Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şedetiya Bêgilî-Gotin Û Pêxembertiya Mexsûs

Şedetiya Bêgilî-Gotin Û Pêxembertiya Mexsûs

DI ROMA NAVÎNDA DÊMEK ÎTALYAYÊDA, HEYE HEYKELEKÎ MEXSÛS. MERIV JI TEMAMIYA DINYAYÊ TÊN WEKÎ WÎ HEYKELÎ BIVÎNIN. EV HEYKEL HATIYE AVAKIRINÊ BONA RÛMETA ÎMPERATOR NAVÊ KÎJANÎ TÎTO YE.

Du stûnên vê heykelê hene, yên ku eyan dikin qewimandina terîxiye. Lê tenê hinek meriv zanin, ku ev heykel Kitêba Pîrozva girêdayî ye. Ev heykelê Tîto, bêgilî-gotin şedetiya mezin dide, derheqa wê yekê, ku pêxembertiya ji Kitêba Pîroz çiqas rast e.

SÛCDARKIRINA BAJÊR

Di qirna yekêda D.M. Împeratoriya Romê zêde dibû ji Brîtanyayê û Galyayê (niha Fransa ye) heta Misirê. Vê herêmêda jîyîna meriya aliyê aboriyêda û polîtîkêda pêşdaçûyî û rihet bû. Lê herêmeke başqe, bona Romê timê wek kaniya diltengiyê bû. Ev herêma Cihûstanê bû.

“Ensîklopêdîa Romaya Kevnare” (Encyclopedia of Ancient Rome) usa dibêje: “Împeratoriya Romê hindava tu têrîtoriya, usa sert xwe nedigirt ça hindava Cihûstanê. Xwexa Cihûya jî Romaya hiz nedikirin, çimkî ewana edetên Cihûya ber tu tiştî hesab nedikirin. Û Romayî jî hindava Cihûya xwe sert digirtin, çimkî Cihû tesmîlî wana nedibûn”. Gelek Cihû hêvîdar bûn, wekî wê xilazkarek bê, yê ku wê wana ji destê Romaya aza ke û Îsrayêl wê dîsa wek berê rûmet be. Lê di sala 33 D.M., Îsa Mesîh pêxembertî kir, wekî Orşelîm wê wêran be.

Îsa got: “Çimkî roj wê ser teda bên, ku dijminêd teyê dora te çeperê girêdin û ji her aliyava hicûmî ser te kin. Wê te û zarêd te nava teda bikin ax-xwelî û kevir li ser kevir nahêlin” (Lûqa 19:43, 44).

Ev giliyê Îsa şagirtên wî xalifandin. Du roj şûnda paşî wan giliya, yek ji şagirtên wî, dîna kîjanî ku ser paristgeha Orşelîmê bû, got: “Dersdar! Hela dîna xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne!” Li gora terîxiyê, hate kifşê, wekî ew kevir ji kîjana ku paristgeh avakirî bû, gelek kevirên qewî bûn. Çimkî dirêjaya hinek ji wan kevira 11 mêtir bû, berayî 5 mêtir û bilindayî jî 3 mêtir bû. Lê yeke Îsa got: “Van hemû tiştêd ku hûn dibînin, rojê bên ku ev hemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir nemîne” (Marqos 13:1; Lûqa 21:6).

Îsa got: “Lê gava hûn bibînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e. Hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birevine çiya û ewêd ku Orşelîmêda ne bira derên, ewêd kewşênda ne, bira venegerine bajêr” (Lûqa 21:20, 21). Gelo ev giliyên Îsa hatin sêrî?

WÊRANKIRINA BAJÊR

Sîv sisê sal derbaz bûn, û Cihûstan dîsa jî hê bin qolê Romêda bû. Lê sala 66 D.M. prokûrorê Romê yê Cihûstanê bi navê Gêsîûs Florûs, ji peredanga paristgehê ya pîroz, pere hilda. Cihûya îda nikaribûn teyax kin. Zûtirekê Orşelîm bi eskerên Cihû tije bû. Ewana hucûmî ser eskerên Romê kirin û elam kirin ku ji Romê wê îda başqe bin.

Sê meh şûnda eskerên Romê, hejmara kîjana ku 30 000 zêdetir bû, ketine Orşelîmê seva ku miqabilîbûnê bidine sekininandinê. Rêberê wan Tsêstî Galîûs bû. Eskerên Romê zû ketine bajêr û dîwarên paristgehê aliyê dervava sist kirin. Paşê usa qewimî, ku ji bo menîke ne eyan, ewana hucûmkirina xwe dane sekinandinê. Cihû gelek vê yekêra şa dibûn û dane pey wan. Çi jî hebû, Mesihiya guh dane giliyê Îsa, ji Orşelîmê revîn û çûn berbi çiyayê Ûrdonê, ji çemê Ûrdonê, der (Metta 24:15, 16).

Salek şûnda, Romê dîsa destpêkir miqabilî Cihûstanê derê. Lê rêberê wan îda Gênêral Vêspasiyan bû û kurê wî Tîto. Zûtirekê paşî mirina Nêro Împêrator, di sala 68-da D.M., Vêspasiyan vegeriya Orşelîmê û bû Împerator. Ewî ew dereca Cihûstanêva girêdayî, hîviya kurê xwe Tîtova hîşt, cem kîjanî ku 60 000 esker bûn.

Meha Hezîranê sala 70-da D.M., Tîto ferman dabû eskerên xwe seva ku ewana darên herêma Cihûstanê kuta kin, yên ku didane xebatê bona avakirina dîwarê, dora Orşelîmê, kîjan ku 7 km. bû. Di meha Îlonêda eskerên Romê talan kirin û şewitandin bajar û paristgeh. Û çawa ku Îsa pêxembertî kir, li wir kevir li ser kevir nema (Lûqa 19:43, 44). Li gora hesabekî: “Nêzîkî nîv mîlîon meriv di Orşelîmêda û welatê dinda, mirin”.

SERKETINA ROMÊ

Di sala 71-da D.M., Tîto vegeriya Îtaliyayê û bajarvanên Romê gelek bi dil-eşq rastî wî hatin. Temamiya bajêr civiya û şa dibû, çimkî tiştê wî cûreyî dêbajara wanda cara pêşiyê qewimî.

Elalet ecêbmayî ma çaxê kûçên Romêda dîtin, ku wana hebûkeke çiqas mezin ji Orşelîmê anîn. Wana tevî xwe gelek qeyîk anî bûn, û usa jî tiştên din ser kîjana şikil neqişkirî bûn. Ewan şikila qewimandinên şer eyan dikirin.

Di sala 79 D.M., Tîto paşî mirina bavê xwe Vêspasiyan, bû împerator. Lê du sal şûnda, Tîto jî nişkêva mir. Hingê birê wî Domînîan hukumtî hilda destê xwe, û ewî bona rûmeta Tîto, heykelek ava kir.

HEYKELÊ ÎROYÎN

“Heykelê Tîto” îro, di Romêda

Îro bi seda hezara meriv, her sal têne Romê, seva ku heykelê Tîto bivînin. Bona hineka ev heykel, ça şixuleke neqişkirinêye xweşik e, bona yên din jî ev heye ça sîmbola ku qewata Romê eyan dike, û bona hineka jî ev heye ça bîranîna derheqa Orşelîma wêrankirî û paristgehê.

Bona xwendevanên Kitêba Pîroz, ev heykel tiştekî ferz tê hesabê. Ev heykel ça bêjî bêgilî-gotin şedetiya mezin dide, wekî pêxembertiyên Kitêba Pîroz rast in, û ku ewana ji bîna ber Xwedê ne (2 Petrûs 1:19-21).