Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Xwedayê Me Yahowa, Tek e Yahowa”

“Xwedayê Me Yahowa, Tek e Yahowa”

“Bibihê Îsraêl! Xwedayê me Yahowa, tek e Yahowa” (QAN. DCR. 6:4, DT).

KILAMÊN: 138, 2

1, 2. a) Çira giliyên ji Qanûna Ducarî 6:4 gelek nas in? b) Çira Mûsa ew gilî gotin?

ÎDA bi seda sala ye ku miletê Cihû duayê xweye mexsûsda, didine xebatê şeş xeberên ji Qanûna Ducarî 6:4. Ewana ewî duayî her roj, şebeqê û êvarê dibêjin. Ew dua tê navkirinê Şêma. Ew gilî hatiye hildanê ji xebera vê rêzêye pêşin. Ew dua bona wan gelek ferz e, çimkî bi vî duayî ewana aminiya xwe Xwedêra didine kifşê.

2 Ew gilî Mûsa miletê Îsraêlra got, yên ku erdê Mowabêda top bibûn. Ew sala 1473 B.D.M. bû. Ewana gerekê çemê Ûrdunêra derbaz bûna, seva Erdê Sozdayî war bûna (Qan. Dcr. 6:1). Mûsa ku 40 sala rêberiya wan dikir, dixwest wana hêlan ke, wekî ewana mêrxas bin, rastî çetinaya bên. Wana gerekê îtbariya xwe Xwedêyê xwe Yahowa bianiyana û wîra amin bimana. Giliyên Mûsaye xilaziyê, rastî jî gelek hukum bûn ser Îsraêliya. Paşî vê yekê, çaxê Mûsa Deh Qanûn û usa jî temiyên din cimetêra gilî kir, ewî giliyên qewî gote wan, kîjan ku nivîsar in Qanûna Ducarîda 6:4, 5. (Bixûne.)

3. Vê têmayêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

3 Lê gelo Îsraêliya nizanibûn ku Yahowa Xwedêyê wan, “tek e Yahowa”? Belê, wana zanibû. Îsraêliyên amin tenê Xwedêk dihebandin, Xwedêyê kal-bavên wan Birahîm, Îshaq, Aqûb. Wekî usa ne, lê çira Mûsa anî bîra wan ku Yahowa Xwedêyê wan, “tek e”? Çi tevgirêdan heye ku Yahowa tek e, û ku em gerekê wî hiz kin bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya qewata xwe, çawa rêza 5-da tê gotinê? Û giliyên ji Qanûna Ducarî 6:4, 5, îro bona me çi têne hesabê?

YAHOWA TEK E

4, 5. a) Çi tê hesabê ev gilî “tek e Yahowa”? b) Yahowa ça ji xudanên din cude dibe?

4 Yê Mîna Wî Tune. Xebera “tek” zimanê Îbranîda û usa jî gelek zimanên dinda, nayê hesabê tenê hesab, lê hê zêde. Ew usa jî tê hesabê, ku yê mîna wî tune û ku ew yek e. Yahowa ye Efirandarê ezmana û erdê, û Serwêrê gerdûnê. Xêncî wî, tu Xwedayê rêalî û rast tune ye. Tu xudan mîna wî nîne (2 Sam. 7:22). Dêmek Mûsa ne ku dixwest îzbat kira ku hînkirina derheqa sêyekane, nerast e. Lê ewî dixwest bianiya bîra Îsraêliya, ku ewana gerekê tenê Yahowa bihebînin. Îsraêlî gerekê pey miletên dorberê xwe neçûna, çimkî ewî miletî cûre-cûre xudan dihebandin. Wana bawer dikir, ku hinek ji wan xudanên qelp, tebiyetê kontrol dikin.

5 Mesele, Misiriya dihebandin xudanêtevê Ra, xudanê-ezmana Nat, xudanê-erdê Gêb, xudanê-Nîl bi navê Hapî. Wana usa jî gelek heywan pîroz hesab dikirin û serê xwe ber wan datanîn. Yahowa gelek ji wan xudanên qelp nimiz kir bi saya Deh Bela û eyan kir ku ji wan mezintir e. Baal xudanê Kenanyaye sereke, xudanê berdariyê bû, kîjan ku usa jî eyan bû ça xudanê ezmana, baranê, û bagerê. Gelek ciyada, meriva usa jî Baal hesab dikirin ça xweyî xudanê xwe (Jimar 25:3). Lê Îsraêliya gerekê bîra xweda xwey kirana ku Xwedêyê wan, Xwedêyê rast, “tek e” (Qan. Dcr. 4:35, 39).

6, 7. Dîsa çi tê hesabê xebera “tek”, û ça Yahowa îzbat kir ku ew “tek e”?

6 Nayê Guhastinê û Amin e. Xebera “tek”, yanê yek, usa jî tê hesabê ku nêt û kirên wî yek in. Yahowa Xwedê nayê guhastinê. Ew timê amin e û rast e. Ewî soz dabû Birahîm ku zureta wî wê Erdê Sozdayî war be, û Yahowa keremetên mezin kir seva ewî sozî bîne sêrî. Yahowa hela hê jî 430 sal paşî sozdayîna xwe, sozê xwe neguhast û anî sêrî (Destp. 12:1, 2, 7; Derk. 12:40, 41).

7 Paşî hine qirna, çaxê Yahowa Îsraêlî nav kirin ça şedên xwe, ewî wanara da kifşê ku ew nehatiye guhastin, û usa jî got: “Berî min Xwedê nebû û paşî min jî nabe”. Ewî wanra eyan kir, ku nêta wî nayê guhastin, û wekiland ku ew e Xwedêyê tek (Îşa. 43:10, 13; 44:6; 48:12). Rastî jî çiqas qedirekî mezin bû bona Îsraêliya. Îro ew qedirekî mezin e bona me jî, ku em xizmetkarên Yahowa ne. Em xizmetkarên wî Xwedêyî ne, yê ku nayê guhastin, û timê amin e (Malx. 3:6; Aqûb 1:17).

8, 9. a) Yahowa ji xizmetkarên xwe çi dewa dike? b) Îsa ça zelal kir ku giliyên Mûsa çi dihatine hesabê?

8 Mûsa anî bîra cimetê, ku Yahowa hizkirinêda û qenciyêda hindava wan wê neyê guhastinê. Lê ewana gerekê Yahowara bi temamî amin bimana, û ew hiz kirana bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, û qewata xwe. Yên cahil jî gerekê bi temamî Xwedêra amin bimana, çimkî dê-bava gerekê zarên xwe hîn kirana ku tenê Yahowa bihebandana (Qan. Dcr. 6:6-9).

9 Belê, Yahowa nayê guhastinê û qirara wî û nêta wî jî nayêne guhastinê. Lema jî, dewakirinên wî derheqa hebandina rast, îro jî usa nin. Seva ku ew xizmetiya me qebûl ke, em jî gerekê bi temamî wîra amin bin, û wî hiz kin bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, û qewata xwe. Îsa hema ew yek got, ku ew e temiya lape mezin. (Bixûne Marqos 12:28-31.) Were em şêwir kin, ku ça em dikarin pê kirên xwe bidine kifşê, ku bi rastiyê bawer dikin, wekî Xwedayê me Yahowa, tek e Yahowa.

BI TEMAMÎ AMIN BIN YAHOWARA

10, 11. a) Çi tê hesabê ku em gerekê tenê Yahowa bihebînin? b) Ça Îbranîye cahil, dane kifşê ku ewana tenê Yahowa dihebînin?

10 Yahowa Xwedayê me tek e û yek e. Lema, em gerekê xût tenê wî bihebînin û bi temamî wîra amin bin. Em nikarin hebandina xwe Yahowara tevî hebandina xudanên din kin, usa jî tevî fikir û kirên qelp kin. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin, ku Yahowa ne ku tenê ji xudanên din mezintir e, yan ji wan qewattir e, lê Xwedêyê rast tenê Yahowa ye. Û em gerekê tenê wî bihebînin. (Bixûne Eyantî 4:11.)

11 Kitêba Pîrozda em derheqa Îbraniyên cahil dixûnin, Daniyêl, Hananya, Mîşaêl, û Azarya. Wana îzbat kir ku ewana tenê Yahowa dihebînin û tenê wîra amin in. Wana ew yek îzbat kir ne ku tenê bi vê yekê, ku xwarina heram nedixwarin, lê usa jî serê xwe danenîn ber pûtê zêr, yê ku Nebûkedneser xwera çêkir. Ewan cahila zelal dane kifşê, ku bona wan Yahowa ciyê pêşin digire, û ku bi temamî tenê wîra amin in (Dan. 2:1–3:30).

12. Seva ku em bi temamî Yahowara amin bin, em gerekê xwe ji çi xwey kin?

12 Em gerekê nehêlin ku jîyîna meda tu tişt ciyê pêşin bigire, xêncî Yahowa. Lê ew çi tişt in ku dikarin ciyê pêşin bigirin? Yahowa Deh Qanûnada cimeta xwera zelal got, ku xêncî wî gerekê tu xudanên wan tunebe. Usa jî ewî got, ku ewana kirên usa nekin, kîjan ku pûtparistiyêva girêdayî ne (Qan. Dcr. 5:6-10). Îro cûre-cûre pûtparistî heye, û hinek ji wan, tiştên usa nin ku çetin e têderxî wekî pûtparistî ye. Lê dewakirinên Yahowa nehatine guhastinê, ew dîsa jî “tek e”. Were em niha pêbihesin ku ew yek bona me çi tê hesabê.

13. Em çi dikarin hê zef hiz kin, ne ku Yahowa?

13 Kolosî 3:5-da (bixûne), em dixûnin derheqa wan tişta, ji bo kîjana em dikarin unda kin heleqetiya xwe tevî Yahowa. Dîna xwe bidinê ku vê rêzêda, timayî beramberî pûtparistiyê dibe. Lê gelo çira? Çimkî çaxê çevê meriv ser tiştekî ye, û ew dixwaze evê yekê qazanc ke, mesele, hebûk yan tiştên biha, ew xwestin jîyîna wîda ciyê pêşin digire, û wî kontrol dike. Hema ew yek îda dibe ça xudan bona wî. Lê çaxê em dîna xwe didine ser temamiya vê rêzê, em divînin ku kirên vê rêzêda, kîjan ku gune têne hesabê, hinekî tevî timayê jî girêdayî ne, dêmek tevî pûtparistiyê. Hergê meriv gelek dixwaze tiştên wî cûreyî qazanc ke, ew xwestin îda dikare ciyê pêşin bigire, ne ku hizkirina wî hindava Xwedê. Gelek xof e hergê em dihêlin tiştên matêrîalî me kontrol kin. Çimkî ew yek dikare bibe menî ku Yahowa wê îda bona me “tek” nîbe.

14. Yûhennayê şandî çi şîret da?

14 Yûhennayê şandî hê zelal şirovekir, ku hergê kesek tiştên vê dinyayê hiz dike, dêmek, “dilhavijî, çevhavijî û kubar-babaxî”, wî çaxî “hizkirina Bavê nava wîda tune” (1 Yûhn. 2:15, 16). Ew tê hesabê, ku em gerekê timê dilê xwe bicêribînin, hela em hiz dikin wedederbazkirina, hevaltiyê, stîla kincxwekirin û xemilandina usa, kîjan ku ev dinya hiz dike. Yan dibeke em pey “tiştên mezin” dikevin, mesele bi saya xwendina bilind (Yêrem. 45:4, 5). Em ber şêmîka dinya teze sekinîne. Lema, gelek ferz e ku em timê giliyên Mûsa bîra xweda xwey kin! Hergê em rind fem dikin û bawer dikin ku Xwedayê me Yahowa, tek e Yahowa, emê hemû tiştî bikin, seva bi temamî wîra amin bin, û wîra xizmet kin çawa wî xweş tê (Îbrn. 12:28, 29).

YEKTIYA MESÎHÎTÎ XWEY KIN

15. Çira Pawlos anî bîra Mesîhiya, ku Xwedê “tek e Yahowa”?

15 Ew yek ku Yahowa “tek e”, tê hesabê ku gerekê xizmetkarên wî yektiyêda bin û nêtên wan jî yek bin. Civata Mesîhiyên qirna yekêda, cûre-cûre milet hebûn, mesele, Cihû, Yûnanî, Romayî, û miletên din. Ewana ji hev cude dibûn, pê rêlîgiya xweye berê, pê edetên xwe, û xeysetên xwe. Lema hinekara çetin bû bi cûrekî teze Xwedê bihebînin, yan jî kirên xweye berê bihêlin. Û lema Pawlosê şandî anî bîra wan, ku tenê Xwedêkî Mesîhiya heye, ew heye Yahowa. (Bixûne 1 Korintî 8:5, 6.)

16, 17. a) Wedê meda kîjan pêxembertî tê sêrî, û ça ew tê sêrî? b) Çi dikare ziyanê bide yektiya me?

16 Lê em çi dikarin bêjin derheqa civata meye îroyîn? Îşaya pêxember pêşda got ku rojên xilaziyêda, merivên ji hemû mileta wê tevayî top bin seva Yahowa bihebînin. Ewana wê bêjin: “[Yahowa] wê riyên xwe hînî me bike û emê riyên wîda bimeşin” (Îşa. 2:2, 3). Rastî jî em çiqas şa ne ku pê çevê xwe divînin, ku ew pêxembertî ça tê sêrî! Xûşk-birên me ji cûre-cûre mileta, kûltûra, û zimana ne. Û ewana gişk jî Yahowa hurmet û rûmet dikin. Lê çimkî em ji hev cude dibin, cara dikare hine çetinayî orta meda pêşda bên, û em gerekê vê yekêda fesal bin.

Tu çi dikî seva ku edilayê û yektiya civatê xwey kî? (Binihêre abzasa 16-19)

17 Mesele, tu ça dinihêrî ser wan xûşk û bira, yên ku kûltûra wan cude dibe ji ya te? Zimanê wana, stîla kincxwekirina wana, xeysetên wana û xwarinên wan, dikarin gelek ji yê te cude bin. Lê tu ça nî hindava wan, tu xwe ji wan dûr digirî, û tenê tevî miletê xwe hevaltiyê dikî? Yan, tu ça nî hindava berpirsiyarê civata xwe, yan berpirsiyarê mihalê yan fîlîalê, yê ku cahil e û ne ji miletê te û kûltûra te ye? Hergê em fesal nîbin, ew cudebûn dikare ziyanê bide yektiya ku nava cimeta Yahowada ne.

18, 19. a) Çi şîret heye Efesîda 4:1-3? b) Em çi dikarin bikin seva yektiya civatê xwey be?

18 Lê ça em dikarin xwe xwey kin ji vê yekê? Pawlos hine şîret da Mesîhiyên ku Efesîda dijîtin. Ew şeher dewletî bû û li wê derê cûre-cûre milet dijîtin. (Bixûne Efesî 4:1-3.) Dîna xwe bidinê, ku pêşiyê Pawlos derheqa hine hunura xeberda. Ewî digot derheqa milûktiyê, şkestiyê, sebirê, û hizkirinê. Ew hunur mîna stûnên qewî ne, kîjan ku qewî digirin malê. Lê xêncî stûnên qewî, usa jî lazim e timê malê xwey kin, seva ku ziyan malê nekeve. Pawlos Mesîhiyên Efesîda şîret kir, ku giran bixebitin seva “yektiya ruh” xwey kin.

19 Her kes ji me borcdar e aliyê xweda hemû tiştî bike, seva yektiya civatê xwey kin. Lê ça em dikarin evê yekê bikin? Pêşiyê, em gerekê hunurên usa nav xweda pêşda bînin, derheqa kîjana Pawlos digot, dêmek milûktî, şkestî, sebir, û hizkirin. Paşê, em gerekê bixebitin ku “hevgirêdana edilayîyê” xwey kin. Usa jî, em gerekê çiqas dikarin hemû tiştî bikin, seva çetinayên orta hevda safî kin. Usa, emê yektiyê û edilayê xwey kin.

20. Em ça dikarin bidine kifşê ku em fem dikin ku “Xwedayê me Yahowa, tek e Yahowa”?

20 “Xwedayê me Yahowa, tek e Yahowa, DT”. Rastî jî çiqas giliyên qewî ne! Çaxê Îsraêlî rastî tengasiya dihatin wedê diketine Erdê Sozdayîda, ewan giliya ewana gelek qewî kirin. Ew gilî dikarin me jî qewî kin, çimkî em gerekê tengasiya mezin derbaz bin, û Cineta dinya tezeda jî edilayê û yektiyê xwey kin. Were em berdewam kin bi temamî Yahowara amin bimînin. Em gerekê wî hiz kin û bi dil û can wîra xizmet kin. Usa jî were em timê tevî xûşk-birên xwe yektiyêda û edilayêda bin. Hergê em usa bikin, em dikarin bawer bin ku Îsa wê giliyên usa bêje me: “Werin bimbarekbûyiyêd aliyê Bavê minda! Ew Padşatiya ku bona we ji wextê efirandina dinyayêda hazir bûye war bin” (Met. 25:34).