Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14

Tu Xizmetiya Xwe bi Temamî Tînî Sêrî?

Tu Xizmetiya Xwe bi Temamî Tînî Sêrî?

“Kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne” (2 TÎMT. 4:5).

KILAMA 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

VÊ GOTARÊDA *

Îsa paşî saxbûnê, rastî şagirtên xwe tê û temiyê dide wan, wekî “herin . . . mileta hîn kin” (Binihêre abzasa 1)

1. Hemû xizmetkarên Xwedê çi dixwazin biqedînin, û çira? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

ÎSA MESÎH temî da şagirtên xwe ku “herin hemû mileta hîn kin” (Met. 28:19). Lema jî hemû xizmetkarên Xwedêyî amin, dixwazin hîn bin ku çawa xizmetiya xwe, kîjan ku wanra hatiye dayînê, “biqedînin” (2 Tîmt. 4:5). Emirê meda ew şixuleke lape ferz e û lape hêja ye. Lê dibeke mera çetin e haqas wext xerc kin ser xizmetiyê çiqas em dixwazin.

2. Em rastî çi çetinaya tên çaxê xizmetiya xwe tînin sêrî?

2 Emirê meda dîsa şixulên mayîne ferz hene, ku wede û qewatê ji me distînin. Mesele, dibeke em rojê gelek siheta dixebitin, seva ebûra xwe û neferên xwe bikin. Dibeke cabdariyên meye din hene, yan em nexweş in, yan dêprêsiya me heye, yan jî çetinayên ji bo emirê mezin. Wan çetinayada, ça em dikarin xizmetiya xwe bi temamî bînin sêrî?

3. Em ji giliyên Îsa kitêba Metta 13:23-da, çi pêdihesin?

3 Hergê em ji bo derecên xwe nikarin gelek xizmet kin, em gerekê berxwe nekevin. Îsa zanibû wekî emê hemûşk nikaribin mîna hev ber bidin. (Bixûne Metta 13:23.) Hergê em xizmetiyêda aliyê xweda hemû tiştî dikin, Yehowa gelek qîmet dike vê yekê (Îbrn. 6:10-12). Lê diqewime em texmîn dikin, wekî dereca me dihêle xizmetiyêda hê zêde bikin. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa em dikarin emirê xweda xizmetiyê daynin ciyê pêşin, çawa emirê xwe sivik kin, û çawa belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda hê cêribandî bin. Lê pêşiyê were pêbihesin çi tê hesabê xizmetiya xwe biqedînin.

4. Çi tê hesabê xizmetiya xwe biqedînin?

4 Xizmetiya xwe biqedînin tê hesabê mizgîniyê bela kin û meriva hîn kin, çiqas ku dikarin. Lê ferz tenê ew nîne ku çiqas wede em xerc dikin. Bona Yehowa diha ferz e, ku em bi çi nêtê jêra xizmet dikin. Em Yehowa û meriva hiz dikin, lema bi dil û can xizmetiya xweye Mesîhîtî * tînin sêrî (Marq. 12:30, 31; Kols. 3:23). Xwedêra bi dil û can xizmet kin, tê hesabê ku qewat û feresetên xwe bi cûrê lape baş bidine xebatê. Çaxê em qîmet dikin wî qedirî ku mizgîniyê bela dikin, em mecalê bernadin û çiqas dikarin gelek merivara mizgîniyê gilî dikin.

5-6. Ça mesela gedekî dide kifşê, wekî meriv dikare xizmetiyê dayne ser ciyê pêşin, hergê jî wedê wî hindik e?

5 Bidine ber çevê xwe, ku gedekî cahil gelek hiz dike tembûrê xe û hema ça wede divîne, diçe lêdixe. Ew xwera kafêda xebatê divîne, wekî şemî-leda wêderê tembûrê xe. Lê xercê wî gelek in, perê vê xebatê jî têra wî nake. Lema ew destpêdike dikanêda rojên Duşemê heta Îniyê bixebite. Rast e wedê wî heçî zef diçe ser xebata dikanêda, lê dilê wî ser lêxistina tembûrê ye, ku ew zef hiz dike. Ew gelek dixwaze bibe hosteyê cêribandî, seva bi temamî wî şixulîda be. Ew hema ça wede divîne, gonê hinekî jî, xwera tembûrê dixe û dilê wî şa dibe.

6 Mîna vê yekê, hûn jî dibeke nikarin xizmet kin çiqas dixwazin. Yeke, hûn ewî şixulî hiz dikin. Hûn aliyê xweda her tiştî dikin, seva hê rind xizmet kin, wekî mizgîniyê bigihînin dilê meriva. Dibeke hûn niha difikirin, wekî ça xizmetiyê daynin ciyê pêşin, çimkî gelek şixulên din ser stûyê we ne.

ÇAWA XIZMETIYÊ DAYNIN CIYÊ PÊŞIN

7-8. Ça em dikarin çev bidine nihêrandina Îsa hindava xizmetiyê?

7 Îsa mesela mezin mera hîştiye vê yekêda, ku ça ser xizmetiyê binihêrin. Tiştê lape ferz emirê wîda ew bû, ku derheqa Padşatiya Xwedê merivara gilî ke (Yûhn. 4:34, 35). Ew bi seda kîlomêtira rê diçû seva çiqas dikare gelek merivara mizgîniyê bela ke. Ewî mecal digeriya seva hin derva hin jî mal bi mal merivara xeber de. Temamiya emirê Îsada xizmetî ciyê pêşin bû.

8 Em dikarin çev bidine Îsa, gava mecalê divînin wekî merivara derheqa mizgîniyê gilî kin, firqî tune çi wede be yan kîderê be. Em nakevine heyra xwe û komforta xwe, lê hazir in seva mizgîniyê bigihînine meriva (Marq. 6:31-34; 1 Pet. 2:21). Hine xûşk-birên me xizmet dikin ça pêşengên hertim, pêşengên komekdar, yan jî pêşengên mexsûs. Hinek jî zimanê teze hîn dibin, yan jî derbazî wan ciya dibin, kîderê hewcetî heye. Lê şixulê belakirina mizgîniyê diha zef mizgînvanên usa dikin, yên ku mîna wan nikarin haqas xizmet kin, lê yeke çiqas destê wan tê haqasî dikin. Firqî tune em dikarin gelekî bikin yan hindikî, Yehowa ji me haqasî dewa nake çiqas em nikarin. Ew dixwaze wekî em gişk ji xizmetiya pîroz şabûnê bistînin, çaxê “mizgîniya xweyîrûmete Xwedêyê xwezilî” bela dikin (1 Tîmt. 1:11; Qan. Dcr. 30:11).

9. a) Pawlos ça şixulê belakirina mizgîniyê datanî ser ciyê pêşin, gava dixebitî jî? b) Karên Şandiya 28:16, 30, 31 çi eyan dike derheqa nihêrandina Pawlos ser xizmetiyê?

9 Pawlosê şandî mesela baş hîşt xizmetiyêda, çimkî emirê wîda ew şixuleke lape ferz bû. Çaxê ew wedê rêwîtiya mîsyonêrtî Korintêda bû, perê wî hindik bû û ew gerekê ser çêkirina kona bixebitiya. Lê yeke bona Pawlos ewê xebatê ciyê pêşin nedigirt. Ew dixebitî seva ebûra xwe bike û bikaribe xizmet ke, wekî “bê heq” Korintiyara mizgîniyê bela ke (2 Korn. 11:7). Rast e Pawlosra lazim bû ku bixebite seva ebûra xwe bike, yeke ewî berdewam dikir xizmetiya xwe dayne ser ciyê pêşin, û her Şemî xizmet dikir. Lê çaxê dereca Pawlos hate guhastinê, ew îda dikaribû hê zêde xizmet kira. Ewî destpêkir “bi xîret temamiya wextê xwe da hînkirina xeberê û cihûyara şedetî dida ku Mesîh, Îsa ye” (Kar. Şand. 18:3-5; 2 Korn. 11:9). Paşê, çaxê Pawlos Romêda du sala mala xweda girtî bû, ewî şedetî wanra dida, yên ku teseliya wî dikirin û usa jî neme dinivîsîn. (Bixûne Karên Şandiya 28:16, 30, 31.) Pawlos ne dihîşt, tu tişt hiş-aqilê wî ji xizmetiyê birevîne. Ewî nivîsî: “Em ji vî qulixê ku me . . . stand venakişin” (2 Korn. 4:1). Mîna Pawlos, hergê jî lazim e wedê xwe zêde ser xebatê xerc kin, em yeke dîsa jî dikarin emirê xweda şixulê Padşatiyê daynin ciyê pêşin.

Gelek mecalên me hene, ku xizmetiya xwe bînin sêrî (Binihêre abzasa 10-11)

10-11. Çawa hûn dikarin xizmetiya xwe bînin sêrî, hergê jî sihet-qewata we nebaş e?

10 Hergê em nikarin mal bi mal gelek xizmet kin, çimkî dibeke emirda mezin in yan jî sihet-qewata me xirab e, yeke em cûrekî mayîn dikarin xizmet kin. Mizgînvanên qirna yekê hemû ciya merivara mizgînî bela dikirin. Wana tu mecal destê xwe nedikirin seva rastiyê gilî kin. Wana hemû ciya, mal bi mal, derva kîderê merî hebûn, dêmek rastî kê jî dihatin, mizgînî bela dikirin (Kar. Şand. 17:17; 20:20). Hergê em nikarin gelek rê herin, em dikarin derva kîderê meriv diçin-tên, rûnên, û kê derbaz dibe wanra mizgîniyê gilî kin. Em usa jî dikarin neformal şedetiyê bidin, nema binivîsin, yan jî pê têlê xizmet kin. Gelek mizgînvan ku nikarin mal bi mal xizmet kin, wan cûrê xizmetiyêda şabûnê û dilrihetiyê distînin.

11 Hergê sihet-qewata we xirab e, hûn hingê jî dikarin xizmetiya xwe bînin sêrî. Dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî. Ewî got: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlî. 4:13). Pawlosra ew qewat lazim bû, çaxê wedê rêwîtiya xwe ew nexweş ket. Ewî Galatiyara şirovekir: “Cara pêşin bêsihetiya qalibê min bû menî, min mizgînî da we” (Galt. 4:13). Mîna vê yekê, hergê jî sihet-qewata we nebaş e, yeke gelek mecalên we hene ku mizgîniyê bela kin. Mesele hûn dikarin hekîmara, berdestiyên hekîmara, û wanra kê miqatî we dibe şedetiyê bidin, çimkî çaxê mizgînvan mal bi mal xizmet dikin û tên mala wan, hingê ewana ser xebatê ne.

ÇAWA EMIRÊ XWE SIVIK KIN

12. Çi tê hesabê çevê xwe “pak” xwey kin?

12 Îsa got: “Çira bedenê çev e. Heger çevê te pak e, temamiya bedena teyê ronayî be” (Met. 6:22). Lê gelo ew gilî çi têne hesabê? Îsa dixwest bigota, wekî bi emirê sivik bijîn û hiş-aqilê xwe û nêtên xwe bidine ser xizmetiyê, ne ku ser tiştên din. Xizmetî emirê Îsada ciyê lape ferz digirt, û ewî şagirtên xwe hîn dikir wekî hiş-aqilê xwe bidine ser Yehowa û Padşatiya Wî. Emê çev bidine Îsa hergê xizmetiyê hesab kin şixulê lape ferz, dêmek “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin” (Met. 6:33).

13. Çi dikare alî me bike, wekî xizmetiya xwe daynin ciyê pêşin?

13 Em dikarin xizmetiyê daynin ciyê pêşin, hergê tiştên neferz kêm kin, û hê zêde xizmet kin, wekî alî meriva bikin ku ewana Yehowa nas kin û hiz bikin. * Mesele, dibeke em dikarin sihetên xebata xwe kêm kin, seva xêncî şemî-leda rojên din jî xizmet kin. Yan jî dibeke em wedê hêsabûna xwe kêm kin, kîjan ku gelek wede ji me distîne.

14. Jin-mêrek çi guhastin kirin, wekî bona xizmetiyê wedê wan hê zêde bimîne?

14 Dîna xwe bidine mesela rûspîkî û jina wî. Navê wî rûspî Êlîas e, ew gilî dike: “Çaxê me safî kir xizmetiyêda hê zêde bikin, hingê me hê nikaribû ça pêşeng xizmet kira. Lê yeke me destpêkir guhastina bikin. Me bona vê yekê çend gav avît, seva wedê me hê zêde bimîne bona xizmetiyê. Mesele, me xercê xwe û wedê hêsabûna xwe jî kêm kir, kîjan ku gelek wede ji me distand. Hin jî me ji mezinên xebata xwe hîvî kir, wekî sihetên xebata me kêm ke, seva wedê me bona xizmetiyê hê zêde bimîne. Axiriya vê yekê ew bû, ku me dikaribû êvara xizmet kin, tevî hê zêde meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, û hela hê jî xêncî şemî-ledê, mehêda du rojên din jî me xizmet dikir. Me rastî jî şabûneke mezin distand!”.

ÇAWA BELAKIRINA MIZGÎNIYÊDA Û HÎNKIRINÊDA HÊ CÊRIBANDÎ BIN

Hergê em civatêda çi ku hîn dibin, didine xebatê, emê belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda hê pêşdaçûyî û cêribandî bin (Binihêre abzasa 15-16) *

15-16. Li gora 1 Tîmotêyo 4:13, 15, çawa em dikarin bibine mizgînvanên cêribandî? (Binihêrin çargoşe bi navê “ Nêt Kîjan ku Wê Alî Min Bikin Xizmetiya Xwe Bînim Sêrî”.)

15 Xizmetiya xwe bînin sêrî cûrek jî ew e, ku xizmetiyêda hê cêribandî bin. Hene pêşe ku lazim e meriv timê hê zêde û zêde hîn be, û vê yekêda pêşda here, seva zanebûna xwe zêde ke û bibe hoste. Em jî seva bibine mizgînvanên cêribandî, gerekê timê hîn bin, ku feresetên xwe xizmetiyêda diha baş kin (Metlk. 1:5; bixûne 1 Tîmotêyo 4:13, 15.)

16 Lê çawa em dikarin berdewam kin xizmetiyêda pêşda herin? Em gerekê rind guh bidine wan rêberiya û şîreta, kîjan ku em her heftê distînin wedê “Bernama Civînê: Bijîn û Xizmet kin”. Wedê vê civînê em tiştên qîmet hîn dibin, seva xizmetiyêda hê pêşdaçûyî û cêribandî bin. Besa xeberê, çaxê berpirsiyarê bernamê şîretê dide wan, yên ku pê dersa derdikevin, em jî ji wan şîreta dikarin hîn bin, kîjan ku wê xizmetiyêda alî me bikin. Û ewê yekê em dikarin bidine xebatê, çaxê kesekîra şedetiyê didin. Em dikarin ji berpirsiyarê koma xizmetiya xwe alîkariyê bixwazin yan jî tevî wî derkevine xizmetiyê. Em usa jî dikarin tevî mizgînvanê cêribandî, pêşeng yan jî berpirsiyarê mihalê xizmet kin. Çaxê em xizmetiyêda hê cêribandî bin, û bikaribin hacetên sereke rind bidine xebatê, emê xizmetiyêda û hînkirinêda hê zêde şabûnê bistînin.

17. Çaxê hûn xizmetiya xwe biqedînin, hûnê çi karê bistînin?

17 Yehowa îzin daye me, wekî em bibine hevalxebatkarên wî. Belê, ew qedirekî gelek mezin e! (1 Korn. 3:9). Hergê hûn “kîjan here qenc e, . . . wê bibijêrin” û hiş-aqilê xwe daynin ser xizmetiya xwe, hûnê “bi şabûnê Xudan bihebînin” (Fîlî. 1:10; Zeb. 100:2). Hûn gerekê dudilî nebin, wekî Xwedê wê qewatê bide we, ku hûn xizmetiya xwe bînin sêrî, çi çetinayî yan sînorên we jî hebin (2 Korn. 4:1, 7; 6:4). Firqî tune dereca we dihêle hûn zefî xizmet kin yan hindikî, yeke meniya we heye şa bin, hergê dilê we ser xizmetiyê ye (Galt. 6:4). Çaxê hûn xizmetiya xwe diqedînin, hûn hizkirina xwe hindava Yehowa û meriva didine kifşê. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin” (1 Tîmt. 4:16).

KILAMA 58 Merivên Aştîhiz Bigerin

^ abz. 5 Îsa temî da, wekî em mizgîniya Padşatiyê bela kin û meriva bikine şagirt. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa em dikarin nava çetinayada jî xizmetiya xwe biqedînin, dêmek bînin sêrî. Emê usa jî pêbihesin, wekî çawa em dikarin xizmetiyêda hê cêribandî bin û hê zêde şabûnê bistînin.

^ abz. 4 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Cûre-cûre tişt dikevine nav xizmetiya meye Mesîhîtîda, ew hene belakirina mizgîniyê û hînkirin, avakirin û xweykirina avayên ku teşkîlet dide xebatê, û usa jî alîkarî wedê xezeba (2 Korn. 5:18, 19; 8:4).

^ abz. 13 Binihêrin heft gav, ku “Birca Qerewiliyêda” ya meha Tîrmehê, sala 2016, rûp. 10, çargoşêda hene, bi navê “Tu Ça Dikarî Jîyîna Xwe Hêsa kî?”.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Xûşk civatêda dersa serlêdana dubare derbaz dike. Paşî vê yekê, berpirsiyarê bernamê şîretê didê, û ew xûşk broşûra xweda “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be” evê şîretê dinivîse. Paşê, şemî-ledê, ew van şîreta çi ku ser civatê pêhesiya, dide xebatê.