Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Legleg

Çi Em Hîn Dibin Ji Çivîkên Ezmên

Çi Em Hîn Dibin Ji Çivîkên Ezmên

“Bipirse . . . ji civîkên ezmanan . . . bila bigihînin te. Di nava wana hemûyada . . . kî nizane ku, destê Xudan [Yehowa] vêya çêkiriye?” (Îbo 12:7, 9).

WEKE 3 000 sal zêdetir pêşda, Îbo pêxember têderxist, ku çivîkên ezmên dikarin gelek tişt derheqa şixulên Xwedê bigihînin me. Him jî gelek mesele û mêtafora li ser hîmê meselên çivîka ne. Di Kitêba Pîrozda jî hene mesele bona çivîka û ev gelek tişt me hîn dikin derheqa heleqetiya me tevî Xwedê. Werên em dîna xwe bidine çend mesela.

HÊLÎNÊN DÛVMEQESKA

Dûvmeqesk

Bineliyên Orşelîmê rind zanibûn, ku dûvmeqesk hêlînên xwe bin baniyên xaniya çêdikin. Dûvmeqeska, hêlînên xwe di paristgeha Silêmanda jî çêdikirin. Dûvmeqeskên ku hêlînên xwe timê di paristgehêda çêdikirin, dikaribûn bê xof wê derê cûcûkên xwe mezin kin.

Nivîskarê Zebûra 84, yek ji kurên Korah bû, yê ku di paristgehêda şeş meha carekê, weke heftêkî xizmet dikir. Ewî dîna xwe da wan hêlîna yên ku di paristgehêda çêkirî bûn. Korah hizret bû bibe anegorî dûvmeqeska, hêlînên kîjana ku di mala Yehowada bûn. Ewî giliyê usa digot: “YA XUDAN [Yehowa] serwêrê hemû hêzan, xaniyên te çiqas xweşi kin! Canê min bêriya hewşên te dikin, hundirê min dikişîne, ji hewên Xudan. Heta çivîkan jî hêlînek û hecîreşk [dûvmeqesk] cîhekî çêlîkên xwe lê deyne dîtin, lê cem pêşkêşîgehên te, ya XUDANÊ serwerê hemû hêzan, Qiralê min û Xwedayê min!” (Zebûr 84:1-3). Gelek ferz e wekî em jî bixwazin tevî cahilên xwe, hergav li mala Yehowada tevî cimeta wî top bin (Zebûr 26:8, 12).

LEGLEG WEDÊ XWE ZANE

Yêremiya pêxember nivîsî: “Belê, leglega li ezmana wextên xweyî eşkere dizane”. Bê şik Yêremiya rind zanibû derheqa koçkirina leglega nava temamiya Erdê Sozdayîda. Li gora hesabkirinê, baharê weke 300 000 zêdetir leglegên sipî ji Afrîkayê derbazî Deşta Ûrdonê dibin û ji wir derbazî Ewrûpaya Bakûrê dibin. Sihetên wane bîolojî wanara dide zanîn, ku ewana gerekê vegerin ciyê germ li hêlînên xwe. Anegorî çivîkên din ku koç dikin, legleg jî “wexta hatina xwe” zanin û tên (Yêremya 8:7).

Kitêba “Collins Atlas of Bird Migration” dibêje, wekî çivîk bi rastî bi saya zikmakiyê koç dikin. Belê, Yehowa Xwedê zikmakî da çivîkên ku koç dikin, seva ku bikaribin li gora vê yekê bizanibin wextê koçkirina xwe. Lê meriyara Xwedê fereseteke usa daye, ku bikaribin wext û demsala têderxin (Lûqa 12:54-56). Hemikî zanebûn derheqa Xwedê ça kilît e, ku alîkariyê dide me, seva têderxin ferzbûna rojên îroyîn. Cimeta Îsraêlî wedê Yêremya tiştên usa nizanibûn. Xwedê wanara eyan kir ku problêma wan çida ne: “Ev gotina Xudan ji xweva avîtin û . . . çi zanyarî di wanda heye?” (Yêremiya 8:9).

Îro gelek îzbatkirin hene, ku em “rojêd axiriyêda” dijîn, çawa ku Kitêba Pîroz nav dike (2 Tîmotêyo 3:1-5). Lê hûnê çev bidine leglega û dîna xwe bidine “demsala”?

TEYR JI DÛRVA DIVÎNE

Eylo (Teyr)

Di Kitêba Pîrozda gelek cara derheqa teyr (eylo), tê gotinê û ev çivîk rind nas bû bona merivên Erdê Sozdayî. Teyr ji hêlînên xwe, yên ku bilindaya zinarada cîwar kirîne, çevnihêriyê dike û xwarinê xwera digere. Kitêba Pîroz dibêje ku “çevên wê ji dûrva dibînin” (Îbo 39:27-29). Çevên teyr usa rind divînin, ku ewana dikarin ji kîlomêtrekê dûr kêvrûşkê bivînin.

Çawa ku teyr ji dûrva divîne, Yehowa jî dikare dûr li axiriyê binihêre. Ewî giliyê usa got: “Yê ku dawiyê ji pêşiyêva û tiştên ku hin nebûne ji berêva dighîne” (Îşaya 46:10). Çaxê em li gora rêberiya Yehowa dijîn, em karê distînin ji bîlaniya wî û ji zanebûna wîye derheqa axiriyê (Îşaya 48:17, 18).

Kitêba Pîroz wan meriya, yên ku îtbariya xwe Xwedê tînin beramberî teyîr dike. Li wir usa tê gotinê: “Lê belê yên ku li benda XUDAN in hêza xwe teze dikin û mîna qertelan [teyr] baskên xwe vedikin û bilind dibin” (Îşaya 40:31). Teyr bi saya hewa germ dikare bilind be û bifire. Çaxê teyr pêlên hewê texmîn dike, ew baskên xwe vedike û dora van pêla difire, çi ku teyr hê bilind û bilind hildikişîne. Ça tê kifşê, xût bi saya vê yekê teyr dikare li hewêda xwe bigire. Anegorî wê yekê, ewên ku îtbariya xwe Yehowa tînin dikarin bawer bin, ku ewê “zorayiya qewatê” bide wan (2 Korintî 4:7, 8).

“MIRÎŞK CÛCÛKÊD XWE BIN BASKÊ XWEDA DICIVÎNE”

Mirîşk tevî cûcûkên xwe

Pêşiya mirina xwe, Îsa sekinî û dîna xwe da dêbajarê Cihûya. Îsa got: “Orşelîm! Orşelîm! Te pêxember dikuştin û şandiyêd cem xwe didane ber kevira. Çend cara min xwest ku zarêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê te nexwest!” (Metta 23:37).

Cem çivîka fereseteke qewî heye, mesele ewana timê hazir in cûcûkên xwe biparêzin. Çivîkên ku hêlînên xwe li ser erdê çêdikin, mesele mirîşk, gerekê timê dîna xwe bidine der-dora xwe, ku cûcûka biparêzin. Hergê mirîşk, qereqûş (xertel) divîne, ew destpêdike bi dengê bilind bike qîre-qîr, ji bo çi jî cûcûkên wê fem dikin ku gerekê birevine bin baskên diya xwe. Xêncî wê yekê cûcûk bin baskên diya xweda, dikarin ji qije-qije tevê û ji baranê bêne xweykirinê. Anegorî wê yekê, Îsa jî dixwest parastina usa yanê cî-sitara usa bida bineliyên Orşelimê. Îro, Îsa me teglîf dike bêne cem wî, seva ku rihetiyê bistînin û xweykirî bin ji bargiraniyê û ji xemên her rojî (Metta 11:28, 29).

Bi rastî jî em gelek tişt dikarin ji çivîka hîn bin. Çaxê hûn dîna xwe bidine çivîka, bikine bîra xwe gilî-gotinên Kitêba Pîroz derheqa wan. Bira mesela derheqa dûvmeqeskê, alî te bike qîmet kî mala Yehowa. Timê xwe li Yehowa bigire û wî bawer bike, bi saya çi jî tê bikaribî mîna teyîr hêsa û rast xwe bigirî. Hergav werê cem Îsa seva rastiya ruhanî, çi ku wê te biparêze anegorî mirîşkê ku cûcûkên xwe diparêze. Û bira mesela leglegê bike bîra te, ku timê lazim e hişiyar bimînin çaxê divînin ku îro dinya çi halîda ne. Çimkî bi saya vê yekê em dikarin têderxin, wekî çi wedeyîda dijîn.