Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da gotarên ji “Birca Qerewiliyê” yên vê salê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên van pirsa bidin:

Em hindava Mesîhiyên bijartî gerekê ça bin?

Em baweriya wan qîmet dikin, lê yeke em wana bilind hesab nakin û hurmeta zêde nadin wan. Em xwe ji “hilekariyê” dûr digirin (Cihûd. 16). Em pirsên şexsî derheqa hêviya wan, ji wana napirsin (w20.01, rûp. 29).

Çi gerekê te bide bawerkirinê ku Yehowa xût dîna xwe dide te?

Kitêba Pîroz eyan dike ku gava tu hê zikmakiyêda bûyî, Xwedê dîna xwe da te. Û ew duayên te dibihê. Ew zane fikirên te û dilê teda çi ye, û kirên te dikarin yan dilê wî bêşînin yan jî şa kin (1 Dîr. 28:9; Metlk. 27:11). Ew xwexa te nêzîkî xwe kiriye (w20.02, rûp. 12).

Kengê wextê xeberdanê ye û kengê wextê hişbûnê ye?

Em şabûnê distînin gava derheqa Yehowa tevî meriva xeber didin. Em usa jî xeber didin, gava divînin ku kesek ji riya rast dûr dikeve. Rûspî jî gerekê xwe negirin xeber din gava kesekî hewcê şîretê ye. Lê em xwe ji xeberdanê digirin û pirsa nadin wan xûşk-birara, yên ku wan welatada xizmet dikin kîderê şixulê me qedexekirî ye. Em usa jî tiştên konfîdênsiyal tu car bela nakin (w20.03, rûp. 20-21).

Çawa kuliyên ji kitêba Yowêl serê 2-da, cude dibin ji kuliyên ji kitêba Eyantî serê 9?

Yowêl 2:20-29 dibêje, ku Xwedê wan kuliya dûr dixe û soz dide wekî wê zirarê ku wana aniye vegerîne. Û tenê paşî vê yekê Xwedê ruhê xwe dirijîne. Ew her tişt wedê hicûmkirina Babîloniya ser Îsraêliya hate sêrî. Lê Eyantî 9:1-11-da derheqa wan Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî tê gotinê, yên ku bi sîmbolîk mîna wan kuliya ne, ku vê dinya xirabra derheqa dîwana Xwedê elam dikin, û pê vê elametiyê merivên vê dinyayê eciz dikin (w20.04, rûp. 3-6).

Îro padşê bakurê kê ye?

Rûsiya û piştgirên wê padşê bakurê ne. Ewana xût pey cimeta Xwedê dikevin, ku şixulê belakirina mizgînê qedexe dikin û eşkere eyan dikin ku ewana Şedên Yehowa nefret dikin. Ev padşê bakurê usa jî tevî padşê başûrê dikeve lecê (w20.05, rûp. 13).

Gelo nava “berê ruhê pîrozda” tenê ev neh hunur dikevin, yên ku Galatî 5:22, 23-da tê gotinê?

Na. Ruhê pîroz alî me dike ku hunurên din jî nav xweda pêşda bînin, besa xeberê ew alî me dike em bibine merivne rast û heq (Efes. 5:8, 9) (w20.06, rûp. 17).

Çi xof heye gava em şiklên xwe û tiştên din dikine întêrnêtê?

Çi ku hûn dikine întêrnêtê, merivara dikare bide kifşê ku hûn xwe qure dikin, ne ku milûk in (w20.07, rûp. 6-7).

Mesîhî ji mesîgira çi dikarin hîn bin?

Mesîgir dixebitin wî çaxî û wî cîyî, kîderê ewana dikarin mesî bigirin. Ewana usa jî têne hînkirinê ku kîjan haceta bidine xebatê. Û ewana bi mêrxasî berdewam dikin dixebitin wedê derecên çetinda jî. Em xizmeta xweda jî dikarin usa bikin (w20.09, rûp. 5).

Kîjan in hine mêtod ku dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin, wekî ewana Yehowa hiz bikin?

Em dikarin wana hêlan kin ku her roj Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin. Û usa jî lazim e em wana hîn kin ku çawa dua bikin (w20.11, rûp. 4).

Vê rêzêda derheqa kê tê gotinê: “Hemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin”? (1 Korn. 15:22)

Pawlosê şandî nedigot ku her kes wê bê saxkirinê. Ewî digot derheqa Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî, yên ku “buhurtî- jibarebûyiyêd yektiya Mesîh Îsada” ne (1 Korn. 1:2; 15:18) (w20.12, rûp. 5-6).

Gelo Mesîhiyên bijartî wê çi bikin gava ewana “bêne guhastinê nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî, dema boriya axiriyê bê lêdanê”? (1 Korn. 15:51-53).

Ewana wê tevî Mesîh pê şivdara hesin şivantiyê meriva bikin (Eyan. 2:26, 27) (w20.12, rûp. 12-13).