Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo bi Rastî Ev Dinya Berbi Kutasiyê Diçe?

Gelo bi Rastî Ev Dinya Berbi Kutasiyê Diçe?

Diqewime hûn haş pê hene ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî kutasiya vê dinyayê wê bê (1 Yûhenna 2:17). Gelo ev yek tê hesabê, wekî wê qira însanetê bê? Gelo planêta me Erd wê vala bimîne yan wê pêda bê kutakirinê?

KITÊBA PÎROZ CABA VAN PIRSA DIDE Û DIBÊJE KU WÊ USA NÎBE!

Çi Wê Neyê Kutakirinê?

ÎNSANET

Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedayê ku şikil daye dinê û wê afirandiye . . . wê li valahiyê neafirandiye” (ÎŞAYA 45:18).

PLANÊTA ERD

Kitêba Pîroz dibêje: “Nifşeyek diçe û nifşeyek tê; lê belê dinya abadîn disekine” (WAÎZ 1:4).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Li gora Kitêba Pîroz erd wê tu car neyê kutakirinê û evê timê bi meriva tije be. Heger usa ne, dêmek çi tê hesabê kutasiya vê dinyayê?

BIFIKIRE: Kitêba Pîroz axiriya vê dinyayê beramberî rojên Nuh pêxember dike. Wî çaxî dinya bi “xirabîyava tijî” bibû (Destpêbûn 6:13). Lê Nuh merivekî heq û amin bû. Lema jî Xwedê Nuh û malbeta wî xilaz kir, lê bi sêlavê qira hemû merivên xirab anî. Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, wekî wî çaxî çi hate serê dinyayê: “Û bi avê jî dinya berê nuq bû, unda bû” (2 Petrûs 3:6). Bi wê yekê dinya wî çaxî hate kutakirinê. Dêmek çi kuta bû? Ne ku erd, lê merivên xirab ser temamiya dinyayê. Lema jî gava Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kutasiya dinyayê, ev nayê hesabê kutakirina planêtê. Lê tê hesabê kutakirina merivên xirab û sîstêma ku ewana saz dikin.

Çi Wê Bê Kutakirinê?

ÇETINAYÎ Û ZULMÎ

Kitêba Pîroz dibêje: “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî. Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (ZEBÛR 37:10, 11).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Sêlava rojên Nuh qira hemû zulmiya dinyayê ser herheyî neanî. Paşî Sêlavê merivên zulm dîsa jîyîna her kesî xirab dikin û wana dilteng dikin. Lê zûtirekê Xwedê wê hemû xirabî û zulmiyê ser herheyî kuta ke. Çawa ku zebûrbêj got: “Nepakê betavebe”. Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe qira hemû zulmiyê û xirabiyê bîne. Ev Padşatî wê ji ezmên ser merivên guhdar serwêrtiyê bike.

BIFIKIRE: Gelo serwêr û polîtîkên vê dinyayê wê şa bin û piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin? Kitêba Pîroz dibêje, ku na. Ewana wê hela hê bêfemtiyê jî bikin, wê miqabilî Padşatiya Xwedê derên (Zebûr 2:2). Axiriya wê yekê wê çi be? Padşatiya Xwedê wê dewsa hemû padşatiyên meriva bigire û “xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44, DT). Lê çira serwêrtiya meriva gerekê bê kutakirinê?

HEWCETΗKutakirina Serwêrtiya Meriva

Kitêba Pîroz dibêje: “Rêya meriv ne di destê wîda ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê merivê ku dimeşeda ye” (YÊREMYA 10:23).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Meriv usa nehatine efirandinê, ku serwêrtiyê ser hevdu bikin. Meriv nikarin rêberiyê hevdu bikin û çetinaya safî kin.

BIFIKIRE: Kitêbekêda tê gotinê, wekî qewata serwêra nagihîjê ku ser temamiya dinyayê problêmên usa safî kin ça kesîbbûn, birçîbûn, nexweşî, teşqelên tebiyetê, şer û zulmiyên din. Usa jî vê kitêbêda tê gotinê ku hine meriv bawer dikin, wekî tenê serwêrtiya hemdinyayê dikare wan çetinayên însanetê safî ke (“Britannica Academic”). Lê hergê hemû serwêrên dinyayê bibine yek, dîsa jî dinê wê bin serwêrtiya merivên gunekarda bimîne, yên ku nikarin van problêma bidine hildanê. Tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên însanetê ser herheyî safî ke.

Dêmek li gora Kitêba Pîroz merivên qenc gerekê kutakirina vê dinya zulm netirsin. Dewsê, ewana gerekê hîviya vî wedeyî bin, çimkî ev dinya zulm û qelp wê bê guhastinê ser dinya teze, bin serwêrtiya Xwedê!

Lê kengê ew yek wê bê sêrî? Gotara din wê caba vê pirsê ser hîmê Kitêba Pîroz bide.