Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tenê bona Xatirê Beşera Xweş!

Tenê bona Xatirê Beşera Xweş!

DU Qîzikên cahil tevayî li ciyên dikana bajarê Fîlîpînê Bagêoda digeriyan. Çevê wan li stênda edebyeta ket, lê ew neçûn wir. Xûşka me Hêlên, ya ku li ber stênda edebyeta sekinîbû, bi beşereke xweş li wan nihêrî. Her du qîzik riya xweda çûn, lê rûkena xweş ya Hêlênê dilê wan girt.

Paşê, gava ewana pê otobûsê diçûn malê, dîna wan ket ser nîşana mezin ya jw.org li ser Oda civatê. Hat bîra wan ku wana eynî nîşan ser stênda edebyeta jî dîtibû. Ewana ji otobûsê peya bûn û wana li ber derê Oda Civatê dîna xwe dane bernama wexta hemû civata.

Her du keçik di wexteke nêzîkda çûn yek ji wan civîna. Û gava ewana ketine Oda civatê, gelo çevê wan li kê ket? Belê wana Hêlênê dît! Wana ew jinka bi rûkeneke xweş nas kir. Hêlên dibêje: “Gava ewana nêzîkî min dibûn, hinekî tirs kete dilê min. Ez fikirîm ku belkî min tiştekî şaş kiriye.” Lê wan keçika Hêlênêra şirovekirin ku ewana çira hatin.

Wan keçikên cahil civat û xeberdana tevî xûşk-bira begem kirin; wana xwe ça malda usa rihet texmîn kir. Gava wana paşî civînê dît ku xûşk-bira odê paqij dikin, wana pirsî ka ewana dikarin alî wan bikin. Keçikek îda ji wî welatî derketibû, lê keçika din destpêkir bê ser civata û destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û ev her tişt qewimî – tenê bona xatirê beşera xweş!