Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kirîn û firotana dîla ya ku orta Afrîkayê û Amerîkayêda dihate kirin, bîznêseke lape qayîm bû

Direvin ji Dîltiyê Berê û Niha

Direvin ji Dîltiyê Berê û Niha

Perîşanêra * xebateke baş soz dan li Evrûpayê û ew çû wêderê. Li wir lê girtin û dehe roja qayîm dikutan. Him jî welatê wêda ew meriv hindava neferên mala wê jî gelek sert bûn. Çimkî lê didanê zorê ku xwe bifroşe, dêmek bênamûsiyê bike.

Dîlên zeftkirî di Misirêda wedê berê

Ji Perîşanê dewa dikirin wekî ew şevekêda bi bênamûsiya xwe, weke 200, 300 êvro qazanc ke. Çimkî ew gerekê 40 000 êvro zêdetir deynê xwe bida xanimekî, kîjanê ku ji wê dewa dikir. * Perîşan dibêje: “Min gelek car dixwest birevim, lê ez ditirsiyam ku tiştekî neyînine serê malbeta min. Ez telikêda bûm”. Li dinyayêda weke çar miliyon meriv mîna Perîşanê dikevine diltiya bîznêsa bênamûsiyê.

Weke 4 000 sal pêşda, xurtekî cahil bi navê Ûsiv hatibû firotanê. Birên wî ew firotin û usa Usiv kete Misirê û malekêda wek dîl dixebitî. Halê Ûsiv ne mîna halê Perîşanê bû. Çimkî mezinê Ûsiv hindava wî zulmî nedikir. Lê çaxê jina mezinê Ûsiv ew dida zorê ku tevî wî razê, Ûsiv ew yek înkar kir. Ji bo vê yekê Ûsiv rastî neheqiya mezin hat. Ûsiv avîtine kelê û bi zincîrên hesinî girêdan (Destpêbûn 39:1-20; Zebûr 105:17, 18).

Ûsiv dîlê zemanên berê bû; Perîşan dîla qirna 21 bûye. Lê herd ketine nava destê wan, yên ku meriv hesab dikirin ça tişt, û seva kara xwe wana dikirîn û difrotin.

BI ŞERA, DÎLA QAZANC DIKIN

Bi şera hêsa bû meriya bikine dîlên xwe. Padşê Misirê Tûtmos III gotibû, wekî tenê paşî şerekî mezin di Kanayêda ewî karibû 90 000 girtiya bike destê xwe. Cimeta Misirî bi destê zorê wan meriya wek dîl didane xebatê. Ew dîlên belengaz erd dikulan, paristgeh ava dikirin û tiştên çetine din dikirin.

Bin serwêrtiya Împeratoriya Romayîda, meriva gelek dîl dikirîn û difrotin. Û carna seva ku merivên dîl xwera qazanc kin, şer dev pêşda dianîn. Li gora hesabekî hatibû kifşê, ku qirna yekêda nîvê mixulqeta Romê dîl bûn. Gelek dîlên Misirî û Romê cefa dikişandin û zorbetî didîtin. Mesele jîyîna dîlên Romê yên ku medenêda (şaxta) dixebitîn, tenê 30 sal dikişand.

Pey wedera halê dîltiyê baş nebû. Ji qirna 16 heta 19, kirîn û firotana dîla ya ku orta Afrîkayê û Amerîkayêda dihate kirin, bîznêseke lape qayîm bû li temamiya dinyayêda. Li gora hesabê YÛNÊSKO hatibû kifşê wekî ‘weke 25, 30 mîlyon jin, mêr û zar hatibûn rewandinê û firotanê’. Bi seda û hezara meriv mirin, çaxê wana ji okêyana Atlantîkê derbaz dikirin. Mêrekî bi navê Olaûda Êkwêano yê ku karibû ji wê dîltiyê xwe xilaz ke, got: “Girî û axîna jina û nale-nala merivên ku ber mirinê bûn, şikileke xirab çêdikirin û min çevên xwe bawer nedikir ku ev yek bi rastî diqewime”.

Lê yazix, dîltî ne ku tenê problêma berê bû. Li gora hesabê teşkîleta hemdinyayêye îş, weke 21 mîlyon jin, mêr û zar heta naha wek dîl dixebitin. Ewana yan bêpere yan jî lap hindik pere distînin seva xebata xwe. Dîlên roja îroyîn li medena (şaxta) dixebitin, li fabrîkada, hinek ji wan dixebitîn di wan xaniyada kîderê ku meriv seva pera xwe difroşin, yên din mecbûr in bi cûrên din qaviyê bikin. Rast e ev şixuleke bêqanûnî ye, lê eyan e ku dîltiya vî cûreyî gelek bela bûye.

Heta niha bi mîlyona meriv dîltiyêda nin

JI DÎLTIYÊ DIREVIN

Çaxê merivên belengaz rastî zulmiya dihatin, ewana mecbûr bûn seva azaya xwe şer bikin. Qirna yekêda B.D.M., gladiyator Spartakûs û weke sed hezar dîl miqabilî Romê derketin, lê wana da der. Qirna 18-da dîlên girava Karîbê (Haîtî) miqabilî mezinên xwe derketin, çimkî çaxê ewana li deşta şekirî (plantasiya) dixebitîn hindava wanda bêrem bûn. Ev şer 13 sala kişand. Axiriya-axiriyê wana wî şerîda alt kir û di sala 1804-da komara Haîtiyê organîze kirin, ku nedikete bin cabdariya welatekî din.

Derketina Îsraêliya ji Misirê bi rastî jî terîxiyêda tişteke mexsûs bû. Çimkî gelek meriv karibûn ji dîltiyê birevin. Weke sê mîlyon meriv ji temamiya cimetê karibûn aza bin ji dîltiya Misirê. Ewana bi rastî jî hêjayî azabûnê bûn. Derheqa jîyîn û xebata wan li Misirê, Kitêba Pîroz dibêje wekî wana bi zorê û “bêîsafî didane” xebatê (Derketin 1:11-14). Firewinekî hela hê fermanek jî da, seva ku hemû zarên Îsraêliya bikujin û kontrol bikin ku miletê wan zef zêde nebe (Derketin 1:8-22).

Azakirina Îsraêliya ji zorbetiya Misiriya bi rastî jî tişteke mexsûs bû, çimkî Xwedê xwexa wê yekêda alî wan kir û wana parast. Xwedê gote Mûsa: “Çimkî ez haş ji tengasîya wan heme. Ez peya bûm wana ji destê misirîya aza kim” (Derketin 3:7, 8). Heta roja îroyîn miletê Cihû her sal kifş dikin cejna Pênciyê Hesabê seva ku evê qewimandinê bikine bîra xwe (Derketin 12:14).

DÎLTÎ WÊ PÊDA BÊ HILDANÊ

Kitêba Pîroz dibêje: “Li cem Xwedayê me Xudan neheqî . . . nîne” û ev me dide bawerkirinê ku ew nehatiye guhastinê (2 Dîrok 19:7; Malaxî 3:6). Xwedê, Îsa şande li ser erdê wekî ew mizgîniyê bide feqîra û azayê bide bindesta (Lûqa 4:18). Gelo nêta wan giliya em gerekê raste-rast fem bikin? Hilbet na. Îsa hatibû şandinê seva ku meriya ji dîltiyê dêmek ji bindestiya gune û mirinê aza ke. Îsa usa jî got ku “rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Hela hê îro jî, ew rastiya ku Îsa hîn dikir, meriva ji gelek tişta aza dike. (Binihêre çargoşe “ Ji Hemû Cûre Dîltiyê Direvin”).

Bi rastî Xwedê alî Ûsiv û Perîşanê kir, ku ewana bikaribin ji dîltiyê birevin. Serhatiya Ûsiv hûn dikarin bixûnin ji Kitêba Pîroz, di kitêba Derketinda serê 39 heta 41. Hemikî Perîşan jî hêjayî pesna ye, çimkî karibû azayê bivîne.

Perîşanê karibû ji welatekî Ewrûpayê derbazî Îspaniyayê be. Li wir ew rastî Şedên Yehowa hat û wanara qayîl bû Kitêba Pîroz hîn be. Perîşanê dixwest bi jîyîneke terbetî bijî, lema jî ewê xebatek xwera dît û xanima xwera xeber da ku her meh ewê hindik-hindik perê wê bide û deynê xwe dade. Rojekê xanimê Perîşanêra têlê xist. Ewê gote Perîşanê ku îda pera nede wê, û him jî ewê baxşandin ji Perîşanê xwest. Gelo çi qewimî? Xanimê jî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be! Perîşan dibêje: “Bi rastî jî çiqas hewas e ku çawa rastiya Xwedê me aza dike”.

Yehowa Xwedê dilteng bû çaxê didît, ku Misirî çawa bêrem bûn hindava Îsraêliya; em dikarin bêjin ku îro jî nihêrandina wî li ser merivên belengaz hema usa ne. Bi rastî jî seva ku hemû cûre dîltî bidine hildanê, gerekê pêda hemû meriv bêne guhastinê. Lê Xwedê soz dide ku ew wê guhastinên mezin bike. “Em hîviya erdekî nû û ezmanêd nû ne, li gora sozê wî, kîjanada rastiyê bimîne” (2 Petrûs 3:13).

^ abz. 2 Nav hatiye guhastin.

^ abz. 3 Di sala 2002-da bahê êvro wek dolarê Amêrêkayê bû.