya jina xwe bike. Lê gelo ev yek carna çima hêsa nîne? Xûşkeke bi navê Rêyçêl usa dibêje: “Li mihala me, heger mêr alî jina xwe bike û firaqa bişo yan malê temiz ke, cînar û merivên wî wê bifikirin ku ew ne mêr e. Ewê bêjin ku ewî jina xwe daniye ser serê xwe.” Heger mihala teda nihêrandineke usa heye, bîr neke ku gava Îsa Mesîh nigên şagirtên xwe şûştin, merivên wêderê ev şixul hesab dikirin ça şixulê xulama. Bona malxêkî baş, tiştê herî ferz ne ev e ku merivên din wî ça “camêrekî mêrxas” bivînin, lê ku jin û zarên wî bextewar bin. Xêncî milûktiyê, gelo serê malbetê gerkê dîsa kîjan hunur nav xweda pêşda bîne?

12. Em ji ku zanin ku Yehowa û Îsa Mesîh me hiz dikin?

12 Hizkirin. Hemû kirinên Yehowa hizkirinêva girêdayî ne (1 Yûhenna 4:7, 8). Ji hizkirinê, Yehowa bona hemû hewcên meye ruhanî xem dike. Roj bi roj, ew nîşanî me dike ku ew me hiz dike. Mesele, Xwedê bi saya Kitêba Pîroz û teşkîleta xwe bona me xem dike. Usa jî,Yehowa “her tiştî bi merdanî dide me, wekî em miraz pê bikin” (1 Tîmotêyo 6:17). Gava em şaşiya dikin, Yehowa me rast dike, lê ew dîsa jî me hiz dike. Ji hizkirinê, Yehowa kurê xwe kire qurban. Îsa Mesîh jî me pir hiz dike, lema jî ewî emirê xwe bona me kire qurban (Yûhenna 3:16; 15:13). Belê, Yehowa û Îsa Mesîh kesên ku wanra amin in, hiz dikin, û tu tişt nikare wana ji vê hizkirinê veqetîne (Yûhenna 13:1; Romayî 8:35, 38, 39).

13. Çima ferz e wekî serê malbetê nîşan ke ku ew malbeta xwe hiz dike? (Binihêre çargoşe bi navê “ Mêrekî ku Teze Zewicî ye Çawa Dikare Qedirê Jina Xwe Qazanc ke?”.)

13 Ders bona me. Gerekê serê malbetê jî her tiştî ji hizkirinê bike. Gelo ev yek çima ferz e? Yûhennayê şandî usa dibêje: “Heger ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhenna 4:11, 20). Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, ev mêrê ku malbeta xwe hiz dike, gerekê bona hewcên wane fîzîkî û ruhanî xem bike (1 Tîmotêyo 5:8). Gerekê ew zarên xwe hîn ke û şîret ke. Usa jî, gerekê ew hîn be safîkirinên usa bike, yên ku wê Yehowa rûmet kin, û malbeta wîra karê bînin. Niha emê şêwir kin û bivînin ku serê malbetê çawa dikare vê yekêda çev bide Yehowa û Îsa Mesîh.

CABDARIYÊN SERÊ MALBETÊ ÇI NE?

14. Serê malbetê çawa dikare alî jin û zarên xwe bike ku ewana nêzîkî Yehowa bin?

14 Alî jin û zarên xwe bike ku ew nêzîkî Yehowa bin. Mîna Yehowa, Îsa Mesîh jî alî şagirtên xwe dikir ku baweriya wan qewî be (Metta 5:3, 6; Marqos 6:34). Cabdariya herî ferz ya serê malbetê jî ev e ku alî jin û zarên xwe bike wekî ewana nêzîkî Yehowa bin (Qanûna Ducarî 6:6-9). Ew gerekê alî wan bike ku ewana Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin, herin civîna, mizgînê bela kin û bibin dostên Yehowa.

15. Serê malbetê çawa dikare nîşanî malbeta xwe bike ku ew wana hiz dike?

15 Nîşan ke ku tu malbeta xwe hiz dikî. Yehowa raste-rast got ku ew Kurê xwe hiz dike (Metta 3:17). Îsa Mesîh bi gotin û kirinên xwe nîşan dikir ku şagirtên xwe hiz dike, û wana jî digotine Îsa, ku wî hiz dikin (Yûhenna 15:9, 12, 13; 21:16). Serê malbetê jî dikare bi kirên xwe nîşan ke, ku ew jin û zarên xwe hiz dike. Mesele, gelek ferz e ku ew Kitêba Pîroz tevî wan lêkolîn bike. Usa jî, gerekê ew raste-rast wanra bêje ku ew wan hiz dike û qîmet dike. Heger mecal hebe, gerekê ew ber kesên din jî payê wan bide (Metelok 31:28, 29).

Yehowa dixwaze ku serê malbetê ebûra malbeta xwe bike (Abzasa 16 binihêre)

16. Dîsa kîjan cabdariyên serê malbetê hene, û gerekê ew çawa van cabdariya bîne sêrî?

16 Ebûra malbeta xwe bike. Rast e Yehowa miletê Îsraêl seva neguhdariyê ceza dikir, lê dîsa jî ewî bona hewcên wane herrojî xem dikir (Qanûna Ducarî 2:7; 29:5). Îro jî Xwedê bona hewcên meye fîzîkî xem dike (Metta 6:31-33; 7:11). Îsa Mesîh jî merivên ku li pey wî diçûn, têr kirin (Metta 14:17-20). Usa jî, ewî gelek kesên nexweş qenc dikirin (Metta 4:24). Malxê malê, yê ku dixwaze dilê Yehowa şa ke, gerekê ebûra malbeta xwe bike. Lê gerekê ew miqat be wekî xebat gelek wede ji wî nestîne, ku ew bikaribe aliyê ruhanîva bona malbeta xwe xem bike.

17. Yehowa û Îsa Mesîh me çawa hîn dikin û şîret dikin?

17 Malbeta xwe hîn bike. Ji ber ku Yehowa me hiz dike, ew me hîn dike (Îbranî 12:7-9). Mîna Yehowa, Îsa Mesîh jî şagirtên xwe bi dilovanî hîn dike (Yûhenna 15:14, 15). Ew raste-rast, lê bi nermî şîreta dide me (Metta 20:24-28). Ew zane ku em gunekar in, û carna şaşiya dikin (Metta 26:41).

18. Serê malbetê gerekê çi bîr neke?

18 Malxê malê, yê ku çev dide Yehowa û Îsa Mesîh, bîr nake ku hemû neferên malê gunekar in. Lema jî ew ser jin û zarên xwe bi zêdeyî hêrs nakeve û dilê wan naêşîne (Efesî 4:31; Kolosî 3:19). Li gora Galatî 6:1, gerekê ew malbeta xwe “bi ruhê milûktiyê” şîret bike û bîr neke ku ew xwexa jî qisûrdar e. Mîna Îsa Mesîh, ew fem dike ku bona hînkirina malbetê, kirên wî ji gotinên wî ferztir in (1 Petrûs 2:21).

19-20. Gava lazim be ku serê malbetê safîkirinekî bike, ew çawa dikare vê yekêda çev bide Yehowa û Îsa?

19 Bona kara malbetê safîkirina bike. Gava Yehowa safîkirina dike, ew bona kara kesên din difikire. Mesele, ewî ne ku bona kara xwe emir efirand, lê wekî em jî bikaribin mîna wî jîyînêra şa bin. Usa jî, ewî bi rezedilî Kurê xwe bona gunên me kire qurban. Gava Îsa Mesîh tiştek safî dikir, ewî jî bona kara kesên din xem dikir (Romayî 15:3). Mesele, rojekê, gava ew westiyayî bû, dewsa ku hêsa be, ewî wedê xwe bona hînkirina meriva xerc kir (Marqos 6:31-34).

20 Bona serê malbetê carna hêsa nîne ku safîkirineke bîlan bike. Ew rind zane ku ev yek cabdarîke mezin e. Lema jî, serê malbetê gerekê rind bifikire pêşiya ku safîkirina bike, û îzinê bide ku Yehowa wî hîn bike * (Metelok 2:6, 7). Bi vê yekê, ew wê ne ku bona kara xwe, lê bona kara kesên din bifikire (Fîlîpî 2:4).

21. Gotara dinda, emê derheqa çi xeber din?

21 Yehowa cabdarîke mezin daye destê malxê malê, û ew dixwaze ku serê malbetê vê cabdariyê bi cûrê baş bîne sêrî. Bona vê yekê, ew gerekê çev bide Yehowa û Îsa. Xêncî vê yekê, seva ku zewac bextewar be, ferz e ku jin jî cabdariya xwe bîne sêrî. Gelo jin gerekê hindawa malxêtiya mêrê xwe çawa be, û carna ev yek çima zor e? Gotara dinda, emê cabên van pirsa bistînin.

KILAMA 16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa

^ abz. 5 Gava mêr dizewice, ew dibe serê malbetê. Vê gotarêda, emê bivînin ku serîtî çi ye, Yehowa çima ev yek saz kiriye, û mêr dikare ji mesela Yehowa û Îsa Mesîh çi hîn bibe. Gotara dudada emê bivînin ku jin û mêr dikarin ji Îsa Mesîh û ji kesên din, yên ku Kitêba Pîroz besa wan dike, çi hîn bin. Lê gotara sisiyada, emê bivînin ku civatêda, bira gerekê serîtiya xwe çawa bidin xebatê.

^ abz. 7 Li gelek fîlm, lîstikên têatirê û çîrokada, mêr zordariyê jinên xwe dikin. Lema, gelek meriv difikirin ku ev yek tiştekî normal e, û ewana bawer in ku hukumê mêr heye wekî jina xwe kontrol bike.

^ abz. 20 Bona hê zêde elametî ku tu çawa dikarî safîkirinên baş bikî, binihêre gotara bi navê “Bira Safîkirinên Te Xwedê Rûmet Bikin”, “Birca Qerewiliyê” ya 15 Nîsanê, sala 2011 rûp. 13-17.