Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sozên Ku Wê Bêne Sêrî

Sozên Ku Wê Bêne Sêrî

Mizgîniya xêrê ya Padşatiya Xwedê li nav temamiya dinyayê tê belakirinê, çawa ku Îsa pêxembertî dikir (Metta 24:14). Kitêba Danîyêl eyan dike wekî ev Padşatî serwêrtiya Xwedê ye. Serê 2-da hatiye pêxembertîkirinê derheqa serwêrtiya meriva û padşatiya wan, kîjan ku destpêbûyî ji Babîlona kevin heta roja Îroyîn hukum dikin. Lê derheqa wê yekê çi hîviya meye, rêza 44 dibêje:

“Di rojên wan padşada, Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke, yê ku wê tu car kuta nebe. Û ev padşatî miletê mayînra wê neyê dayînê. Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne”.

Ew û pêxembertiyên din ji Kitêba Pîroz, eyan dikin ku Padşatiya Xwedê wê dewsa hemû serwêrtiyên meriva be û ewê terbetiyê û bêxofiyê bide meriya. Gelo bin serwêriya wê Padşatiyê, jîyîna me wê çawa be? Jêrê derheqa hine sozên baş tê gotinê, yên ku zûtirekê wê bêne sêrî.

  • ŞER ÎDA WÊ TUNE BIN

    Zebûr 46:9: “[Xwede] şera dide sekinandinê, her çar qulbêd dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike u mertala bi êgir dişewitîne”.

    Bidine hesabê xwe jîyîna me wê çawa be, hergê pere û hemû xercên din tune bin kîjan ku meriv xerc dikin seva ku çek çêkin. Dewsa wan çeka, wê hebin tiştên usa, çi ku kareke mezin wê wanra bîne! Ev soz wê eseyî bê sêrî, bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê.

  • NEXWEŞÎ ÎDA WÊ TUNE BIN

    Îşaya 33:24: “Û yê ku li wir rûdine, vê nebêje: Ez nexweş im”.

    Bifikirin derheqa wî wedeyî çaxê wê tune bin nexweşiyên dilva girêdayî, kanser, ta (malêriya) û nexweşiyên din. Em usa jî hewcê nexwaşxana û dermana nîbin. Belê, li axiriyê hemû bineliyên erdê wê sihet-qewat bin.

  • KÊMASIYA XWARINÊ WÊ ÎDA TUNE BE

    Zebûr 72:16: “Bira genimê welêt bibe bir-ber, deremetêd wî serê çîya bihejin, berê wê jî mîna şînaîya erdê”.

    Erd wê êpêce xwarin bide bona her kesa û wê têr-tije be. Birçîbûn û têrnexwarin wê îda tune be.

  • ÊŞ, KUL-DERD Û MIRIN WÊ ÎDA TUNE BE

    Eyantî 21:4: “Ewê [Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn”.

    Ew tê hesabê ku jîyîna me wê herheyî be û emê kamil bin li ser erdê cinetê! Hema ew hemû tişt Efirandarê me, Yehowa Xwedê, yê ku bi hizkirinê tije ye, ewan tişta mera soz dide.

“TIŞTÊ KU MIRAZ KIRIME, WÊ BIKE”

Gelo ew hemû tişt bi rastî wê bê sêrî? Gelek meriv hizret in jîyîneke usa qazanç kin, lê ji bo cûre-cûre meniya wanara çetin e evê yekê bawer bikin. Jîyîna meriya îro hêsa nîne û wana tiştên usa, çi ku jorê hatibû gotinê ser xwe texmîn nekirine.

Însanet bû dîlê gune û mirinê, him jî cefê dikşînin bin barê êşêda, çerçirandin û kul-derdada. Ew hemû tişt haqas car jîyîna meda diqewimin, wekî bona me ew dibe tiştekî tebiyetî û normal. Lê ew lap cude ye ji wê yekê, çi ku Efirandarê me Yehowa Xwedê bona însanetê qirar kiriye.

Seva ku me bide bawerkirinê wekî ew hemû tiştên sozdayî wê eseyî bêne sêrî, Xwedê derheqa giliyên xwe got: “Gotina min ya ku ji devê min wê derkeve jî wusa bibe; wê vala venegere min, lê belê tiştê ku miraz kirime, wê bike . . .!” (Îşaya 55:11).

Kitêba Pîroz derheqa Yehowa dibêje, wekî ew heye “Xwedêyê xweyê gotina xwe” (Tîto 1:2). Ew hemû tiştên xas, Xwedê bona axiriyê soz daye, lema jî wê baş be em bifikirin: Gelo bende dikare heta-hetayê bijî? Em çi gerekê bikin, seva ku bi çevê xwe bivînin, ça ew soz wê bêne sêrî? Ji rûpêlên dine vê jûrnalê, hûnê caba wan pirsa bivînin.