Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hûn îda nihada dikarin bona dinya teze hazir bin

Dinya Teze Nêzîk e!

Dinya Teze Nêzîk e!

Xwedê erd efirand, wekî merivên rast heta-hetayê ser bijîn (Zebûr 37:29). Ewî merivên pêşin, Adem û Hêwa, baxçê bedew, Êdênêda cîwar kir. Ewî temî da wan û zureta wan, wekî erdê bêcer kin û xweyîtiyê lê bikin (Destpêbûn 1:28; 2:15).

Dinya îroyîn gelek dûrî vê Cinetê ye, ya ku Xwedê serê-sêrîda qirar kiribû. Lê dîsa jî Xwedê qirara xwe neguhastiye. Gelo Xwedê wê çi cûreyî evî sozê xwe bîne sêrî? Ça ji gotarên pêşiya vêda em pêhesiyan, Xwedê wê bi temamî erdê kuta neke. Dewsê ewê usa bike, ku merivên rast li ser bijîn. Gava Xwedê sozên xwe bîne sêrî, jîyîna li ser erdê wê çi cûreyî be?

Tenê serwêrtîk li ser temamiya dinyayê

Zûtirekê, çaxê padşatiya Xwedêye ezmanî ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike, erd wê gelek bedew be û jîyîna li ser gelek xweş be. Meriv jî wê tevayî bextewar bijîn û şixulên usava mijûl bin, yên ku wê wanara şabûnê bînin. Xwedê Îsa Mesîh kifş kir, wekî ew serwêrtiyê li erdê bike. Serwêrên rojên me bona bineliyên xwe xem nakin. Îsa ji wana cude dibe, çimkî ew timê bona meriva xem dike û ya herî baş bona wan dixwaze. Serwêrtiya wî wê ser hîmê hizkirinê be, û ewê Padşakî qenc, rem û heq be (Îşaya 11:4).

Yektî orta hemû mileta

Însaneta ku li ser erdê bijî wê ser cûre-cûre mileta başqekirî nîbin. Hemû meriv wê bibine cimetek û miletek, ewana wê yektiyêda bijîn (Eyantî 7:9, 10). Hemû merivên ser erdê wê Xwedê û meriva hiz bikin, û tevayî şixulkariyê bikin, xweyîtiyê mala xwe bikin, dêmek erdê û bi wê yekê qirara Xwedê derheqa erdê bînin sêrî (Zebûr 115:16).

Yektî tevî tebiyetê

Çaxê Padşatiya Xwedê destpêke serwêrtiyê li erdê bike, Efirandar wê bi temamî tebiyetê û êkolojiyayê kontrol ke (Zebûr 24:1, 2). Gava Îsa ser erdê bû, ewî qewata ku Xwedê dabû wî eyan kir, çaxê hêsa firtone da seqirandinê (Marqos 4:39, 41). Bin serwêrtiya Îsada tu kes wê ji teşqelên tebiyetê netirse. Usa jî bin Padşatiya Xwedêda emê ji heywanên beyanî netirsin û îda tu kes wê ziyanê nede tebiyetê (Hoseya 2:18).

Sihet-qewata kamil û têr-tije xwarin

Her kes wê sihet-qewata kamilra şa be. Tu kes wê nexweş nekeve, kal-pîr nebe û tu kes wê nemire (Îşaya 35:5, 6). Meriv wê tebiyeta bedew û temizra şa bin, ya ku wê mîna tebiyeta baxçê Êdênêda be. Dinya tezeda erd wê berê xwe têr-tije bide û tu bineliyên erdê wê birçî nemînin (Destpêbûn 2:9). Mîna Îsraêla berê, ku cimeta Xwedê bû, her kes Cinetêda wê “nanê xwe têr bixwin” (Qanûna Kahîntiyê 26:4, 5).

Edilayî û bêxofiya rêalî

Bin serwêrtiya padşatiya Xwedêda, her kes wê edilayêra şa be û meriv wê hindava hevda qenc û heq bin. Şer-dew û zordarî wê îda tune bin, û meriv wê hewcê tu tiştî nîbin, çimkî hewcên wan wê bêne razîkirinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê belê wê her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:3, 4).

Wê mal û xebata hewas ya her kesî hebe

Mala her malbetekî wê hebe û ewana wê netirsin, wekî kesek wê wana ji mal derxe. Û her xebat ku emê bikin, wê lezetê mera bîne. Ça Kitêba Pîrozda tê gotinê, ewên ku dinya tezeda bijîn wê “ciyê vala keda xwe nedin”, dêmek wê badîhewa neçerçirin (Îşaya 65:21-23).

Xwendina lape baş

Kitêba Pîroz soz dide: “Wê dinya jî bi zanîna Xudanva tijî bibe” (Îşaya 11:9). Dinya tezeda meriv wê ji bîlaniya Efirandarê xwe, Yehowa, hîn bin û gelek tişt derheqa efrînên wîye bedew pêbihesin. Ewana wê zanebûna xwe nedine xebatê seva ku çeka çêkin yan seva ku ziyanê bidine meriva (Îşaya 2:4). Dewsê ewana wê hîn bin edilayêda tevî hev bijîn û xweyîtiyê erdê bikin (Zebûr 37:11).

Emirê bêdawî

Xwedê gelek qewat xerc kir, seva ku erdê bona jîyîna bextewar hazir ke, wekî em ji her rojî şabûnê bistînin. Ewî qirar kiriye, wekî meriv ser erdê heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:29; Îşaya 45:18). Seva ku vê qirara xwe bîne sêrî, Xwedê “wê mirin her û her daqurtîne” (Îşaya 25:8, ÎM). Kitêba Pîroz soz dide: “Îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4). Xwedê wê her merivîra mecala jîyîna heta-hetayê bide, him wanra kê ku wê ji kutakirina vê dinya zulm xilaz bin, him jî wanra kê ku dinya tezeda wê ji mirinê rabin (Yûhenna 5:28, 29; Karên Şandiya 24:15).

Îro bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayê îda bona dinya teze hazir dibin, ya ku gelek nêzîk e. Rast e ewana merivne gunekar in, lê dîsa jî ser xwe dixebitin, wekî bibine merivne usa, kîjana ku Xwedê dixwaze dinya tezeda bivîne. Gelo ewana ça ewê yekê dikin? Ewana zanebûnê derheqa Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh distînin (Yûhenna 17:3).

Hê zêde pêbihesin derheqa wê yekê, ku ça hûn dikarin ji kutakirina vê dinya zulm xilaz bin û dinya tezeda ku gelek nêzîk e bijîn. Tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere destpêkin bi kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!