Pêxembertî Yên Ku Hatine Sêrî
Ça em pêhesiyan, Kroûzês aliyê orakûlda hatibû xalifandinê, ji bo çi jî axiriyê padşê Farisiyayê ew zeft kir. Kitêba Pîrozda jî heye pêxembertî derheqa padşê Farisê, kîjan ku hûr bi hûr hate serî.
Weke 200 sal pêşda, pêşya bûyîna padşê Farisê, pêxemberê Îbranî bi navê Îşaya, eyan kir ku navê wî padşayî wê Korêş be û şirovekir, ku çawa ew wê şeherê qewî, Babîlonê zeft ke.
Îşaya 44:24, 27, 28, DT: “Yehowa usa dibêje: ‘Kûraya avêra dibêjim: Bibe hulm-gulm, ezê hemû çemên te ziha kim; ez ew im yê ku bona Koreş dibêje: Ew şivanê min e û ewê hemû qirarên min bîne cîh; û usa jî gotina mine bona Orşelîmê: ‘Ew wê tezeda bê avakirinê!’ Û derheqa paristgehê: “Hîmê te wê bê avîtin”’”.
Li gora terîxzanê Yûnanî bi navê Herodot, eskerên Koreş riya ava çemê Ferat guhastin, kîjan ku dora şeherê Babîlonêra dikişiya. Mêtoda Koreş alîkarî da eskera, ku bikaribin çemra derbaz bin û bikevne şeher. Paşî zeftkirina şeher, Koreş Cihûyên ku dîlên Babîlonê bûn, aza kir. Ewî usa jî îzin da cimetê, wekî vegerin welatê xwe û Orşelîmê tezeda ava kin, kîjan ku nava 70 salada wêrankirî bû.
Îşaya 45:1: “Xudan ji Koreşê ku bona li ber min serê netewan xwar bike û piştên qiralan sist bike û bona ku derî neyên girtin, li ber wî, bona vekirina qanatên deriyê, bi destê wîva girtî ye, ji mesihê xwe re wusa dibêje”.
Farisî dergehên mezinra ketin şeher, kîjan ku wana bîr kir û vekirî hîşt. Hergê Babîlonya derheqa tivdîra Koreş bizanibûna, ewana wê hemû dergehên şeher dadana. Lê şeher nehate paristinê.
Ev pêxembertiya mexsûs yek ji wan gelek pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz e, yên ku raste-rast hatine sêrî. a Kaniya pêşdagotinên meriya, xudanên qelp in, lê kaniya pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz, Ew e yê ku got: “Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, û ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye” (Îşaya 46:10, DT).
Yehowa ye, dikare tiştekî usa bêje. Navê Wî tê hesabê: “Ew pêk tîne”. Ew yek eyan dike ku Xwedê zane û dikare qewimandinên axiriyê li gora qirara xwe rêberî bike. Ev yek me dide bawerkirinê, wekî Ewê eseyî hemû sozên xwe bîne sêrî.
Tenê Xwedayê rast, navê kîjanî kuPÊXEMBERTIYÊN KU ÎRO TÊNE SÊRÎ
Wera hewas e pêbihesin, hela Kitêba Pîroz derheqa rojên me çi pêxembertî kiriye? Weke 2 000 sal pêşda Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, wekî “rojêd axiriyêda” “zemanêd xirab wê bên”. Lê axiriya çi? Hemikî ne ku axiriya erdê û însanetê, lê axiriya şer-deva, peyketina, û çetinaya kîjana ku nava 1 000 salada meriv zeftî xwe kirine. Werên em şewir kin tenê hine pêxembertiya kîjan ku “rojêd axiriyê” eyan dikin.
2 Tîmotêyo 3:1-5: “Rojêd axiriyêda . . . merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz. Pişkê xwedênasiyê wê li wan keve, lê wê qewata wê înkar kin”.
Roja îroyîn, xeysetên usa nava meriyada hûn divînin? Dibek we usa jî dîtiye ku der-dorê me merivên xwehiz û babax in. Usa jî xeyîsetê meriva giran bûye, û ewana hevra qayîl nabin. Xêncî wê yekê zar gura dê bavada nînin û heçî zef meriv bûne rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz. Him jî her roj halê me diha xirab dibe.
Metta 24:6, 7: “Hûnê dengê şera û besa şera bibihên, . . . Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin”.
Li gora hesaba, destpêbûyî ji sala 1914 ji bo şera 100 mîlîon meriva jîyîna xwe unda kirine. Ew hesab hê zêde ye, ne ku bineliyên gelek mileta. Bidine hesabê xwe pê çiqas hêsir, êş û çerçirandinê, ew hesab pêşda hatiye. Lê yazix, meriva ji şaşiyên xwe ders hilnedan û şer nedane hildanê?
Metta 24:7: “Wê xelayî-celayê . . . bibin”.
Teşkîleta ku alîkariyê dide merivên kesîb aliyê xwarinêda, dibêje: “Erd êpêce xwarin bona hemûya dide, lê dîsa jî 815 mîlyon meriv dêmek yek ji nehe meriva, her roj birçî radizê. Lê yek ji sisiya jî, diçerçir e ji bo têrnexwarinê”. Û li gora hesaba, her sal weke sê mîlyon zar ji birçîbûnê dimirin.
Lûqa 21:11: “Cî-ciya erdhejêd mezin, . . . bibin”.
Her sal weke 50 000 erdhejên mezin dibin. Ji bo 100 erdheja, xanî ziyanê distînin, û her sal erdhejeke mezin diqewime. Li gora hesabekê, ji sala 1975-2000, ji bo erdheja 471 000 meriv mirine.
Metta 24:14: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê”.
Şedên Yehowa heyşt mîlîona zêdetir in. Ewana mizgîniya Padşatiya Xwedê, weke 240 welatada bela dikin. Ewana evê mizgîniyê bela dikin hemû cûre şeherada, gundada, mêşeda û ser çiya. Li gora pêxembertiyê, çaxê ew şixul temam be, hingê çawa ku hatiye pêxembertîkirinê, “xilazî wê bê”. Ew çi tê hesabê? Ew tê hesabê, wekî kutasiya serwêrtiya meriva nêzîk e û ku Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyê bike. Gelo bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê kîjan sozên Wî wê bêne sêrî? Ji kerema xwe gotara din bixûne.
a Binihêre gotara “Şedetiya Bêgilî-Gotin û Pêxembertiya Mexsûs”.