Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39

Gava Merivekî Me Yehowa Dihêle

Gava Merivekî Me Yehowa Dihêle

“Çiqasî [Wî] . . . bînteg dikirin” (ZEBÛR 78:40, 41).

KILAMA 102 “Komekê Bidine yên Sist”

VÊ GOTARÊDA *

1. Gava merivekî me ji civatê tê derxistinê, ev yek dikare ser me ça hukum ke?

GAVA merivekî me ji civatê tê derxistinê, agir dilê me dikeve. Xûşkeke bi navê Nora * usa dibêje: “Ez û mêrê min 41 sal tevayî dijîtin. Gava mêrê min mir, ez difikirîm ku ji vî derdî girantir tu derd tune. Lê gava kurê min ji civatê hate derxistinê û jin-zarên xwe hîşt, ev yek bona min derdekî diha giran bû”.

Yehowa rind fem dike ku gava merivekî me rastiyê dihêle, em çiqas xemgîn dibin (Abzasa 2 û 3 binihêre) *

2-3. Li gora Zebûr 78:40, 41, gava xizmetkarên Yehowa pişta xwe didine wî, ev yek ser wî ça hukum dike?

2 Hela bidine hesabê xwe ku gava hine melek ji malbeta Yehowa pişta xwe dane wî, dilê wî çiqas êşiya! (Cihûda 6) Xwedê Îsraêliya jî gelek hiz dikir, lê ewana gelek car miqabilî wî radibûn. Gelo ew yek ser Yehowa ça hukum dikir? Kitêba Pîroz dibêje wekî ew bînteng dibû û dilê wî diêşiya (Zebûr 78:40, 41 bixûne). Çaxê merivekî teyî hizkirî rastiyê dihêle, bawer be ku dilê Yehowa jî diêşe. Lema jî ew êşa te fem dike, û ew wê bi dilşewatî alî te bike.

3 Vê gotarêda, emê bivînin ku gava tiştekî usa tê serê me, em çawa dikarin ji Yehowa alîkariyê bistînin. Usa jî, emê bivînin ça em dikarin alî xûşk-bira bikin, yên ku rastî çetinayîke usa hatine. Lê pêşiyê emê bivînin ku gerekê em çi nekin.

XWE SÛCDAR NEKE

4. Gava kur yan qîzek rastiyê dihêle, gelek dê-bav çi difikirin?

4 Çaxê kur yan qîza delal Yehowa dihêle, dê-bav gelek car xwe dipirsin, gelo wana bi rastî her tişt kiribû wekî zara wan ser riya rastiyê bimîne. Birê me Lûka, kurê kîjanî ji civatê hatibû derxistinê, usa dibêje: “Min xwe sûcdar dikir. Min xewnên xirab didîtin. Ez carna digiriyam, û dilê min gelek diêşiya”. Kurê xûşkekê bi navê Êlîzabêt jî ji civatê hatibû derxistin. Êlîzabêt dibêje: “Ez difikirîm ku ez dayikeke xirab bûm û min ça lazim e alî kurê xwe nekiribû wekî ew Yehowa hiz bike”.

5. Gava kesek Yehowa dihêle, ev yek gunê kê ye?

5 Bîr neke ku Yehowa azaya bijartinê daye me. Dêmek, em dikarin xwexa safî kin gura Yehowa bikin yan na. Hine dê-bav zarên xwera mesela baş nînin, lê zar dîsa jî ji riya rastiyê dernakevin. Ji aliyê dinva jî, hine dê-bav aliyê xweda her tiştî dikin wekî zarên xwe li gora prînsîpên Kitêba Pîroz mezin bikin, lê zar yeke pişta xwe didine rastiyê. Axiriyêda, gerekê her kes xwexa safî ke Yehowara xizmet ke yan na (Yêşû 24:15). Lema jî dê-bavno, heger hûn dilşkestî ne, çimkî zara we pişta xwe daye Yehowa, nefikirin ku ev yek gunê we ye!

6. Gava dê yan bav riya Xwedê dihêle, ev yek carna ser zarên wan ça hukum dike?

6 Carna, dê yan bav him civatê him jî neferên xwe dihêle (Zebûr 27:10). Gava tiştekî usa diqewime, zarara ew yek ziyaneke mezin tîne, çimkî ewana dê û bavê xwe gelek hiz dikin û qedrê wan digirin. Ester, bavê kîjanê ji civatê hatibû derxistinê, usa dibêje: “Ez gelek car digiriyam, çimkî bavê min ne tenê ji rastiyê dûr ket, lê ewî bi hemdê xwe safî kir wekî terka Yehowa bide. Ez bavê xwe hiz dikim, lema jî gava ew ji civatê hate derxistinê, ez bona wî gelek berxwe diketim. Cem min hela hê nexweşiya êmosiyalî jî pêşda hat, ew hebû rêaksyonên panîkî”.

7. Gava dê yan bav ji civatê tê derxistinê, Yehowa ser zarên wan ça dinihêre?

7 Cahilno, heger dê yan bavê we ji civatê hatiye derxistinê, dilê me ser we dişewite! Bawer bin ku Yehowa jî êşa dilê we zane. Him Yehowa him jî xûşk-bira we hiz dikin û aminiya we qîmet dikin. Bîr nekin, hûn seva safîkirinên dê yan bavê xwe cabdar nînin. Ça me îda dît, Yehowa mecalê dide her kesî wekî xwexa safîkirina xwe bike. Her kesê ku jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kiriye û hatiye nixumandinê, gerekê “barê xwe hilgire” (Galatî 6:5, ÎM).

8. Heta ku heval yan merivê me vegere bal Yehowa, em dikarin çi bikin? (Usa jî çargoşe bi navê “ Vegere cem Yehowa” binihêre.)

8 Gava heval yan merivekî te Yehowa dihêle, tu bêşik hîviyê yî wekî rojekê ewê vegere. Lê heta wê demê, gerekê tu çi bikî? Lazim e tu ruhanîda qewî bimînî. Bi vî cûreyî, tu dikarî malbeta xwera û dibeke hela hê wî kesîra jî, ku ji civatê hatiye derxistinê, bibî mesela baş. Usa jî, heger tu ruhanîda qewî bî, tuyê bikaribî ber vê tengasiyê sebir kî. Were em dîna xwe bidin hine tiştên ku tu dikarî bikî.

RUHANÎDA QEWÎ BIMÎNE

9. Seva ku em ji Yehowa qewatê bistînin, gerekê em çi bikin? (Usa jî çargoşe “ Hine Rêzên ku Dikarin Dilrihetiyê Bidine We” binihêre.)

9 Xwe timê li şixulên ruhanî bigire. Gelek ferz e wekî tu berdewam kî him xwe him jî malbeta xwe aliyê ruhanîda qewî bikî. Gelo tu ça dikarî vê yekê bikî? Seva ku tu ji Yehowa qewatê bistînî, Kitêba Pîroz her roj bixûne û here civîna. Coana, bav û xûşka kîjanê ji rastiyê derketin, usa dibêje: “Gava ez derheqa kesên usa ça Abîgaîl, Ester, Îbo, Ûsiv û Îsa dixûnim, dilê min rihet dibe. Serhatiyên wan êşa dilê min sivik dikin. Usa jî, ez kilamên teşkîletê gelek hiz dikim”.

10. Li gora Zebûr 32:6-8, çi dikare alî me bike wekî em ber diltengiyê sebir kin?

10 Gava tu dilteng dibî, dilê xwe Yehowara veke û timê duada derheqa xemên xwe wîra gilî ke. Ji Xwedayê hizkirî alîkariyê bixwaze, wekî tu bikaribî ser vê derecê pê çevê wî binihêrî. Yehowa sozekî usa dide: “Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim” (Zebûr 32:6-8 bixûne). Dibeke tera ne hêsa ye Yehowara derdê xwe gilî kî. Lê bawer be ku Yehowa êşa dilê te rind fem dike. Ew te gelek hiz dike û dixwaze wekî tu dilê xwe wîra vekî (Derketin 34:6; Zebûr 62:7, 8).

11. Li gora Îbranî 12:11, wê çima baş be îtbariya xwe safîkirina Yehowa bînin? (Usa jî çargoşe “ Gava Kesek ji Civatê Tê Derxistinê, Ev Yek Hizkirina Yehowa Nîşan Dike” binihêre.)

11 Piştgiriya safîkirina rûspiya bike. Gava kesek ji civatê tê derxistinê, ev yek tê hesabê wekî Yehowa wî şîret dike. Şîretkirina wî bona qenciya her kesî ye – dêmek bona kesê ku ji civatê hatiye derxistinê jî (Îbranî 12:11 bixûne). Hine kes dikarin safîkirina rûspiya bikine bin şikê, çimkî naxwazin derheqa kesê ku gune kiriye, tiştekî xirab bêjin yan jî kirên wîye xirab eyan kin. Lê gerekê em bîr nekin ku em her tiştî nizanin. Lema, em gerekê îtbariya xwe rûspiya bînin, çimkî wana li gora prînsîpên Kitêba Pîroz ew yek safî kirine û bona vê safîkirinê ber Yehowa cabdar in (2 Dîrok 19:6).

12. Hine kesa ku piştgiriya safîkirina Yehowa kiriye, çi kar standine?

12 Heger tu piştgiriya safîkirina rûspiya bikî, ev yek dikare alî kesê ku ji civatê hatiye derxistinê bike, wekî ew vegere bal Yehowa. Êlîzabêt usa dibêje: “Mera gelek çetin bû heleqetiya xwe tevî kurê xweyî mezin biqetînin. Lê gava ew vegeriya cem Yehowa, ewî got wekî ew bi rastî jî hêja bû ji civatê bê derxistinê. Paşê, ewî got ku ew gelek tiştên ferz hîn bû. Min fem kir wekî şîretkirina Yehowa çiqas qîmet e”. Mêrê wê Mark jî usa dibêje: “Gelek wext şûnda, kurê me minra got, wekî yek ji sebebên ku çira ewî xwest vegere ev bû, ku me heleqetiya xwe tevî wî qetandibû. Ez gelek şa me wekî Yehowa alî me dikir gura wîda bimînin”.

13. Çi dikare alî te bike ku tu sebir kî?

13 Dilê xwe hevalên xwera veke, yên ku êşa dilê te fem dikin. Tevî xûşk-birên ruhanîda gihîştî hevaltiyê bike, yên ku dikarin alî te bikin hêviya xwe unda nekî (Metelok 12:25; 17:17). Coana usa dibêje: “Dilê xweda, min xwe tenê texmîn dikir, lê xeberdana tevî hevalên bi îtbar alî min dikir wekî sebir kim”. Lê heger gotinên hine xûşk-bira dilê te diha diêşînin, tu dikarî çi bikî?

14. Çira lazim e ku em “li hev sebir kin û li hev bibaxşînin”?

14 Hindava xûşk-bira bi sebir be. Dibeke hine kes carna bê hemdê xwe tiştekî nerast bêjin (Aqûb 3:2). Em gişk gunekar in, lema jî heger hine kes nizanin çi bêjin yan jî me bi gotinên xwe eciz bikin, gerekê em ecêbmayî nemînin. Vê şîreta Pawlosê şandî bîr neke: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kolosî 3:13). Xûşkeke, kurê kîjanê ji civatê hatibû derxistinê usa dibêje: “Hine xûşk-bira dixwestin ber dilê minda bihatana, lê dewsê wana bi gotinên xwe dilê min diêşand. Yehowa alî min kir ku bibaxşînim wana û fem kim ku wana qenciya min dixwest”. Gava kesek ji civatê tê derxistinê, gelo civat ça dikare alî malbeta wî bike?

CIVAT DIKARE ALÎKARIYÊ BIDE

15. Gava kesek ji civatê tê derxistinê, em ça dikarin alî malbeta wî bikin?

15 Gava kesek ji civatê tê derxistinê, malbeta wîra rem û dilgerm be. Xûşkeke bi navê Mîrîam dibêje ku gava birê wê ji civatê hatibû derxistinê, jêra çetin bû here civata. Ew dibêje: “Ez ditirsiyam wekî xûşk-bira wê minra çi bêjin. Lê wêderê hevalên dilşewat hebûn, yên ku derheqa birê min tiştên nebaş nedigotin. Bi saya piştgiriya wan, min xwe bêçare texmîn nedikir”. Xûşkeke din jî usa dibêje: “Paşî ku kurê me ji civatê hate derxistinê, çend hevalên meye delal hatin, wekî berdiliyê bidine me. Hine ji wan nizanibûn çi bêjin. Hinek tevî min giriyan, hineka jî bi nemên xwe dilbînî didane min. Wana bi rastî jî dilê min rihet kir!”

16. Civat ça dikare berdewam ke alîkariyê bide?

16 Berdewam ke piştgiriya malbetên usa bike. Hizkirin û dilgermiya te wanra gelek lazim e (Îbranî 10:24, 25). Carna, gava kesek ji civatê tê derxistinê, hine xûşk-bira xwe ji malbeta wî jî dûr digirin, tê bêjî ewana jî ji civatê hatine derxistinê. Tu car vê şaşiyê nekin! Îlahî xûşk-birên cahil, dê-bavê kîjana Yehowa hîştin, hewcê payî û dilbîniyê ne. Marîa, mêrê kîjanê him ji civatê hatibû derxistin him jî malbeta xwe hîşt, dibêje: “Hine hevalên min dihatin mala min ku xwarinê mera çêkin û alî me bikin wekî tevî zara qulixkirina malbetê derbaz kim. Wana êşa min fem dikir, û ewana tevî min digiriyan. Gava tiştên nerast derheqa min bela dikirin, wana xwe ker nedikirin û ber meriva ez diparastim. Wana bi rastî gelek qewat didane min!” (Romayî 12:13, 15).

Civat dikare bi hizkirinê piştgiriya xûşk-birên amin bike, neferên kîjana Yehowa hîştine (Abzasa 17 binihêre) *

17. Rûspiyên civatê dikarin çi bikin?

17 Rûspîno, çi ku ji destê we tê bikin, wekî dilê malbetên usa qewî kin. Gava kesek ji civatê tê derxistinê, lazim e ku hûn dilê malbeta wî rihet kin. Ev yek cabdariya we ye (1 Têsalonîkî 5:14). Pêşiya û paşî civîna tevî wan xeber din û wana bişidînin. Tevî wan derkevin xizmetê, yan wana cara teglîfî ser qulixkirina malbetê bikin. Belê, lazim e ku şivanên ruhanî berxên Xwedê yên dilşkestî xwey kin û wanra dilrem û dilşewat bin (1 Têsalonîkî 2:7, 8).

ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNE Û HÊVIYA XWE UNDA NEKE

18. Li gora 2 Petrûs 3:9, Xwedê dixwaze ku kesên gunekar çi bikin?

18 Yehowa “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9 bixûne). Heger kesekî gunekî giran kiribe jî, jîyîna wî bona Yehowa gelek qîmet e. Bîr neke, Yehowa emrê Kurê xweyî delal bona her kesî qurban kir. Yehowa bi dilremî gazî gunekara dike wekî ewana vegerin cem wî. Çawa ji meteloka Îsa derheqa kurê undabûyî em divînin, çevê Yehowa riya wan e (Lûqa 15:11-32). Gelek kesên ku ji rastiyê derketibûn, vegeriyane bal Yehowa, û çaxê yên usa vedigerin civatê, xûşk-bira jî gelek şa dibin. Êlîzabêt, kurê kîjanê jî vegeriya civatê, usa dibêje: “Ez wan xûşk-birara gelek razî me, yên ku timê digotin wekî ez gerekê hêviya xwe unda nekim”.

19. Çira em dikarin bawer bin wekî Yehowa wê alî me bike?

19 Em dikarin bawer bin ku rêberiya Yehowa hertim bona qenciya me ye. Ew Bavekî destvekirî û dilrem e, û ew xizmetkarên xwe gelek hiz dike. Wedê tengasiyê, Yehowa wê te tenê nehêle (Îbranî 13:5, 6). Mark usa dibêje: “Yehowa me tu car tenê nahêle. Gava em dikevin tengasiyê, ew hertim nêzîkî me ye”. Bawer be ku Yehowa wê “zorayiya qewatê” bide te (2 Korintî 4:7). Belê, heger merivekî teyî hizkirî Yehowa hîştiye jî, tu dikarî amin bimînî û hêviya xwe unda nekî!

KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî

^ abz. 5 Gava merivekî me Yehowa dihêle, em gelek xemgîn dibin! Vê gotarêda, emê bivînin ku gava tiştekî usa diqewime, Xwedê çi texmîn dike. Usa jî, emê bivînin wekî malbetên ku rastî çetinayîke usa tên, çi dikarin bikin, seva ku ber vê êşê teyax kin û baweriya xwe unda nekin. Xêncî vê yekê, emê bivînin ku temamiya civatê çawa dikare dilbînî û alîkariyê bide malbeteke usa.

^ abz. 1 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 79 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak him Yehowa him malbeta xwe dihêle, û jin-zarên wî gelek xemgîn in.

^ abz. 81 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Du rûspî teseliya malbetekê dikin, wekî dilbînî bidine wan.