Tu Dihêlî wekî Hosteyê Mezin Te Biguhêze
“A, va! Çawa ku herî destê hosteyê cêrada ye, usa hûn destê minda nin” (YÊREM. 18:6, DT).
1, 2. Çira Xwedê Daniyêl hesab dikir ça merivekî qîmet, û em ça dikarin çev bidine Daniyêl?
ÇAXÊ Cihû birin Babîlonê ça dîl, wana dît ku ew şeher bi pûta tije ye, û meriva ruhên zulm û cina dihebandin. Lê Daniyêlê amin ku Cihû bû, û sê hevalên wî neketine ber bayê wan meriva, û nehatine guhastinê (Dan. 1:6, 8, 12; 3:16-18). Daniyêl û hevalên wî safî kirin ku tenê Yahowara amin bimînin, çawa Hosteyê xwe. Û ewana bi rastiyê jî Xwedêra amin man! Rast e Daniyêl temamiya emirê xwe Babîlonêda jît, lê yeke milyaketê Xwedê got ku Daniyêl merivekî zef qîmet bû (Dan. 10:11, 19).
2 Wedê berê, hoste dikaribû ji heriyê derdanên bi cûre-cûre forma çêkira, kîjan ku wî xweş dihat. Îro xizmetkarên rast zanin, ku Yahowa Serwêrê hemû Zorayê ye û hukumetiya wî heye ku meriva biguhêze. (Bixûne Yêremya 18:6.) Ew dikare me her yekê başqe jî biguhêze. Lê ew mera azaya bijartinê daye, û dixwaze ku em bi rezedilî gura wî bikin. Were niha em şêwir kin, ku çawa em dikarin mîna heriya nerm bimînin destê Xwedêda, û caba wan pirsa bivînin: 1) Em gerekê xwe ji kîjan hunurên nebaş xwey kin, ji bo kîjana wê mera çetin be şîretkirina Xwedê qebûl kin? 2) Ça em dikarin hunurên usa pêşda bînin, kîjan ku wê alî me bikin nerm bin û gura Xwedê bikin? 3) Ça dê-bavên ku Mesîhî ne, dikarin gura Xwedê bikin çaxê zarên xwe şîret dikin û diguhêzin?
JI WAN HUNURA XWE XWEY KIN KÎJAN DIKARIN DILÊ WE HIŞK KIN
3. Kîjan hunur dikarin me serhişk kin? Meselê bînin.
3 Metelok 4:23-da, tê gotinê: “Berê her tiştî jî dilê xwe biparêze [xwey ke], ji ber ku jîyîn ji wê çevkanî dibe”. Lê ji kîjan tişta em gerekê dilê xwe xwey kin? Mesele, qurebûna nerast, gunekirin, û kêmasiya baweriyê. Ew tişt dikarin nehêlin ku em gura Xwedê bikin (Dan. 5:1, 20; Îbrn. 3:13, 18, 19). Şêwir kin derheqa Ûzîya Padşa, kîjan ku paşê qure bû. (Bixûne 2 Dîrok 26:3-5, 16-21.) Pêşiyê Ûzîya “çevê Xudanda” tiştên rast dikir, û ewî Xwedê “digeriya”. Lê paşê, “dilê wî . . . bilind bû”, çimkî qewata wî mezin bû, lê ew qewat Xwedê da wî! Ewî hela hê jî dixwest bixûrê bişewitîne. Wî nediket evê yekê bike, çimkî tenê îzina kahînên ji rikinyata Harûn hebû. Paşê, çaxê kahîna wî sûcdar kirin, ku bixûrê neşewitîne, Ûzîyayê qure ser wan hêrs ket! Axiriya vê yekê çi bû? Xwedê Ûzîya nimiz kir, û paşê ew bi kotîbûnê mir (Metlk. 16:18).
4, 5. Çi dikare biqewime, hergê em qurebûnê didine kifşê? Meselê bînin.
4 Hergê em ji qurebûnê dûr nîbin, em dikarin destpêkin bifikirin ku em ji yên din baştir in. Usa jî dikare biqewime ku em înkar kin şîretên ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera didin (Rom. 12:3; Metlk. 29:1). Were şêwir kin qewimandinekê ku tevî rûspîkî qewimiye. Navê wî Cîm e. Carekê ew ser civata rûspiya bû, û rûspiya çi safî kirin seva civatê, Cîm tevî wan qayîl nîbû. Cîm gilî dike: “Min birara got ku ewana bi hizkirin nînin, û ez ji civata rûspiya çûm”. Weke şeş meh şûnda, Cîm derbazî civata din bû. Lê wê civatêda ew nehate kifşkirinê ça rûspî. Cîm dilê xwe vedike: “Ez gelek dilteng bûm. Ez çevê xweda gelek rast bûm, û ez ji rastiyê çûm”. Cîm ruhanîda sist bû û deha sala nedihate civatê. Ew gilî dike: “Min xwe pêpezkirî texmîn dikir, û min destpêkir Yahowa neheq kim seva çi ku qewimî. Nava salada, bira dihatine cem min û dixwestin min şîret kin, lê min alîkariya wan înkar dikir”.
5 Qewimandina Cîm dide kifşê, ku ji bo qurebûnê em dikarin kirên xweye nerast heq derxin. Çaxê em usa dikin, em mîna xaliya nerm nînin (Yêrem. 17:9). Cîm dibêje: “Ez difikirîm ku tê bêjî tenê yên din neheq bûn”. Dereca teye usa hebûye, ku tu ser xûşk yan bira xeyîdîyî? Yan jî dilê te êşiya ye çimkî civatêda cabdarî ji te hate standin? Hergê usa qewimî, te xwe ça kifş kir? Te qurebûn da kifşê, yan te dixwest tevî bira edilayê xweyî kî û Yahowara amin mayî? (Bixûne Zebûr 119:165; Kolosî 3:13.)
6. Çi dikare biqewime hergê em gune dikin?
6 Hergê em gune dikin, û gunên xwe vedişêrin, ew dikare bibe menî ku em şîretkirin û rastkirina Xwedê qebûl nekin. Û wî çaxî mera îda dikare bibe xeyset ku guna bikin. Birakî got ku ewî kirên nerast dikir, û qe ne jî xwe neheq dikir (Waîz 8:11). Birakî din derheqa xwe gilî kir, ku berê ewî pornografîa dinihêrî. Ew dibêje: “Min têderxist wekî min hêdî-hêdî destpêdikir bi krîtîkî binihêrim ser rûspiya”. Ewî ku pornografîa dinihêrî, bi vê yekê ruhaniya wî sist bû. Axiriyê kirinên wîyî nerast eyan bûn û paşê ewî alîkarî ji rûspiya sitand. Belê, em gişk jî gunekar in. Lê hergê em destpêdikin bi krîtîkî binihêrin ser yên din, yan jî seva kirên xweyî nerast xwe heq derdixin, dewsa ku baxşandinê û alîkarî ji Xwedê bixwazin, hingê dilê me dikare hişk be.
7, 8. a) Çida eyan bû kêmasiya baweriya Îsraêliya? b) Ew çi ders e bona me?
7 Kêmasiya baweriyê jî dikare meriva serhişk ke. Ew yek tevî Îsraêliya qewimî, kîjana Yahowa ji dîltiya Misirê aza kir. Yahowa bona Îsraêliya gelek keremetên mezin kir, û wana ew keremet bi çevê xwe dîtin! Lê yeke çaxê ewana nêzîkî Erdê Sozdayî bûn, wana kêmasiya baweriyê dane kifşê. Dewsa ku îtbariya xwe Yahowa bînin, ewana tirsiyan û destpêkirin ser Mûsa bikine kute-kut. Hela hê jî wana dixwest vegerine Misirê, kîderê ku ewana dîltiyêda bûn! Wana gelek dilê Yahowa êşand. Yahowa got: “Heta kengê ev miletê min texsîr ke?” (Jimar 14:1-4, 11, PKM; Zeb. 78:40, 41). Û seva serhişkiya xwe û nebaweriya xwe, ew Îsraêlî beriyêda mirin.
8 Îro em jî nêzîkî dinya teze dibin, û baweriya me tê cêribandinê. Lema em gerekê timê têderxin, hela baweriya me qewî ye yan na. Lê em ça dikarin evê yekê bikin? Mesele, em dikarin bifikirin ser nihêrandina xwe, hindava giliyên Îsa ku nivîsar in Metta 6:33-da. (Bixûne.) Ji xwe bipirse: “Gelo nêt û safîkirinên min didine kifşê, ku ez bi rastiyê giliyên Îsa bawer dikim? Minê civat yan xizmetkirin bihîşta, seva bixebitim ku hê zêde pera çêkim? Hergê mezinê xebata min, ji min dewa bike ku hê zêde bixebitim, ezê ça safî kim? Ezê rê bidim vê dinyayê ku min biguhêze, û usa bike ku ez hela hê rastiyê jî bihêlim?”
9. Çira em gerekê “xwe bicêribînin” hela em baweriyêda nin, û em ça dikarin evê yekê bikin?
9 Dilê me usa jî dikare hişk be, hergê em cara prînsîpên Kitêba Pîroz neynin sêrî, mesele derheqa hevaltiyê, wedederbazkirinê, yan heleqetiya tevî wan kê ji civatê hatiye derxistinê. Lema, ji xwe bipirsin: “Dibeke dereca minda jî usa ne?” Hergê me têderxist ku nihêrandina nerast nav meda şîn bûye, em gerekê derbêra baweriya xwe bicêribînin! Kitêba Pîroz me şîret dike: “Hûn dilê xwe bicêribînin û dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne?” (2 Korn. 13:5) Rast bin hindava xwe û timê bi saya Kitêba Pîroz nihêrandina xwe biguhêzin.
TIMÊ NERM BIN ÇAWA HERÎ
10. Çi dikare alî me bike ku destê Yahowada mîna heriya nerm bin?
10 Xwedê bi saya Xebera xwe, civatê, û bi saya xizmetiyê, alîkariyê dide me ku mîna heriya nerm bin. Çawa av xaliyê nerm dike, usa jî xwendina Kitêba Pîroze herrojî û fikirandin, alî me dike ku em destê Yahowada nerm bin. Yahowa ji padşên Îsraêlê dewa dikir, wekî ewana xwera başqe lêkin Qanûna Xwedê û her roj bixûnin (Qan. Dcr. 17:18, 19). Şandiya jî fem dikirin, ku bona xizmetiyê gelek ferz e timê Nivîsarên Pîroz bixûnin û ser bifikirin. Xêncî vê yekê, ewana usa jî wedê xizmetiyê merivên din jî hêlan dikirin usa bikin. Ewana nivîsarên xweda jî, bi seda cara gotinên ji Nivîsarên Îbranî diwekilandin (Kar. Şand. 17:11). Îro em jî fem dikin, ku gelek ferz e Kitêba Pîroz her roj bixûnin û ser bifikirin (1 Tîmt. 4:15). Ew yek alî me dike ku milûk bin, û nerm bin destê Yahowada.
11, 12. Ça Yahowa bi saya civatê alî me dike, ku em têderxin hela çida em gerekê bêne guhastinê? Meselê bînin.
11 Yahowa bi saya civatê alî me dike têderxin, hela çida em gerekê bêne guhastinê. Cîm derheqa kîjanî jorê hate gotinê, hêdî-hêdî nihêrandina xwe diguhast, çaxê ewî dît ku rûspîkî bi dilê xweyî sax seva wî xem dikir. Cîm gilî dike: “Qe
carekê jî, ewî min neheq nekir seva nihêrandina minê nerast. Dewsê, ewî dîsa jî baş ser min dinihêrî û dixwest bi dil û can alî min bike”. Paşê, weke sê meh derbaz dibe, û ew rûspî, Cîm teglîfî civatê dike. Cîm dibêje: “Civatêda gişka dil-eşq ez silav dikirim, û hizkirina wan lapte ez guhastim. Min hêdî-hêdî fem kir ku hestên min gerekê ser ciyê pêşin nîbin. Bi alîkariya bira û jina mine delal, kîjan ku timê ruhanîda qewî bû, axiriyê ez ruhanîda qewî bûm. Xêncî vê yekê, ez gelek şidiyam çaxê min gotar xwend bi navê ‘Yahowa Neheq Nîne’ û ‘Bi Aminî Yahowara Xizmet ke’, kîjan ku ‘Birca Qerewiliyêda’ nin, ya 15 Mijdarê, sala 1992”.12 Wede derbaz bû, û Cîm hate kifşkirinê ça rûspî. Paşî vê yekê, Cîm ruhanîda alî birên din kir. Problêma wan bira jî hebû, ça ya Cîm. Ew xilaziyêda giliyên usa got: “Ez difikirîm ku heleqetiya min tevî Yahowa qewî ye, lê bi rastiyê ew yek usa nîbû! Ez gelek poşman bûme, ku qurebûna min, ez ji tiştên hê ferz dûr dixistim, û min dîna xwe dida ser şaşiyên meriva” (1 Korn. 10:12).
13. Em bi saya xizmetiyê, kîjan hunura nav xweda pêşda tînin, û ew hunur çi karê mera tînin?
13 Ça xizmetî dikare alî me bike, ku em merivên hê baş bin? Çaxê em merivara mizgîniyê gilî dikin, ew yek alî me dike ku milûktiyê û cûre-cûre berên ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin (Galt. 5:22, 23). Bifikirin ku we bi saya xizmetkirinê kîjan hunurên baş nav xweda pêşda aniye. Çaxê em hunurên baş eyan dikin, mizgîniya me merivara hê hewas dibe. Û ew yek dikare wana hêlan ke, ku nihêrandina wan ser me baş be. Mesele, du Şedên Yahowa bi qedir guh didane jinikekê, ya ku sert û hêrs tevî wan xeberdida. Lê paşê, ew jinik poşman bû seva kirê xwe û fîlîalêra nemek nivîsî. Ewê got: “Ez dixwazim baxşandinê bixwazim ji wan du meriva, yên ku gelek sebir û milûk bûn. Min xwe dida kifşê ku ez gelek rast im, û min xwe ser wanra digirt. Aliyê minda ça neaqilayî bû, ku min berî wan meriva dida, yên ku Xebera Xwedê bela dikin”. Lê gelo hergê ew du mizgînvan hema pirtîkî jî hêrs ketana ser vê jinikê, qe ewê wê ew nemek binivîsiya? Femdarî ye na. Rastî jî, xizmetiya me gelek karê tîne, hin mera û hin jî merivên dinra!
GURA XWEDÊ BIKIN, ÇAXÊ ALÎ ZARÊN XWE DIKIN KU EWANA GUHASTINA BIKIN
14. Dê-bav çi gerekê bikin seva ku zarên xwe şîret kin?
14 Zarên biçûk milûk in, ewana dixwazin hîn bin, û tiştên teze pêbihesin (Met. 18:1-4). Lema, heta ku zar biçûk in, wê bîlanî be ku dê-bav alî zarên xwe bikin ku rastiyê nas kin û hiz kin (2 Tîmt. 3:14, 15). Lê seva ku dê-bav vê yekêda pêşda herin, ewana gerekê xwexa rastiyê hiz bikin, û pê jîyîna xwe evê yekê nîşan kin. Çaxê zar bivînin ku dê-bav usa dikin, wanra wê hê hêsa be rastiyê hiz kin. Xêncî vê yekê, zar wê fem bikin ku şîretkirina dê-bava ew heye eyankirina hizkirina wan û usa jî hizkirina Yahowa.
15, 16. Dê-bav ça dikarin bidine kifşê baweriya xwe hindava Yahowa, çaxê zar ji civatê tê derxistinê?
15 Diqewime usa jî ku hine zar, yên ku nava rastiyêda mezin bûne, paşê rastiyê dihêlin yan jî ji civatê têne derxistinê. Ew yek gelek êşeke mezin e bona nefera. Xûşkeke ji Afrîkaya Başûrê got: “Çaxê birê min ji civatê hate derxistinê, bona min ew yançi miribû. Dilê min gelek diêşiya!” Lê gelo dê-bava ça xwe dane kifşê? Ewana pey rêberiya Xebera Xwedê çûn. (Bixûne 1 Korintî 5:11, 13.) Ew dê-bav gilî dikin: “Me safî kir ku şîretên Kitêba Pîroz bidine xebatê. Çimkî hergê em gura Xwedê bikin, tenê wî çaxî emê karê bistînin. Me hesab dikir ku derxistina ji civatê ew heye eyankirina hizkirina Yahowa, lema me tevî wî xebernedida. Heleqetiya me tevî wî tune bû, xêncî xeberdana ferz derheqa bîznêsa malbetê”.
16 Lê gelo kurê wan xwe ça texmîn dikir? Ew gilî dike: “Min zanibû ku malbeta min, min nefret nake, ewana gura Yahowa û teşkîleta wî dikin”. Ewî zêde kir: “Çaxê tenê dimînî û xêncî alîkariya Yahowa nikarî ji tu kesî alîkariyê bixwazî, tu fem dikî ku çiqas hewcê wî yî”. Bidine ber çevê xwe ku malbeta wîda çiqas şabûneke mezin bû, çaxê ew dîsa vegeriya civatê! Rastî jî, çaxê em hemû tiştîda gura Yahowa dikin, emê bextewar bin û axi-riya baş bistînin (Metlk. 3:5, 6; 28:26).
17. Çira em gerekê timê gura Xwedê bikin, û emê çi karê bistînin hergê gura wî bikin?
17 Îşaya pêxember pêxembertî kir, ku Cihûya wê ji dîltiya Babîlonê aza bin. Ewana wê gunê xwe bînin rûyê xwe û bêjin: “Ya Xudan, tu Bavê meyî; em herî ne û tu kûzvanê meyî [hosteyê cêra], û em gişk karê destê te ne!” Paşê ewana wê ji Yahowa hîvî kin: “Ya Xudan, zêde hêrs nebe û abadîn fesadiyê bîra xweda neyne. A vay, em li ber te digerin, binihêre, em gişk netewa [cimeta] te ne!” (Îşa. 64:8, 9). Belê, çaxê em milûk in û timê gura Yahowa dikin, emê ber çevê wî gelek qîmet bin, çawa Daniyêl pêxember. Xêncî vê yekê, Yahowa wê berdewam ke me biguhêze bi saya Xebera xwe, ruhê xwe, û teşkîleta xwe. Usa, axiriyêda emê bibine “zarêd Xwedê”, lê îda bê kêmasî! (Rom. 8:21).