Pirsên Xwendevana
Gelo gotinên 1 Korintî 15:29 têne hesabê ku hine şagirtên Îsa Mesîh ji bo xatirê miriya dihatin nixumandin?
Na, Kitêba Pîroz û çevkaniyên terîxî besa edeteke usa nakin.
Hinek difikirin ku li rojên Pawlos, hine kes ji bo xatirê miriya dihatin nixumandin. Sebeb ev e ku li gora hine welgerandina, ev rêz usa dibêje: “Heger miriyê tu car ranebin, îdî çima bona miriya têne nixumandinê?”
Gelo zandarên Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêjin? Mesele, Dr. Grêgorî Lokwûd got ku Kitêba Pîrozda û li çevkaniyên terîxî qet îzbat tune ku kesek ji bo xatirê kesên mirî hat nixumandin. Profêsor Gordon Fî jî nivîsî ku Kitêba Pîroz û çevkaniyên terîxî besa edeteke usa nakin. Usa jî, ewî got ku tiştekî usa li qirnên paşî sazkirina civata Mesîhiya jî nedihat kirin.
Îsa Mesîh şagirtên xwera usa gotibû: “Niha herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin” (Met. 28:19, 20). Lema, pêşiya ku kesek bikaribe bibe şagirtekî Îsa Mesîh, gerekê ew derheqa Yehowa û Îsa Mesîh zanebûnê bistîne, baweriya xwe bi wan bîne û guh bide wan. Eşkere ye ku kesekî mirî nikare vê yekê bike, û kesekî sax jî nikare vê yekê dewsa kesekî mirî bike (Waîz 9:5, 10; Yûhn. 4:1; 1 Korn. 1:14-16).
Heger usa ye, gelo Pawlos dixwest çi bigota?
Hine xûşk û birên li bajarê Korintê înkar dikir ku mirî wê bên rakirin (1 Korn. 15:12). Lê belê, Pawlos îzbat kir ku nihêrandina wan şaş e. Derheqa tengasiyên ku rastî wî dihatin, ewî got: “Ez her roj dest ji emirê xwe dikişînim!” Pawlos hilbet hê sax bû, lê ewî dixwest bigota ku ew her roj diket derecên xof, dêmek ber mirinê bû, û heger ew bimire jî, ew bawer bû ku ewê wek Îsa Mesîh ji mirinê bê rakirin û here ezmana (1 Korn. 15:30-32, 42-44).
Lazim bû ku xûşk û birayên li Korintê fem bikin ku ji ber ku ew şagirtên bi ruh kifşkirî ne, ewê roj bi roj rastî tengasiya bên û pêşiya ku bên rakirin ewê bimirin. Gava ew “yektiya Mesîh Îsada” hatine nixumandinê, ew “mirina wîda” jî hatine nixumandinê (Rom. 6:3). Ew tê hesabê ku mîna Îsa Mesîh, ewê jî rastî tengasiya bihatana û bimirana pêşiya ku ewê bihatana rakirin û biçûna ezmana.
Du sal zêdetir paşî ku Îsa Mesîh hatibû nixumandin, ewî du şandiyên xwera usa got: “Hûnê . . . bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku ezê pê bême nixumandinê” (Marq. 10:38, 39). Bi van gotina, Îsa dixwest bigota ku ewê seva bêqisûrtiya xwe bê kuştin. Pawlos Mesîhiyên bi ruh kifşkirîra usa nivîsî: “Em tevî cefayê Mesîh bûne, emê tevî rûmeta wî bin jî” (Rom. 8:16, 17; 2 Korn. 4:17). Belê, pêşiya ku kesên bi ruh kifşkirî bona jiyana li ezmana bihatana rakirin, ewê bimirana.
Lema, gotinên Pawlos li gora “Welgerandina Dinya Teze” usa tên welgerandin: “Yan na, yên ku tên nixumandin bona ku ew bibin kesên mirî, wê çi bikin? Heger mirî qet neyên rakirin, ew çima bona nêteke usa tên nixumandin?”