Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hunurê ku ji Almasa Qîmettir e

Hunurê ku ji Almasa Qîmettir e

Meriv almas hesab dikin ça kevirê gelek biha. Bahê hine almasa mîlyon dolar in. Lê gelo pê nihêrandina Xwedê hene tiştên usa, ku ji almasa û kevirên biha qîmettir in?

Haykanûş, ji Ermenîstanê, kîjan ku xizmetkarê nenixumandî ye, nêzîkî mala xwe pasportek dîtibû. Nava vê pasportêda, kartên bankê û gelek pere hebûn. Haykanûşê derheqa vê yekê mêrê xwera gilî kir, kîjan ku mîna wê, xizmetkarê nenixumandî bû.

Ew cotê zewacê deyndar bûn, çimkî problêmên wane perava girêdayî hebûn. Lê yeke, wana safî kir ku ewê pasportê û pera, hildin û herin wî ciyê ku adrês pasportêda nivîsar bû. Mêrikê ku ew pasport unda kiribû, û usa jî neferên wî, gelek ecêbmayî man! Haykanûş û mêrê wê, wî mêrikîra gilî kirin, ku wana usa kir çimkî zanebûna ji Kitêba Pîroz ser wan hukum kiriye. Û wana ew mecal dane xebatê, wekî derheqa Şedên Yahowa xeberdin, û wana hine edebyet wê malbetêra hîştin.

Ewê malbetê dixwast hine pere bidine Haykanûşê, seva razîbûna xwe bidine kifşê. Lê Haykanûşê hilneda ew pere. Roja din, jinik çû mala Haykanûşê, û zorê wê dikir ku gustîla almas hilde, çimkî dixwast razîbûna xwe bide kifşê.

Merivên din jî wê mîna vê malbetê ecêbmayî bimana ji bo dilsaxiya Haykanûşê û mêrê wê. Lê gelo Yahowa wê ecêbmayî bima? Gelo Yahowa qîmet kir dilsaxiya wan? Gelo hêja bû ku ewana dilsax û neqelp bûn?

HUNURÊN GELEK QÎMET

Caba wan pirsa çetin nînin. Gelo çira? Çimkî xizmetkarên Xwedê bawer in ku çaxê ewana çev didine hunurên Xwedê, ew yek bona wî hê qîmet e, ne ku almas, zêr, yan tiştên din yên biha. Nihêrandina Yahowa ser tiştên qîmet, cude dibe ji nihêrandina meriva (Îşa. 55:8, 9). Xizmetkarên Yahowa hesab dikin, ku çaxê ewana çev didine hunurên wî, ew hê gelek qîmet e.

Were binihêrin ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa serwaxtiyê û aqilayê. Metelokêda 3:13-15 tê gotinê: “Xwezî li yê ku gihîştiye zaniyariyê [serwaxtiyê] û aqilê dîtiye! Ji ber ku qezanckirina wê, ji qezanckirina zîvan qenctir e û fêda wê ji zêran zêdetir e. Ji muçevherê [mircanê] bi qîmettir e û hemû tiştê ku tu dixwazî, bi wêra nayê miqyasî [beramberî] kirin”. Eyan e, ku Yahowa hunurên usa hê qîmet dike, ne ku kevirên biha.

Lê em çi dikarin bêjin derheqa neqelpiyê?

Yahowa neqelp e, û ew “derewa nake” (Tîto 1:2, ÎM). Bi rêberiya Xwedê Pawlos qirna yekêda Mesîhiyên Îbranîra nivîsî: “Bona me dua bikin. Em eseyî zanin ku îsafa me rihet e û dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbrn. 13:18).

Îsa Mesîh neqelpiyêda nexşekî baş mera hîşt. Mesele, bînin bîra xwe çaxê Serekkahîn Qeyafa, giliyê usa gote Îsa: “Ez te bi Xwedêyê sax didime sondê. Mera bêje, tu yî Mesîh, Kurê Xwedê?” Rast e Îsa zanibû ku hergê ew rastiyê bêje, Civîna Giregira wê wî neheq kin ku yançi ew kifiriya dike, û seva vê yekê wî ceza kin, lê yeke ewî rastî got ku ew Mesîh ye (Met. 26:63-67).

Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Hene derece, kîderêda meriv dikare derewa bike, yan ne hemû tiştî rast bêje, seva kara matêrîalî bistîne. Gelo wan derecada meyê ça xwe bida kifşê, meyê rastî xwey kira?

ÇIRA ÇETIN E KU NEQELP BIN?

Belê, wan rojên axiriyêda, kîderê ku gelek meriv “xwehiz” û “perehiz in”, çetin e rast û neqelp bimînin (2 Tîmt. 3:2). Çaxê krîzîsa matêrîalî heye û xebat çetin destdikeve, meriv destpêdikin qelpiyê bikin. Lema gelek xwe heq derdixin, çaxê didizin, fêlbaziyê dikin, yan tiştên dine qelp dikin. Ew nihêrandin niha usa belabûyî ye, ku gelek difikirin wekî bêyî qelpiyê, meriv matêrîalîda pêşda naçin. Û yazix, hela hê hine Mesîhiya jî safîkirinên nerast kirine, û “pey keda heram” ketine, û civatêda navê xwe xirab kirine (1 Tîmt. 3:8; Tîto 1:7).

Lê heçî zef Mesîhî, çev didine Îsa. Ewana fem dikin ku hunurên Xwedê hê ferz in, ne ku tu hebûk yan pêşdaçûyîn. Lema, Mesîhiyên cahil mektebêda pê qelpiyê pey hesabên baş nakevin (Metlk. 20:23). Belê, dibeke meriv rastiyê timê qîmet nakin, mesele ça kirê Haykanûşê qîmet kirin. Lê yeke, çaxê em ber çevê Xwedê rast in, û îsafa me temiz e, ji vê qîmettir û baştir tu tişt tune.

Were qewimandina Gagîk şêwir kin. Ew gilî dike: “Pêşiya ku ez bibûma Mesîhî, ez kompanya mezinda ça mênêcêrê sereke dixebitîm. Mezinê vê kompanyayê, vedişart ku çiqas pera ew çêdike, seva kêm pera bide dewletê. Şixulê min usa jî ew bû, ku ez ruşetê bidime xercgira, seva ewana çevê xwe dadin ser derewiya kompanya me. Lema, axiriyê navê min derket ça merivekî qelp. Rast e seva vê yekê min gelek pere distand, lê çaxê ez rastiyê pêhesiyam, min îda qelpî nedikir. Min bîznêsa xwe vekir. Û hema roja pêşinda, min kompanya xwe bi qanûnî kir, û ji vê rojê destpêkirî hemû xerca bi qanûnî dadidim” (2 Korn. 8:21).

Gagîk dibêje: “Çaxê ez kompanyayêda dixebitîm, çiqas pera min distand, niha ez nîvê vê distînim. Lema nehêsa bû malbeta xwe xwey kim. Lê yeke ez niha hê bextewar im. Îsafa min ber Yahowa temiz e. Ez bona du kurên xwe mesela baş im, û civatêda cabdariyên min hene. Nava merivên ku hesabê pera dikin, û tevî kê ez bîznêsêda hevkariyê dikim, min nas dikin ça merivê neqelp”.

YAHOWA WE NAHÊLE

Yahowa hiz dike wan, yên ku navê wî rûmet dikin, bi vê yekê ku çev didine hunurên wî, mesele neqelpî (Tîto 2:10). Yahowa Dawid Padşa hêlan kir, ku giliyê usa binivîse: “Civan [cahil] bûm, û kal jî bûm; lê belê tu carî nedîtim ku mirovê rast hatiye terikandin û nîjada wî parsa nan dike” (Zeb. 37:25).

Rastiya wan giliya, ji serhatiya Rût tê kifşê. Ew amin ma xasiya xwe Nahomîra, ya ku pîr bû, û ew tenê lê nehîşt. Rût derbazî Îsraêlê bû, kîderê ku ewê dikaribû Xwedayê rast bihebîne (Rût 1:16, 17). Rût jinikeke namûs û xebathiz bû. Ewê li gor Qanûnê, top dikir genimê ku paşî nandirûnê dima. Rût û Naomî jîyîna xweda didîtin ku ça Xwedê bona wan xem dikir, çawa ku Dawid jî dît (Rût 2:2-18). Belê, Yahowa xêncî alîkariya matêrîalîda, hê zêde bona wê kir. Xwedê ew bijart, ku Îsa Mesîhê sozdayî, ji rikinyata wê bê (Rût 4:13-17; Met. 1:5, 16).

Hine xizmetkarên Yahowara, dibeke çetin e xwe xwey kin, çimkî nikarin haqas pere qazanc kin seva yole herin. Dewsa ku bi qelpiyê û derewiyê xwe xwey kin, ewana giran û bi îsafa temiz dixebitin. Usa ewana didine kifşê, ku hunurên Xwedê, mesele neqelpî, bona wan ji tiştên matêrîalî qîmettir in (Metlk. 12:24; Efes. 4:28).

Îro Mesîhî mîna Rût, nav temamiya dinyayêda, bawer dikin ku Yahowa dikare alî wan bike. Ewana bi temamî îtbariya xwe Xebera wî tînin, kîderêda tê gotinê: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbrn. 13:5). Yahowa îzbat kir ku ew wê alî belengaza bike, yên ku timê rast û neqelp in. Ew heta niha jî xweyê sozê xwe ye, ku wê xem bike bona xizmetkarên xweyî amin (Met. 6:33).

Ber çevê meriva almas û kevirên dine biha gelek qîmet in. Lê em dikarin bawer bin ku Bavê me Yahowa, qîmet dike çaxê em dilsax in û hunurên wîye din eyan dikin!

Çaxê em neqelp in, îsafa me temiz e û em dikarin bi azayê mizgîniyê bela kin