Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Roja îroyîn, merivê pê hacetê nivîskariyê, tê hesabê Îsa Mesîh, kîjan ku bi sîmbolîk nîşan datîne ser wan, yên ku wê xilaz bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Dîtinoka Hezeqêlda bi sîmbolîk kê dihate hesabê merivê bi hacetê nivîskariyê û şeş meriv pê çeka?

Ewana usa jî Harmegedonêda wê qira dinya Şeytan bînin. Çira ew şirovekirina teze aqilayî ye?

Paşê çaxê Hezeqêl dîtinokêda dît, ku çi kirên xirab merivê Orşelîmê dikirin, Xwedê usa jî wîra nîşan kir qewimandinên ku sala 607 B.D.M., pêşiya wêrankirina Orşelîmê gerekê biqewimiyana. Hezeqêl şeş mêr dît, destê kîjanada çek hebûn. Ewî usa jî mêrek dît ku tevî wan bû. Ew mêr kincekî bi “kitan” li xwe kiribû, û “hûringê [hacetê] nivîsakaran” cem vî hebû (Hezql. 8:6-12; 9:2, 3). Xwedê wî merivîra got ku here şeherê Orşelîmê, û “nîşan li eniyên zilamên ku ji ber hemû karên mekrûhê ku di hindurê wêda çêdikin dinalin û fîxanê dikin”. Lê şeş mêrara, çekê kîjana ku hebû, Xwedê got ku şeherda qira gişka bînin, nîşana kê jî tunebû (Hezql. 9:4-7). Ji wê dîtinokê em çi dersê xwera hildidin, û kê tê hesabê ew mêr, cem kê hacetê nivîskariyê hebû?

Ew dîtinoka pêxembertiyê sala 612 B.D.M., Hezeqêlra hate dayînê. Pêşiyê ew hate sêrî weke paşî pênc sala, çaxê ordiya Babîlonê Orşelîm wêran kir. Rast e Babîloniyên pûtparist Orşelîm wêran kirin, lê bi rastiyê Xwedê bi destê wan, cimeta xwe ya raber ceza kir (Yêrem. 25:9, 15-18). Lê Babîloniya qira hemûşka neanîn. Çimkî Xwedê wê nehîşta merivên rast tevî yên xirab qir bin. Yahowa bi hizkirin xem kir, ku Cihûyên amin xilaz bin, ser kîjana hukum dibû kirên xirab şeherda.

Hezeqêlra nehate gotinê ku nîşana bide meriva, yan jî qira xiraba bîne. Milyaket cabdar bûn seva dîwankirina xiraba. Bi saya wê pêxembertiyê, em dikarin bivînin ku çi diqewimî ser ezmana. Bi rêberiya Yahowa milyaket gerekê ne ku tenê qira zulma bianiyana, lê usa jî merivên rast başqe kirana, seva ewana xilaz bûna. *

Ew pêxembertî usa jî axiriyêda wê bê sêrî. Berê edebyetên meda me şirovedikir, ku ew mêr cem kîjanî hacetê nivîskariyê hebû, dihate hesabê rûnkiriyên ku ser erdê mane. Usa jî em difikirîn, wekî merivên ku mizgîniyê qebûl dikin, derbêra nîşana xilazbûnê distînin. Lê wan paşwextiyada eyan bû, ku ew şirovekirin gerekê bê guhastinê. Li gora Metta 25:31-33, Îsa dîwana meriva dike. Wedê tengasiya mezin, ew wê dîwana xilaziyê bike. Îsa wê pêz, dêmek merivên ku wê xilaz bin başqe bike ji bizina, dêmek ji merivên ku wê bêne kutakirinê.

Li gora wê guhastina femkirina dîtinoka Hezeqêl, em çi dersê xwera hildidin? Were tenê pênc tişta şêwir kin:

  1. Îro Yahowa bi saya komeke biçûk ya rûnkiriya, xwarina ruhanî dide meriva, û gişkara pêşda elam dike derheqa destpêbûna tengasiya mezin. Û xulamên mala Îsa jî, gelek alî rûnkiriya dikin vê elamkirinêda (Met. 24:45-47).

  2. Û îro xizmetkarên Yahowa jî evê yekê nakin. Ewana tenê giliyên Yahowa elam dikin, kîjan ku heye para şixulê belakirina mizgîniyê. Û milyaket rêberiya wî şixulî dikin (Eyan. 14:6).

  3. Û îro jî usa ne. Lê gelo meriv çi gerekê bikin seva nîşana sîmbolîk bistînin? Ewana xêncî şixulê belakirina mizgîniyê qebûl kin, usa jî gerekê hunurên Mesîhîtî nav xweda pêşda bînin, xwe tesmîlî Yahowa bikin, û bi aminî piştgiriya birên Mesîh bikin, dêmek rûnkirî (Met. 25:35-40). Ewên ku ew tişt dikin, wê nîşana xilazbûnê bistînin wedê hatina tengasiya mezin.

  4. Elaleteke mezin wê nîşana xwe bistînin, çaxê bêne dîwankirinê ça pêz, wedê tengasiya mezinda. Usa wê wanara mecal bê dayînê, ku dinya tezeda heta-hetayê ser erdê bijîn (Met. 25:34, 46). *

  5. Ewana wê zûtirekê qira hemû xirabî û merivên zulm bînin (Hezql. 9:2, 6, 7; Eyan. 19:11-21).

Zanebûna vê yekê me dide bawerkirinê, ku Yahowa wê tu car merivên rast tevî merivên xirab kuta nake (2 Pet. 2:9; 3:9). Xêncî vê yekê, em hê rind fem dikin ku îro çiqas ferz e şixulê belakirina mizgînê. Heta xilazî bê, her kes gerekê derheqa vê yekê pêbihese! (Met. 24:14).

^ abz. 6 Rast e ser eniya Barûk, kîjan ku nivîskarê Yêremya bû, Ebedmelekê ji Etyopyayê, û Rekebiyan nîşana eyan tunebû, lê yeke ewana xilaz bûn (Yêrem. 35:1-19; 39:15-18; 45:1-5). Seva xilazbûnê wana nîşana sîmbolîk standin.

^ abz. 12 Rûnkiriyên amin nîşana xilazbûnê nastînin. Dewsê, ewana wê mora xilaziyê bistînin, yan pêşiya mirina xwe yan pêşiya destpêbûna tengasiya mezin (Eyan. 7:1, 3).