KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
Bêysbol bona Min Hemû Tişt bû!
-
SALA BÛYÎNÊ: 1928
-
WELAT: KOSTA RÎKA
-
BERÊ: EZ KETIBÛM BER BAYÊ SPORTÊ Û XUMARÊ
JÎYÎNA MINE BERÊ
Ez mezin bûme bajarekîda, di Kosta-Rîkayêda aliyê ruhilatê. Heyşt zarên dê-bavê min hebûn û ez yê hefta bûm. Çaxê ez heft salî bûm, bavê min mir. Lema jî diya min em tenê mezin kirin.
Bêysbol * timê pareke jîyîna min bû. Ji biçûktayê min ev sport pir hiz dikir. Çaxê ez weke 20 salî bûm, ez ketime nava koma lîstikvana, yên ku vek min sportê hiz dikirin. Çend wext şûnda merivekî ez teglîf kirim ku di Nîkaraguayêda koma profêsyonalada bilîzim. Sihet-qewata diya min sist bû, û ez miqatî wê dibûm, lema jî min nedixwest di Nîkaraguayêda bijîm. Û min safî kir evê teglîfê înkar kim. Hine wede şûnda merivekî din jî ez teglîf kirim, ku di koma miletiyêye bêysbolêda seva Kosta Rîkayê bilîzim. Ev kom ji lîstikvanên bijartî bû yên ku sport hiz dikirin, û ez jî qayîl bûm. Ez ji sala 1949 heta 1952 vê koma miletiyêda bûm, û min çend lîstikada di Kûbayêda, Meksîkayêda û Nîkaraguayêda dilîst. Ez lîstikvanekî pir baş bûm û min qe şaşiya jî bernedida, çimkî min gelek baş dilîst. Gelek min xweş dihat, çaxê elaletê bi paya dikire gazî û navê min hildida!
Yazix, lê min usa jî bi jîyîneke bênamûsî dijît. Rast e min tevî keçikekê dijît, lê ez timê tevî kolfetên mayîn jî bûm. Min gelek îçke vedixwar. Rojekê ez ji îçkê usa gêj bûm, ku sivetirê çaxê min çevê xwe vekir, qe nedihate bîra min ez çawa hatime mal! Min usa jî hiz dikir xumar bilîzim. Mesele, min domîno ser pera dilîst û latarêya jî dikirî.
Çaxê min bi jîyîneke usa dijît, wan çaxa diya min îda Şedê Yehowa bû. Ew dixebitî ku baweriya xwe bike dilê min, lê pêşiyê cem wê dernediket, çimkî ez pêda nav sportêda bûm. Ser lîstikê wedê nan-xwarinê, min nedixwar, çimkî texmîn nedikir ku ez birçîme! Hişê min tenê ser lîstikê bû. Bêysbol bona min hemû tişt bû!
Çaxê ez 29 salî bûm, wedê lîstikekê gava min dixwest topê bigirim, min ziyana mezin stand. Lê çaxê ez rabûm ser niga,
min îda nikaribû rind bilîzim. Lê dîsa jî ez bêysbolêva girêdayî bûm, mesele nêzîkî mala xwe min lîstikvan hazir dikirin.ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST
Di sala 1957-da ez hatim teglîfkirinê li ser civata mezine Şedên Yehowa, ya ku derbaz dibû li vê stadiyonê kîderê ku min bêysbol dilîst. Çaxê min ciyê xwe girt, min dîna xwe dayê, ku firqiya mezin heye orta rabûn-rûniştandina Şedên Yehowaye maqûlî û elaleta ku timê wedê lîstika bêysbolê, ji ciyê xwe dikirne qalme-qalm. Çi ku min ser vê civata mezin dît, ez hêlan kirim ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yehowa derbaz bim û timê ser civatên wan hazir bim.
Ez gelek ecêbmayî dimam çaxê derheqa gelek hînkirinên Kitêba Pîroz pêdihesiyam. Besa xeberê, Îsa pêxembertî kir ku rojên axiriyê şagirtên wî, wê li nav temamiya dinyayê, mizgîniya xêrê ya Padşatiya Xwedê elam kin (Metta 24:14). Ez usa jî pêhesiyam, ku Mesihyên rast bêpere xizmet dikin. Îsa got: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8).
Wedê hînbûnê, min himberî hev dikir ev çi ku Kitêba Pîroz dibêje û çi ku Şedên Yehowa dikin. Min gelek qedirê wan girt, ku ewana usa bi xîret qewat didane xebatê seva ku mîzgîniya xêrê ya Padşatiya Xwedê li temamiya dinyayê bela kin. Min dît ku çawa ewana bi hazirbûn ev temiya Îsa tînin sêrî. Çaxê min Marqos 10:21 xwend û dît teglîfa Îsa ku dibêje “pey min were”, min xwest bibime Şedê Yehowa.
Wede minra lazim bû, seva ku bi hazirbûn giliyê Îsa bînim sêrî. Mesele nava gelek salada her heftî min ser “bext” latarêya dilîst. Ji Kitêba Pîroz ez pêhesiyam ku Xwedê merivên tima sûcdar dike û wan meriya jî, yên ku serê xwe ber xudanê Yaziyê dêmek ber xudanê Bext datanîn (Îşaya 65:11; Kolosî 3:5). Lema jî min safî kir xumarê bihêlim. Çaxê min lîstika latarêyê hîşt, paşî wê yekê hema heftiya pêşinda “bextê” min lêxist, û hejmara latarêya min bir! Meriva qerfê xwe min dikirin, çimkî li vê heftiyê min îda nedilîst û ewana gelek ser min hukum dikirin seva ku ez dîsa destpêkim bilîzin, lê ez neketim ber bayê wan. Paşî wê yekê min îda bi temamî dest ji xumarê berda.
Hema wê rojê çaxê ez li ser civata mezine Şedên Yehowa hatime nixumandinê, cêribandineke din rastî min hat (Efesî 4:24). Vê êvarê ez vegeriyame otêlê, kîderê ku ez dimam û min dît wekî ew keçika ku min berê tevî wê wede derbaz dikir, ber derê otaxa min hîviya min e. Ewê gote min: “Were Samûyêl, em wedekî rind derbaz kin!” Lê min derbêra got: “Na!” Min kire bîra wê, ku niha ez bi normên Kitêba Pîroze nav-namûsiyê dijîm (1 Korintî 6:18). Ewê got: “Îjar çi?” Ewê ev normên nav-namûsiyê ya Kitêba Pîroz ber tu tiştî hesab nekir û li ser ya xwe disekinî, seva ku em dîsa heleqetiya xwe tezeda çêkin. Ez zivirîm ketime otaxa xwe û derî jî pey xwe dadam. Îro ez dikarim bi şabûneke mezin bêjim, ku ji sala 1958 çaxê ez bûme Şedê Yehowa, hingêda ez bi aminî xwe li wan guhastina digirim, çi ku min jîyîna xweda kiriye.
ÇI KAR MIN STAND
Ez difikirîm kitêbekê binivîsim derheqa wê yekê, ku çi kar min stand çaxê xwe li rêberiya Kitêba Pîroz girt! Mesele, kareke mezin ew e, ku gelek hevalên mine amin hene, nêta jîyîna min heye û ez bi rastî jî bextewar im.
Heta niha ez bêysbolê hiz dikim, lê min nihêrandina xwe guhast. Di bêysbolêda min nav-deng û pere qazanc dikir, lê ev hemû tişt wedelû bû. Lê dostiya min tevî Xwedê û biratiya hemdinyayê wê herheyî bikişîne. Kitêba Pîroz dibêje: “Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17). Niha Yehowa û cimeta wî, seva min hemû tişt e!
^ abz. 9 Bêysbol cûrekî sportê ye, kîderê ku du kom dilîzin. Her komêda nehe lîstikvan in. Di bêysbolêda lîstikvanê komekî topa grovere biçûk davêje û lîstikvanê koma din jî, bi gopalekî vê topê dixe.