Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da ser têmên ji “Birca Qerewiliyê” ya wan paşwextiyê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin caba wan pirsa bidin:

Çira Yahowa qebûl dikir şerên Îsraêla berê?

Yahowa Xwedêyê hizkirin e. Cara, seva ku cimeta xwe ji xirabiyê û zorbetiyê xwey ke, ewî îzin dida ku ewana şer bikin. Lê tenê Xwedê safî dikir ku kê û kengê wê şer bike (w15 1/11, rûp. 4-5).

Ça dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, seva ku ewana Yahowara xizmet kin?

Gelek ferz e ku dê-bav zarên xwe hiz bikin û milûk bin, seva zar çev bidine wan. Usa jî, gelek ferz e ku dê-bav zarên xweyî cahil, fem bikin (w15 15/11, rûp. 9-11).

Çira em gerekê hesab nekin ku pop cîgirê Petrûs e, dêmek ciyê wî digire?

Metta 16:17, 18 nabêje ku Petrûsê şandî gerekê bibûya serê civata Mesîhî. Kitêba Pîroz dide kifşê ku Îsa ye kevirê enîşkê, ne ku Petrûs (1 Pet. 2:4-8) (w15 1/12, rûp. 12-14).

êşiya ku em tiştekî bêjin, em gerekê derheqa çi bifikirin?

Seva ku zimanê xwe bona qenciyê bidine xebatê, em gerekê bîra xweda xwey kin 1) kengê xeberdin (Waîz 3:7), 2) çi bêjin (Metlk. 12:18), û 3) ça xeberdin (Metlk.25:15) (w15 15/12, rûp. 19-22).

Ji kîjan kirên nerast û qelp Mesîhî gerekê xwe dûr bigire?

Mesîhiyên rast, xwe dûr digirin ji derewa, ji buxdana. Ewana usa jî înformasiya nerast bela nakin, seva navê kesekî xirab kin, ne jî fêlbaziyê û diziyê dikin (wp16.1, rûp. 5).

Kê bûn “serekên kahîna”, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gotinê?

“Serekên kahîna”, ça tê kifşê ew serokên kahîna bûn, usa jî serekkahînên berê, yên ku îda kahîntî nedikirin (wp16.1, rûp. 10).

Em ça gerekê hindava wan bin, yên ku ser Bîranînê sîmbola dixwin?

Mesîhî wana rûmet nakin. Ewê ku rastî rûnkirî ye, hîviyê nîne ku wî hurmet kin. Ew ne jî dixwaze ku ber hemûşka eyan ke, ku ew rûnkirî ye (Met. 23:8-12) (w16.01, rûp. 23-24).

Em çi dikarin hîn bin ji vê yekê, ku ça Birahîm bû dostê Xwedê?

Diqewime ku Birahîm derheqa Yahowa ji Sem pêhesiya. Birahîm baweriya xwe qewî dikir, çaxê didît ku Xwedê ça bû hindava wî û malbeta wî. Em jî dikarin Xwedê nas kin û bivînin ku ew hindava me ça ne (w16.02, rûp. 9-10).

Kitêba Pîroz ça hate parevekirinê ser serî û rêza?

Qirna 13-da, xizmetkarê dêrê Stêfan Langton, Kitêba Pîroz parevekir ser seriya. Nivîsarên Îbranî Cihûyên bergir parevekirine ser rêza, û qirna 16-da, zandar Robêrt Êstîên Nivîsarên Yûnanî parevekir (wp16.2, rûp. 14-15).

Gelo Şeytan bi rêalî Îsa bire paristgehê, seva wî bicêribîne?

Em sed selefî nikarin evê yekê bêjin. Li gora Metta 4:5 û Lûqa 4:9 dikare bê hesabê ku Şeytan dîtinokêda wî bire paristgehê, yan bilindciya têrîtoriya paristgehê (w16.03, rûp. 31-32).

Çi cûreyî xizmetiya me dikare bibe mîna aviyê?

Avî geş dike û jîyînê dide. Rastî jî, avî kerem e ji Xwedê (Qan. Dcr. 33:13). Û şixulê ku cimeta Xwedê tevayî dikin, hema mîna aviyê ye (w16.04, rûp. 4).