Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6

“Serê Jinê Mêr e”

“Serê Jinê Mêr e”

“Serê jinê mêr e” (1 KORINTÎ 11:3).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Pêşiya ku xûşkeke azep mêr ke, wê baş be ku ew ji xwe çi bipirse?

HEMÛ şagirtên Îsa Mesîh bin serîtiya wîye bêqisûrda nin. Lê gava jin mêr dike, ew dikeve bin serîtiya mêrekî qisûrdar. Ev yek carna zemet e. Lema pêşiya ku xûşkek mêr ke, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo ev bira wê bona malbetê bibe serekî baş? Gelo hebandina Yehowa jiyana wîda ciyê pêşin digire? Heger na, ez ji ku zanim ku paşê gava em bizewicin, ewê ji aliyê ruhanîva serîtiya malbetê bike?” Wê hilbet baş be ku xûşk derheqa xwe jî hine pirsa bipirse: “Gelo çi hunurên min yên baş hene? Gelo ez yeke bi sebir û destvekirî me? Gelo dostiya min tevî Yehowa qewî ye?” (Waîz 4:9, 12). Heger jinikek pêşiya zewacê safîkirinên baş bike, ewê zewaca xweda diha bextewar be.

2. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

2 Bi mîlyona xûşkên me serîtiya mêrên xwe qebûl dikin. Lema jî ewana hêjayî paya ne! Em aminiya van xûşkara firnaq dibin! Vê gotarêda, emê cabên van sê pirsa bistînin: (1) Hine jinên mêrkirî rastî çi çetinaya tên? (2) Jinên mêrkirî çima gerekê serîtiya mêrên xwe qebûl bikin? (3) Jin û mêr dikarin ji mesela Îsa, Abîgaîl û Meryemê çi hîn bin?

JINÊN MÊRKIRÎ RASTÎ ÇI TENGASIYA TÊN?

3. Çira zewacêda jin-mêr rastî problêma tên?

3 Zewac bi eslê xwe pêşkêşeke bêqisûr ji Xwedê ye, lê sed heyf ku însan bêqisûr nînin (1 Yûhenna 1:8). Lema Kitêba Pîroz jin-mêrara dibêje ku zewaca wanda tengasiyên wan wê hebin (1 Korintî 7:28). Gelo jin dikarin rastî çi cûre çetinaya bên? Were em hine ji van çetinaya şêwir kin.

4. Hine jin çima difikirin ku serîtiya mêr wana nimiz dike?

4 Hine jin dibeke difikirin ku qebûlkirina serîtiya mêr wana nimiz dike. Mesele, xûşkeke me ya bi navê Marîsêl, ya ku li Amêrîkayê dijî, usa dibêje: “Kîderê ez mezin bûm, digotin ku gerekê jin û mêr di her tiştîda wek hev bin. Ez zanim ku prînsîpa serîtiyê ji Yehowa tê, û ew dixwaze ku jin qedrê mêrê xwe bigire. Dîsa jî, carna minra hêsa nîne ku ez serîtiya mêrê xwe qebûl bikim.”

5. Derheqa rola jinada kîjan nihêrandinên şaş hene?

5 Ji aliyê dinva, hine dera mêr difikirin ku jin ji wan nimiztir in. Xûşkeke bi navê Îvon, ya ku li Amêrîkaya Başûrê dijî, usa dibêje: “Herêma meda, pêşiyê mêr xwarinê dixwe, paşê jin. Keçikên biçûk gerekê şixulên malê bikin, lê kurên biçûk mîna axayê malê ne, û xûşk û dayîka wan wanra berdestiyê dikin.” Xûşkeke bi navê Yînglîng, ya ku li Asyayê dijî, usa dibêje: “Zimanê meda gotinek heye, ku tê hesabê wekî ne lazim e ku jin aqil be yan jî feresetên wê hebin. Gerekê ew tenê şixulên malê bike, û îzina wê tune ku ew fikrên xwe mêrê xwera bêje.” Li gora Kitêba Pîroz, ev nihêrandina nerast e. Mêrê ku bin hukumê nihêrandinên usada dimîne dilsar e, ew jîyîna jina xwe bargiran dike, çev nade Îsa Mesîh û dilê Yehowa dêşîne (Efesî 5:28, 29; 1 Petrûs 3:7).

6. Gerekê jinên mêrkirî çi bikin bona ku dostiya xwe tevî Yehowa qewî bikin?

6 Çawa ku me gotara pêşiyêda dît, Yehowa dixwaze ku mêr bona hewcên malbeta xwe yên ruhanî, êmosiyalî û fîzîkî xem bike (1 Tîmotêyo 5:8). Lê jineke mêrkirî çiqas bi şixulên malêva mijûl be jî, gerekê ew xwexa jî her roj Kitêba Pîroz bixûne, li ser kûr bifikire û Yehowara ji dil dua bike. Ev yek carna hêsa nîne. Şixulên malê gelek in, lema jî hine jin dibêjin ku bona tiştên usa wext û qewata wan namîne. Lê gelek ferz e ku jin bona van tişta wede bivîne, çimkî Yehowa dixwaze ku her yek ji me dostiya xwe tevî wî qewî bike (Karên Şandiya 17:27).

7. Çi dikare alî jin bike ku ew cabdariya xwe bîne sêrî?

7 Hemû mêr gunekar in, lema carna jinên wanra hêsa nîne ku serîtiya wan qebûl bikin. Lê heger jin rind fem bike ku li gora Kitêba Pîroz ev yek çima ferz e, wê jêra diha hêsa be ku gura mêrê xwe bike.

JINÊN MÊRKIRÎ GEREKÊ SERÎTIYA MÊRÊN XWE ÇIRA QEBÛL BIKIN?

8. Li gora Efesî 5:22-24, jinên bawermend serîtiya mêrên xwe çima qebûl dikin?

8 Jinên bawermend serîtiya mêrên xwe qebûl dikin, çimkî Yehowa vê yekê dixwaze (Efesî 5:22-24 bixûne). Ewana îtbariya xwe Yehowa tînin û rind zanin ku hemû xwestinên wî ji hizkirinê tên û her tiştê ku ew ji wan dewa dike, bona xêr-xweşiya wan e (Qanûna Ducarî 6:24; 1 Yûhenna 5:3).

9. Çira baş e ku jin hukumê mêrê xwe qebûl bike?

9 Dinya Şeytan jina hêlan dike ku ewana prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva bavêjin û serîtiyê ça tiştekî bêkêr hesab kin. Kesên ku usa difikirin Xwedayê meyî dilovan nas nakin. Yehowa qîzên xwe qîmet dike, lema ew qeydên ku wana nimiz dike, danayne. Ew xûşkên ku cabdariyên xwe yên ku Yehowa daye wan bi dil û can tînin sêrî, edilayê dikine malbeta xwe (Zebûr 119:165). Ev yek bona kara mêr, jin û kara zara ye.

10. Em dikarin ji gotinên Karolê çi dersa hîn bin?

10 Prînsîpa serîtiyê ji aliyê Yehowava hatiye danîn. Jinên ku serîtiya mêrê xwe yên qisûrdar qebûl dikin îzbat dikin ku ewana Yehowa hiz dikin û hurmetê didin wî. Xûşkeke bi navê Karol, ya ku Amêrîkaya Başûrêda dijî, usa dibêje: “Ez zanim ku mêrê min wê şaşiya bike. Usa jî, ez zanim ku rêaksiya min ser wan şaşiya wê nîşan bike, ku ez çiqas dostiya xwe tevî Yehowa qîmet dikim. Lema jî ez ji aliyê xweda her tiştî dikim ku serîtiya mêrê xwe qebûl bikim, çimkî ez dixwazim dilê Bavê xweyî ezmanî şa bikim.”

11. Çi alî xûşkeke me dike ku bibaxşîne, û em dikarin ji gotinên wê çi hîn bin?

11 Heger mêr hest û xemên jina xwe hilnade hesab, dibeke jêra wê zor bê ku qedrê wî bigire û serîtiya wî qebûl bike. Lê binihêre ka xûşkeke bi navê Anês çi dike gava tiştekî usa diqewime. Ew dibêje: “Ez ser xwe dixebitim ku hêrs nekevim. Ez tînim bîra xwe ku em gişk gunekar in. Nêta min ev e ku mîna Yehowa efûkar bim. Gava ez dibaxşînim, edilayî dikeve dilê min” (Zebûr 86:5). Jinên efûkarra diha hêsa ye ku serîtiya mêrên xwe qebûl bikin.

EM DIKARIN JI SERHATIYÊN KITÊBA PÎROZ ÇI HÎN BIN?

12. Kitêba Pîroz besa çi cûre meriva dike?

12 Bi dîtina hineka, merivekî ku gura kesekî dike, yekî sist e. Lê ev yek ne rast e. Kitêba Pîroz besa gelek kesa dike, yên ku him guhdar bûn him jî gelek mêrxas bûn. Mesele, Îsa Mesîh, Abîgaîl û Meryem merivên usa bûn. Were em bivînin hela em ji wana çi dersa dikarin hîn bin.

13. Îsa çira gura Yehowada ne?

13 Îsa Mesîh gura Yehowada ne. Ev yek hilbet nayê hesabê ku aqil yan feresetên wî kêm in. Ev yek ku Îsa Mesîh bi cûrekî zelal û hêsa hîn dikir, nîşan dike ku ew yekî gelek serwaxt e (Yûhenna 7:45, 46). Yehowa feresetên Îsa Mesîh gelek qîmet dikir, lema ewî îzin da ku Îsa tevî wî efirandina gerdûnêda bixebite (Metelok 8:30; Îbranî 1:2-4). Usa jî, paşî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, Yehowa “hemû hukumê erd û ezmên” da wî (Metta 28:18). Rast e Îsa gelek aqil û serwaxt e, lê ew dîsa jî xwe dispêre rêberiya Yehowa. Gelo çima? Çimkî ew Bavê xwe hiz dike (Yûhenna 14:31).

14. Mêr çi dikarin hîn bin (a) ji vê yekê ku Yehowa hindava jinada çawa ne? (b) ji Metelok serê 31?

14 Ders bona mêra. Ev yek ku Yehowa mêr ça serê jinê kifş kiriye nayê hesabê ku ew jina ji mêra nimiztir hesab dike. Yehowa ne tenê mêra, lê jina jî ça hempadşên Îsa Mesîh dijbêre (Galatî 3:26-29). Yehowa îtbariya xwe Kurê xwe tîne, lema jî ewî hukum daye wî. Mîna vê yekê, mêrekî aqil wê hine hukum bide jina xwe jî. Li gora Kitêba Pîroz, jineke jîr û serxwe dikare şixulê malê hilde destê xwe, milk bikire û bifiroşe (Metelok 31:15, 16, 18 bixûne). Jin ne xulam e, ya ku gerekê dengê xwe neke. Mêrê ku dixwaze li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijî, wê îtbariya xwe jina xwe bîne û guh bide fikrên wê (Metelok 31:11, 26, 27 bixûne). Heger mêr qedrê jina xwe bigire, ewê serîtiya wî diha hêsa qebûl bike.

Îsa Mesîh serîtiya Yehowa qebûl dike. Gelo jineke jîr û serxwe dikare ji mesela wî çi dersa hîn be? (Abzasa 15 binihêre)

15. Jin dikarin ji mesela Îsa Mesîh çi dersa hîn bin?

15 Ders bona jina. Îsa Mesîh çiqas pêşdaçûyî bû jî, ew nedifikirî ku qebûlkirina serîtiya Yehowa wî nimiz dike (1 Korintî 15:28; Fîlîpî 2:5, 6). Mîna vê yekê, jineke jîr û zên, ya ku çev dide Îsa, nafikire ku qebûlkirina serîtiya mêr, wê nimiz dike. Ew piştgiriya mêrê xwe dike – ne tenê çimkî wî hiz dike, lê herî zêde çimkî ew Yehowa hiz dike û dixwaze hurmetê bide wî.

Çaxê Abîgaîl xwarin Dawid û eskerên wîra dişîne, paşê ew nêzîkî Dawid dibe. Ew li ber Dawid dikeve ser çoka û wîra dibêje ku ji bo heyfhildanê xûna kesekî neke stûyê xwe (Abzasa 16 binihêre)

16. Li gora 1 Samûyêl 25:3, 23-28, Abîgaîl rastî çi çetinaya hat? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

16 Nabal, mêrê Abîgaîlê merivekî xwehiz, qure û bêşêkir bû. Dîsa jî, Abîgaîlê mecal nedigeriya ku yaxa xwe lê xilaz ke. Ewê dikaribû dengê xwe nekira û bihîşta ku Dawid û eskerên wî mêrê wê bikujin. Lê dewsa vê yekê, Abîgaîl seva mêr û malbeta xwe xwey ke, bi mêrxasî çû bal Dawid û 400 eskerên wî, wekî tevî wî xeber de. Serda jî, ew hazir bû ku neheqiya mêrê xwe hilde ser xwe (1 Samûyêl 25:3, 23-28 bixûne). Dawid fem kir ku Yehowa bi saya vê jina mêrxas, şîret da wî, wekî ew şaşîke mezin neke.

17. Mêr dikare ji serhatiya Dawid û Abîgaîlê çi dersa hîn be?

17 Ders bona mêra. Abîgaîl jineke serwaxt bû, û Dawid guh da şîreta wê. Lema ewî xûna kesên bêsûc nerijand. Mîna Dawid, mêrekî aqilmend wê nihêrandina jina xwe hilde hesab pêşiya ku safîkirineke ferz bike. Nihêrandina jina wî, dikare alî wî bike ku ew safîkirineke neaqilayî neke.

18. Jin dikarin ji mesela Abîgaîlê çi dersa hîn bin?

18 Ders bona jina. Firqî tune mêr Şedê Yehowa ye yan na, kulfeta ku Yehowa hiz dike û qedrê mêrê xwe digire, dikare li ser malbeta xwe baş hukum ke. Ewê meniya negere ku ji wî biqete. Jineke bawermend wê qedrê mêrê xwe bigire û serîtiya wî qebûl bike. Bi vî cûreyî, ewê dibeke bikaribe mêrê xwe hêlan ke ku ew derheqa Yehowa hîn be (1 Petrûs 3:1, 2). Heger qenciya jinê dilê mêrê wê negire jî, Yehowa aminiya wê qîmet dike û ji wê razî ye, çimkî ew serîtiya mêrê xwe qebûl dike.

19. Kengê lazim e ku jin gura mêrê xwe neke?

19 Heger mêr bixwaze ku jina wî qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz biteribîne, gelo jina wî gerekê çi bike? Mesele, heger mêrê xûşkeke me bixwaze ku ew derewa, diziyê yan jî tiştekî usa bike, çi ku Yehowa nefret dike, gelo ew gerekê çi bike? Ji her tiştî zêdetir, lazim e ku Mesîhî guh bidin Yehowa. Lema heger mêr bixwaze ku jina wî tiştekî xirab bike, gerekê ew vê yekê înkar bike û bi nermî, lê zelal jêra bêje ku ew çima nikare gura wî bike (Karên Şandiya 5:29).

Abzasa 20 binihêre *

20. Em ji ku zanin ku Meryem gelek nêzîkî Yehowa bû?

20 Meryem diya Îsa Mesîh gelek nêzîkî Yehowa bû. Eyan e ku Meryemê Nivîsarên Pîroz rind zanibûn. Gava Meryemê tevî Êlîzabêtê xeber da, ewê 20 cara zêdetir besa Nivîsarên Pîroz kir (Lûqa 1:46-55). Usa jî, gava Meryem dergîstiya Ûsiv bû, melekê Yehowa pêşiyê ne ku Ûsivra, lê Meryemêra eyan bû. Melek raste-rast tevî Meryemê xeber da û jêra mizgîn da ku Kurê Xwedê wê jêra bê bûyînê (Lûqa 1:26-33). Yehowa Meryem rind nas dikir, û ew bawer bû ku Meryem wê Kurê wî hiz bike û wî xwey bike. Çaxê Îsa Mesîh mir û bona jîyîna li ezmana hat rakirin jî, Meryemê bêşik dostiya xwe tevî Yehowa berdewam dikir (Karên Şandiya 1:14).

21. Mêr dikarin ji serhatiya Meryemê çi dersa hîn bin?

21 Ders bona mêra. Heger jinek Nivîsarên Pîroz rind zane, mêrê wê gerekê şa be. Ne lazim e ku ew eciz bibe û bifikire ku jina wî dixwaze hukumê wî hilde destê xwe. Gerekê ew fem bike ku heger jina wî gotin û prînsîpên Kitêba Pîroz rind zane, ev yek bona kara malbetê ye. Heger jin ji mêrê xwe zêdetir xwendî be jî, dîsa jî mêr serê malbetê ye û ew gerekê alî neferên xwe bike ku ewana Yehowa bihebînin. Mesele, gerekê ew qulixkirina tevî malbetê derbaz bike (Efesî 6:4).

Derheqa lêkolîna Kitêba Pîroz û fikirandina kûr, jineke bawermend dikare ji Meryemê çi dersa hîn be? (Abzasa 22 binihêre) *

22. Jin dikarin ji Meryemê çi dersa hîn bin?

22 Ders bona jina. Rast e mêr serê malbetê ye û jin gerekê gura wî bike, lê yeke jin gerekê xwexa jî bona ruhaniya xwe xem bike û baweriya xwe qewî bike (Galatî 6:5). Bona vê yekê, ew seva lêkolîna şexsî û fikirandina kûr gerekê wede bivîne. Ev yek wê alî wê bike ku hizkirina xwe hindava Yehowa xwey bike û hurmetê bide wî. Usa jî, jin wê bikaribe bi şabûnê serîtiya mêrê xwe qebûl bike.

23. Qebûlkirina serîtiya mêr çima bona jin, neferên wan û civatê kêrhatî ye?

23 Kulfetên ku serîtiya mêrên xwe qebûl dikin çimkî Yehowa hiz dikin, ji kulfetên ku prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêjin bextewartir in. Jinên usa bona xort û qîza meseleke baş in. Usa jî, ew him di malbeta xweda him jî di civatêda hizkirin û edilayê pêşda tînin (Tîto 2:3-5). Îro, heçî zef ji xizmetkarên Yehowa jin in (Zebûr 68:11). Civatêda, dixwazî jin be, dixwazî mêr be, rola her kesî heye. Gotara dinda, emê pêbihesin ku em çawa dikarin rolên xwe bînin sêrî.

KILAMA 131 “Ewên ku Xwedê Kirine Yek”

^ abz. 5 Yehowa dixwaze ku jineke mêrkirî guh bide mêrê xwe û qedrê wî bigire. Gelo ev yek çi tê hesabê? Cotên zewicî dikarin ji Îsa Mesîh û ji kulfetên ku Kitêba Pîroz besa wan dike, gelek tişta hîn bin.

^ abz. 68 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gava Meryemê tevî Êlîzabêtê xeber da, ewê hine rêzên ji Nivîsarên Pîroz bi ezberî got.

^ abz. 70 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îro jî, wê baş be ku jinên bawermend bona lêkolîna Kitêba Pîroz wede bivînin, wekî baweriya xwe qewî xwey kin.