Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bira Şaşiyên Merivên Din Te Nelikumînin

Bira Şaşiyên Merivên Din Te Nelikumînin

“Li hev bibaxşînin” (KOLS. 3:13).

KILAMÊN: 53, 28

1, 2. Çi pêxembertî heye Kitêba Pîrozda, derheqa zêdebûna cimeta Yahowa?

TEŞKÎLETA Xwedê ya ser erdê, gelek mexsûs e. Vê teşkîletêda ew meriv in, yên ku Yahowa hiz dikin û dixwazin wîra xizmet kin. Ew meriv hene Şedên Yahowa. Rast e ewana gunekar in û kêmasiyên wan hene, lê yeke Xwedê bi saya ruhê xweyî pîroz wana kerem dike. Cimeta wî pêşda diçe û zêde dibe. Were şêwir kin hine tişt, ku ça Yahowa cimeta xwe kerem dikir.

2 Çaxê sala 1914 rojên axiriyê destpêbûn, xizmetkarên Xwedê gelek hindik bûn. Lê yeke Yahowa şixulê belakirina mizgîniyê kerem dikir. Sal derbaz bûn, û îda mîlyona meriv pêhesiyane rastiyên Kitêba Pîroz û bûne Şedên Yahowa. Yahowa derheqa vê yekê pêşda giliyên usa got: “Wê [ji] biçûkê wê hezar kes û ya hûrikê wê bibe neteweyek xurt [cimeteke qewî]. Ez, Xudan, dema wexta wê bê, ezê vêya bilezînim!” (Îşa. 60:22). Û wan rojên axiriyêda, em pê çevê xwe divînin, ku ew pêxembertî ça tê sêrî. Niha hejmara cimeta Xwedê gelek mezin e. Hergê em beramber kin, hejmara cimeta Xwedê ji hejmara gelek mileta zêdetir e.

3. Wan rojên axiriyêda, ça cimeta Xwedê hizkirin dane kifşê?

3 Wî wedeyîda, Yahowa usa jî alî cimeta xwe kir, ku hizkirina hindava hevdu qewî kin. Çimkî xwexa Xwedê hizkirin e, û ew dixwaze ku ewana jî çev bidine wî (1 Yûhn. 4:8). Îsa jî çev dida Bavê xwe, û lema gote peyçûyên xwe: “Ez temîke nû didime we: Hevdu hiz bikin . . . Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13: 34, 35). Ew yek îlahî gelek ferz bû wan paşwextiyada, çaxê meriva şerên hemdinyayêda hevdu dikuştin. Mesele, tenê Şerê Hemdinyayêye II-da, weke 55 mîlyon meriv hatine kuştinê. Lê cimeta Yahowa tevî wî şerî nîbû, wana meriv nedikuştin. (Bixûne Mîxa 4:1, 3.) Ewê yekê alî wan kir, ku ewana “cabdarê xûna” tu kesî nîbin (Kar. Şand. 20:26).

4. Ew yek ku cimeta Yahowa hê zêde dibe, çira me dişidîne?

4 Rast e ev dinya xirab e, çimkî Şeytan “mîrê vê dinyayê” hukum dike ser, lê yeke xizmetkarên Yahowa hê zêde dibin û pêşda diçin (2 Korn. 4:4). Şeytan sîstêma polîtîka vê dinyayê û mêdyayê dide xebatê, seva şixulê belakirina mizgîniyê bide sekinandinê. Şeytan zane ku wedê wî hindik e, û gelek tişt dike, seva em ji Yahowa dûr kevin û wîra xizmet nekin. Û ew vê yekê bi cûre-cûre mêtoda dike. Lê ew nikare ewî şixulî bide sekinandinê! (Eyan. 12:12).

AMINYA ME TÊ CÊRIBANDINÊ

5. Çira cara yên din dilê me dêşînin? (Binihêre şikilê ewlin.)

5 Xizmetkarên Xwedê zanin, ku çiqas ferz e Xwedê û meriva hiz bikin. Çaxê ji Îsa pirsîn ku kîjan e temiya here mezin, ewî got: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’. Ev e temiya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’” (Met. 22:35-39). Lê Kitêba Pîroz mera dide kifşê, ku ji bo gunê Adem, em gişk gunekar hatine bûyînê. (Bixûne Romayî 5:12, 19.) Lema cara dibeke usa biqewime, ku civatêda kesek yan pê giliyên xwe, yan pê kirên xwe me bixeyîdîne. Wî çaxî hizkirina me hindava Yahowa û cimeta wî dikare bê cêribandinê. Hergê usa biqewime, emê ça xwe kifş kin? Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa merivên amin, yên ku pê giliyên xwe yan kirên xweyî nerast dilê merivên din dêşand. Were şêwir kin, ku ji wan qewimandina em çi dersa dikarin xwera hildin.

Hergê te wedê Êlî û kurên wîda bijîta, tuyê ji bo kirên wan bilikumiyayî? (Binihêre abzasa 6)

6. Ew yek ku Êlî kurên xwe ceza nedikir, ça dikaribû hukum bûya ser merivên din?

6 Mesele, du kurên Serekkahîn Êlî, qanûnên Yahowa piştguhê xweva davîtin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lawên Êlî, zilamên bêrêz [xirab] bûn; Xudan nas nedikirin” (1 Sam. 2:12). Rast e bavê wan hebandina rastda ça serekkahîn gelek tişt dikir, yeke kurên wî gunên giran dikirin. Êlî zanibû derheqa vê yekê, lê yeke ewî ça lazim bû ewana şîret nedikirin. Axiriyê, Yahowa Êlî û kurên wî jî ceza kir (1 Sam. 3:10-14). Paşî vê yekê, ji zureta Êlî tu kes nikaribû ça serekkahîn xizmet kira. Hergê we wî wedeyî bijîta, û pê çevê xwe ew kirên wanî nebaş bidîta, weyê ça xwe kifş kira? Hûnê Xwedêra amin bimana, yan bona we wê bibûya likumandin û weyê îda Xwedêra xizmet nekira?

7. Dawid kîjan gunê giran kir, û Xwedê hindava wî çi kir?

7 Yahowa Dawid hiz dikir, çimkî ewî didît ku “dilê” Dawid temiz bû (1 Sam. 13:13, 14; Kar. Şand. 13:22). Lê hela hê Dawid jî gunê mezin kir. Ewî bênamûsî kir tevî Bat-Şebayê, û ew jinik giran derket. Ew yek qewimî, çaxê mêrê wê Ûriya eskeriyê bû. Lê çaxê Ûriya ji eskeriyê vegeriya, Dawid ew hêlan kir, ku ew here mala xwe, çimkî bawer bû ku ew wê tevî jina xwe razê. Dawid dixwast, ku Ûriya bawer bike ku ew zar ji wî ye, seva gunê wî bê veşartin. Lê Ûriya neçû malê. Lema jî Dawid usa kir ku wedê şer Ûriya bê kuştinê. Lê Dawid ji bo gunê xwe, qeziya anî ser xwe û malbeta xwe (2 Sam. 12:9-12). Lê yeke, Yahowa rem bû hindava Dawid û baxşande wî, çimkî Dawid dilsax bû (1 Padş. 9:4). Hergê we wî wedeyî bijîta, hûnê çi bifikiriyana derheqa Dawid? Gelo kirên wîyî nerast, bona we wê bibûya kevirê likumandinê?

8. a) Çida Petrûsê şandî şaşî berda? b) Rast e Petrûs şaşî kir, lê çira Yahowa dîsa jî hîşt ku ew berdewam ke şixulê wî bike?

8 Were niha şêwir kin derheqa Petrûsê şandî. Îsa wî bijart ça şandiyê xwe. Lê yeke Petrûs cara tiştên nerast digot û dikir. Mesele, çaxê Îsa çetinaya giranda bû, Petrûs pişta xwe da wî. Pêşiya vê yekê, Petrûs Îsara got ku hergê jî hemûşk wî bihêlin, ew tu car wî nahêle (Marq. 14:27-31, 50). Lê çaxê Îsa hate girtinê, hemû şandiya, usa jî Petrûs, ew hîştin. Ewî hela hê sê cara înkar jî kir, ku Îsa nas dike (Marq. 14:53, 54, 66-72). Lê paşê, Petrûs gelek poşman bû. Û Yahowa baxşande wî, û hîşt ku ew dîsa şixulê wî bike. Hergê tu şagirtê Îsa bûyayî, û te ew kirê Petrûs bidîta, tuyê dîsa Yahowara amin bimayî?

9. Çira hûn gerekê dudilî nebin ku Yahowa timê heq e?

9 Ji wan mesela em divînin, ku hine xizmetkarên Yahowa kirên nerast dikirin, û dilê merivên din dêşandin. Îro jî, xizmetkarên Yahowa dibeke kirên xirab bikin û dilê yên din bêşînin. Lê ferz ew e, hûnê ça xwe bidine kifşê? Hûnê seva şaşiyên wan, Yahowa û cimeta wî bihêlin? Yan hûnê fem bikin, ku Yahowa dibeke wede dide wî merivî, ku ew gunê xwe bîne rûyê xwe, wekî Yahowa bi heqî wî rast ke û şîret ke? Lê cara usa jî diqewime, ku yê gunê mezin dike, gunê xwe nayîne rûyê xwe. Vê derecêda, hûnê îtbariya xwe Yahowa bînin, ku ew wê wededa heqê wî bidê, dibeke wî ji civatê derxe jî?

AMINIYÊ XWEY KIN

10. Îsa ça dinihêrî ser şaşiyên Cihûda Îsxeryotî û Petrûs?

10 Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa xizmetkarên Xwedê, yên ku nav merivada şaşiyên mezin didîtin, lê yeke amin man Yahowara û cimeta wîra. Mesele, çaxê Îsa gerekê 12 şandî bijbarta, ewî temamiya şevê Bavê xwera dua dikir. Cihûda Îsxeryotî jî nava wan şandiyada bû. Çaxê Cihûda nemamiya Îsa kir, Îsa nehîşt ku ew yek heleqetiya wî tevî Bavê wî Yahowa xirab ke. Petrûsê şandî jî dilê Îsa êşand, çaxê got ku ew Îsa nas nake, lê yeke Îsa dîsa jî Xwedêra amin dima (Lûqa 6:12-16; 22:2-6, 31, 32). Û peyçûyên Îsa jî dilê wî êşandin, lê yeke ew ser cimeta Yahowa û ser Yahowa hêrs neket. Dewsê, Îsa berdewam dikir şixulê Xwedê bike û wîra amin bimîne. Yahowa wî kerem kir, bi vê yekê ku wî ji mirinê rakir, û paşê Padşatiya ezmanada ew kifş kir ça Padşa (Met. 28:7, 18-20).

11. Kitêba Pîroz çi pêxembertî kiriye derheqa xizmetkarên Yahowa wedê meda?

11 Îsa îtbariya xwe Yahowa û cimeta wî dianî. Em jî gerekê usa bikin. Wan rojên xilaziyêda, em divînin ku ça Yahowa rêberiya cimeta xwe dike. Ew alî wan dike ku nav temamiya dinyayê mizgîniyê bela kin, û yektiyêda bin. Xêncî wan, tu kes ewî şixulî nake. Îşaya 65:14-da Yahowa derheqa cimeta xwe dibêje: “A vay, qûlên [xizmetkarên] min wê ji fireya dil bistirên”.

12. Em ça gerekê binihêrin ser şaşiyên yên mayîn?

12 Dilê me rastî jî bi şabûnê tije ye, çimkî Yahowa rêberiyê me dike, û alî me dike ku em gelek tiştên baş bikin. Lê merivên dinya Şeytanda, bînteng in, çimkî halê dinyayê hê xirab dibe, û baweriya wan bona axiriyê tune. Lema wê nebîlanî be û nerast be, hergê em seva şaşiyên hine xûşk-birên xwe, ji Yahowa û cimeta wî dûr kevin. Dewsê, em gerekê amin bimînin Yahowara, û pey rêberiya wî herin. Usa jî, em gerekê hîn bin, ku ça binihêrin ser şaşiyên xûşk-birên xwe, û em ça gerekê xwe bidine kifşê.

HEVDU BIBAXŞÎNIN

13, 14. a) Çira em gerekê hindava hevda sebir bin? b) Em gerekê kîjan sozî bîra xweda xwey kin?

13 Em çi gerekê bikin, hergê xûşk yan birak dibêje yan dike evê yekê, çi ku dilê me dêşîne? Kitêba Pîroz mera şîreteke baş dide: “Bira xeyîdêda ruhê te ne bi lez be, ji ber ku xeyîd di sînga bêaqilandan cîh bûye” (Waîz 7:9). Em gişk gunekar in, û lema tu kes ji şaşiya xweykirî nîne. Lema em gerekê ji xûşk-bira hîviyê nîbin, ku ewana şaşiya nekin. Û wê ne baş be ku em gelek dîna xwe bidin ser şaşiyên wan, çimkî usa em dikarin şabûnê unda kin xizmetiyêda, îlahî wan rojên xilaziyêda. Lape xirab wê ew be, hergê şaşiyên xûşk-birên me, me bilikumînin, û seva wan şaşiya em hela hê jî teşkîleta Yahowa bihêlin. Hergê usa biqewime, emê îda nikaribin qirara Yahowa bînin sêrî, û jîyîna heta-hetayê bistînin.

14 Seva ku em şabûn û baweriya xwe qewî xwey kin, em gerekê rind bîra xweda xwey kin ew sozê Yahowa: “A vay, ez ezmanên nû û erdên nû diefirînim û wê bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşa. 65:17; 2 Pet. 3:13). Were em îzinê nedine xwe, ku seva şaşiyên merivên din, em wan keremên baş unda kin.

15. Em gerekê kîjan şîreta Îsa hildin hesab, çaxê divînin ku yên din şaşiya dikin?

15 Belê niha em dinya tezeda nînin. Lema çaxê kesek dilê me dêşîne, em gerekê bifikirin ser prînsîpên Xwedê. Mesele, bînin bîra xwe prînsîpekê ku Îsa got: “Heger hûn neheqiyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Ezmana jî wê we bibaxşîne. Lê heger hûn neheqiyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyêd we nabaxşîne”. Paşî wan giliya, Petrûs ji Îsa pirsî, gelo gerekê em “heta heft cara” bibaxşînin? Îsa caba wî da: “Ez nabêjime te heta heft cara, lê heta heftê cara heft”. Eyan e, ku bi wan giliya Îsa dixwast bigota, ku em timê hazir bin bibaxşînin (Met. 6:14, 15; 18:21, 22).

16. Em ji Ûsiv kîjan dersa baş dikarin hîn bin?

16 Ûsiv, meseleke baş hîşt, ku çawa em gerekê xwe bidine kifşê, çaxê dilê me dêşînin. Ûsiv kurê Aqûb û Rahêlê yê pêşiyê bû. Deh birên Ûsivî nehelal, çevnebarî wî dikirin, çimkî bavê wan Aqûb gelek wî hiz dikir. Paşê, wana Ûsiv ça dîl firotin, û wî birine Misirê. Paşî gelek sala, Ûsiv seva kirên xweyî baş hate kifşkirinê ça serwêrê duda Misirêda. Çaxê wî welatîda birçîbûn destpêbû, birên Ûsiv hatine Misirê seva xwarinê bikirin. Lê wana Ûsiv nas nekir. Wî wedeyî Ûsiv dikaribû ji birên xwe heyfê hilde, seva kirên wan hindava xwe. Lê Ûsiv usa nekir. Dewsê ewî birên xwe cêribandin, seva pêbihese hela ewana hatine guhastinê yan na. Û çaxê ewî rastî dît ku birên wî hatine guhastinê, ewî derbêra xwe wanra eyan kir, û wana dilgerm kir: “Netirsin, ezê we û zarêd we nan-av kim”. Paşê Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Aha bi zarê şîrin xeberdanê, [Ûsiv] ber dilê wanda hat” (Destp. 50:21, PKM).

17. Çaxê tu şaşiyên yên mayîn divînî, tu ça xwe kifş dikî?

17 Bîra xweda xwey kin ku kêmasiyên me gişka hene, û cara emê jî yên din bixeyîdînin. Hergê me têderxist ku me kesek xeyîdandiye, Kitêba Pîroz me şîret dike ku em gerekê herin, û baxşandinê ji wî bixwazin û li hev bên. (Bixûne Metta 5:23, 24.) Belê, em gelek razî ne çaxê yên din şaşiyên me dibaxşînin. Û em jî gerekê hindava wan usa bin. Kolosî 3:13 me şîret dike: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe”. Û çawa ku 1 Korintî 13:5 dibêje, hizkirina rast “ya xwe nagere”. Hergê em bibaxşînine meriva, Yahowa jî wê bibaxşîne me. Çaxê em divînin ku meriv şaşiya dikin, were em rem bin hindava wanda, çawa Xwedêyê me hindava me rem e. (Bixûne Zebûr 103:12-14.)