Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17

Pê Alîkariya Yehowa Miqabilî Ruhê Xirab Bisekinin

Pê Alîkariya Yehowa Miqabilî Ruhê Xirab Bisekinin

“Şerê me . . . miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe li diyarê ezmana ne” (EFES. 6:12).

KILAMA 55 Ji Wana Netirse!

VÊ GOTARÊDA *

1. Çawa Efesî 6:10-13-da tê şirovekirinê, Yehowa dîsa çi cûreyî hizkirina xweye mezin hindava xizmetkarên xwe nîşan dike? Şirovekin.

YEHOWA hizkirina xweye mezin hindava xizmetkarên xwe bi wî cûreyî jî îzbat dike, ku alî wan dike nekevine destê dijmina û miqabilî wan bisekinin. Dijminên meyî lapî mezin, ew hene Şeytan û cin. Yehowa derheqa wan dijmina pêşda mera gotiye, û hin jî wan tişta dide me, çi ku mera lazim in seva miqabilî wan bisekinin. (Bixûne Efesî 6:10-13.) Hergê em alîkariya Yehowa qebûl kin û bi temamî îtbariya xwe wî bînin, emê bikaribin miqabilî Mîrê-cina bisekinin. Baweriya me dikare mîna ya Pawlos qewî be, ku got: “Heger Xwedê pişta me ye, kî dikare miqabilî me be?” (Rom. 8:31).

2. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Em Mesîhiyên rast, hiş-aqilê xwe nadine ser Şeytan û cinên wî. Bona me ya lape ferz ew e, ku derheqa Yehowa pêbihesin û jêra xizmet kin (Zeb. 25:5). Lê em gerekê haş ji kirên Şeytan hebin. Çira? Seva em neyêne xapandinê û nekevine telikên wî (2 Korn. 2:11). Vê gotarêda emê şêwir kin tiştekî sereke, bi çi jî Şeytan û cinên wî dixwazin meriva bixalifînin. Emê usa jî şêwir kin, ku çawa em dikarin miqabilî wan bisekinin û xwe ji wana xwey kin.

RUHÊN XIRAB ÇA MERIVA DIXALIFÎNIN

3-4. a) Çi ye sêrbazî? b) Îro sêrbazî çiqas belabûyî ye?

3 Tiştekî belabûyî bi çi jî Şeytan û cinên wî meriva dixalifînin, ew heye sêrbazî. Ewên ku sêrbaziyê dikin, dibêjin ku ewana ji jor qewatê distînin, û zanin yan jî kontrol dikin wan tişta, yên ku merivên mayîn nikarin bizanibin û kontrol kin. Lê ew yek ji Xwedê nîne. Mesele, hinek ji wan dibêjin, wekî pê koçektiyê yan jî steyrnasiyê dikarin axiriyê bêjin. Hinek jî yançi gazî miriya dikin û tevî wan xeber didin. Hineke mayîn jî pê sêrbaziyê ser meriva cedû û benika dikin. *

4 Çawa baweriya hindava qewata sêrbaziyê îro belabûyî ye? Li gora hesaba, ku 18 welatên Amerîkaya Latînîda û Karîbêda hatine kirinê, eyan bû wekî wan ciyada ji sê meriva yek, sêrbaziyê û koçektiyê bawer dikin, û weke haqas merî jî bawer dikin, wekî dikarin tevî kesên ruh xeber din. Di 18 welatên Afrîkayêda jî, li gora hesaba, ji du meriva merivek, hela hê zêde jî, sêrbaziyê bawer dikin. Belê, firqî tune em kîderê dijîn, em gerekê fesal bin û xwe ji sêrbaziyê xwey kin, çimkî Şeytan her tiştî dike seva “temamiya dinê” bixalifîne (Eyan. 12:9).

5. Yehowa ça dinihêre ser sêrbaziyê?

5 Yehowa ça dinihêre ser sêrbaziyê? Ew Xwedêyê rastiyê ye (Zeb. 31:5). Bêşik sêrbazî ber çevê wî reş e! Yehowa gote Îsraêliya: “Bira nava teda yê usa tune be, yê ku kur yan qîza xwe nava êgirra derbaz dike, ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunir, ne jî yê ku gazî mirîya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e” (Qan. Dcr. 18:10-12). Rast e Mesîhî bin vê Qanûnêda nînin, kîjan ku Yehowa da Îsraêliya, lê nihêrandina Yehowa ser sêrbaziyê nehatiye guhastinê (Malx. 3:6).

6. a) Çawa Şeytan sêrbaziyê dide xebatê, seva ziyanê bide meriva? b) Li gora Waîz 9:5, rastî derheqa miriya çi ye?

6 Yehowa mera dibêje, wekî xwe ji sêrbaziyê dûr bigirin, çimkî ew zane ku Şeytan ewê yekê dide xebatê, seva ziyanê bide meriva. Şeytan pê sêrbaziyê derewa bela dike. Dereweke wî ew e, ku yançi mirî sax in û cîkî dijîn. (Bixûne Waîz 9:5.) Şeytan usa jî pê sêrbaziyê tirsê dike ser meriva, seva wana ji Yehowa dûr xe. Nêta Şeytan vê yekêda ne, wekî merivên ku sêrbaziyê dikin, baweriya xwe ruhên xirab bînin, ne ku Yehowa.

ÇAWA MIQABILÎ RUHÊN XIRAB BISEKININ

7. Yehowa çi mera eyan dike?

7 Çawa me jorê got, Yehowa mera eyan dike ku çi mera lazim e, seva Şeytan û cinên wî me nexalifînin. Dîna xwe bidin çend gava, ku dikarin alî me bikin, seva miqabilî Şeytan û cinên wî bisekinin.

8. a) Kîjan e tişteke sereke, ku alî me dike miqabilî ruhên xirab bisekinin? b) Zebûr 146:4 ça derewa Şeytan derheqa miriya eşkere dike?

8 Xebera Xwedê bixûnin û ser bifikirin. Ew tişteke sereke ye, bi saya kîjanî em înkar dikin wan derewa ku ruhên xirab dixwazin meriva bidine bawerkirinê. Xebera Xwedê mîna şûrê tûj e, ku dikare hemû derewên Şeytan eşkere ke (Efes. 6:17). Mesele, Xebera Xwedê eşkere dike evê derewê, ku yançi mirî tevî saxa dikarin xeber din. (Bixûne Zebûr 146:4.) Ew usa jî dibêje, wekî tenê Yehowa dikare derheqa axiriyê bêje (Îşa. 45:21; 46:10). Hergê em Xebera Xwedê hertim dixûnin û ser difikirin, emê hê hazir bin û qewî bin bona vê yekê, wekî înkar kin û nefiret kin derewên ku ruhên xirab dixwazin em bawer kin.

9. Em xwe ji kîjan şixulên sêrbaziyêva girêdayî dûr digirin?

9 Înkar kin hemû tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne. Çawa Mesîhiyên rast, em tu cûre sêrbaziyê nakin. Mesele, em naçine bal koçeka û ne jî tiştekî dikin seva yançi tevî miriya xeber din. Çawa me gotara pêşiya vêda dît, em qeyd-edetên çelkirina miriyava girêdayî, nakin, çimkî ewana ser hîmê hînkirina qelp in, ku yançi mirî berdewam dikin cîkî dijîn. Û em usa jî steyrnasiyê û koçektiyê nadine xebatê seva derheqa axiriyê pêbihesin (Îşa. 8:19). Em zanin wekî ew hemû şixul gelek xof in û dikarin me nêzîkî Şeytan û cina bikin.

Çev bidine Mesîhiyên qirna yekê, û her tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne ji xwe dûr xin, û înkar kin wan wedederbazkirina, kîjan ku ruhên xirabva girêdayî ne (Binihêre abzasa 10-12)

10-11. a) Mesîhiyên qirna yekê çi kirin çaxê derheqa rastiyê pêhesiyan? b) Li gora 1 Korintî 10:21, çira em gerekê çev bidine Mesîhiyên pêşin, û çawa vê yekê bikin?

10 Hemû tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne, bal xwe nehêlin, kuta kin. Qirna yekêda hine merivên ku Efesêda dijîtin, sêrbazî dikirin. Lê çaxê ewana derheqa rastiyê pêhesiyan, hatine guhastinê. “Yêd sêrbaziyêva . . . ku mijûl dibûn, geleka kitêbêd xwe top dikirine cîkî û li ber hemûya dişewitandin” (Kar. Şand. 19:19). Ewan meriva aliyê xweda her tişt kirin, wekî miqabilî ruhên xirab bisekinin. Kitêbên wane sêrbaziyê gelek biha bûn, lê yeke wana ew kitêb ne kesekîra dan ne jî firotin, lê bi temamî kuta kirin. Wanra ferz nîbû ku bahê wan kitêba çiqas e, lê ferz bû wekî dilê Yehowa şa kin.

11 Lê ça em dikarin çev bidine wan Mesîhiyên qirna yekê? Wê aqilayî be her tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne, kuta kin. Mesele, telîsme, çevşînk, û tiştên mayîn ku meriv xwe dikin yan jî xwey dikin, seva ruhên xirab ziyanê nedine wan. (Bixûne 1 Korintî 10:21.)

12. Derheqa wedederbazkirina xwe, em gerekê kîjan pirsa bidine xwe?

12 Wedederbazkirinê fesal bijbêrin. Pirsê bidine xwe: “Ez dixûnim wan kitêba, jûrnala yan jî gotarên întêrnêtêda, kîjan ku derheqa sêrbaziyê ne? Lê kilamên ku ez dibihêm, fîlm û TV şoû ku dinihêrim, sêrbaziyêva girêdayî ne? Gelo wedederbazkirina min tiştekî sêrbaziyêva girêdayî ye, mesele vampîr, zombî yan jî tiştên nemerivayîva? Yan dibe ku wêderê koçektî, nifir, yan jî benik, ça tiştekî hewas didine kifşê?” Lê ne hemû çîrok yan jî serhatiyên nebûyî, sêrbaziyêva girêdayî ne. Çaxê hûn safî kin ku kîjan wedederbazkirina bijbêrin, yên usa bijbêrin, ku hûn dûr bin ji wan tişta, ku ber çevê Yehowa reş in. Em dixwazin wekî her tiştî bikin, seva ber Xwedê îsafa me rihet be (Kar. Şand. 24:16). *

13. Em gerekê xwe ji çi dûr bigirin?

13 Serhatiyên derheqa cina gilî nekin. Wê yekêda Îsa meseleke baş mera hîşt, û em gerekê çev bidine wî (1 Pet. 2:21). Pêşiya ku Îsa hate ser erdê, ewî ser ezmana dijît, lema ewî gelek tişt zanibû derheqa Şeytan û cina. Lê Îsa derheqa wan ruhên xirab û kirên wan, gilî nedikir. Ewî dixwest meriva derheqa Yehowa hîn ke, ne ku dîna wan bide ser Şeytan. Em dikarin çev bidine Îsa ku bela nekin serhatiyên derheqa cina. Dewsê em pê giliyên xwe gerekê nîşan kin, wekî “ji dilê” me “xebera qenc bilq vedide” (Zeb. 45:1).

Em gerekê netirsin ji ruhên xirab. Yehowa, Îsa û milyaket ji wana qewattir in (Binihêre abzasa 14-15) *

14-15. a) Çira em gerekê ji ruhên xirab netirsin? b) Çi îzbat dike wekî Yehowa îro cimeta xwe xwey dike?

14 Ji ruhên xirab netirsin. Vê dinya xirabda, em dikarin rastî tengasiya bên. Mesele, dibeke em bikevine qeziyê, nexweş kevin, yan jî nişkêva merivê xweyî nêzîk unda kin. Lê em gerekê nefikirin, wekî vê yekêda ruhên xirab neheq in. Kitêba Pîroz dibêje, wekî wext û qewimandinên nişkêva dikarin rastî her kesî bên (Waîz 9:11). Yehowa eyan dike, wekî ew ji Şeytan û cina qewattir e. Mesele, Xwedê îzin neda Şeytan wekî Îbo bikuje (Îb. 2:6). Wedê Mûsada jî, Yehowa sêrbazên Misirêra nîşan kir, wekî ew ji wana qewattir e (Derk. 8:18; 9:11). Usa jî Yehowa hukum da Îsa, û ewî Şeytan û cin ji ezmana avîtine ser erdê. Zûtirekê, ewana wê bêne avîtinê geliyê hey-wayê, kîderê ku wê nikaribin ziyanê bidine kesekî (Eyan. 12:9; 20:2, 3).

15 Em îro eşkere divînin ku Yehowa ça cimeta xwe xwey dike. Bifikirin derheqa vê yekê: Em nav temamiya dinyayêda mizgîniyê bela dikin û meriva rastiyê hîn dikin (Met. 28:19, 20). Bi saya vê yekê, em kirên Şeytane xirab eşkere dikin. Hergê destê Şeytan bihata, ewî ew şixulê me wê bida sekinandinê, lê ew nikare vê yekê bike. Lema em gerekê tu car ji ruhên xirab netirsin. Em zanin wekî “çevên Yehowa ser temamiya dinyayê ne, seva ku qewata xwe bona kara wan nîşan ke, dilê kîjana bi temamî tevî wî ye” (2 Dîr. 16:9, DT). Hergê em Yehowara amin in, cin wê nikaribin tu ziyanê bidine me.

KEREM BONA WAN, YÊN KU ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL DIKIN

16-17. Meselê bînin ku çawa xûşk bi mêrxasî miqabilî ruhên xirab derket.

16 Rastî jî mêrxasî lazim e seva miqabilî ruhên xirab derên, îlahî çaxê heval yan jî merivatiya me miqabilî me dertên, çimkî difikirin ku hergê em tevî wan qeyd-edeta nekin, wê tiştên xirab bêne serê me. Lê yên ku Yehowara amin dimînin, ew wana kerem dike. Dîna xwe bidine mesela xûşkekê ji Ganayê, navê kîjanê Êrîka ye. Ew 21 salî bû çaxê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Bavê wê keşîşê sêrbaz e, û ji wê dihate dewakirinê, wekî edetekî sêrbaziyêva girêdayî bike. Ewê gerekê goşt bixwara, kîjan ku bavê wê xudanên xwera qurban dikir. Çaxê Êrîka got ku wê îda vê yekê neke, malbeta wê hesab kir, ku ew xudanên wan bêhurmet dike. Ewana ditirsiyan, wekî xudanên wan, wê wana pê nexweşiyê ceza kin.

17 Malbeta wê dixwest zorê lê bikira, wekî ewî edetî bike û ew dane tirsandinê ku wê lê ji mal derxin. Lê Êrîka ser ya xwe sekinî, ku ewî edetî neke. Malbeta wê bi rastî ew ji mal derxistin, lê hine Şedên Yehowa gazî wê kirin ku mala wanda bimîne. Bi wî cûreyî Yehowa malbeteke teze da wê, dêmek xûşk-birên ruhanî (Marq. 10:29, 30). Merivên wê ew înkar kirin û hela hê jî tiştên wê şewitandin, lê yeke ew Yehowara amin ma, hate nixumandinê û niha pêşenga hertim e. Êrîka ji cina natirse û derheqa malbeta xwe dibêje: “Ez her roj dua dikim, wekî malbeta min jî Yehowa nas ke, azayê û kerema bistîne, kîjan ku em distînin ji vê yekê ku Yehowara xizmet dikin”.

18. Emê çi kerema bistînin, hergê xwe bispêrine Yehowa?

18 Dibeke baweriya me hemûşka wî cûreyî neyê cêribandinê, lê yeke em gişk jî gerekê miqabilî ruhên xirab derên û xwe bispêrine Yehowa. Hergê em usa bikin, emê gelek kerema bistînin, û Şeytan wê nikaribe pê derewên xwe me bixapîne. Usa jî emê tu car ji cina netirsin û nelerizin, lê dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Aqûb giliyên usa nivîsî: “Ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve. Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:7, 8).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

^ abz. 5 Yehowa bi hizkirinê pêşda mera dibêje derheqa ruhên xirab û usa jî ku ewana çi ziyanê dikarin bidin. Gelo ça ruhên xirab meriva dixalifînin? Em çi dikarin bikin seva miqabilî ruhên xirab derên? Wê gotarêda emê şêwir kin, ku ça Yehowa alî me dike nekevine telika wan.

^ abz. 3 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Sêrbazî tê hesabê baweriyên û şixulên ku tevî cina girêdayî ne. Bawerî hindava ruhên miriya, yançi mirî paşî mirinê dijîn û xeber didin tevî saxa, îlahî tevî sêrbaza, ew jî dikevine nava sêrbaziyê. Usa jî koçektî û pîresêrtî jî dikeve nava sêrbaziyê. Cedûtî ku vê gotarêda tê xebitandinê, usa jî tê hesabê nifir, benik-bûtik yan jî benikvekirin. Lê lîstikên destlezî (fokûs), kîjana hine meriv dikin, seva yên mayîn ecêbmayî kin, nakevine nava cedûtiyê.

^ abz. 12 Îzina rûspiya tune qanûna daynin ku kîjan wedederbazkirina bijbêrin. Lê her Mesîhî gerekê xwexa pê îsafa xweye bi Kitêba Pîroz hînkirî, bijbêrin ku çi bixûnin, binihêrin, yan jî bibihên. Malxê malê gerekê miqat bin, wekî neferên wî ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz wedederbazkirina bijbêrin. Binihêrin gotara ser jw.org® bi navê “Gelo Bal Şedên Yehowa Qedexekirîye Hine Cûrê Fîlm, Kitêb yan jî Kilam?” Bikevin DERHEQA ME > PIRSÊN GELEK MERIYA.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa Padşê meyî qewat, rêberiyê ordiya milyaketa dike.