Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yahowa bona “We Xem Dike”

Yahowa bona “We Xem Dike”

ÇIRA hûn dikarin sed selefî bawer bin, ku ew gilî rast in û ku Yahowa bi rastiyê bona we xem dike? Ya pêşin, Kitêba Pîroz mera îzbat dike evê yekê. Yekê Petrûs 5:7-da tê gotinê: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike”. Lê çi we dide bawerkirinê ku Yahowa Xwedê, xût bona we xem dike?

XWEDÊ ALIYÊ MATÊRÎALÎDA ALÎ MERIVA DIKE

Yahowa pê kirên xwe eyan dike, ku ew qenc û destvekirî ye

Gelek car merivê ku hindava hevdu qenc û merd in, dibine hevalên hev. Û em dixwazin ku bal hevalên meyî nêzîk, hunurên usa hebin. Yahowa hema yekî usa ne, ew her roj hindava meriva qenc û merd e. Mesele: “Ew teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta” (Met. 5:45). Xêncî vê yekê, bi saya tevê û baranê, Xwedê meriva bi xurek têr dike û şabûnê dike dilê wan (Kar. Şand. 14:17). Rastî jî, gelek tişt hene ku mera şabûnê tînin, û yek ji wan tişta xwarina xweş e. Belê, Yahowa xem dike ku erd gelek cûre ber bide.

Wekî usa ne, çira haqas meriv îro birçî ne? Çimkî serwêrên meriva dewsa ku halê meriva baş kin, pey pera dikevin, û xemgîn dibin tenê seva hukumetiya zêde bistînin. Lê Yahowa wê zûtirekê evê problêmê safî ke. Dêmek sîstêma polîtîkayê wê bê kutakirinê, û dewsê Padşatiya ezmana wê serwêrtiyê bike, û serwêrê wê Padşatiyê wê Îsa be. Wî wedeyî, tu kes wê birçî nîbe. Lê îro jî Xwedê alî xizmetkarên xweyî amin dike (Zeb. 37:25). Gelo ew yek îzbat nake, ku Xwedê bona me xem dike?

XWEDÊ HEYFA XWE WEDÊ XWE NAYNE

Yahowa pê kirên xwe eyan dike, ku ew heyfa xwe wedê xwe nayne

Hevalê teyî baş wede divîne, ku tevî te be. Ew dikare bi siheta tevî te xeberde derheqa wan tişta, çi ku we herdara hewas e. Usa jî, hevalê baş wê rind guhê xwe bide te, çaxê tu wîra derheqa problêm yan xemên xwe gilî kî. Lê derheqa Yahowa em çi dikarin bêjin? Yahowa rind guh dide duayên me. Lema Kitêba Pîroz me hêlan dike ku em “her gav dua bikin” (Rom. 12:12; 1 Têsln. 5:17).

Lê gelo Yahowa çiqas wede hazir e duayên me bibihê? Meseleke ji Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide. Pêşiya ku Îsa şandiyên xwe bijbarta, ewî “temamiya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir” (Lûqa 6:12). Vî duayîda, Îsa dibeke Xwedêra navê gelek şagirtên xwe hildida, û gilî dikir derheqa hunur û kêmasiyên wan. Û ewî ji Bavê xwe hîvî dikir, ku alî wî bike wekî ew şandiya bijbêre. Roja din, Îsa îda zanibû ku ewî merivên baş bijart, seva ewana ça şandî xizmet kin. Yahowa hiz dike hemû duayên merivên dilsax bibihê, çimkî ew ew kes e “yê ku duayan dibihîze” (Zeb. 65:2, ÎM). Hergê jî meriv bi siheta Yahowara dua dike derheqa problêma xwe, Yahowa heyfa xwe wedê xwe nayne û guh dide duayê wî.

XWEDÊ HAZIR E BIBAXŞÎNE

Yahowa pê kirên xwe eyan dike, ku ew hazir e bibaxşîne

Cara hela hê hevalên nêzîkra jî çetin e hevdu bibaxşînin, û lema jî ewana hevaltiya xwe diqetînin. Lê Yahowa yekî usa nîne. Kitêba Pîroz hemû merivên dilsax hêlan dike, ku baxşandinê ji Yahowa bixwazin, çimkî ew hazir e me bibaxşîne (Îşa. 55:6, 7). Lê çira Yahowa timê hazir e me bibaxşîne?

Menî ew e, ku hizkirina Xwedê mezin e. Ew meriva usa zef hiz dike, ku Kurê xwe Îsa berva da, seva ku însanet ji gune û ji ziyanê ku gune tîne, xilaz ke (Yûhn. 3:16). Bi rastiyê qurbana Îsa hê zêde tişt dike. Bi saya qurbana Îsa, Xwedê hêsa dibaxşînine wan kê hiz dike. Yûhennayê şandî nivîsî: “Heger em gunêd xwe bidine rûyê xwe, ew xweyê sozê xwe ye û heqiyê dike, wê gunêd me bibaxşîne” (1 Yûhn. 1:9). Ji bo baxşandina wî, meriv dikarin timê tevî wî dostiyê bikin, û zanebûna vê yekê me gelek dilgerm dike.

EW ALÎ WE DIKE ÇAXÊ WERA ALÎKARIYA WÎ LAZIM E

Yahowa pê kirên xwe eyan dike, ku ew alî me dike çaxê mera lazim e

Hevalên rast alî hevdu dikin, çaxê ewana hewce ne. Lê gelo Yahowa jî usa dike? Xebera wî dibêje: “[Xizmetkarekî Xwedê] bikeve jî dirêj nabe ew li erdan, çimkî destê wî digire Xudan” (Zeb. 37:24, ÎM). Yahowa bi gelek cûra alî xizmetkarên xwe dike. Dîna xwe bidine qewimandinekê, ku Girava Karîbêda qewimî.

Qîzikeke cahil ku Şedê Yahowa ye, aliyê şagirtên dersxana xweda dihate cêribandinê, çimkî ewê hurmetê nedida beyraqê. Ewê bona alîkariyê Yahowara dua kir, û safî kir ku qayîm bisekine û wanara şedetiyê bide. Ewê derheqa hurmetkirina beyraqê gotar nivîsî. Wedê xwendina gotarê, ewê bi saya kitêba “Serhatiyên Kitêba Pîroz”, şirovekir ku çawa serhatiya Şedrak, Meşak û Abednego hukum bû ser safîkirina wê. Wedê gotarê ewê got, ku “Yahowa ew sê Îbranî xwey kirin, çimkî wana serê xwe ber pût danenîn”. Paşê ewê ev kitêb şagirtara bela kir. Û yanzdeh şagirta ew kitêb hildan. Ew qîzik dît, ku Yahowa qewat û bîlanî da wê, seva ew şedetiyê bide. Ew qîzik şabûneke mezin sitand.

Hergê tu dudilî bî ku Yahowa bona te xem dike, bifikire ser wan rêzên ji Kitêba Pîroz, mesele Zebûr 34:17-19; 55:22; û 145:18, 19. Usa jî xûşk-bira ku gelek sal Yahowara xizmet dikin, bipirse ku ça Yahowa bona wan xem dikir. Û hergê tu dîsa jî dudilî bî, alîkariyê ji Xwedê bixwaze, û wîra dua bike bona wê yekê. Û tuyê zûtirekê bivînî, ku ça Yahowa xût bona te “xem dike”.