Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çima Em Kal-Pîr Dibin û Dimirin?

Çima Em Kal-Pîr Dibin û Dimirin?

XWEDÊ BONA ÎNSANETÊ, mirin qirar nekiribû. Dê-bavê meyî pêşin, Adem û Hêwa, çawa hişda usa jî bedenêda bêqusûr hatibûn efirandinê. Ewana dikaribûn heta roja îroyîn sax bûna. Ev rind tê kifşê ji wê yekê, ku çi Yehowa gote Adem derheqa baxekî, kîjan ku baxçê Êdênêda bû.

Xwedê gote Adem: “Gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destpêbûn 2:17). Xwedê ev yek wê negota Adem, hergê ew gerekê kal bûya û bimira. Adem rind zanibû, ku hergê ji vê darê nexwara wê nemira.

XWEDÊ BONA ÎNSANETÊ, MIRIN QIRAR NEKIRIBÛ

Adem û Hêwayêra nelazim bû ji wê darê bixwarana seva bijîtana, çimkî vî baxçeyîda gelek darên berdar hebûn (Destpêbûn 2:9). Hergê ewana ji wê darê nexwarana, usa wê bidana kifşê ku gura wî Kesîda nin, kîjan ku jîyîn daye wan. Evê yekê usa jî wê eyan kira, wekî ewana qebûl dikin, ku îzina Xwedê heye rêberiyê wan bike.

ÇIMA ADEM Û HÊWA MIRIN

Seva ku fem bikin, çima Adem û Hêwa mirin, em gerekê bînin bîra xwe xeberdana ku baxçê Êdênêda pêşda hat û çi ku ser me hemûşka hukum kir. Şeytan Mîrê-cina seva ku mixenetiya xwe bîne sêrî, mer da xebatê ku derewa bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji nava wan hemû terewilêd çolêye ku Xudan Xwedê efirandibûn, yê herî hilekar mer bû. Ewî gote jinê: ‘Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?’” (Destpêbûn 3:1).

Ser vê yekê Hêwayê caba xwe da: “Ji berêd darêd baxçe em dikarin bixwin. Lê ji berê wê dara ku nava baxçeda ye, Xwedê got nexwin û dest nedinê, wekî hûn nemirin”. Paşê mer gote Hêwayê: “Na, hûn tu car namirin, lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin”. Bi vî teherî Şeytan dixwest îzbat kira, ku Yehowa derewîn e û ji wana titşekî baş vedişêre (Destpêbûn 3:2-5).

Hêwayê baweriya xwe wî anî. Ewê dîna xwe da bax, wekî ev berbiçev û hewaskar e! Ewê dest avîte berê vê, hilda û xwer. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku çi qewimî paşê; Hêwa ew ber “da mêrê . . . xwe, ewî jî xwar” (Destpêbûn 3:6).

Xwedê gote Adem: “Gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (DESTPÊBÛN 2:17).

Dilê Xwedê çiqas êşiya, gava ewî dît wekî zarên wîyî hizkirî miqabilî wî çûn! Yehowa çi kir? Ewî gote Adem: “Tu vegerî li wî erdî ji ku hatî hildanê, çimkî tu ax î û tê dîsa bibî ax” (Destpêbûn 3:17-19). Axiriya vê yekê usa bû: “Temamîya rojêd emirê xweda, Adem nesid sî salî emir kir û mir” (Destpêbûn 5:5). Paşî mirinê Adem neçû li ezmên yan jî cîkî din, ku berdewam ke bijî, ew betavebû. Heta ku Yehowa ew biefiranda, ew tu ciya tune bû. Lema jî çaxê ew mir, ew paşda bû ax. Sed heyf, lê jîyîna wî hate sekinandinê!

ÇIMA EM KAMIL NÎNIN

Adem û Hêwayê ji bo neguhdariyê, kamiliya xwe û usa jî mecala ku herheyî bijîn, unda kirin. Ev yek emirê wan guhast, û ewana bûne gunekar. Gunê wana, ne tenê ser wan hukum bû, lê derbazî ser me hemûya bû. Romayî 5:12-da tê gotinê: “Awa çawa bi merivekî [Adem] gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir”.

Kitêba Pîroz, gune û mirinê beramberî perçekî dike kîjan ku mileta dipêçe (Îşaya 25:7). Ev yek mîna ewrekî jerdadayî ye, kîjan ku temamiya erdê nixamt û hemû milet jerdadayî kir. Ev tê hesabê ku “hemûyêd ji Adem bûyî dimirin” (1 Korintî 15:22). Lema mîna Pawlosê şandî, cem me jî pirs pêşda tê: “Kî wê min ji destê vî qalibê pûçî-mirî xilaz ke?” Gelo qewata kesekî digihîjê, ku evê yekê bike? (Romayî 7:24).