Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16

Rastî Derheqa Mirinê

Rastî Derheqa Mirinê

“Em ruhê rastiyê û ruhê nerastiyê ji hev derdixin” (1 YÛHN. 4:6).

KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me

VÊ GOTARÊDA *

Dewsa ku bikevine nava wan edeta ku Xwedê xweş nayên, ber dilê merivên xweyî nêzîkda werên ku şînê dikin (Binihêre abzasa 1-2) *

1-2. a) Çi cûreyî Şeytan meriva dixalifîne? b) Wê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

ŞEYTAN, ku “bavê derewa” ye, ji destpêka terîxiya însanetê, meriva dixalifîne (Yûhn. 8:44). Mesele, ew hînkirinên qelp derheqa mirinê û jîyîna paşî mirinê bela dike. Ser hîmê wan hînkirinên qelp, gelek qeyd û edet pêşda hatine. Bona vê yekê, gelek xûşk-bira bona baweriya xwe “şerê xwe” dikin, çaxê merivê wanî nêzîk yan jî nasê wan dimire (Cihûd. 3).

2 Hergê hûn rastî dereca usa bên, çi dikare alî we bike ku hûn Xwedêra amin bimînin vê yekêda, ku Kitêba Pîroz derheqa mirinê çi hîn dike? (Efes. 6:11). Çawa hûn dikarin ber dilê wan xûşk-birada bên û wana qewî kin, yên ku têne cêribandinê ji bo wan edetên ku Xwedê xweş nayên? Wê gotarêda emê şêwir kin derheqa rêberî û prînsîpên Yehowa. Ya pêşin, were şêwir kin ku Kitêba Pîroz derheqa mirinê çi dibêje.

RASTÎ DERHEQA MIRINÊ

3. Axiriya derewa pêşin çi bû?

3 Qirara Xwedê ew nîbû, wekî meriv bimirin. Lê seva ku heta-hetayê bijîtana, Adem û Hêwayê gerekê temiya Yehowa bianiyana sêrî, ew temî çetin nîbû. Ewî wanra got: “Ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destp. 2:16, 17). Û Şeytan destpêkir bi qelptiya xwe bikeve nava wî şixulî. Ewî pê mer xeber da, û gote Hêwayê: “Na, hûn tu car namirin” (Destp. 3:4, 6). Wî cûreyî gune û mirin derbazî hemû meriva bû (Rom. 5:12).

4-5. Şeytan ça heta îro meriva dixapîne?

4 Çawa ku Xwedê wanra pêşda gotibû, Adem û Hêwa mirin. Lê Şeytan dîsa jî berdewam dikir derheqa mirinê derewên din jî bela ke. Yek ji wan derewa ew heye hînkirin, ku bedena meriva dimire, lê ruhê wî berdewam dike dijî çawa kesê ruh. Derewên wî cûreyî îro bêhesab meriva dixalifînin (1 Tîmt. 4:1).

5 Lê çira haqas meriv têne xapandinê? Şeytan zane, wekî meriv çi texmîn dikin derheqa mirinê, û ewê yekê dide xebatê seva me bixalifîne. Ew zane ku em naxwazin bimirin, çimkî em usa hatine efirandinê, ku heta-hetayê bijîn (Waîz 3:11). Mirin dijminê me ye (1 Korn. 15:26).

6-7. a) Gelo Şeytanra hev hat, wekî rastiya derheqa mirinê veşêre? Şirovekin. b) Rastiya Kitêba Pîroz ça me xwey dike ku ji miriya netirsin?

6 Şeytan çi jî dike, yeke rastiya derheqa mirinê veşartî nîne. Bi rastî îro gelek meriv hînkirinên Kitêba Pîroz derheqa miriya û hêviya bona miriya zanin û bela dikin (Waîz 9:5, 10; Kar. Şand. 24:15). Ew rastiyên ji Kitêba Pîroz dilbîniyê didine me. Em îda ji mirinê natirsin û berxwe nakevin ku çi diqewime paşî mirinê. Mesele, em ne miriya ditirsin û ne jî vê yekê, ku wê tiştekî xirab bê serê wan. Em usa jî zanin ku ewana îda sax nînin û nikarin ziyanê bidine kesekî. Ewana ça bêjî xewa kûrda nin (Yûhn. 11:11-14). Em usa jî zanin, ku mirî haş xwe tunene ku wede ça derbaz dibe. Lema hela hê jî ewên ku bi qirna pêşda mirine, çaxê rabin, wanra wê usa bê kifşê ku demek derbaz bûye, ça bêjî çevê xwe bigirî vekî.

7 Belê, ew rastî derheqa miriya, zelal e, hêsa û logîkî ye. Ew yek gelek cude dibe ji derewên Şeytan, ku meriva dixalifînin. Xêncî vê yekê, ew pê derewên xwe hin jî Efirandarê me bêhurmet dike. Seva em hê rind fem kin, ku bi wê yekê Şeytan ziyaneke çiqas mezin aniye, were em şêwir kin wan pirsa: Ça Şeytan buxdan avîte Yehowa? Ça derewên wî qîmeta qurbana Îsa davêjin? Ça ew derew kul-derdên însanetê zêde dikin?

DEREWÊN ŞEYTAN GELEK ZIYAN Û KUL-DERD ANÎN

8. Çawa Yêremya 19:5 nîşan dike, Şeytan ça pê derewên derheqa miriya, buxdana davêje Yehowa?

8 Şeytan pê derewên derheqa miriya, buxdana davêje Yehowa. Hînkirineke qelp dikeve nava wan derewada, ku yançi mirî agirê cenimêda diçerçirin. Lê ew hînkirin Xwedê bêhurmet dike û xirab derdixe. Çawa? Ew derewî Xwedêyê hizkirinê dike weke Mîrê-cin, dêmek bêrem (1 Yûhn. 4:8). Hûn çi texmîn dikin çaxê derheqa wê yekê difikirin? Lê Yehowa, ber çevê kîjanî hemû cûre bêremtî reş e, çi texmîn dike? (Bixûne Yêremya 19:5.)

9. Çawa derewên Şeytan hukum dibin ser baweriya hindava qurbana Îsa, ku Yûhenna 3:16 û 15:13-da tê gotinê?

9 Derewên Şeytan derheqa mirinê, bawerî hindava qurbana Mesîh dikin bin şikê (Met. 20:28). Dîsa dereweke mayîn ku Şeytan bela dike, ew heye ku yançi nefsa meriva namire. Hergê ew yek usa bûya, her kes wê heta-hetayê bijîta. Îda wê nelazim bûya, wekî Mesîh emirê xwe bona me qurban kira, seva em jîyîna heta-hetayê bistînin. (Bixûne Yûhenna 3:16; 15:13.) Bidine ber çevê xwe, Yehowa û Kurê wî çi texmîn dikin derheqa wan hînkirinên qelp, ku qurbaneke usa mezin dikin bin şikê û bêqîmet dikin!

10. Çawa derewên Şeytan derheqa mirinê, kul-derdên însanetê hê zêde dikin?

10 Derewên Şeytan kul-derdên însanetê zêde dikin. Cara wan dê-bavara yên ku şîna zara xwe dikin, dibêjin wekî Xwedêra ser ezmana dîsa milyaketek lazim bû, lema ewî zara wan bire bal xwe. Ev derewî ne ku dilê meriva rihet dike, lê hê zêde êşê dike dilê wan. Berê, derewa derheqa cenimê didane xebatê, wekî xwe heq derxin çaxê meriv bi çerçirandinê dikuştin. Mesele, merivên ku miqabilî hînkirinên dêrê derdiketin, stûnêva dardadikirin û dişewitandin. Li gora kitêbekê (“Spanish Inquisition”), hinekên ku usa bêremtî meriv didane kuştinê, bawer dikirin wekî çaxê meriv usa biçerçirin, wê fem bikin ku çerçirandina cenimêda ça ne, û dibeke pêşiya mirinê ewana tobe bikin û ji cenimê xilaz bin. Gelek welatada, meriv bona miriyên xwe xwarinê hazir dikin, eyda datînin, seva hurmetê bidine kal-bavên xweyî mirî. Hinek jî bîranîna miriya derbaz dikin û hurmetê didine wan, ji tirsa ku mirî wana ceza nekin. Sed heyf, ew derewên Şeytan qe dilbîniyê nadin meriva, dewsê kul-derdên wan zêde dikin, û hela hê jî tirsê dikine dilê wan.

ÇAWA PIŞTGIRIYA RASTIYÊ BIKIN

11. Çawa merivên meyî nêzîk, yan jî hevalên me dikarin zorê me bikin, seva em miqabilî Xebera Xwedê herin?

11 Hizkirin hindava Xwedê û Xebera wî, me qewî dike, wekî em gura Yehowa bikin, hela hê jî çaxê merivên meyî nêzîk yan jî heval zorê me dikin, wekî edet û qeydên bona miriya bikin. Ewana dibeke me bidine şermê, û bêjin yançi me miriyê xwe hiz nedikir û qedirê wî nedigirt. Yan jî dibeke ewana bêjin, ku hergê em evê yekê nekin, mirî wê ziyanê bide saxa. Wî wedeyî ça em dikarin piştgiriya rastiya Kitêba Pîroz bikin? Dîna xwe bidinê, ku hûn ça dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz bînin sêrî.

12. Kîjan qeyd û edetên derheqa mirinê, eşkere ser hîmê Kitêba Pîroz nînin?

12 Safî kin wekî “cude bin” ji bawerî û edetên ku ne ser hîmê Kitêba Pîroz in (2 Korn. 6:17). Ji cimeta Karîbê gelek meriv bawer dikin, wekî çaxê meriv dimire, “ruhê” wî wêderê diçe-tê û dikare ceza ke wan meriva, yên ku hindava wîda xirab bûn. Kitêbekêda tê gotinê, wekî ew “ruh” dikare hela hê “qeziyê bîne ser cimetê jî”. Afrîkayêda jî edeteke usa heye, ku mala mirîda neynikê dadidin û şikla jî dizvirînin aliyê dîwar. Lê çira usa dikin? Hinek dibêjin wekî mirî gerekê xwexa xwe nevînin. Em çawa xizmetkarên Yehowa tu car wan çîroka bawer nakin û ne jî wan qeyd û edeta dikin, yên ku ser hîmê derewên Şeytan in (1 Korn. 10:21, 22).

Hergê em kûr lêkolîna bikin û merivên xwera ku Şedên Yehowa nînin, derheqa baweriya xwe nerm şirovekin, orta me û wanda problêm wê kêm bin (Binihêre abzasa 13-14) *

13. Hergê hûn derheqa edetekî yan qeydekî difikirin û nizanin rast e yan na, çawa ku Aqûb 1:5-da tê gotinê hûn gerekê çi bikin?

13 Hergê hûn derheqa edetekî yan qeydekî nizanin ku rast e yan rast nîne, Yehowara dua bikin, û bi baweriyê ji wî bixwazin wekî bîlaniyê bide we. (Bixûne Aqûb 1:5.) Paşê edebyetên meda lêkolîna bikin. Hergê lazim e tevî rûspiyên civata xwe evê pirsê şêwir kin. Rast e ewana wê wera nevêjin ku hûn çi gerekê bikin, lê ewana dikarin alî we bikin prînsîpên ji Kitêba Pîroz bivînin, mîna wan prînsîpa ku vê gotarêda hene. Çaxê hûn van gava bavêjin, hûnê hiş-aqilê xwe hîn kin, wekî “qencî û xirabiyê” ji hev derxin (Îbrn. 5:14).

14. Ça tu kesîra nebine kevirê likumandinê?

14 “Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” û kesekîra nebine kevirê likumandinê (1 Korn. 10:31, 32). Çaxê em gerekê safî kin ku filan eyd-qeydê bikin yan na, em usa jî gerekê bifikirin ku çawa safîkirina me dikare ser îsafa merivên mayîn hukum ke, îlahî ser xûşk-bira. Em tu car naxwazin kesekî bilikumînin (Marq. 9:42). Em usa jî naxwazin merivên xwe ku Şedên Yehowa nînin, bixeydînin. Hizkirin dikare alî me bike, wekî tevî wan bi qedir xeber din û bi wê yekê Yehowa rûmet kin. Em usa jî naxwazin tevî meriva bikevine dewê, yan qerfê xwe edetên wan bikin. Bîr nekin, qewata hizkirinê mezin e! Çaxê em hizkirina helal wanra didine kifşê û bi qedir in hindava wanda, em dikarin hela hê dilê wan jî nerm kin, yên ku miqabilî me ne.

15-16. a) Çira bi bîlanî ye ku derheqa baweriya xwe merivara bêjin? Meselê bînin. b) Çira giliyên Pawlos ji Romayî 1:16, bona me jî ferz in?

15 Bira merivatiya we û cînarên we bizanibin ku hûn Şedê Yehowa ne (Îşa. 43:10). Hergê hûn merivên xwe û cînarên xwera pêşda bêjin, ku hûn Yehowa dihebînin û tevî edetên wan nabin, wera wê diha hêsa be ewê çetinayê derbaz kin. Fransîsko, yê ku Mozambîkêda dijî, nivîsî: “Çaxê ez û jina min Karolîna rastiyê pêhesiyan, me neferên xwera got, wekî emê îda miriya nehebînin. Vê yekêda em hatine cêribandinê, çaxê xûşka Karolînayê mir. Ciyê meda edet e, wekî cinyaz gerekê pê rîtûala rêlîgî bê şûştinê. Paşê, kîderê ku ev av tê rêtinê, merivê nêzîk gerekê sê şeva wî cîyî razê. Ew edet têne kirinê, wekî yançi qebûlkirina ruhê mirî bistînin. Merivên Karolînayê ji wê dewa dikirin, ku evî edetî bike”.

16 Fransîsko û jina wî ça xwe dane kifşê? Ew şirovedike: “Em Yehowa hiz dikin û dixwazin dilê wî şa kin, lema me wanra got ku emê ewî edetî nekin. Merivên Karolînayê gelek hêrs ketin. Wana em neheq kirin, ku em qedirê mirî nagirin, û gotin wekî ewana wê nigê xwe nevêjine mala me û ne jî wê alîkarîkî bidine me. Çaxê ewana hêrs bûn, me derheqa wê yekê tevî wan xeber nedida, çimkî me pêşda wanra şirovekir derheqa baweriya xwe. Hine merivên me pişta me girtin, û gotin wekî me îda pêşda wanra şirovekir derheqa wê yekê. Wede derbaz bû, merivên Karolînayê nerm bûn û îda tevî me baş bûn. Hela hê jî hinek ji wana hatine mala me û edebyetên me xwestin”. Were em tu car şerm nekin amin bimînin, bi vê yekê ku piştgiriya rastiyê bikin. (Bixûne Romayî 1:16.)

DILBÎNIYÊ Û ALÎKARIYÊ BIDINE WAN, YÊN KU ŞÎNÊ DIKIN

Hevalên rast dilbîniyê û berdiliyê didine wan, yên ku merivê xweyî nêzîk unda kirine (Binihêre abzasa 17-19) *

17. Çi dikare alî me bike bibine heval bona wan xûşk-bira, yên ku şînê dikin?

17 Çaxê xûşk-birên me merivê xweyî nêzîk unda dikin, em gerekê her tiştî bikin, ku wanra bibine “heval” û “bira”, kîjan ku “bûye bona roja oxirmê giran” (Metlk. 17:17). Lê çawa em dikarin bibine hevalê rast, îlahî wan xûşk yan birara, zorê kîjana dikin ku edetên ne ser hîmê Kitêba Pîroz bikin? Dîna xwe bidine du prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku dikarin dilbîniyê bidine wan xûşk-bira.

18. Çira Îsa giriya, û em ji mesela wî çi dikarin hîn bin?

18 “Tevî yêd digirîn bigirîn” (Rom. 12:15). Dibeke em nizanin ku çi bêjin wan, yên ku şînê dikin. Wan derecada cara hêsirên me wê ji giliyên me qewattir bin. Çaxê hevalê Îsa Lazar mir, Meryem, Merta û merivên mayîn, bona heval û birê xweyî hizkirî digiriyan. Çar roj şûnda, Îsa hat. Rast e ewî zanibû, ku wê Lazar ji mirinê rake, lê yeke ew “giriya” (Yûhn. 11:17, 33-35). Ew hêsirên Îsa eyan kirin, ku Bavê wî çi ser xwe texmîn dikir. Hin jî giriyê wî da kifşê, ku Îsa ew malbet hiz dikir, û ewê yekê bêşik dil da Meryemê û Mertayê. Çaxê xûşk-birên me jî texmîn dikin hizkirin û xemkirina me, ewana dilrihet dibin, çimkî divînin ku tenê nînin, lê kêleka wan hevalên baş in, ku wana hiz dikin.

19. Çaxê em dilbîniyê didine xûşk-birên ku şînê dikin, çi cûreyî Waîz 3:7 dikare alî me bike?

19 “Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waîz 3:7). Dîsa çi cûreyî em dikarin dilbîniyê bidine wan xûşk-bira yên ku şînê dikin? Em gerekê rind guh bidine wan. Usa bikin wekî ewana kela dilê xwe mera birêjin, dîna xwe nedine giliyên wan, çaxê ewana cara bêhemdê xwe tiştekî dibêjin (Îb. 6:2, 3). Çimkî dibeke merivên wanî nêzîk, ku Şedên Yehowa nînin, kula wan zêde dikin. Lema jî tevî wan dua bikin. Hîvî kin ji Yehowa ku dua dibihê, wekî qewatê û bîlaniyê bide wan xûşk-bira (Zeb. 65:2). Hergê mecal heye tevayî Kitêba Pîroz bixûnin, yan jî ji edebyetên me gotareke usa wanra bixûnin, ku dereca wanva girêdayî ye, mesele serhatîke ku dil bide wan.

20. Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

20 Em çiqas bextewar in ku derheqa miriya rastiyê zanin û zanin ku çi axiriya baş hîviya wan e (Yûhn. 5:28, 29). Lema jî were em hin pê xeberdanê û hin jî pê kirên xwe bi mêrxasiyê piştgiriya rastiyê bikin, û ça mecal hebe, merivara rastiyê gilî kin. Gotara dinda emê şêwir kin, ku Şeytan ça dixwaze pê sêrbaziyê rastiyê ji meriva veşêre. Emê pêbihesin ku çira em gerekê xwe dûr bigirin ji wan kira û wedederbazkirina, kîjan ku sêrbaziyêva girêdayî ne.

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ abz. 5 Şeytan û cinên wî meriva dixalifînin pê derewên derheqa halê miriya. Ewan derewa tevî xwe gelek edet û qeyd anîne, ku ne li gora Kitêba Pîroz in. Ev gotar wê alî we bike, ku amin bimînin Yehowara, çaxê meriv zorê we dikin, ku wan edeta bînin sêrî.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Şedên Yehowa ber dilê meriva xweye nêzîkda tên, ya ku şînê dike.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Şedê Yehowa lêkolîn kiriye edetên çelkirinê, û nerm û bi qedir merivatiya xwera derheqa baweriya xwe gilî dike.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspiyên civatê dilbîniyê didine birakî, kîjan ku merivê xweyî nêzîk unda kiriye.