Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37

“Ezê Hemû Mileta Bihejînim”

“Ezê Hemû Mileta Bihejînim”

“Ezê hemû mileta bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû mileta bên vir” (HAGAY 2:7, ÎM).

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Hagay pêxember berêva derheqa rojên me çi gotibû?

PAŞÎ erdheja sala 2015 Nepalêda, hine kesa usa got: “Nava çend deqada, dikan û avayên kevn hilşiyan”. “Gişk ketine panîkê . . . Hineka digot wekî erd weke du deqe dileqiya, lê bona min, ev wext zef dirêj kişand”. Tiştekî usa tu car nayê bîrkirinê!

2 Niha, dinya bi cûrekî din diheje. Ne tenê bajarek yan welatek, lê temamiya dinyayê tê hejandin, û ev hejandin gelek sala berdewam dibe. Hagay pêxember berêva gotibû ku tiştekî usa wê biqewime. Ewî got: “Xudanê Karîndar aha dibêje: ‘Ezê demeke nêzîkda careke din erd û ezman, derya [ber] û bejahiyê [erdê ziha] bihejînim’” (Hagay 2:6, ÎM).

3. Hejandina sîmbolîk çida cude dibe ji erdheja rêalî?

3 Hejandina ku Hagay besa wê kiribû mîna erdhejê nîne, ya ku her tiştî hildişîne. Dewsê ev hejandin axiriya baş tîne. Yehowa usa dibêje: “Ezê hemû mileta bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû mileta bên vir. Ezê vê Malê bi rûmetê dagirim” (Hagay 2:7, ÎM). Gelo ev pêxembertî rojên Hagayda çi dihate hesabê? Gelo mena van gotina bona me çi ye? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin, û bivînin wekî ça em jî dikarin şixulê hejandina miletada kar bikin.

HEJANDINA ROJÊN HAGAYDA

4. Yehowa çira Hagay pêxember şande bal xizmetkarên xwe?

4 Hagay pêxember ji Yehowa Xwedê şixulekî gelek ferz standibû. Tê kifşê ku Hagay yek ji wan meriva bû, yên ku sala 537-da B.D.M., ji dîltiya Babîlonê vegeriyane Orşelîmê. Wexteke kin paşî ku xizmetkarên Yehowa gihîştibûn welatê xwe, wana avakirina paristgehê destpêkirin (Ezra 3:8, 10). Lê gelek wext derbaz nebû ku ji bo miqabilîbûnê, wana mêrxasiya xwe unda kir û şixulê avakirinê dane sekinandinê (Ezra 4:4; Hagay 1:1, 2). Lema sala 520-da B.D.M., Yehowa Hagay pêxember şande bal wan ku xîret û xwestina wan zêde bike, wekî ewana avakirina paristgehê xilaz kin * (Ezra 6:14, 15).

5. Gotinên Hagay çawa mêrxasî da xizmetkarên Xwedê?

5 Nêta elametiya Hagay ev bû, wekî baweriya cimetê hindava Yehowa diha qewî bike. Pêxember Cihûyên dilşkestîra usa got: “‘Ya gelê welêt, wêrek [qewî] be!’ Ev e gotina Xudan. ‘Vî karî bidomînin [bînin sêrî]. Ji ber ku ez bi wera me’. Ev e gotina Xudanê Karîndar” (Hagay 2:4, ÎM). Belê, Yehowa Xwedêyê Himzor e, dêmek qewata wî digihîje her tiştî bike, û bin serwêrtiya wîda bi mîlyona melek hene, yên ku eskerên qewî ne. Lema jî lazim bû, wekî Cihûya îtbariya xwe Yehowa bianiyana, seva ku pêşdaçûyî bûna.

6. Axiriya hejandina ku Hagay pêxembertî kiribû, wê çi bûya?

6 Bi rêberiya Yehowa, Hagay elam kiribû ku hemû milet wê bi sîmbolîk bêne hejandinê. Li gora vê xeberê, Yehowa wê padşatiya Farsê, ya ku wî çaxî împêriya dinyayê bû û gelek milet bin destê wêda bûn, bihejanda. Gelo axiriya vê hejandinê wê çi bibûya? Ya pêşin, xizmetkarên Xwedê wê şixulê avakirina paristgehê xilaz kirana. Ya duda jî, kesên ji miletên din wê paristgeha tezeda tevî Cihûya Yehowa bihebandana. Ew elametî wê bêşik dilê xizmetkarên Xwedê qewî kira! (Zekerya 8:9)

HEJANDINA ROJÊN MEDA

Gelo tu bi dil û can şixulê hejandinêda kar dikî? (Abzasa 7 û 8 binihêre) *

7. Îro em şixulê hejandinêda ça kar dikin? Şiroveke.

7 Gelo gotinên Hagay bona rojên me çi têne hesabê? Yehowa îro jî hemû mileta dihejîne, û vê carê em vî şixulîda kar dikin. Hela bifikire: Sala 1914-da, Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh kire Padşê Padşatiya ezmana (Zebûr 2:6). Destpêkirina Padşatiya ezmana bona serokên dinyayê elametiya xirab bû. “Wextê . . . mileta” – dêmek pêxembertiya derheqa wedê ku tu serwêrekî ji Yehowa kifşkirî tune be, hate sêrî, û ew wext xilaz bû (Lûqa 21:24). Lema jî ji sala 1919, xizmetkarên Yehowa elam dikin, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare problêmên dinyayê safî ke. Belakirina vê “Mizgîniya Padşatiyê” temamiya dinyayê dihejîne (Metta 24:14).

8. Li gora Zebûr 2:1-3, gelo piraniya mileta mizgînê qebûl dikin?

8 Yazix gelek meriv guh nadin vê elametiyê (Zebûr 2:1-3 bixûne). Miletên dinyayê, Serwêrê ku Yehowa kifş kiriye, qebûl nakin, û mizgîniya Padşatiyê ça mizgîniya xêrê navînin. Serda jî, hine dewlet şixulê belakirina mizgînê qedexe kirine. Gelek serwêr xwe ça merivên xwedênas nîşan dikin, lê ewana naxwazin qewat û hukumê xwe unda kin. Lema jî mîna serwêrên rojên Îsada, serwêrên îroyîn jî miqabilî Padşê kifşkirî radibin û hicûmî xizmetkarên Yehowa dikin (Karên Şandiya 4:25-28).

9. Yehowa serwêrên miletara çi dibêje?

9 Zebûr 2:10-12-da, Yehowa van serwêrara usa dibêje: “De niha fem bikin, gelî padşa, serwêrên erdê werine ser hişa! Bi xof xulamtîyê Xudanra bikin, ji dest sawa Wî bilerizin, Kur ramûsin ku hêrs nekeve, ku rêda ji we kes unda nebe, gava hêrsa Wî nişkêva rabe. Xwezî li hemûyên xwe dispêrine Wî”. Yehowa bi dilovanî mecalê dide van miqabila, wekî ew bên ser hişê xwe û Padşatiya wî qebûl bikin. Lê wext hindik maye. Em îda gihîştine rojên axiriya vê dinyayê (2 Tîmotêyo 3:1; Îşaya 61:2). Lazim e ku her kes rastiyê bibihê û zû safîkirina rast bike!

AXIRIYA BAŞ YA ŞIXULÊ HEJANDINÊ

10. Li gora Hagay 2:7-9, axiriya baş ya şixulê hejandinê çi ye?

10 Axiriya baş ya şixulê hejandinê jî heye. Hagay pêxember pêşda gotibû wekî bi saya hejandinê, “wê tiştên hêja [merivên diltemiz] yên hemû mileta bên” wekî Yehowa bihebînin * (Hagay 2:7-9, ÎM, bixûne). Îşaya pêxember û Mîxa pêxember jî pêşda gotibûn wekî “rojên dawînda”, tiştekî usa wê biqewime (Îşaya 2:2-4; Mîxa 4:1, 2).

11. Gava birê me mizgîna Padşatiyê cara pêşin bihîst, ewî çi kir?

11 Dîna xwe bide ku ev elametiya hejandinê ça hukum kir ser birê me Kên, yê ku ofîsa sereke ya teşkîleta Şedên Yehowada xizmet dike. Ew tîne bîra xwe ku weke 40 sal pêşda, gava ewî mizgîna Padşatiyê cara pêşin bihîst, ewî çi texmîn kir: “Çaxê min rastiya ji Xebera Xwedê cara pêşin bihîst, ez pêhesiyam wekî em îda gihîştine rojên axiriya vê sîstêmê. Min fem kir seva ku Xwedê ji min razî be û ez jîyîna heta-hetayê bistînim, gerekê ez ji vê dinyaya tevlihev derkevim û aliyê Yehowa bisekinim. Min dua kir û derbêra ev gav avît. Min pişta xwe da vê dinyayê, û min xwe avît bin siya Padşatiya Xwedê, ya ku wê heta-hetayê bimîne”.

12. Van rojên axiriyê, paristgeha ruhanî çawa bi rûmetêva tije bûye?

12 Eşkere ye ku Yehowa xizmetkarên xwe kerem dike. Van rojên axiriyê, hejmara xizmetkarên wî bi rastî jî gelek zêde bûye. Sala 1914-da, tenê çend hezar xizmetkarên Xwedê hebûn, lê niha temamiya dinyayêda 8 mîlyon zêdetir Şedên Yehowa hene, û çend mîlyon merivên din jî her sal tevî me têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Bi vî cûreyî, hewşa paristgeha ruhanî ya ser erdê bi “tiştên hêja yên hemû mileta” tije bûye. Usa jî, ev yek ku gelek kes jîyîna xwe guhastine û merivê nû li xwe kirine, rûmetê dide navê Yehowa (Efesî 4:22-24).

Cimeta Xwedê nav temamiya dinyayêda bi şabûnê mizgîna Padşatiyê merivara bela dike (Abzasa 13 binihêre)

13. Kîjan pêxembertiyên din hatine sêrî? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

13 Bi vî cûreyî, gotinên din yên Kitêba Pîroz jî hatine sêrî. Mesele, Îşaya pêxember pêşda gotibû: “Wê malbeta biçûk hezar kes be, ya herî biçûk wê bibe miletekî hêzdar [qewî]. Ez Xudan, gava wext hat, ezê zûka pêk bînim” (Îşaya 60:22, ÎM). Niha, gelek meriv li hev top dibin wekî Yehowa bihebînin. Ev “tiştên hêja” hazir in ku pêşe û feresetên xwe bona belakirina mizgîna Padşatiyê bidine xebatê. Lema, ça Îşaya pêxember gotibû, xizmetkarên Yehowa “şîrê mileta” dimêjin (Îşaya 60:5, 16, ÎM). Bi saya alîkariya van kesên hêja, îşê belakirina mizgînê 240 welatada pêşda diçe, û xwarina ruhanî ser 1 000 zimana zêdetir tê hazirkirin.

WEXTA SAFÎKIRINÊ

14. Lazim e her kes çi safî ke?

14 Van rojên axiriyê, hejandina mileta zorê meriva dike wekî safîkirinê bikin. Gelo ewana wê piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin yan jî xwe bispêrin serwêrên vê dinyayê? Lazim e her kes safîkirina xwe bike! Xizmetkarên Yehowa hilbet guh didin qanûnên dewletê, lê ewana tev polîtîkê nabin (Romayî 13:1-7). Ewana rind zanin wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên me safî bike. Ev Padşatî para vê dinyayê nîne (Yûhenna 18:36, 37).

15. Li gora kitêba Eyantî, aminiya xizmetkarên Yehowa wê ça bê cêribandinê?

15 Kitêba Eyantî pêşda gotibû ku aminiya xizmetkarên Xwedê wê rojên axiriyêda bê cêribandin, û ewana wê rastî zêrandin û miqabilîbûnê bên. Dewletên dinyayê wê bixwazin wekî em ber wan bikevin “ser çoka”, û ewana wê kesên ku piştgiriya wan nakin, bizêrînin (Eyantî 13:12, 15). Ewana wê zorê hemû “biçûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama” bikin, wekî ser dest yan eniya wan “nîşan” bê danînê (Eyantî 13:16). Wedê berê, ser xulama nîşan dihate dayînê, wekî bê kifşê xweyê wan kê ye. Mîna vê yekê, dewletên dinyayê wê bixwazin ku ser dest yan eniya her kesî nîşaneke sîmbolîk hebe. Dêmek, ewana wê bixwazin wekî meriv pê rabûn-rûniştin û nihêrandina xwe, bidine kifşê ku piştgiriya sîstêma polîtîkê dikin.

16. Çira ferz e îda nihada aminiya xwe hindava Yehowa qewî bikin?

16 Gelo emê vê nîşana sîmbolîk qebûl bikin û piştgiriya polîtîkê bikin? Kesên ku vê nîşanê qebûl nakin, wê rastî tengasî û peyketina bên. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Tu kes nikaribe ne bikire, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşan . . . ser e” (Eyantî 13:17). Lê xizmetkarên Xwedê zanin çi wê bê serê kesên ku vê nîşanê qebûl bikin (Eyantî 14:9, 10). Dewsa ku vê nîşanê qebûl bikin, ewana wê nîşaneke usa ser destê xwe binivîsin: “Para Yehowa ne” (Îşaya 44:5). Niha ye wede wekî aminiya xwe hindava Yehowa qewî kin. Heger em usa bikin, Yehowa wê mera bibe xweyî û xilazkar!

HEJANDINA XILAZIYÊ

17. Gerekê em derheqa sebra Yehowa çi bîr nekin?

17 Van rojên axiriyê, Yehowa bi rastî jî sebreke mezin eyan dike. Ew naxwaze ku kesek bimire (2 Petrûs 3:9). Ew mecalê dide her kesî ku tobe bike û safîkirina rast bike. Lê sînora sebra Xwedê jî heye. Kesên ku vê mecalê nedine xebatê, wê bikevin halê Firewinê rojên Mûsa. Yehowa wîra gotibû: “Heger min destê xwe dirêj kira û bi nexweşîya hal li te û cimeta te xista, tê ser dinê bihatayî undakirinê. Lê bona vê yekê min tu xweykirî, wekî qewata xwe nîşanî te bikim û li ser temamîya dinyayê navê min bê gotinê” (Derketin 9:15, 16). Rojekê, hemû milet wê bizanibin ku Xwedayê rast, Yehowa ye (Hezeqêl 38:23). Gelo çawa?

18. (a) Hagay 2:6, 20-22 besa çi hejandina din dike? (b) Em ji ku zanin ku gotinên Hagay wê axiriyêda jî bêne sêrî?

18 Çend qirna paşî rojên Hagay, Pawlosê şandî bi rêberiya Xwedê nivîsî wekî gotinên Hagay 2:6, 20-22 wê bi cûrekî din bêne sêrî (ÎM, bixûne). Pawlos usa nivîsî: “Niha soz daye û dibêje: ‘Ezê careke din jî bihejînim, ne ku tenê erdê, lê ezmana jî’. Xebera ‘careke din’ dide kifşê, ku tiştên efirî wê bihejin û bêne hildanê, wekî yên nahejin cîda bimînin” (Îbranî 12:26, 27). Hejandina ku Pawlos vê rêzêda besa wê kir, ji hejandina ku Hagay 2:7-da nivîsar e, cude ye. Mena vê hejandinê ev e, ku heger meriv mîna Firewin serwêrtiya Yehowa qebûl nekin, wê ser heta-hetayê qir bin.

19. Çi wê neyê hejandin, û em vê yekê ji ku zanin?

19 Gelo çi wê neyê hejandin, dêmek neyê qirkirinê? Pawlos usa got: “Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em padşatîke nehejiyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihebînin, çawa ku li wî xweş tê” (Îbranî 12:28). Belê, paşî hejandina xilaziyê, tenê Padşatiya Xwedê wê li ciyê xwe qewî bisekine! (Zebûr 110:5, 6; Daniyêl 2:44)

20. Lazim e ku meriv çi safîkirinê bikin, û em çawa dikarin alî wan bikin?

20 Wext hindik maye! Gerekê her kes safîkirinê bike, yan piştgiriya vê dinyayê bike, ya ku diçe berbi kutabûnê, yan jî li gora xwestina Xwedê bijî û jîyîna heta-hetayê bistîne (Îbranî 12:25). Bi saya belakirina mizgînê, em dikarin alî meriva bikin, wekî ewana safîkirina ferz bikin. Were em alî gelek kesên diltemiz bikin, wekî ewana aliyê Padşatiya Xwedê bigirin. Û bira em van gotinên Îsa Mesîh bîr nekin: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).

KILAMA 40 Tu Kê Qebûl Dikî?

^ abz. 5 Ev gotar femkirina teze ya rêza Hagay 2:7 şirovedike. Emê bivînin ku em çawa dikarin şixulekî mezinda kar bikin, ya ku hemû mileta dihejîne. Usa jî, emê bivînin wekî ev şixulê hejandinê rêaksiyên pozîtîv û nêgatîv pêşda tîne.

^ abz. 4 Ev yek ku avakirina paristgehê sala 515 B.D.M.-da xilaz bû dide kifşê, ku Hagay şixulê xwe rind anî sêrî.

^ abz. 10 Ev heye femkirina tezekirî. Berê me digot wekî ev yek ku kesên diltemiz tên bal Yehowa, ji bo hejandina mileta nîne. Binihêre gotara “Pirsên Xwendevana”, ji “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Gulanê, sala 2006.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Hagay pêxember xizmetkarên Xwedêra got wekî ewana bi dil û can piştgiriya avakirina paristgehê bikin. Rojên meda jî, xizmetkarên Xwedê xebera wî bi xîret bela dikin. Jin û mêrek besa hejandina axiriyê dikin.