Bira Baweriya We Ser Tiştên ku Em Hîviyê ne, Hê Qewî be
“Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî” (ÎBRN. 11:1, DT).
1, 2. a) Çida baweriya Mesîhiya cude dibe ji baweriya merivên vê dinyayê? b) Kîjan pirsên ferz niha emê şêwir kin?
HEMÛ Mesîhiyên rast gelek hîviyê ne, çaxê pê çevê xwe bivînin ku qirara Yehowa bê sêrî û navê wî bê rûmetkirinê (Yûhn. 10:16; Met. 6:9, 10). Rastî jî ew wede wê çiqas xweş be û ji vê çêtir îda çi heye! Yehowa usa jî mera soz da, ku wê jîyîna heta-hetayê bide me, yên rûnkiriyara ser ezmana, lê yên dinra ser erdê (2 Pet. 3:13). Lê heta ew wede bê, em dixwazin bivînin ku çawa cimeta Yehowa ruhanîda hê pêşda here.
2 Hergê baweriya me rast e, emê tu car “dudilî” nîbin, wekî “çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî”. Ew tê hesabê ku emê sed selefî bawer bin, wekî sozên Yehowa wê bêne sêrî (Îbrn. 11:1, DT). Gelek merivên vê dinyayê jî hîviya tiştekî ne, lê yeke dudilî ne hela ew yek wê bê sêrî yan na. Mesele, gelek merivên xumarbaz hîviyê ne ku perê qalim qazanc kin, lê sed selefî bawer nînin wê qazanc kin yan na. Dibeke hûn difikirin, gelo hûn ça dikarin qe dudilî nebin, wekî çi ku hûn hîviyê ne, wê ese bê sêrî? Û çi karê hûnê bistînin, hergê baweriya we qewî ye hindava sozên Xwedê?
3. Çira em bawer dikin wekî sozên Xwedê wê bêne sêrî?
Galt. 5:22). Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku baweriya Yehowa heye, yan jî ku jêra lazim e bawerî. Çimkî Yehowa himzor e û lapî bîlan e, û tu tişt nikare riya wî bigire seva qirara xwe bîne sêrî. Yehowa hindava sozên xweda usa bawer e, ku ew hesab dike wekî sozên wî îda hatine sêrî. Kitêba Pîrozda ew giliyên usa dibêje: “Her tişt hate sêrî”. (Bixûne Eyantî 21:3-6.) Hîmê baweriya me ew e, ku em zanin wekî Yehowa “Xwedêyê amin e”, yê ku timê sozên xwe tîne sêrî (Qan. Dcr. 7:9, PKM).
3 Bawerî ji zikmakiyê nayê, çimkî bawerî ew heye berê ruhê Xwedêyî pîroz, kîjan ku hukum dike ser merivên dilnerm (ÇEV BIDINE BAWERIYA XIZMETKARÊN BERÊ
4. Xizmetkarên Xwedê ku berî dewrana me dijîtin, hîviya çi wedeyî bûn?
4 Îbranî serê 11-da, navê 16 jin û mêra nivîsar e, yên ku sozên Xwedê qayîm bawer dikirin. Wî serîda usa jî tê gotinê derheqa merivên din, yên ku “baweriya xweda berbiçev bûn” (Îbrn. 11:39). Ew hemûşk hîviya “zuret” bûn, kîjan ku Xwedê soz da, ku ew “zuret” wê bê û Şeytan bihincirîne, û usa jî qirara Yehowa ya pêşiyê bîne sêrî (Destp. 3:15). Ew merivên amin pêşiya hatina “zuretê” sozdayî mirine, dêmek pêşiya Îsa Mesîh, yê ku rê vekir seva meriv bijîn ser ezmana. Lema ewana hîviyê nîbûn ku wê bijîn ser ezmana (Galt. 3:16). Lê sozên Yehowa tu car nayêne guhastinê, û ew wê wan meriva ji mirinê rake. Ewana wê bibine bêqisûr û heta-hetayê ser erdê bijîn (Zeb. 37:11; Îşa. 26:19; Hos. 13:14).
5, 6. Birahîm û malbeta wî hîviya çi wedeyî bûn û ça wana baweriya xwe qewî xwey dikirin?(Binihêre şiklê ewlin.)
5 Îbranî 11:13-da derheqa xizmetkarên berê tê gotinê: “Ev hemû jî ku baweriyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn”. Yek ji wan merivên amin Birahîm bû. Lê gelo ew hîviyê bû, ku wê emrekî baş bistîne, çaxê “zureta” sozdayî wê serwêrtiyê bike? Îsa raste-rast caba wê pirsê da: “Bavê we Birahîm heyra wê roja minda bû, wî dît û şa bû” (Yûhn. 8:56). Sera, Îshaq, Aqûb û merivên din jî hîviya wî wedeyî bûn, çaxê Padşatî, kîjan ku “efirandar û avakirê wê Xwedê ye”, ser temamiya erdê serwêrtiyê bike (Îbrn. 11:8-11).
6 Lê gelo çira baweriya Birahîm û ya malbeta wî qewî bû? Ewana timê derheqa Xwedê pêdihesiyan, mesele ji merivên emirda mezin ku Xwedêra amin bûn, yan diqewime bi xewin û xeyala, yan jî dibeke ji nivîsarên berê. Ewana çi ku pêdihesiyan derheqa Yehowa û sozên wî, bîra xweda xwey dikirin û ser difikirîn. Û çimkî wana bawer dikir ku sozên Yehowa wê ese bêne sêrî, ewana tengasiyada Xwedêra amin diman.
7. Yehowa bi saya çi alî me dike, wekî baweriya me qewî bimîne, û em aliyê xweda gerekê çi bikin?
7 Seva ku baweriya me qewî bimîne, Yehowa Xebera xwe daye me, dêmek Kitêba Pîroz. Xebera xweda ew mera dibêje ku em ça dikarin bextewar bin. Lema jî em gerekê her roj Kitêba Pîroz bixûnin. (Zeb. 1:1-3; bixûne Karên Şandiya 17:11.) Xêncî wê yekê, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt”, mera xwarina ruhanî têr-tije dide (Met. 24:45). Hergê em jî mîna xizmetkarên berê, timê bifikirin ser sozên Xwedê û gura temiyên wî bikin, baweriya me wê qewî be û emê hîviya hatina Padşatiya Xwedê bin.
8. Ça dua dikare baweriya me qewî ke?
8 Gelo dîsa çi alî xizmetkarên berê dikir ku baweriya wan qewî bû? Dua alî wan dikir. Çaxê wana didît ku Xwedê ça caba duayên wan dide, baweriya wan qewî dibû (Nehem. 1:4, 11; Zeb. 34:4, 15, 17; Dan. 9:19-21). Em jî gerekê duada dilê xwe Yehowara vekin û xemên xwe jêra gilî kin. Lê em gerekê bawer bin, ku ew duayê me dibihê û wê qewatê bide me, wekî em wedê tengasiya şabûna xwe unda nekin. Çaxê em bivînin ku Yehowa ça caba duayên me dide, baweriya me wê hê qewî be. (Bixûne 1 Yûhenna 5:14, 15.) Bawerî ew heye berê ruhê pîroz, lema çawa ku Îsa got, em gerekê timê dua bikin, wekî Xwedê ruhê xweyî pîroz bide me (Lûqa 11:9, 13).
9. Xêncî ku bona xwe dua bikin, dîsa derheqa kê em gerekê dua bikin?
9 Çaxê em Xwedêra dua dikin, em gerekê tenê seva xwe dua nekin. Bê hesab tişt hene, seva çi jî em dikarin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê û şikiriyê bidine wî! (Zeb. 40:5) Em duayên xweda gerekê usa jî “girtiya bîr bînin, hesab kin ku çawa [em] jî tevî wan girtî ne”. Û usa jî em gerekê dua bikin seva xûşk-birên me nav temamiya dinyayê, îlahî seva “rêberêd xwe”. Çaxê em bivînin ku Yehowa ça caba duayên me dide, ew yek wê dilê me bigire û emê hê nêzîkî wî bin (Îbrn. 13:3, 7).
EWANA AMIN MAN
10. Gilî kin meselên xizmetkarên Xwedê, yên ku amin mane, û çi alî wan kir ku ewana amin man?
10 Îbranî serê 11-da Pawlos gilî dike derheqa gelek xizmetkarên Xwedê, yên ku rastî tengasiya hatine û Xwedêra amin mane. Mesele, ewî got derheqa jinên amin, kurên kîjana miribûn, lê paşê hatine saxkirinê. Wana bawer dikir sozê Xwedê ku mirî wê rabin. Paşê, Pawlos gilî kir derheqa ewên ku “azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rabin bigihîjine jîyîneke hê qenc” (Îbrn. 11:35). Diqewime Pawlos digot derheqa Nabot û Zekerya, kîjan ku dane ber kevira, çimkî wana gura Xwedê dikir (1 Padş. 21:3, 15; 2 Dîr. 24:20, 21). Daniyêl û hevalên wî jî ber bijartinê bûn, hela Xwedêra amin bimînin, yan jî serê xwe ber xudanên qelp daynin. Wana dikaribû “azayî” bijbarta, lê wana baweriya xwe Xwedê dianîn û seva wîra amin bimînin hazir bûn emirê xwe jî bidin. Daniyêl avîtine nav şêra, lê hevalên wî avîtine nava agir. Yeke wana qayîm bawer dikir, ku Xwedê wê qewatê bide wan û alî wan bike sebir kin wan çetinayada (Îbrn. 11:33, 34; Dan. 3:16-18, 20, 28; 6:13, 16, 21-23).
11. Pêxemberên amin rastî kîjan tengasiya dihatin?
11 Gelek pêxemberên amin, mesele Mîxa û Yêremya, kelada dihatine “zêrandinê”, û hin jî meriva qerfê xwe wana dikirin. Hinek jî mîna Êlyas, “li berî û çiya digeriyan, şkeft û nelada diman”. Her kes ji wan Xwedêra amin man, çimkî dudilî nîbûn wekî sozên Xwedê wê ese bêne sêrî (Îbrn. 11:1, 36-38; 1 Padş. 18:13; 22:24-27; Yêrem. 20:1, 2; 28:10, 11; 32:2).
12. Kê qayîm sebir kir tengasiyada û çi alî wî kir vê yekêda?
12 Çaxê Pawlos gilî kir derheqa cûre-cûre mêr û jinên amin, ewî paşê gilî kir derheqa wî kesî, kîjan bû meseleke lape qewî. Ew hebû Îsa Mesîh. Îbranî 12:2-da Pawlos got, wekî Îsa “bona wê şabûna pêşiya xwe”, stûna cefayê hilda, “şerm ber tiştekî hesab nekir, paşê kêleka Xwedêye rastê ser text rûnişt”. Îsa cefê giran kişand û Xwedêra amin ma çimkî baweriya wî qayîm bû, û em gerekê kûr bifikirin ser mesela wî. (Bixûne Îbranî 12:3.) Gelek Mesîhiyên qirna yekêda emirê xwe unda kirin, çimkî mîna Îsa amin man Xwedêra. Mesele ji wana yek Antîpas bû (Eyan. 2:13). Lê ew hemû Mesîhiyên amin, xelata xwe îda standine. Ewana jî, mîna xizmetkarên berê, hîviyê bûn “wekî ji mirinê rabin bigihîjne jîyîneke hê qenc” (Îbrn. 11:35). Û ew hemû Mesîhiyên amin, paşî sala 1914, çaxê Padşatiya Xwedê saz bû, hatine saxkirinê wekî bijîn ser ezmana û tevî Îsa serwêrtiyê erdê bikin (Eyan. 20:4).
MESELÊN MERIVÊN AMINE ÎROYÎN
13, 14. Rûdolf Grîkên rastî çi tengasiya hat, û çi alî wî kir ku sebir ke?
13 Îro bi mîlyona xizmetkarên Xwedê çev didine Îsa. Ewana jî hîviya sozên Xwedê ne, û wîra amin dimînin wedê tengasiya. Were mesela birakî me binihêrin, navê wî Rûdolf Grîkên e. Ew sala 1925 Almanyayêda hatiye bûyînê. Ewî dianî bîra xwe wekî mala wîda, ser dîwara şiklên qewimandinên ji Kitêba Pîroz hebûn. Îşa. 11:6-9). Nava gelek salada Rûdolf qayîm dihate zêrandinê, pêşiyê Gêstapoya Natsîsta wî dizêrandin, paşê jî Komûnîst “Stasî” ya Almanya Rohlatê. Wedê wan tengasiya, ewî ew şikil û cinet dida ber çevê xwe, û usa ew baweriya xwe qewî xwey kir.
Ewî nivîsî: “Ser şiklekî gur tevî berxikê bû, piling tevî karikê, golik tevî şêr, hemûşk edilayêda bûn, û gedê biçûk wana dajot . . . Şikilên wî cûreyî hişê minda gelek kûr man” (14 Rûdolf gelek çetinayên din jî dît. Diya wî girtîgeha natsîstada ji nexweşîke giran mir. Bavê wî ruhanîda sist bû, û dokûmênt tije kir wekî ew îda naxwaze bibe Şedê Yehowa. Lê yeke Rûdolf baweriya xwe unda nekir. Çaxê ew ji kelê derket, ew bû berpirsiyarê mihalê û paşê Mekteba Gîled xilaz kir. Paşî mektebê ew Çîlîstanêda hate kifşkirinê ça mîsyonêr, û paşê wêderê dîsa ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikir. Paşê ew zewicî tevî xûşkeke mîsyonêr Patsî. Salek derbaz bû, qîza wane virnî mir. Paşê, jina wîye 43 salî mir, kîjan ku ew gelek hiz dikir. Rûdolf ber wan tengasiya teyax kir, û berdewam dikir Yehowara xizmet ke. Çaxê ew emirda mezin bû û nexweş bû, hingê jî ew pêşeng bû û ça rûspî xizmet dikir. Serhatiya wî em dikarin bixûnin ji “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Tebaxê, sala 1997, ser rûpêlên 20-25. [1]
15. Mesela hine xûşk-birên îroyîn bînin, yên ku rastî zêrandina tên lê yeke şabûna xwe xizmetiyêda unda nakin.
15 Îro gelek pey xûşk-birên me dikevin û wan dizêrînin, lê yeke ewana berdewam dikin bi şabûnê Xwedêra xizmet dikin. Mesele, gelek ji wan, Erîtrêya, Sîngapûr, û Korêya Başûrêda kelêda nin, çimkî tevnebûyînê xwey dikin û “şûr” hilnadin destê xwe (Met. 26:52). Nava wan girtiyada nin Êsak, Nêgêdê, Paûlos, yên îda 20 sala zêdetir kela Erîtrêyayêda nin. Wêderê wana gelek dizêrînin. Xêncî vê yekê, ewana ne dikarin bizewicin, ne jî miqatî dê-bavê xwe bin, yên ku emirda mezin in. Lê yeke ewana amin dimînin Yehowara û baweriya xwe qayîm xwey dikin. Hela hê nobedarên kelêda jî qedirê wan digirin. Ser sifetê wan bira tê kifşê ku ewana şabûna xwe unda nakin. Şiklên wan em dikarin ser malpera me jw.org bivînin.
16. Baweriya qewî dikare we ji çi xwey ke?
16 Gelek xûşk-birên me dibeke rastî wan zêrandina nehatine, lê baweriya wan bi cûrekî mayîn tê cêribandinê. Gelek telî-tengiyada nin ji bo kesîbbûnê, şera, yan ji bo xezaba. Hinek jî, mîna Mûsa û pêxemberên din, neketine heyra navê xwe. Ewana mîna vê dinyayê nînin, ku pey hebûnê kevin û tenê seva xwe bifikirin. Lê gelo çi alî wan dike ku ewana amin dimînin Xwedêra? Ewana Yehowa gelek hiz dikin. Ewana qayîm baweriya xwe sozên wî tînin, ku ew wê hemû xirabiyê kuta ke û dinya tezeda wê jîyîna heta-hetayê bide xizmetkarên xweyî amin. (Bixûne Zebûr 37:5, 7, 9, 29.)
17. Hûn ça dixwazin baweriya xwe qewî xwey kin, û têmaya dinda emê derheqa çi şêwir kin?
17 Vê têmayêda, me dît ku çawa fikirandin ser sozên Xwedê û dua, baweriya me qewî dike. Çaxê baweriya me qewî ye, em dikarin tengasiya sebir kin. Têma dinda emê xeberdin, ku dîsa çi tê hesabê bawerî.
^ [1] (abzasa 14) Usa jî binihêrin têma bi navê “Tengasî, Baweriya Min Sist Nekirin”, ji jûrnala “Hişyar Bin!”, 22 Nîsanê, sala 2002, kîderêda tê gilîkirinê serhatiya Andrê Hanak ji Slovakyayê.