Gelo Xwedê Te Fem Dike?
EM ÇI HÎN DIBIN JI EFIRÎNA
Werên em bifikirin ser heleqetiya nêzîk, çi ku orta merivada heye; ew heye heleqetiya cêviya. Em dikarin bêjin ku hevgirêdana wan gelek nêzîk e. Dîrêktorek bi navê Nênsî Sêgan, ku xwexa cêvî ye û cabdar e bona lêkolîna cêviya, usa dibêje: “Hinek ji wan, heval cêviyên xwe usa fem dikin, ku zanin ew çi dixwaze bêje”. Kulfetek jî derheqa heleqetiya xwe tevî hevalcêviya xwe, usa dibêje: “Em derheqa hev hemû tiştî zanin”.
Gelo çi alî wan dike hev fem bikin? Li gora lêkolînê hate kifşê, wekî tiştên der-dor, şîretkirin û gênêtîka mîna hev, hukum dikin ser wan cêviya.
ŞÊWIR KIN: Efirandarê gênêtîkayê kîjanî ku em efirandine, bê şik ji hemûşka baştir me her kesî nas dike û fem dike. Dawidê zebûrbêj dibêje: “Navdilê min Te çêkirine, zikê dîya minda cebirandime. Hestûyêd min ji Te veşartî neman, gava cîyê veşartî hatime xuliqandin. . . . Te ez dîtim hê ne hatibûm meyandin. Hemû rojêd kifşkirîye bona min, kitêba Teda hatibûne nivîsandin” (Zebûr 139:13, 15, 16). Bi rastî, tenê Xwedê zane gênên me çi cûreyî ne û jîyîna meda çi diqewime, ku xeysetê me tê guhastin. Ew ku Xwedê, me rind zane û gênêtîka me, îzbat dike ku Ew hemû aliyava me fem dike.
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA ZANEBÛNA XWEDÊ
Dawid dua dikir: “Xudan Te ez enene kirim û nas kirim. Tu zanî rabûn û rûniştina min, dûrva Teva eyan e fikirêd min. Hela hê xeber ne ser zarê min e Xudan, fikir îdî Teva eyan e” (Zebûr 139:1, 2, 4). Belê, Yehowa hemû hestên meye kûr fem dike û hela hê “lêkolînê li hemûya dilan dike” (1 Dîrok 28:9; 1 Samûyêl 16:6, 7). Ev rêz derheqa Xwedê çi mera eyan dikin?
Diqewime carna em nikarin duakirinêda hemû fikir û hestên xwe bi giliya bêjin, lê Efirandarê me ne ku tenê divîne em çi dikin, lê usa jî fem dike ku çima em filan tiştî dikin. Xêncî wê yekê ew me fem dike çaxê em dixwazin tiştên qenc bikin, lê destê me nayê ewê xwestinê bînin sêrî. Hemikî Xwedê hizkirin kire dilê me, ew xwexa jî hazir e, û dixwaze dîna xwe bide fikir û xwestinên me, yên ku hizkirinêva girêdayî ne û ew me fem dike (1 Yûhenna 4:7-10).
Çevê Xwedê li her dera ye. Ew hela hingê jî tengasiyên me divîne û fem dike, gava tu kes navîne û fem nake
Ew rêzên Kitêba Pîroz me qewî dikin
-
“Çimkî çevê Xudan li ser rasta ye û guhê wî ser duayê wan e” (1 PETRÛS 3:12).
-
Xwedê soz dide: “Ezê te aqil û serwaxt kim û riya ku têda herî ber te vekim çevê minê li ser te be, te şîret kim” (ZEBÛR 32:8).
XWEDÊ GELEK DILŞEWAT E
Çaxê em zanin ku Xwedê hal û hestên me fem dike, ev yek dikare alî me bike çetinayada teyax kin? Werên em binihêrin ku çi hate serê Annayê ji Nîjeryayê. Ew dibêje: “Ez timê diketime şikê û difikirîm ku nehêja me bijîm, çimkî halê min gelek xirab bû. Ez jinebî bûm û miqatî qîza xwe dibûm, ya ku nexweşxanêda bû. Qîza min bi nexwaşiya hîdrotsêfalyayê nexweş bû (dêmek di mejûyê wêda av top dibû). Him jî hingê ez pêhesiyam ku bistanê minda kanser (req) heye û min gerekê xwe qenc kira, him jî kîmyatêrapya û radyotêrapya bikira. Ev bona min gelek çetin û zehmet bû him miqatî xwe bim, him jî di nexweşxanêda ber qîza xwe bim, ya ku giran nexweş bû”.
Gelo çi alî Annayê kir xwe qayîm bigire? Ew dibêje: “Ez difikirîm li ser rêzên ji Kitêba Pîroz, mesele Fîlîpî 4:6, 7, kîderê ku tê gotinê, wekî edilaya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we xwey ke. Her car ev rêz dihate bîra min û min texmîn dikir, wekî ez hê nêzîkî Yehowa dibûm, çimkî min zanibû ku ew min daha baş fem dike, ne ku ez xwexa xwe. Min usa jî dilbînî û hêlankirineke mezin distand ji xûşk-birên civata xweda.
“Hemikî heta niha sihet-qewata min pêda baş nebûye, lê halê min û qîza min îda baş e. Çimkî Yehowa tevî me ye û em hîn bûn nava çetinayên vî cûreyîda jî, nihêrandina rast û pozîtîv xwey kin. Aqûb 5:11 usa dibêje: ‘Em xweziya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstiye û we dît, Xudan axiriya wî çawa xêr kir. Xudan çiqasî îsaf û rem e!’” Yehowa halê Îbo rind fem dikir, lema em jî dikarin bawer bin, ku Yehowa hemû çetinayên me û halê me baş fem dike.