Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qîmet kin Hosteyê Me Yahowa

Qîmet kin Hosteyê Me Yahowa

“Ya Xudan, . . . tu kûzvanê me yî [hosteyê cêra], û em gişk karê destê te ne!” (ÎŞA. 64:8).

KILAMÊN: 11, 26

1. Çira tu hoste nikare beramberî Yahowa be?

SALA 2010-da, meha Mijdarê, Londonêda, derdaneke Çînayî dihate firotanê. Ew derdan ya berê bû, ji axê hatibû çêkirinê û bahê wê weke 70 mîlyon dolar bû. Ecêbmayî ew e, ku ew derdana biha hatibû çêkirinê ji axê û heriyê, ku qet qîmetê wan tune, lê hoste ew derdan usa çêkiribû, ku bû tiştekî bedew û gelek biha. Lê tu hoste nikare beramberî Yahowa be. Yahowa ji “axa erdê” merivê bêqisûr çêkir. Û ewî feresetê usa da wî merivî, ku çev bide hunurên Efirandarê xwe (Destp. 2:7, PKM). Û ew merivê bêqisûr, dêmek Adem ku ji axê hate çêkirinê, hate navkirinê “kurê Xwedê” (Lûqa 3:38, ÎM).

2, 3. Em çida dikarin çev bidine Îsraêliya, yên ku gunê xwe anîne rûyê xwe?

2 Ew merivê pêşin, dêmek Adem, yê ku kurê Xwedê dihate hesabê, paşê miqabilî Efirandarê xwe derket. Lê gelek ji zureta Adem, Yahowa Xwedê qebûl kirine ça Serkarê xwe (Îbrn. 12:1). Wana bi milûktiyê gura Efirandarê xwe dikirin. Usa, wana da kifşê ku dixwazin wekî Yahowa be Bavê wan û Hosteyê wan, ne ku Şeytan (Yûhn. 8:44). Aminiya wane hindava Xwedê, tîne bîra me giliyê ji Îşaya, çaxê Îsraêliya gunê xwe anîne rûyê xwe. Wana got: “Ya Xudan, tu Bavê me yî; em herî ne û tu kûzvanê me yî [hosteyê cêra], û em gişk karê destê te ne!” (Îşa. 64:8).

3 Îro xizmetkarên Yahowayî rast jî, milûktiyê didine kifşê û gura Yahowa dikin. Ewana ça qedirekî mezin hesab dikin, ku Yahowa bona wan Bav û Hoste ye, û ku ewana bin destê wîda nin. Lê tu destê Yahowada heriya çi cûreyî, tu nerm î û dihêlî ku ew ji te derdaneke qîmet çêke? Tu ser xûşk-bira ça dinihêrî, didî hesabê ku Xwedê hê wana çêdike û diguhêze? Were em şêwir kin sê tişta derheqa Yahowa, ku ew çawa Hoste çi şixulî dike: 1) Ew ça dijbêre wan, kîjana wê biguhêze, 2) çira ew dixwaze wana biguhêze, û 3) ça ew wana diguhêze.

YAHOWA ÇA DIJBÊRE WAN, KÎJANA WÊ BIGUHÊZE

4. Ça Yahowa dijbêre wan, kîjana ew dixwaze nêzîkî xwe ke? Meselê bînin.

4 Yahowa dîna xwe nade rûyê meriva. Dewsê, ew dilê wan dinihêre, dêmek dinihêre ku hindurva ewana merivne ça nin. (Bixûne 1 Samûyêl 16:7b.) Ew yek hate kifşê, çaxê Yahowa civata Mesîhî saz kir. Ewî gelek meriv jibart seva nêzîkî xwe û Kurê xwe ke. Lê ber çevê meriva, tê bêjî hinek ji wan nehêja bûn (Yûhn. 6:44). Mesele, Şawûlê Fêrisî, Mesîhiya “dizêrand û neyartî” dikir (1 Tîmt. 1:13). Lê yeke Yahowa, Şawûl ça axa û heriya bêkêr hesab nekir (Metlk. 17:3). Dewsê, Yahowa dilê wî dît û zanibû ku ji wî dikare derdaneke qîmet derê, dêmek ya “bijartî”. Usa jî Yahowa zanibû ku Şawûlê wê “necihûya, padşa û zarêd Îsraêlêva” şedetiyê bide (Kar. Şand. 9:15). Xwedê usa jî yên mayîn jî dît, ji kîjana “derdanêd bona rûmetê” dikaribûn derketana. Û ew meriv, berê serxweş, bênamûs, û diz bûn (Rom. 9:21; 1 Korn. 6:9-11). Lê çaxê wana ji Xebera Xwedê zanebûna rast standin û baweriya xwe hindava Yahowa qewî kirin, wana hîşt ku Xwedê wana biguhêze.

5, 6. Îtbariya me hindava Hosteyê me Yahowa, ça gerekê hukum be ser nihêrandina me a) hindava wan meriva, kêra em mizgîniyê bela dikin? b) hindava xûşk-birên me?

5 Em bawer dikin ku Yahowa dila dixûne, û ew merivên rast dijbêre, ku nêzîkî xwe ke. Lema em gerekê tu kesî sûcdar nekin, ne wana kêra em mizgîniyê bela dikin, ne jî xûşk-birên xwe civatêda. Şêwir kin derheqa mêrekî, ku navê wî Maykl e. Ew gilî dike: “Çaxê Şedên Yahowa min didane sekinandinê, min guh nedida wan û qe ne jî dinihêrî ser wan. Rastî jî, ez yekî gelek bêmerîfet bûm! Paşê, hine wede derbaz bû, û ez rastî malbetekê hatibûm, kîjan ku min xweş dihat ji bo rabûn-rûniştandina wane baş. Lê carekê, ez ecêbmayî mam, çimkî min bihîst ku ewana Şedên Yahowa bûn! Paşê vê yekê, ez fikirîm, gelo çira ez hindava wan usa bêmerîfet bûm. Zûtirekê, min fem kir ku nihêrandina min usa bû, ji bo nezanebûna min û giliyên merivên din”. Seva ku Maykl rastî pêbihese derheqa Şedên Yahowa, ew hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kir. Wede derbaz bû, û ew hate nava rastiyê û bû xizmetkarê hertim.

6 Hergê em Yahowa hesab dikin Hosteyê xwe, emê ser xûşk-bira usa binihêrin ça Yahowa. Emê nefikirin ku tiştek ji wan dernayê, yanê ewana wê pêşda neçin. Dewsê, emê hesab kin ku Yahowa hê wana diguhêze. Yahowa dilê meriva divîne, û zane ku ew meriv dikare bibe yekî ça. Çimkî ew nav merivada tiştên baş divîne û ew dîna xwe nade ser kêmasiyên wan. Ew zane wekî ew şaşiyên wan wedelû ne (Zeb. 130:3). Em jî gerekê çev bidine Yahowa, û pê çevê baş binihêrin ser xûşk û bira. Bi rastiyê, em jî dikarin tevî Hosteyê xwe alî xûşk-birên xwe bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin (1 Têsln. 5:14, 15). Vê yekêda rûspî gerekê mesela baş bin (Efes. 4:8, 11-13).

ÇIRA YAHOWA ME DIGUHÊZE?

7. Çira hûn şîretkirina Yahowa dişêkirînin?

7 Dibeke we bihîstiye ku kesekî giliyê usa gotiye: “Heta ku zar minra nebûna, min şîretkirina dê-bava bi temamî nedişêkirand”. Çaxê em mezin dibin, em şîretkirinê hê qîmet dikin, çimkî em fem dikin ku ew yek ji hizkirinê ye. (Bixûne Îbranî 12:5, 6, 11.) Belê, Yahowa me hiz dike ça zarên xwe, û lema ew me şîret dike û bi sebir me rast dike. Û ew dixwaze ku em jî wî hiz kin, û dixwaze em bîlan û bextewar bin (Metlk. 23:15). Ew naxwaze ku em seva nebîlaniya xwe biçerçirin, û ne jî dixwaze em emirê xwe unda kin, seva gunekariya xwe, kîjan ku me çawa zureta Adem standiye (Efes. 2:2, 3).

8, 9. Yahowa îro ça me hîn dike, û hînkirina wî wê ça berdewam be axiriyêda?

8 Pêşiya ku me Yahowa nas kira, dibeke hunurên meye usa hebûn, yên ku wî xweş nayên, diqewime hunurên gelek xirab jî. Lê yeke, Yahowa alî me kir ku em hatine guhastinê, û niha gelek hunurên meyî baş hene (Îşa. 11:6-8; Kols. 3:9, 10). Îro em cineta ruhanîda nin. Ew cinet Yahowa saz kiriye, seva me biguhêze. Rast e em dinya zulmda dijîn, lê yeke vê cineta ruhanîda, em xwe xweykirî û bêxof texmîn dikin. Usa jî, ewên ku malbeta xweda hizkirin nedîtine, li vê cinetêda hizkirina rast divînin (Yûhn. 13:35). Hin jî, em hîn bûne ku hizkirinê hindava merivada bidine kifşê. Lê ji wan hemû tişta ya lape ferz ew e, ku me Yahowa ça bav nas kir û niha hizkirina wî texmîn dikin (Aqûb 4:8).

9 Dinya tezeda, emê bi temamî karê ji cineta ruhanî bistînin. Emê usa jî ji cineta fîzîkî şabûnê bistînin. Ew cineta ser erdê, wê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê be. Wî wedeyî, Yahowa wê berdewam ke me biguhêze û me hîn ke. Niha mera çetin e evê yekê bidine ber çevê xwe (Îşa. 11:9). Yahowa usa jî wê hişê me û bedena me bêkêmasî bike. Usa emê bikaribin hê kûr fem bikin hînkirinên wî û bi temamî gura temiyên wî bikin. Were em berdewam kin bihêlin Yahowa me biguhêze, û razîbûnê bidine kifşê bona hizkirina wî hindava me (Metlk. 3:11, 12).

YAHOWA ÇA ME DIGUHÊZE

10. Îsa ça eyan kir sebira Hosteyê Mezin?

10 Yahowa çawa hostekî cêribandî, rind zane ku kîjan ax çi cûreyî ye. Û lema ew zane ça ji vê axê tiştekî çêke. (Bixûne Zebûr 103:10-14.) Belê, Yahowa me rind zane. Ew kêmasiyên me dide hesabê, û zane em çi dikarin û çi nikarin, û usa jî çiqas em ruhanîda pêşda diçin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî rind eyan kir nihêrandina Yahowa hindava merivên gunekar. Mesele were em şêwir kin, ku Îsa ça dinihêrî ser kêmasiyên şandiyên xwe. Cara ewana diketine dewê, hela kê ji wan herî mezin e. Hergê we ew derece bidîta, hûnê derheqa şandiya bifikiriyana ku ewana milûk û nerm in? Îsa derheqa wan nebaş nefikirî. Ewî zanibû ku şandiyên wîyî amin bi saya şîret û rastkirina dikarin bêne guhastinê. Usa jî ewana dikaribûn çev bidana milûktiya wî (Marq. 9:33-37; 10:37, 41-45; Lûqa 22:24-27). Paşî saxkirina Îsa, çaxê şandiyên wî ruhê pîroz standin, wana îda pey wê yekê nediketin, ku kê ji wan ya herî mezin e. Bona wan ya lapî ferz ew şixul bû, kîjan ku Îsa dabû wan (Kar. Şand. 5:42).

11. Çira em dikarin bêjin ku Dawid ça mîna heriya nerm bû, û em ça dikarin çev bidine wî?

11 Îro, Yahowa me rast dike û diguhêze, bi saya Kitêba Pîroz, ruhê xweyî pîroz, û civatê. Lê ça Kitêba Pîroz dikare me biguhêze? Em gerekê timê bixûnin Kitêba Pîroz û çi dixûnin ser bifikirin. Usa jî em gerekê dua bikin Yahowara, ku alî me bike, wekî em bidine xebatê çi ku em pêdihesin. Dawid nivîsî: “Çaxê ez te, nav nivînada bibîr tînim, dirêjaya şevêda, ez [derheqa] te kûr difikirim” (Zeb. 63:6, ÎM). Ewî usa jî got: “Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar, bi şeva jî dilê min ji minra dibe hîndar” (Zeb. 16:7, ÎM). Belê, Dawid kûr difikirî ser şîretkirina Xwedê, û ewî dihîşt ku şîretên Xwedê kûr dilê wîda bimînin, hela hê wî çaxî jî çaxê çetin bû wîra şîretê qebûl ke (2 Sam. 12:1-13). Belê, Dawid gelek milûk bû, û ewî gura Xwedê dikir. Em jî gerekê çev bidine wî. Lê çaxê hûn dixûnin Xebera Xwedê, hûn difikirin ser, û dihêlin ku giliyên Xwedê dilê we bigirin? Vê yekêda dîsa hûn ça dikarin hê pêşda herin? (Zeb. 1:2, 3).

12, 13. Yahowa ça me diguhêze bi saya ruhê xweyî pîroz û civatê?

12 Ruhê pîroz dikare gelek tiştada me biguhêze. Mesele, ew alî me dike em Mesîhiyên hê baş bin, û usa jî berên ruh bidine kifşê (Galt. 5:22, 23). Yek ji wan bera, ew heye hizkirin. Em Xwedê hiz dikin, lema temiyên wî bona me bargiran nînin, û hin jî em dixwazin gura wî bikin û dixwazin ew me biguhêze. Ruhê pîroz usa jî mera qewatê dide, ku em nekevine ber bayê vê dinyayê (Efes. 2:2). Pawlosê şandî çaxê cahil bû, nava serwêrên rêlîgiya Cihûyada bû, yên ku qure û babax bûn. Lê bi saya ruhê pîroz ew hate guhastinê. Ewî nivîsî: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlî. 4:13). De were em mîna Pawlos, bi milûktî timê ji Yahowa ruhê pîroz bixwazin. Yahowa wê ese caba duayên me bide (Zeb. 10:17).

Yahowa bi saya rûspiya alî me dike ku em bêne guhastinê, lê em aliyê xweda gerekê guh bidine şîretkirina wan (Binihêre abzasa 12, 13)

13 Yahowa usa jî me bi saya civatê û rûspiya diguhêze. Mesele, hergê rûspî têderdixin ku em ruhanîda sist bûne, ewana dixwazin alîkariyê bidine me. Lê ewana ji xwe evê yekê nakin, û bi xweva şîreta nadin (Galt. 6:1). Dewsê, ewana bi milûktî Yahowara dua dikin, ku femkarî û bîlanî bide wan. Paşê ewana Kitêba Pîrozda û edebyetên meda înformasiya digerin, seva dereca meda hê rind alî me bikin. Lema, hergê rûspî nêzîkî we bin, seva ku nerm û bi hizkirinê alî we bikin, mesele, derheqa stîla kincxwekirina we, qebûl kin şîreta wan, û hesab kin ku şîreta wan eyankirina hizkirina Xwedê ye. Hergê hûn usa bikin, hûnê destê Yahowada çawa heriya nerm bin, û hazir bin bêne guhastinê. Ew guhastin wê karê wera bînin.

14. Rast e hukumê Yahowa heye ser axê, lê ça ew qedir dide kifşê hindava azaya meye bijartinê?

14 Heger emê rind fem kin ku Xwedê ça dikare meriva biguhêze, emê pê çevê rast ser xûşk-birên xwe binihêrin. Usa jî nihêrandina me hindava merivên deşta meda û ewên tevî kê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibin, wê bê guhastin. Wedê berê, hosteye cêra çaxê ax hildida, derbêra destpênedikir ji vê tiştekî çêke. Pêşiyê, ew ax hazir dikir, mesele ji axê kevira derdixist û dîsa tiştên din. Mîna vê yekê, Yahowa jî hazir dike wan, yên ku milûk in, seva ku ew wana biguhêze. Xwedê zorê me nake, ku em bêne guhastinê. Dewsê, ew prînsîpên zelal dide me, seva em xwexa bi rezedilî guhastina bikin.

15, 16. Ewên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ça didine kifşê ku ewana dixwazin wekî Yahowa wana biguhêze? Meselê bînin.

15 Şêwir kin mesele Têsî, xûşkekê ku Avstralyayêda dijî. Xûşkek ku wê hîn dikir, gilî kir derheqa wê: “Têsî rastiyên Kitêba Pîroz hêsa qebûl kir. Lê yeke ew ruhanîda pêşda nediçû, û hela hê nedihate ser civatê jî! Û paşî gelek dua, min safî kir ku tevî wê hînbûnê bidime sekinandinê. Paşî vê yekê tiştekî ecêb qewimî. Çaxê îda tê bêjî hînbûna meye xilaziyê bû, Têsî dilê xwe minra vekir. Ewê got ku ewê texmîn dikir ku merivekî durû ye, çimkî hiz dikir xumar bilîze. Û Têsî got ku ewê îda safî kiriye ku evî xeysetî biterikîne”.

16 Rast e hevalên Têsî yên berê qerfê xwe wê dikirin, lê yeke ewê zûtirekê destpêkir bê ser civatê û hunurên Mesîhîtî bide kifşê. Ew xûşk zêde dike: “Paşê, Têsî hate nixumandinê. Û rast e zarên wê yên biçûk hebûn, lê ew destpêkir xizmet ke ça pêşengê hertim”. Belê, çaxê yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, destpêdikin emirê xwe biguhêzin, seva ku dilê Xwedê şa kin, Xwedê jî nêzîkî wan dibe û ji wana derdaneke qîmet çêdike.

17. a) Hûn çi difikirin derheqa Hosteyê me Yahowa? b) Têma dinda derheqa çi emê şêwir kin?

17 Îro jî, hine hoste derdana pê desta çêdikin. Hosteyê me Yahowa jî, bi sebir me diguhêze pê şîretên xwe. Û ew dîna xwe dide me, hela ça em dihêlin ku ew me biguhêze. (Bixûne Zebûr 32:8.) Hûn texmîn dikin ku Yahowa ça xût bona we xem dike? Hûn divînin ku ça destê wîda hûn têne guhastinê? Hergê erê, kîjan hunur wê alî we bikin ku axa nerm bin, seva Yahowa hêsa we biguhêze? Ji çi hûn gerekê xwe dûr bigirin, seva ku Yahowara çetin nîbe we biguhêze? Û ça dê-bav dikarin tevî Yahowa hevkariyê bikin, seva ku zarên xwe biguhêzin, çawa Yahowa dixwaze? Têma dinda derheqa wan pirsa emê şêwir kin.