TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | PÊŞKÊŞA GELEK QÎMET KU XWEDÊ DIDE TE
Pêşkêşa Xwedêye Lape Mezin; Çima usa Qîmet e?
Seva te pêşkêş çi çax daha qîmet dibe? Cab vê yekêva girêdayî ye wekî: (1) kî ev pêşkêş daye te, (2) çima tera dane, (3) meriv çi ji xwe kêm kir, seva ku pêşkêşê bide te, û (4) ev pêşkêş bi rastî tera lazim e yan na. Hergê em derheqa tiştên usa bifikirin, ewê alî me bike razîbûna xwe hindava kirînê hê mezin kin, çimkî ev pêşkêşeke pir qîmet e ji Xwedê.
KÎ EV PÊŞKÊŞ DA?
Hine pêşkêş seva me qîmet in, çimkî dibe ku ew ji merivekî navdar e yan ji wî merivî ye, qedirê kîjanî ku em zef digirin. Hene pêşkêşên usa jî, yên ku ne baha ne lê tu wana xwey dikî çimkî neferê malbeta te yan hevalê teyî nêzîk ev dane te. Pêşkêşa Rasêl jî derheqa kîjanî ku di gotara pêşinda hatibû gotinê, seva Yordan gelek qîmet bû. Lê em çi dikarin bêjin derheqa kirînê, yê ku wek pêşkêş mera hatiye dayînê?
Ya pêşin, Kitêba Pîroz dibêje wekî Xwedê “Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn” (1 Yûhenna 4:9). Ji bo vê zanebûnê, bahê vê pêşkêşê ber çevê me daha mezin dibe. Xêncî Xwedê cem tu kesî hukumdariya pir mezin tune. Derheqa wê yekê zebûrbêj nivîsî: “Navê te, YAHOWA ye! Û yê ku li ser tevahiya Gerdûnê Herî Bilind e, tenê tu yî!” (Zebûr 83:18). Lê qe em dikarin ji kesekî lapî bilind, pêşkêşê bistînin?
Ya duda, Xwedê “Bavê me ye” (Îşaya 63:16). Çi cûreyî? Ewî jîyîn daye me. Xêncî wê yekê ew mîna bavekî dilovan, bi hizkirin derheqa me xem dike. Hine xizmetkarên xweyî berêra mesele Efrayîmra Xwedê got: “Ma lawê minî birûmet Efrayîm e? Zarokê xoşewîst ew e? . . . Dilê min ji ber vê yekê bêriya wî dike; bi rastî, ezê dilovaniyê lê bikim!” (Yêremya 31:20). Îro jî Xwedê derheqa xizmetkarên xwe usa difikire. Ew ne ku tenê Efirandarê meyî himzor e, lê usa jî Bav û Dostê meyî amin e. Lema jî hemû pêşkêşên ji Xwedê seva me gelek qîmet in.
ÇIMA PÊŞKÊŞ DAN?
Hine pêşkêş tera gelek qîmet in, çimkî ew ne bi destê zorê dane te, lê ji bo hizkirinê. Merivê ku bi dil û can pêşkêşê dide te, hîviyê nîne wekî tu jî gerekê eseyî seva qenciya wî tiştekî bidî wî.
Xwedê me hiz dike, lema jî ewî Kurê xwe seva halxweşiya me berva da. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê”. Lê çima Xwedê usa kir? “Wekî em bi wî bijîn” (1 Yûhenna 4:9). Gelo dibe ku Xwedê borcdar bû lema ev yek kir? Na! Qurbanbûna Îsa, dihate hesabê qenciya Yehowa hindava meda (Romayî 3:24).
Çima em dikarin bêjin wekî pêşkêşa ji Xwedê qenciya wî eyan dike? Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava em hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:8). Hizkirina dilovanî Xwedê hêlan kir, wekî bona halxweşiya me evê pêşkêşê bide, dêmek seva merivên gunekar, yên sist û çerçirandî. Bi rastî jî em nehêjayî hizkirina usa bûn, û emê ne jî tu car bikaribin bi temamî heqê pêşkêşa wî bidin. Nava terîxiyêda tenê pêşkêşa Xwedê bi rastî jî eyan dike hizkirina wîye pir mezin.
ÇI JI XWE KÊM KIRIN SEVA KU PÊŞKÊŞÊ BIDINE TE?
Çaxê kesek tiştekî ji xwe kêm dike seva ku pêşkêşê bide te, ev pêşkêş tera gelek qîmet dibe. Çaxê cem meriv tiştekî qîmet heye û ew hazir e evê yekê tevî me pare veke û bide, hingê em evê pêşkêşê pir qîmet dikin, çimkî ev meriv tiştekî ji xwe kêm kir.
Xwedê “kurê xweyî tayê tenê berva da” (Yûhenna 3:16). Ewî dikaribû ev pêşkêşa xweye lape qîmet ne jî bida. Îsa, Kurê Xwedêyî “hizkirî ye” û ew heye “sûretê Xwedêyê ku xuya nabe”. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê pêşiya hemû tiştî Îsa efirandiye. Lema jî em dikarin bêjin ku Xwedê û Îsa hevra gelek nêzîk bûn (Kolosî 1:13-15).
Kitêba Pîroz derheqa Xwedê dibêje ku “heyfa wî Kurê wî nehat” (Romayî 8:32). Yehowa kesê xweyî lapî delal da me. Tu pêşkêş nikare beramberî wê yekê be, çimkî ev pêşkêşeke lape qîmet e.
PÊŞKÊŞA KU BI RASTÎ JÎ TERA LAZIM E
Hine pêşkêş gelek qîmet in, çimkî ewana wededa mera hatine dayînê û gelek mera lazim bûn. Bide ber çevê xwe ku tu nexweş î û perê te tune seva dermana bikirî û qenc bî. Lê kesek hazir e bi rezedilî dewsa te pera bide seva ku tu xilaz bî. Bi rastî jî tuyê çiqas şikirdar bî wî merivîra, usa nîne! Û ev pêşkêş seva te wê pir qîmet be.
“Hemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korintî 15:22). Em zuretên Adem in, lema em hemûşk jî “dimirin” û nikarin xwexe ji nexweşiyê û mirinê aza bin. Em usa jî nikarin xwexa tev Xwedê li hev bên û ji sûcdarkirinê aza bin. Ji qewata me der e seva ku xwe, yan yên dinêna “sax kin”. Kitêba Pîroz dibêje: “Tu kesek bi tu awayî nikare birayê xwe rizgar bike [xilaz ke] û berdêla wî bide Xweda. Ji ber ku berdêla canê wan, pir giranbiha yê û divê, ew herheyî dev ji wê berde” (Zebûr 49:7, 8). Em hewcê alîkariyê ne, çimkî em nikarin bidin bahê kirînê dêmek bahê berdêlê. Hergê alîkariya me tune bûya, halê me jî wê xirab bûya.
Ji bo hizkirina xweye mezin, Yehowa bi hazirbûn heq dêmek bahê “dermanê” me da, seva ku jîyîna me xilaz ke. Dêmek ew hebû Îsa ji kîjanî ku gişk 1 Yûhenna 1:7; 5:13). Lê gelo bi vê kirînê çi mecal çêdibe seva merivên meye hizkirî yên ku mirin e? “Mirin rûyê merivekîda bû, bi merivekî [Îsa] jî wê rabûna miriya bibe” (1 Korintî 15:21). *
wê sax bin. Çi cûreyî kirîn dikaribû bibûya berdêl? “Xûna Îsayê Kurê wî wê me ji hemû guna paqij ke”. Erê, hergê em baweriya xwe qurbanbûna Îsa tînin, bi vê yekê em mecalê distînin ku ji guna paqij bin û jîyîna herheyî bistînin (Qurbanbûna Îsa pêşkêşeke pir qîmet e û tu pêşkêş nikare beramberî vê be. Tu merivekî haqas tişt nedaye me, çiqas ku Yehowa Xwedê daye me. Û em usa gelek hewcê tu pêşkêşeke din nînin, çawa qurbanbûna Îsa, çi ku me ji gune û mirinê aza dike. Bi rastî jî ev gelek pêşkêşeke qîmet e.