Axiriya Te, Bijartina Teva Girêdayî ye!
ÇA BIJARTINA TE DIKARE LI SER AXIRIYA TE HUKUM KE? Hine meriv bawer dikin, ku bext yan yazî ew bijartina meye şexsî nîne, çimkî ew jîyîna me kontrol dike. Çaxê ew meriv nikarin nêtên xwe bînin sêrî, wana tirê îda qe ne jî wê bê standinê. Ewana dibêjin: “Bextê min tune, lema jî tiştek cem min dernayê”
Hinek jî dilteng dibin, çaxê divînin ku vê dinya zulm û neheqda çare tune. Diqewime ewana ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, ku jîyîna xwe hevekî baş kin, lê çaxê ewana tenê şer, neheqî, xezeb û nexweşiya divînin, ev yek nêtên wan dîsa û dîsa kuta dike. Lema jî ewana xwe dipirsin: “Çima em xwe bidine cefê?”
Eşkere ye ku derecên jîyîna me dikarin gelek ser nêtên me hukum kin (Waîz 9:11). Çaxê xeberdan diçe derheqa axirya te, ev yek bi rastî jî bijartina teva girêdayî ye. Bi rastî Kitêba Pîroz jî nîşan dike, ku axirya te bijartina teva girêdayî ye. Werê em şewirkin.
Çaxê cimeta Îsraêlê gerekê derbazî erdê sozdayî bûya, hingê Mûsa rêberê wan got: “Ez emir û mirinê datînime ber te, dua û nifirê. De emir bibijêre wekî tu zureta xweva bijîyî, Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, gura wî bike û nêzîkî wî be” (Qanûna Ducarî 30:15, 19, 20, PKM).
“Ez emir û mirinê datînime ber te, dua û nifirê. De emir bibijêre wekî tu zureta xweva bijîyî” (Qanûna Ducarî 30:19, PKM).
Belê! Xwedê Îsraêlyî ji dîltya Misirê aza kirin û mecal da wan, ku Erdê Sozdayîda bi jîyîneke serbest û bextewar bijîn. Lê wana wê bi xwe ev hemû tişt nestandana. Seva ewan kerema bistînin, wana gerekê “emir” bijbartana. Çi cûreyî? Ewana gerekê Xwedê hiz bikirana, gura wî bikirana û nêzîkî wî bûna.
Îro, bijartina wî cûreyî pêşya teye jî. Û tu çi bijartinê bikî, ewê eyan ke ku axiriya te wê çi cûreyî be. Hergê tu bijbêrî Xwedê hiz bikî, guh bidî giliyê wî, û xwe nêzîkî wî bigirî, ev yek wê li ser jîyîna te baş hukum ke. Dêmek tê bistînî jîyîna heta-hetayê li ser erdê cinetê. Lê gelo çi dikeve nava wan hemû tişta?
BIJBÊRE, KU XWEDÊ HIZ BIKÎ
Hizkirin ev heye hunûrê Xwedêyî sereke, derheqa kîjanî ku Yûhennayê şandî ji bîna ber Xwedê nivîsî bû (1 Yûhenna 4:8). Lema jî çaxê merivek ji Îsa pirsî, ku temiya here mezin kîjan e, Îsa got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Metta 22:37). Belê, heleqetiya baş tevî Yehowa Xwedê, gerekê ne li ser hîmê tirsê û guhdariya nefemdarî be, lê li ser hîmê hizkirinê be. Gelo çima em gerekê bijbêrin Xwedê hiz bikin?
Hizkirina Yehowa hindava însanetê anegorî hizkirina dê-bava ye, kîjan ku ewana hindava zarên xwe didine kifşê. Hemikî dê-bav bi hizkirin zarên xwe şîret dikin, hîn dikin, piştgiriya wan dikin, çimkî ewana dixwazin ku zarên wan bextewar û serfiraz bin. Lê dê-bav ji zara xwe hîviya çi ne? Ewana dixwazin ku zarên wan, wana hiz bikin û wekî hemû gilî-gotinên wan bînin sêrî. Lema jî
bi logîkî ye, ku Bavê meyî ezmana jî hîviyê ye, wekî em hizkirin û razîbûna xwe hindava wîda bidine kifşê, bona hemû tiştên ku ewî bona me kiriye.BIJBÊRE, KU GURA XWEDÊ BIKÎ
Seva ku gura Xwedê bikin em gerekê hîn bin wan tişta bikin, çi ku Ew mera dibêje. Hemikî em nikarin dengê Xwedê bibihên, lê em hingê wî dibihên, gava Kitêba Pîroz dixûnin, û jîyîna xweda didine xebatê (1 Yûhenna 5:3).
Îsa nîşan kir, ku çiqas ferz e guh bidine dengê Xwedê. Ewî got: “Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve” (Metta 4:4). Çawa ku xwarin bona me ferz e usa jî qazançkirina zanebûna Xwedê, daha ferz e. Çima? Silêman padşê bîlan şirowekir: “Ji ber ku bîlanî wek pere diparêzin: lê qîmeta zanebûnê û bîlaniyê wê yekêda ne, ku ew jîyîna wan xweyî dike, kî ku ew qazanc dike” (Waîz 7:12, DT). Belê, zanebûn û bîlaniya ji Xwedê dikarin îro me biparêzin û alî me bikin bijartina rast bikin, çi ku wê li axiriyê me bive berbi jîyîna heta-hetayê.
BIJBÊRE, KU NÊZÎKÎ XWEDÊ BÎ
Hela bike bîra xwe giliyê Îsa: “Lê gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewêd ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:13, 14). Hergê em xwe li vê rê digirin emê eseyî karê bistînin, çimkî em xwe nêzîk digirin li wê rêberiyê, ya ku me dibe berbi jîyîna heta-hetayê. Bi rastî jî meniyên meyî baş hene xwe li Xwedê bigirin (Zebûr 16:8). Lê çawa em evê yekê dikin?
Her roj, gelek şixulên me hene ku em dikin, û kîjan ku meyê bixwesta bikira. Tiştên wî cûreyî me usa zeftî xwe dikin, ku wedê me bona Xwedê hindik dimîne. Lêma jî Kitêba Pîroz tîne bîra me: “Awa binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e” (Efesî 5:15, 16). Em xwe li Xwedê digirin çaxê heleqetya xwe tevî Wî çêdikin, çi ku jîyîna meda pir ferz e (Metta 6:33).
EV BIJARTIN DESTÊ TEDA NE
Tu nikarî jîyîna xweye derbazbûyî biguhêzî, lê tu dikarî axiriya pir baş bijbêrî bona xwe û merivên xweye nêzîk. Kitêba Pîroz eyan dike ku Bavê meyî Ezmana, Yehowa Xwedê, gelek me hiz dike û îzinê dide me pêbihesin, hela axiriya me wê çawa be. Dîna xwe bidin giliyên Mîka pêxember:
“Ya zilamo, yê qenc gîhand te û xeynî kirina yê heq û hizkirina dilovaniyê û bi dilnizmî, bi Xwedayê xwera meşandinê pêv, ma Xudan ji te çi dixwaze?” (Mîxa 6:8).
Tuyê teglîfa Yehowa qebûl kî, ku tevî wî bimeşî û keremên herheyî qazanç kî, kîjan ku ewî seva te hazir kiriye? Axiriya te bijartina teva girêdayî ye!