Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Yehowa Riya Min Rast Kir

Yehowa Riya Min Rast Kir

BIRAKÎ cahil carekê ji min pirsî: “Tu herî zêde kîjan rêzê hiz dikî?” Min hema zû cab da û got: “Metelok serê 3, rêza 5 û 6: ‘Bi t’emamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser h’işê xwe. H’emû r’îyêd xweda tu Xwedê nas ke û Ewê h’emû şiver’îyêd te r’ast-dûz ke.’” Bi rastî jî, Yehowa riya min rast kir. Gelo çawa?

DÊ Û BAVÊ MIN RIYA RAST NÎŞANÎ MIN KIRIN

Dê û bavê min salên 1920-da pêşiya ku bizewicin rastiya derheqa Yehowa nas kirin. Ez destpêka sala 1939-da hatime bûyînê. Gava ez cahil bûm, em li Înglîstanê dijîtin û ez tevî dê û bavê xwe diçûm civînên Şedên Yehowa, û Mekteba Dannasînkirinê gelek min xweş dihat. Qet bîra min naçe ku ez çawa bona gotara pêşin rabûm ser sindoqekê wekî her kes bikaribe min bivîne. Hingê ez şeş salî bûm û gava min li kesên mezin nihêrî, bû terpeterpa dilê min.

Tevî dê-bavê xwe kûçêda xizmet dikim

Bavê min minra pêşanîneke hêsa ser kaxazê nivîsî. Heyşt saliya xweda, ez cara pêşin tenê çûm ber derîkî. Ez gelek şa bûm gava xweyê malê nivîsara min xwend û kitêba “Xwedê Rast e” hilda. Ez reve-rev çûm cem bavê xwe û min her tişt jêra gilî kir. Xizmet û civat dilê min şa dikirin û xwestina min zêde dikirin ku ez xizmeta hertim destpêkim.

Gava bavê min “Birca Qerewiliyê” başqe bona min jî hildida, rastiya Kitêba Pîroz hê zêde dilê min girt. Min bi çarçeva her jûrnala ku bi postayê dihat, dixwend. Baweriya min hindava Yehowa diha qewî dibû û min jîyîna xwe da destê wî.

Ez û dê-bavê min, em sala 1950-da çûn civîna mezin ya bi navê “Zêdebûna Têokratiyê”, Niyû Yorkêda. Navê têma roja Pênşemê ya 3 Tebaxê usa bû: “Roja Mîsyonêra”. Vê rojê birê Kêry Barbêr, yê ku paşê bû endemekî Koma Rêberiyê, gotara nixumandinê xwend. Paşî ku ewî xilaziya gotarê ji kesên ku dixwaztin bêne nixumandinê du pirs pirsî, ez rabûm û min got: “Erê!” Rast e ez 11 salî bûm, lê min zanibû ku ez gaveke ferz davêjim. Dîsa jî xof kete dilê min ku bikevim avê, çimkî min hê nizanibû ku ça xwe avê xim. Apê min dilê min rihet kir û tevî min hat heta hewza nixumandinê. Nixumandin haqas zû derbaz bû ku nigên min qet binê hewzê jî neket. Birakî destê min girt û ez dame yê din; yekî ez nixumandim û yê din jî ez rakirim û ji hewzê derxistim. Destpêka ji wê roja ferz, Yehowa riya min berdewam dike rast bike.

MIN ÎTBARIYA XWE YEHOWA ANÎ

Paşî mektebê, min dixwest ku ez bibim pêşeng, lê dersdarên min minra digotin ku gerekê ez herim zanîngehê. Yazix ku min gura wan kir û ez çûm zanîngehê. Lê min zû fem kir ku ez nikarim rastiyêda qewî bimînim û him jî dîna xwe bidim ser xwendina zanîngehê, lema min safî kir ku ji zanîngehê derkevim. Min bona vê yekê Yehowara dua kir. Paşê, min dersdarên xwera nemeke bi qedir nivîsî, ku ezê di xilaziya sala pêşinda, herim. Min bi temamiya dilê xwe îtbariya xwe Yehowa anî, û ez zû bûme pêşeng.

Tîrmehêda sala 1957-da, min li bajarê Wêllîngboroghê xizmeta hertim destpêkir. Min ji birên li Beytela Londonê pirs kir ka ez dikarim tevî birakî cêribandî xizmetê bikim. Birê Bêrt Vaîsêy, yê ku yekî jîr û serxwe bû, bû dersdarê min, û ewî gelek alî min kir ku ez li gora planeke baş xizmetê bikim. Di civata meda tenê ez, birê Vaîsêy û şeş xûşkên emirda mezin hebûn. Gava min xwe bona civîna bi xîret hazir dikir, gelek mecal diketin destê min ku ez îtbariya xwe hindava Yehowa diha qewî bikim û baweriya xwe eyan kim.

Ji bo înkarkirina xizmeta eskerî, ez ser wexteke kin ketibûm kelê. Paşê, min Barbara, ya ku pêşenga mexsûs bû, nas kir. Em sala 1959-da zewicîn, û em hazir bûn ku bona xizmetê herin her dera. Pêşiyê, em li bakura roavayê Înglîstanê li Lankaşîrê bûn. Paşê, ez di meha Çileyê ya sala 1961-da bona Mekteba Xizmetiyê ya yekmehî li Beytela Londonê hatibûm teglîfkirin. Ez şaş mam ku ez xilaziya vê mektebê bona xizmeta rêwîtiyê hatim kifşkirin. Ez du heftiya ji aliyê berpirsiyarekî mihalê yê cêribandî li bajarê Bîrmînghamê hatim hînkirin, û ji Barbarayêra îzin hat dayîn ku tevî min bê. Paşê em vegeriyan kifşkirina xwe ya li Lankaşîr û Çêşîrê.

ME ÎTBARIYA XWE YEHOWA ANÎ Û QET POŞMAN NEBÛNE

Gava em meha Tebaxê sala 1962-da li tatîlê bûn, me nemek ji Beytelê stand. Di nemêda blanka bona Mekteba Gîledê hebûn! Paşî ku me bona vê yekê dua kir, min û Barbarayê blank tije kirin û çawa ku ji me hatibû xwestin, me ew zû şandin Beytelê. Pênc meh şûnda, em çûn Brûklînê (Niyû York) wekî Mekteba Gîledê derbaz bin, û li wir me deh meha hînbûna têokratîk stand.

Li Mekteba Gîledê, em ne tenê derheqa Xebera Xwedê û teşkîleta wî, lê derheqa biratiya meye hemdinyayê jî gelek tişt hîn bûn. Gava em ji şagirtên di koma xweda gelek tişt hîn bûn, em weke 25 salî bûn. Bona min hevkariya tevî birê Frêd Rask, yê ku yek ji dersdarên me bû, qedirekî gelek mezin bû. Derseke gelek ferz ya ku ewî da me ew bû ku gerekê em hazir bin ku hertim ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta bidin. Birên cêribandî mîna Nêytan Nor, Frêdêrîk Frans û Karl Klêîn ders didane me. Û em ji dersên birê meyî milûk Artûr Makmîllan hîn bûn ku Yehowa çawa wedê cêribandina, dêmek ji sala 1914 heta destpêka sala 1919 rêberiya xizmetkarên xwe kiribû.

KIFŞKIRINA NÛ

Xilaziya hînbûna vê mektebêda, birê Nor min û Barbarayêra got ku emê bên şandin Bûrûndiyê (Afrîka). Em bi lez çûn kitêbxaneya Beytelê wekî em di kitêba “Hersalîda” bivînin ku li Bûrûndiyê çend mizgînvan hene. Em ecêbmayî man ku me li ser wî welatî tu hejmarên mizgînvana nedîtin. Belê, emê biçûna deşteke nû ya ku me tenê hinekî nas dikir. Hey wax, dilê me kire terpeterp! Lê duayên ji dil em rihet kirin.

Li Bûrûndiyê her tişt, dêmek hewa, kûltûr û ziman bona me xerîb û ecêb bû. Lazim bû ku em zimanê Fransî hîn bin. Û bona me zemet bû ku em xwera malekê bivînin. Du roj paşî hatina me, yek ji hevaldersên meyî Gîledê, birê Harry Arnott, yê ku vedigeriya kifşkirina xwe ya li Zambiyayê, hat cem me. Ewî alî me kir ku em xwera malekê bivînin. Ew mal bû mala me ya pêşin ça mîsyonêr. Lê paşî demeke kin, merivên dewletê, yên ku Şedên Yehowa nas nedikirin, li himberî me rabûn. Wexta ku me şabûn ji xizmeta xwe distand, wana mera got ku em nikarin bê destûrnemaye şixul, li wir bimînin. Yazix, em mecbûr bûn ji welatî derkevin, û em çûne welatê Ûgandayê.

Em ditirsiyan ku bê vîzeyê herin Ûgandayê, lê me îtbariya xwe Yehowa anî. Birakî Kanadayî, yê ku bona xizmetê hatibû Ûgandayê, ofîsêrê êmîgrantara derheqa halê me gilî kir. Û paşê mera çend meh hatin dayînê ku em îzina jîtinê destxin. Me ji vê derecê fem kir ku Yehowa tevî me ye.

Halê li Ûgandayê ji halê li Bûrûndiyê gelek cude bû. Rast e li temamiya Ûgandayê tenê 28 mizgînvan hebûn, lê dîsa jî îşê belakirina mizgînê pêşda diçû. Li vê deştê, gelek meriva bi zimanê Înglîzî xeber dida. Lê em zû pêhesiyan ku gerekê em bona pêşdaçûyîna merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, herî kêm zimanekî herêmê jî hîn bin. Pêşiyê me li herêma Kampalayê mizgîn bela dikir. Li wêderê herî zêde ser zimanê Lûgandayî xeber didan. Mera çend sal lazim bûn ku em ser vî zimanî rind xeber bidin, û ev yek bona xizmeta me kêrhatî bû. Îjar me hewcedariyên ruhanî yên xwendekarên xwe diha baş fem dikir. Lema wana dilê xwe mera vedikir û hestên xwe bona tiştên ku hîn dibûn jî digotin.

RÊWÎTIYÊN MEXSÛS

Rêwîtiya me ya mexsûs li Ûgandayê

Gava me alî kesên milûk dikir ku ewana rastiyê nas bikin, em dilşa dibûn. Û wexta ku me li temamiya welêt xizmeta rêwîtiyê destpêkir, em hê diha zêde şa bûn. Bin rêberiya fîlîala Kenyayê, em li ciyên layîq digeriyan ku pêşengên mexsûs li wêderê deşteke nû ava bikin. Gelek cara kesên ku qet haş ji Şedên Yehowa tune bûn, mêvanhizîke mezin mera nîşan dikirin. Wana em bi dilgermî teglîfî mala xwe dikirin û mera xwarin çêdikirin.

Paşê ez çûm rêwîtîke din ya mexsûs. Ji Kampalayê, ez du roja bi trênê çûm gemîgeha Kenyayê ya li Mombasayê. Û paşê ez bi gemiyê çûm Seyşelê, ya ku komeke girava ya li Okyanûsa Hindê ye. Paşê ji sala 1965 heta sala 1972, ez û Barbara, em tevayî diçûne Seyşelê. Di wê wextêda, pêşiya ji du mizgînvana komek çêbû, û paşê civateke xweş. Di rêwîtiyên dinda jî, ez çûm cem xûşk û birên li Erîtrêya, Etiyopya û Sûdanê.

Li Ûgandayê, paşî ku ordîke eskera dewlet hildane bin destê xwe, halê welattda zû xirab bû. Di wan salên xofda, min rind fem kir ku çiqas bi bîlanî e ku ez li gora vê temiya Kitêba Pîroz bikim, dêmek ‘yêd Qeyser in bidime Qeyser’ (Marqos 12:17). Carekê, ji hemû bineliyên dewletên din hat xwestin ku herin buroya polîsê û xwe binivîsin. Me derbêra usa kir. Çend roj şûnda, gava ez û mîsyonêrekî li Kampalayê digeriyan, polîsên nişkêva em dane sekinandinê. Dilê me tevizî! Wana em ça cesûs sûcdar kirin û birin polîsxanê. Li wêderê me wanra zelal kir ku em mîsyonêrên edilayîhiz in. Wana gotinên me ku me xwe pêşda îda xwe polîsra dane nivîsarê, avîtin pişt guhê xwe. Bin kontrola nobedarê çekkirîda, em birin polîsxaneya nêzîkî mala mîsyonêra. Gava ofîsêrê polîsê em nas kirin, dilê me pir rihet bû. Ewî zanibû ku me xwe îda pêşda nivîsiye, û gote nobedar ku me berde!

Wan rojada, gava em gelek cara rastî barîkatên eskerî dihatin, û îlahî wexta ku eskerên gelek serxweş em disekinandin, bîna me pir teng dibû. Îjar her cara ku me dua dikir, dilê me rihet dibû û em bi xêr û silamet derbaz dibûn. Yazix, hemû mîsyonêrên ji welatên din di sala 1973-da ji Ûgandayê hatin derxistin.

Kopîkirina “Qulixkirina Meye Padşatiyê” Abîcan, fîlîala Kot Dêvûar

Dîsa jî em hatine şandinê cîkî din, vê carê em çûn Kot Dêvûarê (Afrîkaya Roavayê). Ev yek bona me guhastineke pir mezin bû! Lazim bû ku em kûltûreke nû hîn bin, tenê ser zimanê Fransî xeber din û tevî mîsyonêrên ji welatên din, bijîn. Gava ku însanên milûk û dilpak yên li deşta me mizgîna xêrê zû qebûl dikirin, me fem dikir ku Yehowa rêberiya me dike. Min û Barbarayê dît ku îtbariya me hindava Yehowa çawa riya me rast dikir.

Paşê Barbara nişkêva bi nexweşiya kansêrê ket. Bona qenckirina wê, em gelek cara diçûn welatên din. Di sala 1983-da, me fem kir ku em îda nikarin li Afrîkayê bimînin. Bi vê yekê dilê me gelek êşiya!

HALÊ ME HAT GUHASTIN

Gava me li Beytela Londonê xizmet dikir, siheta Barbarayê diha xirab dibû û paşê wê yekê ew mir. Malbeta Beytelê kêleka min bû û alî min dikirin. Îlahî cotekî zewicî alî min kir ku ez halê xweyî giran sivik derbaz kim û berdewam kim îtbariya xwe Yehowa bînim. Paşê, min xûşkeke ku ji derva dihat li Beytelê dixebitî, nas kir. Ew berê pêşenga mexsûs bû, ewê Yehowa û tiştên ruhanî gelek hiz dikir. Di sala 1989-da, ez û Ann hevra zewicîn û ji wî wedeyî em li Beytelê xizmetê dikin.

Tevî Ann li ber Beytela Înglîstanê

Ji sala 1995 heta sala 2018, minra qedirekî usa hate dayînê ku ez bûme wekîlê Koma Rêberiyê, û min serlêdana nêzîkî 60 welata dikir. Li her welatekî, min îzbat dîtin ku Yehowa di her halîda xêr û bereketa xwe ser serê xizmetkarên xwe kêm nake.

Di sala 2017-da, em bona serlêdanê dîsa vegeriyan Afrîkayê. Çi dilxweşiyeke mezin bû ku min cara pêşin Ann tevî xwe bir Bûrûndiyê û em ecêbmayî man ku li wêderê xizmeta li deştê çiqas pêşda çûbû. Li ser vê kûçê ku min sala 1964-da xizmeta mal bi mal kiribû, niha Beyteleke xweşik, ya ku bona 15 500 mizgînvana cabdar e, hatiye avakirin.

Ez gelek şa bûm gava min plana welatên ku ezê di sala 2018-da serlêdana bikim, stand. Yek ji wan welata Kot Dêvûar. Çaxê em gihîştin bajarê mezin Abîсanê, min xwe wek li malê texmîn dikir. Wexta ku min li kaxaza telefonên xûşk û birên li Beytelê nihêrî, min dît ku birê Sossoû cînarê min e. Ev nav bona min ne xerîb bû. Hat bîra min ku birê Sossoû wek nobedarê bajêr xizmet kiribû. Li wê demê ez li Abîсanê bûm. Lê ez şaş mam! Ew Sossoû yekî din bû, dêmek kurê wî bû.

Yehowa hertim xweyê soza xwe ye. Ez ji hemû tengasiyên jîyîna xwe hîn bûm ku heger em îtbariya xwe Yehowa bînin, ewê riya me rast ke. Hizreta dilê me ew e ku em ji riya jîyîna herheyî, ya ku wê dinya tezeda hê zêde şewq bide, qet dernekevin (Metelok 4:18).