Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15

Çev Bidine Îsa û Dilrihetiyê Unda Nekin

Çev Bidine Îsa û Dilrihetiyê Unda Nekin

“Edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil[ê] . . . we . . . xwey ke” (FÎLÎ. 4:7).

KILAMA 113 Edilayî nav Meda Heye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Çira Îsa strêseke giranda bû?

ÎSA roja paşin ya jîyîna xweye ser erdê, gelek berxwe diket. Ew gerekê zûtirekê bi destê nepaka, cefê giran bikişanda û bimira. Lê diha zef ew seva vê yekê berxwe diket, ku dixwest xwestina Bavê xwe bîne sêrî, çimkî ewî Bavê xwe gelek hiz dikir. Îsa zanibû ku hergê ew nava wan tengasiyada ku pêşiya wî bûn, amin bimîne, ew wê navê Yehowa heq derxe û bilind ke. Îsa usa jî meriv hiz dikirin, û ewî zanibû wekî jîyîna meye heta-hetayê wîva girêdayî ye, dêmek aminiya wîva heta mirinê.

2 Rast e Îsa strêseke gelek giranda bû, lê dilê wî rihet bû. Ewî gote şandiyên xwe: “Ez . . . edilayiya xwe didime we” (Yûhn. 14:27). Dilê Îsada “edilayiya Xwedê” hebû, dêmek dilrihetî, kîjan ku ewî distand bi saya heleqetiya xwe tevî Yehowa. Evê edilayê alî Îsa kir, ku gelek berxwe nediket û tevhev nedibû (Fîlî. 4:6, 7).

3. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Tu kes ji me wê rastî cêribandina usa neyê, kîjan ku rastî Îsa hat, lê hemû şagirtên wî wê rastî çetinaya bên (Met. 16:24, 25; Yûhn. 15:20). Mîna Îsa, emê jî cara berxwe kevin. Lê em çi gerekê bikin, wekî zef berxwe nekevin û dilrihetiyê unda nekin? Were em sê tişta şêwir kin, ku Îsa wedê xizmetiya xweye ser erdê dikir, û pêbihesin ku çawa em dikarin wedê tengasiya çev bidine wî.

ÎSA HER GAV DUA DIKIR

Em dikarin dilrihetiyê xwey kin, hergê her gav dua bikin (Binihêre abzasa 4-7)

4. Li gora 1 Têsalonîkî 5:17, hine mesela bînin, ku didine kifşê, wekî Îsa roja paşin ya emirê xweyî ser erdê gelek dua dikir.

4 Bixûne 1 Têsalonîkî 5:17. Îsa temamiya roja pêşiya mirina xwe, dua dikir. Çaxê ewî şagirtên xwera nîşan kir, ku bîranîna mirina wî ça derbaz kin, ewî ser nan û şeravê dua kir (1 Korn. 11:23-25). Usa jî pêşiya ku ewana ji wî cîyî derketana, kîderê ku wana Cejina Derbazbûnê derbaz kir, ewî tevî şagirtên xwe dua kir (Yûhn. 17:1-26). Paşê, çaxê vê şevê ew tevî şagirtên xwe çû baxçê Gêtşemanî, ewî wêderê jî gelek car dua kir (Met. 26:36-39, 42, 44). Îsa hela hê ber mirinê bû jî, dua kir (Lûqa 23:46). Vê roja giran, Îsa derheqa her tiştên ku vê rojê diqewimîn, duada Yehowara digot.

5. Çira mêrxasiya şandiya kêm bû?

5 Menîk ku Îsa çira sebir kir wedê tengasiya, ew bû, ku ewî îtbariya xwe Bavê xwe dianî, û wîra dua dikir wekî alî wî bike. Lê şandiya vê şevê duada xîret nîbûn. Lema jî çaxê ewana ketine cêribandinê, mêrxasiya wan kêm bû (Met. 26:40, 41, 43, 45, 56). Em jî çaxê rastî tengasiya bên, dikarin mîna Îsa amin bimînin, tenê hergê “her gav dua bikin”. Lê bona çi em dikarin dua bikin?

6. Çi cûreyî bawerî wê alî me bike edilayêda bimînin?

6 Em dikarin Yehowara dua bikin, wekî “baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5; Yûhn. 14:1). Mera bawerî lazim e, çimkî Şeytan wê hemû şagirtên Îsa bicêribîne (Lûqa 22:31). Lê gelo çawa bawerî dikare alî me bike, ku em dilrihet bimînin hingê jî, çaxê em texmîn dikin ku çetinayî pey çetinaya tê? Hergê me aliyê xweda hemû tişt kiriye, lê dîsa jî problêm maye, bawerî wê alî me bike berxwe nekevin, evê çetinayê bidine destê Yehowa û hîviya wî bin. Çaxê em îtbariya xwe wî tînin, ku ew ji me çêtir zane çi gerekê bike, emê dilrihet bimînin û edilayêda bin (1 Pet. 5:6, 7).

7. Ji serhatiya Robêrt hûn çi hîn bûn?

7 Firqî tune em rastî çi tengasiya jî tên, dua alî me dike dilrihetiyê unda nekin. Dîna xwe bidine mesela Robêrt, rûspîkî amin, ku 80 salî zêdetir e. Ew gilî dike: “Şîreta ji Fîlîpî 4:6, 7, gelek tengasiyada alî min dikir. Mesele, aliyê perada çetinayên min hebûn, û usa jî wedekî ez îda rûspî nîbûm”. Lê gelo çi alî Robêrt dike, wekî nava çetinayada dilrihetiyê unda neke? Ew dibêje: “Hema çawa ku ez destpêdikim berxwe kevim, ez derbêra dua dikim. Ez texmîn dikim wekî çiqas dua dikim, haqas hê dilê min rihet dibe”.

ÎSA BI XÎRET MIZGÎNÎ BELA DIKIR

Em dikarin dilrihetiyê xwey kin çaxê mizgîniyê bela kin (Binihêre abzasa 8-10)

8. Anegorî Yûhenna 8:29, dîsa menîk çi bû ku Îsa dilrihet dima?

8 Bixûne Yûhenna 8:29. Gava pey Îsa diketin, ew hingê jî dilrihet dima, çimkî zanibû ku ew dilê Bavê xwe şa dike. Ew gura Bavê xweda dima, gava jêra çetin bû. Ewî Bavê xwe hiz dikir, û xizmetiya Yehowara emirê wîda ciyê pêşin digirt. Pêşiya ku ew bihata ser erdê, ew hosteyê Xwedê bû (Metlk. 8:30). Û çaxê ew ser erdê bû, ewî bi xîret meriv derheqa Bavê xwe hîn dikirin (Met. 6:9; Yûhn. 5:17). Ewî şixulî Îsara şabûneke lape mezin dianî (Yûhn. 4:34-36).

9. Çaxê em her gav nav şixulê belakirina mizgîniyêda nin, ew yek ça alî me dike dilrihetiyê xwey kin?

9 Em çev didine Îsa, gava gura Yehowada dimînin û “her gav şixulê Xudanda” pêşda diçin (1 Korn. 15:58). Çaxê em “bi xîret” mizgîniyê bela dikin, em ser problêmên xwe diha sivik dinihêrin (Kar. Şand. 18:5). Xizmetiyêda em rastî merivên usa tên, problêmên kîjana ji yên me zêdetir û xirabtir in. Lê çaxê ewana hîn dibin Yehowa hiz bikin û şîretên wî bînin sêrî, emirê wan diha baş dibe û ewana diha bextewar dibin. Her car çaxê em ewê yekê divînin, baweriya me hê qewî dibe ku Yehowa wê tu car me nehêle û alî me bike. Û ew bawerî alî me dike dilrihetiyê unda nekin. Xûşkeke me, kîjan ku temamiya emirê xwe ber dêprêsiyê teyax dike û xwe bêkêr texmîn dike, fem kir ku ew yek usa ne. Ew gilî dike: “Çaxê ez nav şixulê xizmetiyêda nim, ez êmosiyên xwe hê rind kontrol dikim û şabûnê distînim, çimkî çaxê ez xizmet dikim, hingê xwe hê nêzîkî Yehowa texmîn dikim”.

10. Ji serhatiya Brêndayê hûn çi hîn bûn?

10 Dîna xwe bidine mesela xûşkekê, navê kîjanê Brênda ye. Ew û qîza wê pê nexweşiya giran nexweş in. Brênda nikare rê here, lema pê kursiya seqeta digere û qewata wê jî sist e. Ew mal bi mal xizmet dike gava dikare, lê heçî zef pê nema şedetiyê dide. Ew dibêje: “Çaxê min fem kir û qebûl kir ew yek, ku halê min vê dinyayêda wê neyê guhastinê, hingê min hiş-aqilê xwe hê zêde da ser xizmetiya xwe. Û gava ez şedetiyê didim, ez çetinayên xwe bîr dikim û kêm berxwe dikevim. Ez hiş-aqilê xwe didim ser wan meriva, kêra şedetiyê didim. Bi wî cûreyî xizmetî usa jî alî min dike, ku ez bîr nekim wekî axiriya baş hîviya me ye”.

ÎSA JI HEVALÊN XWE ALÎKARÎ QEBÛL DIKIR

Hevalên baş dikarin alî me bikin ku dilrihetiyê xwey kin (Binihêre abzasa 11-15)

11-13. a) Ça şandiya û yên mayîn nîşan dikirin, ku bi rastî hevalên Îsayî baş in? b) Hevalên Îsa ça ser wî hukum dikirin?

11 Wedê temamiya xizmetiya Îsa, şandiyên wîyî amin îzbat kirin, ku bi rastî hevalên wî ne. Ewana hevalên usa bûn, derheqa kîjana ku Metelokda tê gotinê: “Heval jî hene ji birakî çêtir in” (Metlk. 18:24). Îsa ew hevalên xwe gelek qîmet dikir. Wedê xizmetiya wî, ji birên wî qe yekî jî wî bawer nedikir (Yûhn. 7:3-5). Wedekî merivên wîyî nêzîk hela hê jî digotin, wekî ewî hişê xwe unda kiriye (Marq. 3:21). Lê Îsa derheqa şandiyên xweyî amin, şeva pêşiya mirina xwe got: “Hûn in, yêd ku nava cêribandinêd minda heta niha tevî min mane” (Lûqa 22:28).

12 Rast e cara şagirtên Îsa dilê wî dêşandin, lê ewî dîna xwe nedida şaşiyên wan, dewsê ewî nav wanda bawerî hindava xweda didît (Met. 26:40; Marq. 10:13, 14; Yûhn. 6:66-69). Îsa pêşiya mirina xwe şeva paşin, gote şandiyên xweyî amin: “Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê” (Yûhn. 15:15). Bêşik, hevalên Îsa gelek dil didane wî. Ew alîkariya wan xizmetiya Îsada, şabûn jêra dianî (Lûqa 10:17, 21).

13 Xêncî şandiya hevalên Îsayî din jî hebûn, hin jin hin jî mêr. Wana şixulê belakirina mizgîniyêda piştgiriya wî dikirin û tiştên mayînda jî alîkarî didane wî. Hineka wî teglîfî mala xwe dikirin ser nanxwarinê (Lûqa 10:38-42; Yûhn. 12:1, 2). Hineka jî tevî wî rêwîtî dikirin û bi hebûka xwe wîra berdestî dikirin (Lûqa 8:3). Îsa xwexa hevalê baş bû, û lema jî hevalên wîye baş hebûn. Ewî wanra qencî dikir û ji wana gelek dewa nedikir. Îsa bêqisûr bû, lê ewî alîkariya dostên xweye neqedandî dişêkirand. Bêşik Îsa bi saya wana dilrihetî xwey dikir.

14-15. Ça em dikarin hevalên baş qazanc kin, û çida ewana dikarin alî me bikin?

14 Hevalên baş wê alî me bikin Yehowara amin bimînin. Hergê em dixwazin ku hevalên meyî baş hebin, em xwexa gerekê hevalên baş bin (Met. 7:12). Mesele, Kitêba Pîroz mera dibêje, ku wede bivînin wekî îlahî alî wan bikin, yên ku sist in û çetinayada nin (Efes. 4:28). Lê bi texmîna we hûn civata xweda dikarin alîkariyê bidine kê? Dibeke kesek nikare ji mal derê û lazim e bona wî herin dikanê. Yan jî dibeke malbeteke desttengira lazim e xwarinê bivin. Hergê hûn zanin ça malpera jw.org® û “JW Library® app” bidine xebatê, alîkariyê bidine xûşk-birên civatê, seva ewana jî hîn bin wan haceta rind bidine xebatê (Kar. Şand. 20:35).

15 Çaxê em rastî çetinaya bên, hevalên me wê kêleka me bin û alî me bikin ku dilrihetiyê unda nekin. Ewana wê mîna Elîhûyê, ku guh dida Îbo çaxê ewî kula xwe jêra gilî dikir, bi sebir guh bidine me, gava em dilê xwe wanra vekin (Îb. 32:4). Lê em gerekê hîviyê nîbin, wekî hevalên me dewsa me safîkirina bikin. Wê bîlanî be em guh bidine şîretên wan, ku ser hîmê Kitêba Pîroz in (Metlk. 15:22). Çawa ku Dawid Padşa bi milûktî ji hevalên xwe alîkarî qebûl dikir, em jî wedê tengasiya gerekê qure nîbin û alîkariya hevalên xwe qebûl kin (2 Sam. 17:27-29). Bi rastî hevalên baş pêşkêş in ji Yehowa (Aqûb 1:17).

ÇAWA EDILAYÊ UNDA NEKIN

16. Li gora Fîlîpî 4:6, 7, çiçax em dikarin edilayê bistînin? Şirovekin.

16 Bixûne Fîlîpî 4:6, 7. Çira Yehowa dibêje, wekî em dikarin dilrihetiyê û edilayê bi saya “Mesîh Îsa” bistînin? Çimkî em edilaya dirêj tenê hingê qazanc dikin, çaxê baweriya xwe Îsa tînin û fem dikin rola wî qirara Xwedêda. Mesele, bi saya qurbana Îsa, hemû gunên me dikarin bêne baxşandinê (1 Yûhn. 2:12). Ew yek dilê me gelek rihet dike! Îsa çawa Padşa Padşatiya Xwedêda, wê hemû kul-derda ku Şeytan û dinya wî mera anîne, kuta ke (Îşa. 65:17; 1 Yûhn. 3:8; Eyan. 21:3, 4). Ew yek wê mera axiriya gelek baş bîne, kîjan ku em gelek hîviyê ne! Rast e Îsa şixuleke nehêsa daye destê me, lê ew tevî me ye û nava wan rojên axiriyêda alî me dike (Met. 28:19, 20). Ew yek mêrxasîke mezin dide me! Dilrihetî, bawerî hindava axiriya baş û mêrxasî, ew hene tiştên sereke bi saya kîjana em dilê xweda edilayê xwey dikin û derheqa tiştên nebaş nafikirin.

17. a) Mesîhî çi cûreyî dikare edilayêda bimîne? b) Anegorî sozê ji Yûhenna 16:33, emê bikaribin çi bikin?

17 Lê çawa hûn dikarin dilrihetiyê unda nekin hingê jî, gava tengasî pey tengasiyara tê? Çev bidine Îsa. Ya pêşin, dua bikin, her gav dua bikin. Ya duda, gura Yehowada bimînin û bi xîret mizgîniyê bela kin, gava wera çetin e jî. Û ya sisiya, îtbariya xwe hevalên xwe bînin, yên ku tengasiyada alî we bikin. Paşê, wê edilaya Xwedê dil û fikirên we xwey ke û hûnê mîna Îsa bikaribin her tengasiyêda serkevin. (Bixûne Yûhenna 16:33.)

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ abz. 5 Çetinayên me her kesî hene, ji bo kîjana em dikarin dilrihetiyê unda kin. Vê gotarêda emê sê tişta şêwir kin, kîjan ku Îsa dikir, û usa jî pêbihesin ku ça em dikarin hela hê wedê tengasiyên giranda jî dilrihet bimînin û edilayê unda nekin.