Çi Hêvî Heye Bona Miriya?
Mirin li ser me hemûya hukum dike. Gelo ev xilaziya hemû tiştî ye? Yên mirî wê heta-hetayê bîrkirî bin? Qe bona wan hêvî heye?
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE:
YÊN MIRÎ BÎRKIRÎ NÎNIN
“Hemûyêd tirbada wê . . . bona jiyînê rabin” (Yûhenna 5:28, 29).
Yên mirî ji bîra Xwedê dernakevin; yên ku bîra wîda nin, wê rabin bona jîyînê.
SAXKIRINA MIRIYA, WÊ LI SER ERDÊ BE
“Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).
Bi mîlyarda meriv, wê paşda vegerin jîyînê û ewana wê heta-hetayê edilayêda bijîn.
HÊVIYA SAXKIRINÊ TIŞTEKE RÊALÎ YE
“[Xwedê] hesabê steyrka kifş dike, bi her navekî wan gazî dike” (Zebûr 147:4, ÎM).
Hergê Yehowa navê her steyrka zane, dêmek ew wê hêsa, bike bîra xwe wan meriya, kîjana ku wê ji mirinê rake.