Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 35

Xûşk-Birên Emirda Mezin Qîmet kin

Xûşk-Birên Emirda Mezin Qîmet kin

“Rû-gulîyê sipî kofîya rûmetê ye” (METELOK 16:31).

KILAMA 138 Rû-Guliyê Sipî Kofiya Rûmetê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. (a) Li gora Metelok 16:31, gerekê em ser xûşk-birên emirda mezin çawa binihêrin? (b) Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

DEWLETÊN Yekbûyîda parka usa heye, kîderê ku almaz hêsa têne dîtinê. Lê qîmeta wan almaza eşkere nîne, çimkî ewana hela hê biriqandî nînin. Lema jî, gava meriv almaz tebiyetêda ser erdê divînin, ewana carna fem nakin ku qîmeta wan çiqas mezin e.

2 Xûşk-birên meye emirda mezin mîna almaza ne. Ewana bi rastî jî xizne ne. Li gora Kitêba Pîroz, porê wane spî, “kofîya rûmetê ye” (Metelok 16:31 bixûne; 20:29). Yazix carna qîmeta wana eşkere nayê kifşê. Lê heger em têderxin ku ewana çiqas qîmet in, em dikarin ji mesela jîyîna wan kareke mezin bistînin. Vê gotarêda, emê cabên van sê pirsa bistînin: Gelo Yehowa xizmetkarên xweye emirda mezin çima ça xizne hesab dike? Teşkîleta Yehowa çima xûşk-birên emirda mezin qîmet dike? Em çawa dikarin ji mesela jîyîna wan karê bistînin?

YEHOWA XIZMETKARÊN XWEYE EMIRDA MEZIN ÇIRAÇA XIZNE HESAB DIKE?

Xûşk-birên emirda mezin bona Yehowa pir qîmet in (Abzasa 3 binihêre)

3. Li gora Zebûr 92:12-15 Yehowa çira xizmetkarên xweye emirda mezin, qîmet dike?

3 Yehowa xizmetkarên xweye emirda mezin gelek qîmet dike. Ew wana rind nas dike û hunurên wane baş zane. Xwedê dixwaze wekî ev bîlaniya ku wana bi sala destxistiye, cahilara parevekin (Îbo 12:12; Metelok 1:1-4). Usa jî, Yehowa aminiya wan qîmet dike (Malaxî 3:16). Ber cûre-cûre derd û tengasiya, wana baweriya xwe tu car unda nekiriye. Hêviya wan çiqas diçe, diha qewî dibe. Xêncî vê yekê, Yehowa wana hiz dike çimkî ewana “heta mezinayîya xweda jî” navê wî pîroz dikin (Zebûr 92:12-15 bixûne).

4. Çi dikare berdiliyê bide xûşk-birên emirda mezin?

4 Heger tu îda kal yan pîr bûyî, bawer be wekî Yehowa şixulê ku te cahiltiya xweda dikir, bîr nekiriye (Îbranî 6:10). Bavê meyî ezmana ji te razî ye, çimkî te mizgîna Padşatiyê bi dil û can bela dikir. Te himberî tengasiya sebir dikir, te hertim guh dida qanûnên Xwedê û te cabdariyên giran dianîne sêrî. Te çi ji destê te dihat dikir, wekî li gora rêberiya teze ya teşkîleta Yehowa bijîyî. Te dilê xûşk-bira qewî dikir, wekî ewana xizmeta xwe ça pêşengên hertim, berdewam kin. Belê, Yehowa te gelek hiz dike, çimkî tu wîra amin dimînî. Xwedê soz dide ku ewê xizmetkarên xweye amin nehêle (Zebûr 37:28). Ew usa dibêje: “Heta hûn porspî bibin jî ezê we hilgirim” (Îşaya 46:4, ÎM). Lê nefikire ku heger tu kal yan pîr bûyî, tu teşkîleta Yehowada îda kêrî tiştekî nayêyî. Bawer be ku bi rastî rola te gelek ferz e!

TEŞKÎLETA YEHOWA XÛŞK-BIRÊN EMIRDA MEZIN QÎMET DIKE

5. Xûşk-birên emirda mezin gerekê çi bîr nekin?

5 Xûşk-birên emirda mezin dikarin gelek tiştada karê bidin teşkîletê. Rast e qewata wan îda mîna ya berê nîne, lê ewana gelek cêribandî ne. Lema jî, Yehowa dikare cûre-cûre cabdarî û şixul bide wan. Were em dîna xwe bidin çend mesela.

6-7. Kitêba Pîroz besa kîjan kesên emirda mezin dike, yên ku seva aminiya xwe hatin keremkirinê?

6 Kitêba Pîrozda çend serhatiyên kesên amin hene, yên ku emirê xweye mezinda jî bi dil û can Yehowara xizmet dikirin. Mesele, gava Mûsa bû pêxember û serokê miletê Îsraêl, ew weke 80 salî bû. Çaxê Daniyêl weke 90 salî zêdetir bû, Yehowa wî ça pêxember dida xebatê. Usa jî, çaxê Yûhennayê şandî ji bîna ber Xwedê kitêba Eyantî dinivîsî, emrê wî jî weke 90-î zêdetir bû.

7 Dîsa gelek kesên amin hebûn, yên ku ne haqas bi nav û deng bûn. Yeke, Yehowa ew didîtin û xelat dikirin, çimkî wana bi aminî wîra xizmet dikirin. Mesele, Kitêba Pîroz tenê carekê besa kalemêrekî bi navê Şimhûn dike. Lê Yehowa zanibû wekî ew yekî “rast” û “xwedêxof” e, lema jî Yehowa mecal da wî, wekî ew Îsayê virnî bivîne û derheqa wî û diya wî pêxembertiyê bike (Lûqa 2:22, 25-35). Usa jî derheqa Hanayê bifikirin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî ev jinebî pêxember bû, û gava ew 84 salî bû jî, “ji paristgehê dûr nediket”. Ji bo vê yekê ku Hana berdewam dikir diçû paristgehê, ewê Îsayê biçûk dît. Belê, Yehowa Şimhûn û Hanayê qîmet dikir (Lûqa 2:36-38).

Xûşka me Loîs, ya ku îda ji 80 salî zêdetir e, hê bi aminî xizmet dike (Abzasa 8 binihêre)

8-9. Gerekê em çira jinebiya qîmet kin?

8 Rojên meda jî, gelek xûşk-birên emirda mezin bona cahila meselên baş in. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Loîs Dîdûr. Gava ew 21 salî bû, ew û mêrê wê Con, Kanadayêda xizmet dikirin ça pêşengên mexsûs. Paşê, Con ça berpirsiyarê mihalê hate kifşkirinê. Çend sal şûnda, Loîs tevî mêrê xwe Beytela Kanadayêda destpêkirin xizmet kin, û wana 20 sala zêdetir wêderê xizmet kirin. Gava Loîs 58 salî bû, wana gazî Beytela Ûkraînê kirin. Gelo wana wêderê wê çi bikira? Gelo ewana difikirîn ku îda kal û pîr bûne û nikarin welatekî dinda xizmet bikin? Na! Wana ev teglîfkirin qebûl kir, û Con ça endemê Komîtêya Fîlîalê hate kifşkirinê. Heft sal şûnda Con mir, lê Loîsê safî kir Beytela Ûkraînêda bimîne. Loîs niha 81 salî ye. Ew heta niha bi dil û can wêderê xizmet dike, û Beytelvan lê gelek hiz dikin.

9 Jinebiyên mîna Loîsê dibeke îda ça berê nakevin ber çeva. Dîsa jî, ji bo vê yekê ku ewana jinebî ne, qîmeta wan nakeve. Yehowa gelek qîmet dike xûşkên ku bi gelek sala piştgiriya mêrên xwe dikirin û niha jî bi aminî wîra xizmet dikin (1 Tîmotêyo 5:3). Serda jî, xûşk-birên cahil dikarin ji mesela wan gelek tişta hîn bin.

10. Tonî çi meseleke baş hîşt?

10 Hine xûşk-birên emirda mezin mala kal-pîrada dimînin, û ewana jî xiznên ruhanî ne. Mesele, Amêrîkayêda, birakî bi navê Tonî niha cîkî usada dijî. Sala 1942-da, gava Tonî 20 salî bû, ew hate nixumandinê. Wexteke kin paşî nixumandinê, eskeriya Amêrîkayê gazî wî kir. Lê ji bo vê yekê ku ewî înkar kir here eskeriyê, wî ser du sal û nîva kirine kelê. Tonî û jina wî du zarên xwe rastiyêda mezin dikirin, lê ew şixulê Yehowada jî gelek xîret bû. Mesele, ewî çend civatada ça koordînatorê koma rûspiya û ça berpirsiyarê civata mezin xizmet dikir. Usa jî, ew diçû kelê wekî wêderê civîna û hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bike. Tonî niha 98 salî ye, lê ew heta niha jî bi dil û can Yehowara xizmet dike û tevî civata xwe hevkariyê dike.

11. Em çawa dikarin nîşan kin wekî em xûşk-birên emirda mezin, yên ku mala kal-pîrada dimînin, qîmet dikin?

11 Gelo em ça dikarin bidine kifşê, wekî em xûşk-birên ku mala kal-pîrada dijîn, qîmet dikin? Wê baş be ku rûspî çiqas dikarin alî wan bikin, wekî ewana civîna binihêrin yan jî bibihên, û mizgînê tevî civatê bela kin. Xêncî rûspiya, em jî dikarin teseliya wan bikin yan bi saya întêrnêtê tevî wan xeber din. Îlahî ferz e ku em dîna xwe bidine kesên emirda mezin, yên ku cîkî dûr dimînin, bona wana xem bikin û wana bîr nekin. Hine kesên emirda mezinra diqewime hêsa nîne besa jîyîn û xizmeta xwe bikin. Lê heger em tevî wana wede derbaz kin û bêjine wana ku derheqa jîyîna xwe mera gilî kin, emê kareke mezin bistînin.

12. Xûşk-birên emirda mezin çira mîna xiznên ruhanî ne?

12 Civata meda jî diqewime hine xûşk-birên emirda mezin hene, yên ku gelek sala bi aminî xizmet kirine. Amerîkayêda, xûşkeke bi navê Harîêtê bi deha sala civateke Niyû Cêrsîyêda bi xîret xizmet dikir. Lê gava ew pîr bû, ew derbazî mala qîza xwe û civateke din bû. Xûşk-birên civata wêye teze tevî wê wede derbaz dikirin wekî wê nas bikin, û wana fem kir ku ew zêrê zer e. Harîêtê sala 1925-da cara pêşin derheqa rastiyê bihîst, û ewê xûşk-birara besa serhatiyên xizmeta xweye berê dikir. Mesele, Harîêtê wanra got ku gava ew diçû xizmetê, ewê hertim çotka dirana tevî xwe hildida, çimkî ewê zanibû ku polîs dikare wê bigire û bavêje kelê. Sala 1933-da, wê du cara ser heftêkî kirine kelê. Mêrê wê Şedê Yehowa nîbû, lê ewî dîsa jî piştgiriya wê dikir û bona sê zarên wan xem dikir. Belê, xûşk-birên amin, yên mîna Harîêtê bona me gelek qîmet in.

13. Teşkîleta Yehowada, xûşk-birên emirda mezin çira qîmet in?

13 Xûşk-birên me yên emirda mezin bi rastî jî bona Yehowa û teşkîleta wî gelek qîmet in. Wana ji Yehowa gelek kerem standine, û wana gelek cara dîtiye ku Yehowa teşkîleta xwe çawa kerem dike. Usa jî, wana ji şaşiyên xweye berê ders standine. Lema jî, wê baş be ku em wana ça “kanîya serwaxtîyê” hesab kin, û ji bîlanî û jîyîna wan karê bistînin (Metelok 18:4). Heger em wana rind nas bikin, baweriya me wê diha qewî be û emê gelek tiştên teze ji wana hîn bin.

JI MESELA XÛŞK-BIRÊN EMIRDA MEZIN KARÊ BISTÎNE

Çawa ku Êlîşa ji hevaltiya tevî Êlyas pêxember kar distand, em jî dikarin ji serhatiyên xûşk-birên cêribandî, ku îda gelek sal Yehowara xizmet dikin, karê bistînin (Abzasa 14 û 15 binihêre)

14. Li gora Qanûna Ducarî 32:7, wê baş be ku em çi bikin?

14 Gava pêşin bavêje, wekî tevî xûşk-birên emirda mezin xeberdanê destpêkî (Qanûna Ducarî 32:7 bixûne). Dibeke çevê wan îda rind navîne, ewana îda nikarin zû rê herin û dengê wan îda qewî nîne, lê ça tê gotinê, dil pîr nabe. Serda jî, wana cem Yehowa “navê baş” qazanc kiriye (Waîz 7:1, ÎM). Bîr neke ku çima Yehowa wana qîmet dike. Qedrê wan bigire. Mîna Êlîşa be. Ew heta xilaziyê cem Êlyas ma, û ewî sê cara wîra got: “Ez te bernadim” (2 Padşatî 2:2, 4, 6).

15. Em dikarin ji xûşk-birên emirda mezin çi bipirsin?

15 Ji dil guh bide xûşk-birên emirda mezin û bi saya pirsa wana hêlan ke dilê xwe vekin (Metelok 1:5; 20:5; 1 Tîmotêyo 5:1, 2). Mesele, tu dikarî pirsên usa bipirsî: “Gava hûn cahil bûn, hûn çawa bawer bûn wekî riya Yehowa, riya rast e? Qewimandinên jîyîna weda we çawa diha nêzîkî Yehowa kirin? Bi dîtina we, meriv çawa dikare xizmeta Yehowada bextewar bimîne?” (1 Tîmotêyo 6:6-8). Paşê, rind guh bide cabên wan.

16. Çaxê yên emirda mezin û yên cahil hevdura xeber didin, ewana çi karê distînin?

16 Çaxê kesekî emirda mezin û kesekî cahil hevdura xeber didin, herdu jî karê distînin (Romayî 1:12). Kesê cahil wê diha baş fem bike ku Yehowa xizmetkarên xweye amin çawa xwey dike, û yê emirda mezin wê şa be, çimkî xûşk yan birê cahil wî qîmet dike. Kesê emirda mezin wê bi şabûnê besa serhatiyên xwe û keremên Yehowa bike.

17. Xûşk û birên emirda mezin çi alîva çiqas diçin haqas bedew dibin?

17 Sal derbaz dibin û bedewbûna rûva jî derbaz dibe, lê xizmetkarên Yehowaye amin ber çevê wî diha bedew dibin (1 Têsalonîkî 1:2, 3). Gelo çima? Çimkî wana bi gelek sala îzin dane wekî ruhê Xwedê wana hîn bike û alî wan bike hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Çiqas ku em van xûşk û birên delal nas bikin, qedirê wan bigirin û ji wan hîn bibin, haqas emê bivînin ku ewana bi rastî jî xiznên gelek qîmet in.

18. Gotara dinda, emê derheqa çi xeber din?

18 Çawa ku ferz e wekî kesên cahil qedrê kesên emirda mezin bigirin, bona pêşdaçûyîna civatê usa jî gelek ferz e, wekî kesên emirda mezin xûşk-birên cahil qîmet kin. Gotara dinda, emê bivînin ku yên emirda mezin çawa dikarin nîşan kin, wekî ewana xûşk-birên cahil qîmet dikin.

KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

^ abz. 5 Xûşk-birên meye emirda mezin bona me ça xizne ne. Ev gotar wê nîşanî me ke wekî em ça dikarin hê zêde wana qîmet kin û ji bîlanî û emrê wane cêribandî karê bistînin. Usa jî, ev gotar wê nîşanî xûşk-birên emirda mezin bike, ku qîmet û rola wan teşkîleta Yehowada çiqas ferz e.