Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38

Yehowa û Xûşk-Bira Qayîm Hiz Bike

Yehowa û Xûşk-Bira Qayîm Hiz Bike

“Ezê rabime cem Bavê xwe û cem Bavê we” (YÛHENNA 20:17).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Merivên amin dikarin çiqas nêzîkî Yehowa bin?

ÎSA MESÎH, dêmek “Nixuriyê Xwedê”, û bi mîlyona melek para malbeta Yehowa ne (Kolosî 1:15; Zebûr 103:20). Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî got wekî merivên amin dikarin Yehowa ça Bavê xwe hesab kin. Gava ewî şagirtên xwera besa Yehowa kir, ewî got ku ez diçim cem “Bavê xwe û cem Bavê we” (Yûhenna 20:17). Çaxê em emirê xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê, em dibin para malbeteke bi hizkirinê tije (Marqos 10:29, 30).

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi pêbihesin?

2 Hinekara çetin e ku Yehowa ça Bavekî dilovan hesab bikin. Hinek jî nizanin ku hizkirina xwe xûşk-birara ça nîşan bikin. Vê gotarêda, emê pêbihesin ku Îsa çawa alî me dike wekî Yehowa ça Bavê xweyî hizkirî hesab kin û em çawa dikarin diha nêzîkî wî bin. Usa jî, emê pêbihesin ku Yehowa dixwaze em hindava xûşk-birada ça bin.

YEHOWA DIXWAZE KU EM NÊZÎKÎ WÎ BIN

3. Duayê ku Îsa hîn kir, me ça diha nêzîkî Yehowa dike?

3 Yehowa xweyîhukumê mezin e, lê ew yekî sert û dilsar nîne. Îsa dixwaze wekî em jî Yehowa ça Bavekî dilgerm û dilovan hesab kin. Ev yek ji mesela duayê wî eşkere ye, ya ku Îsa şagirtên xwe hîn kiribû. Îsa dua bi van giliya destpêkir: “Bavê meyî ezmana” (Metta 6:9). Îsa dikaribû mera bigota, wekî em Yehowa ça “Yê Herî-Zor”, ça “Efirandar” yan ça “Padşayê heta-hetayê” nav bikin, çimkî ev sernavên Xwedê rastî jî hêjayî wî ne û Kitêba Pîrozda jî nivîsar in (Destpêbûn 49:25; Îşaya 40:28; 1 Tîmotêyo 1:17). Lê dewsê Îsa got wekî em Yehowara bêjin “Bavo”.

4. Em ji ku zanin ku Yehowa dixwaze wekî em nêzîkî wî bin?

4 Hinekara çetin e Yehowa ça Bavekî hizkirî hesab kin, çimkî bavên wan merivên sert bûn. Lê çiqas baş e ku Yehowa hestên me fem dike. Ew dixwaze nêzîkî me be. Lema jî Kitêba Pîroz usa dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, ÎM). Belê, Yehowa me hiz dike, û ew dixwaze mera bibe Bavekî baş.

5. Li gora Lûqa 10:22, Îsa ça dikare alî me bike wekî em diha nêzîkî Yehowa bin?

5 Îsa dikare alî me bike wekî em diha nêzîkî Yehowa bin. Îsa gelek rind Yehowa nas dike û hemû hunurên wî bi temamî eyan dike. Lema, ewî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Mîna birakî mezin, Îsa me hîn dike ça em gerekê qedrê Bavê xwe bigirin, guh bidine wî û dilê wî şa kin. Usa jî ewî nîşanî me kiriye, ku Yehowa çiqas heyf û bi hizkirin e (Lûqa 10:22 bixûne). Were em çend mesela binihêrin.

Mîna Bavekî hizkirî, Yehowa bi saya melekekî dilê Kurê xwe qewî kir (Abzasa 6 binihêre) *

6. Yehowa çawa guh dida duayên Îsa?

6 Yehowa guh dide zarên xwe. Hela dîna xwe bidê ku Yehowa çawa guh dida Kurê xwe Îsa. Gava Îsa ser erdê bû, ewî gelek cara dua dikir, û Yehowa guh dida duayên wî (Lûqa 5:16). Gava Îsa derheqa safîkirinên ferz dua dikir, mesele derheqa bijartina 12 şandiya, Xwedê guh dida wî (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, gava Îsa Yehowara besa xemên xwe dikir, Yehowa guh dida wî. Pêşiya ku Îsa hate girtinê, ewî derheqa çetinayên ku wê bihatana serê wî, dua kir. Yehowa him guh da vê duayê him jî melekek şand, wekî ew dilê Kurê wîyî delal qewî bike (Lûqa 22:41-44).

7. Ev yek ku Yehowa guh dide duayên me, ça ser me hukum dike?

7 Îro jî Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe, û wexta rastda bi cûrê herî baş caba wan dide (Zebûr 116:1, 2). Serhatiya xûşkeke ji Hindistanê vê yekê zelal nîşan dike. Ew gelek dilteng dibû û êmosiyalîda xwe xirab texmîn dikir, lema ewê derheqa vê problêmê Yehowara dua kir. Ew dibêje: “Bernama JW Brodkastîng ya meha Gulanê, sala 2019, wededa bû û hema bona min bû. Ez hîn bûm ku gerekê çi bikim gava xemgîn û dilteng im. Bi rastî jî ev bername caba duayên min bû!”

8. Yehowa çawa hizkirina xwe hindava Îsa nîşan dikir?

8 Gava Îsa ser erdê bû, Yehowa hizkirina xwe jêra eyan dikir û bona wî xem dikir, û ew me jî hiz dike û bona me xem dike (Yûhenna 5:20). Yehowa bona hewcên Îsaye ruhanî, êmosiyalî û fîzîkî xem dikir. Usa jî, Yehowa raste-rast eyan kir ku ew Kurê xwe hiz dike û ji wî razî ye (Metta 3:16, 17). Îsa zanibû wekî Bavê wî kêleka wî ye, lema jî ewî xwe tu car tenê texmîn nedikir (Yûhenna 8:16).

9. Em ji ku zanin wekî Yehowa me hiz dike?

9 Mîna Îsa, me jî hizkirina Yehowa gelek car texmîn kiriye, usa nîne? Hela bifikire: Yehowa em kişandine bal xwe, û ewî em kirin para malbeteke dilgerm, wekî em bextewar bin û bikaribin rojên çetinda alîkariyê bistînin (Yûhenna 6:44). Usa jî, Yehowa têr-tije xwarina ruhanî dide me. Serda jî, ew alî me dike wekî em bikaribin ebûra xwe bikin (Metta 6:31, 32). Gava em difikirin ku Yehowa çiqas me hiz dike, hizkirina me jî hindava wî diha qewî dibe.

HINDAVA XÛŞK-BIRADA USA BE ÇAWA YEHOWA

10. Seva ku hizkirin nav malbeta meye ruhanîda diha qewî be, gerekê em çi bikin?

10 Yehowa xûşk-birên me hiz dike. Lê mera cara dikare çetin be wekî hizkirina xwe hevdura eyan kin. Çira? Çimkî em ji cûre-cûre kûltûra ne, mîna hev nehatine mezinkirinê û xeysetên me jî ji hev cude dibin. Xêncî vê yekê, car-cara em şaşiyên usa dikin ku dilê xûşk-bira diêşînin yan jî wana eciz dikin. Lê dîsa jî em dikarin hizkirina nav malbeta xweye ruhanîda diha qewî kin. Gelo çawa? Gerekê em hizkirinêda çev bidine Bavê xweyî ezmana (Efesî 5:1, 2; 1 Yûhenna 4:19). Niha şêwir kin derheqa hine hunurên Yehowa û bifikirin ça em dikarin çev bidine wî.

11. Îsa çawa çev dida dilşewatiya Yehowa?

11 Yehowa yekî dilşewat e (Lûqa 1:78). Gava merivê rem û dilşewat divîne wekî kesên din êşê dikişînin, ew dixwaze alî wan bike û dilê wan rihet ke. Îsa bi xeberdan û kirên xwe nîşan dikir, ku Yehowa ça bona meriva xem dike (Yûhenna 5:19). Carekê, gava Îsa elalet dît, “gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn” (Metta 9:36). Lema, ew hazir bû alî wan bike. Mesele, ewî kesên nexweş qenc dikirin û rihetî dida yên “westiyayî û bargiran” (Metta 11:28-30; 14:14).

Mîna Yehowa hindava xûşk-birada dilşewat û destvekirî be (Abzasa 12 heta 14 binihêre) *

12. Em ça dikarin dilşewatiyê nîşan kin? Mesela bînin.

12 Seva ku em bikaribin hindava xûşk- birada dilşewat bin, gerekê em bizanibin derdên wan çi ne. Besa xeberê, xûşkek gelek nexweş e. Ew tu cara gilî û gazinên xwe nake, lê ew bêşik hewcê alîkariya me ye. Gelo ew ça şixulên malê tenê dike? Gelo bona hazirkirina xwarinê yan bona paqijkirina malê jêra alîkarî lazim e? Yan jî, besa xeberê birakî xebata xwe unda kiriye. Gelo em dikarin hine pere pêşkêşî wî kin – dibeke usa wekî ew pênehese jî ev pere ji kê ye, seva ku ew bikaribe ebûra xwe bike heta ku xebatê xwera bivîne?

13-14. Em ça dikarin mîna Yehowa destvekirî bin?

13 Yehowa yekî destvekirî ye (Metta 5:45). Dewsa ku em hîviyê bin heta kesek ji me alîkariyê bixwaze, wê baş be em gava pêşin bavêjin ku alîkariyê bidin. Were em çev bidine Yehowa, yê ku her roj tevê ser me derdixe û hîviyê nîne heta em evê yekê ji wî bixwazin. Serda jî, ji germaya tevê ne tenê kesên şêkirdar, lê her kes karê distîne. Ev yek ku Yehowa bona hewcên me xem dike, hizkirina wî nîşan dike. Em gelek şa ne ku Yehowa haqas qenc û destvekirî ye!

14 Gelek xûşk-birên me mîna Bavê meyî ezmana destvekirî ne. Mesele, sala 2013-da, firtoneke mezin rabû û zirareke mezin da Fîlîpînê. Gelek xûşk-birên me her tişt unda kirin, lê çiqas baş e ku xûşk-birên ji welatên din bi qurbankirinên xwe alî wan kirin. Usa jî, wana nava salekêda weke 750 mal çêkirin yan ji tezeda ava kirin! Wedê pandemiya COVID-19 jî, Şedên Yehowa bi dil û can piştgiriya xûşk-birên xwe kirin. Belê, gava em zû diçin hewara xûşk-bira, em nîşan dikin wekî em wana hiz dikin.

15-16. Li gora Lûqa 6:36, kîjan tiştên ferzda em gerekê çev bidine Bavê xweyî ezmana?

15 Yehowa yekî dilrem e û hazir e bibaxşîne (Lûqa 6:36 bixûne). Em rema Bavê xweyî ezmana her roj divînin (Zebûr 103:10-14). Merivên ku pey Îsa Mesîh diçûn, gunekar bûn, dîsa jî ewî bi dilremî dibaxşande wan. Serda jî, Îsa bi rezedilî emirê xwe qurban kir, wekî gunên me bêne baxşandinê (1 Yûhenna 2:1, 2). Gelo ev dilremiya Yehowa û Îsa dilê me germ nake?

16 Gava em hevdu ji dil dibaxşînin, hizkirina nav meda diha qewî dibe (Efesî 4:32). Hilbet carna ne hêsa ye ku em kesên din bibaxşînin, lema bi rastî jî lazim e em ser xwe bixebitin. Xûşkeke me derheqa baxşandinê ji gotara “Birca Qerewiliyê” bi navê “Ji Dil Hev Bibaxşînin”, gelek kar stand. * Ew dibêje: “Bi saya vê gotarê, min fem kir, wekî bona min wê çiqas kêrhatî be bibaxşînim meriva. Ev gotar nîşan dike, wekî baxşandin nayê hesabê ku em çevê xwe ser şaşiyên kesên din dadidin, yan zirara ku me rûyê wanda standiye, biçûk hesab dikin. Na, baxşandin tê hesabê wekî em kînê najon û dilrihetiya xwe unda nakin”. Çaxê em ji dil dibaxşînin xûşk-bira, em nîşan dikin ku em wana hiz dikin û çev didine Bavê xwe Yehowa.

BIŞÊKIRÎNE WEKÎ TU PARA MALBETA YEHOWA YÎ

Firqî tune em çend salî ne, em dikarin nîşan kin ku em xûşk-bira hiz dikin (Abzasa 17 binihêre) *

17. Li gora Metta 5:16, em çawa dikarin pesnê Bavê xweyî ezmana bidin?

17 Eva qedirekî mezin e ku em para malbeta hemdinyayê ne, kîderê gişk hevdu hiz dikin. Em dixwazin wekî kesên din jî tevî me Yehowa bihebînin. Lema jî gerekê em haş ji xwe hebin, wekî bi rabûn-rûniştina xwe leke neynin ser navê Yehowa û teşkîleta wî. Em dixwazin ku meriv bi saya kirên meye qenc, bixwazin Yehowa nas kin û wîra xizmet kin (Metta 5:16 bixûne).

18. Çi dikare alî me bike wekî em bêtirs şedetiyê bidin?

18 Hine kes qerfên xwe me dikin yan me dizêrînin, çimkî em guh didin Bavê xweyî ezmana. Dîsa jî, em gerekê netirsin ku merivara besa baweriya xwe bikin, çimkî Yehowa û Îsa wê alî me bikin. Îsa şagirtên xwera usa got: “Tiştên ku hûnê xeber din, wê demê wera wê bê dayînê”. Gelo çira? Îsa usa şirovekir: “Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê ruhê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de” (Metta 10:19, 20).

19. Robêrt çawa bi mêrxasî besa rastiyê kir?

19 Dîna xwe bidin serhatiya birê me Robêrt, yê ku Afrîkaya Başûrêda dijî. Gava ewî teze destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û zanebûna wî hindik bû, lazim bû wekî ew hakimekîra şiroveke ku ew çira naxwaze here eskeriyê. Ewî bi mêrxasî wîra got wekî ew xûşk-bira hiz dike û lema jî dixwaze tevnebûyînê xwey ke. Eşkere ye ku ewî malbeta xweye ruhanî qîmet dikir! Hingê hakim usa pirsî: “Xûşk û birên te kê ne?” Robêrt hîviya pirseke usa nîbû, lê rêza wê rojê – dêmek Metta 12:50 – hate bîra wî: “Kî ku xwestina Bavê minî ezmana bîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min”. Rast e Robêrt xwendekarekî teze bû, lê ruhê Yehowa alî wî dikir ku ew bikaribe caba vê pirsê û çend pirsên din bide. Yehowa bêşik Robêrtra firnaq dibû! Belê, gava em îtbariya xwe Yehowa tînin û halê çetinda jî bi mêrxasî besa rastiyê dikin, ew mera firnaq dibe.

20. Gerekê em timê çi bikin? (Yûhenna 17:11, 15)

20 Em gelek dişêkirînin ku em para malbeta Yehowa ne. Bavê me, Bavê herî baş e, û xûşk-birên me jî me gelek hiz dikin. Gerekê em bona vê yekê timê razî bin. Mîrê-cina û piştgirên wî dixwazin şik bikine dilê me û me bidine bawerkirinê wekî Yehowa me hiz nake, û ewana her tiştî dikin wekî yektiya me xirab bikin. Lema jî Îsa ji Yehowa reca kir wekî Ew miqatî yektiya malbeta me be (Yûhenna 17:11, 15 bixûne). Bavê me bi rastî jî li gora vê duayê alî me dike. Mîna Îsa, were em jî tu cara nekevine şikê ku Bavê meyî ezmana me hiz dike û piştgiriya me dike. Were em timê her tiştî bikin ku diha nêzîkî malbeta xweye ruhanî bin!

KILAMA 99 Biratiya Me Bêhesab e

^ abz. 5 Em xûşk-bira gelek qîmet dikin, û em dixwazin wekî hizkirina nav meda diha qewî be. Ça em dikarin vê yekê bikin? Em gerekê çev bidine Yehowa ku ew ça hizkirina xwe mera dide kifşê, û usa jî çev bidine Îsa Mesîh û xûşk-bira.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gava Îsa baxçeyê Gêtşemanîda bû, Yehowa melekek şand bal wî ku dilê wî qewî bike.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê pandemiya COVID-19, gelek Şedên Yehowa xûşk-birên xwera xwarin û tiştên lazim dişandin.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dê alî qîza xwe dike wekî neme birakîra ku kelêda rûniştî ye, binivîse.