Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Dikarin Bextewar bin

Em Dikarin Bextewar bin

AXIRIYA pir baş hîviya me ye, kîderê ku wê nexwaşî, kalbûn-pîrbûn û mirin tune be. Yazix, îro jîyîna me bi problêma tije ye. Çi dikare alî te bike bextewar bî û jîyînêda lezetê bistînî? Vê yekêda şîretên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin. Werên em şêwir kin derheqa hine problêmên jîyînê û pêbihesin, ku Kitêba Pîroz ça van derecada alîkariyê dide.

ÇA LEZETÊ BIVÎNIN?

Şîreta Kitêba Pîroz: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, razî bin” (Îbranî 13:5).

Îro eva dinya, meriya hêlan dike gelek tişt qazanc kin û wana dide bawerkirnê ku bê wan tişta wê bextewar nîbin. Kitêba Pîroz dibêje: “Destêd weda çiqas heye, razî bin”. Çi cûreyî?

Ji perehiziyê, xwe dûr bigirin. Gelek meriv usa pera hiz dikin, wekî hazir in sihet-qewata xwe, melbeta xwe, hevalên xwe, nav-namûsiya xwe jî bidin seva vê yekê, hela hê xwe jî qurban dikin (1 Tîmotêyo 6:10). Bi rastî ewana gelek tiştên qîmet unda dikin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî bi wê yekê jî çevê wan têr nabe (Waîz 5:10).

Meriva ji tişta zêdetir qîmet ke. Hemikî hine tiştên matêrîalî dikarin kêrhatî bin, lê ev nikarin me hiz kin û qîmet kin; tenê meriv dikarin evê yekê bikin. Hevalên amin dikarin baş li ser me hukum bin, wekî em ji jîyînê lezetê bistînin (Metelok 17:17).

EM DIKARIN ÎRODA JÎYÎNA XWE BEXTEWAR KIN, HERGÊ RÊBERIYA KITÊBA PÎROZ HILDIN HESAB

ÇA BER NEXWAŞIYA TEYAX KIN?

Şîreta Kitêba Pîroz: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye” (Metelok 17:22).

Mîna “dermanekî baş” şabûn dikare alî me bike, ku sihet-qewata xirabda qudûm nekevin. Lê çawa em dikarin şa bin, gava nexweş in?

Razî bin. Hergê “her roj” dîna me tenê ser problêmên me be, halê me wê xirab be (Metelok 15:15). Kitêba Pîroz dibêje, “şêkirdar bin” (Kolosî 3:15). Hîn be ku hela hê seva her tiştên biçûk jî razî bî. Jîyîna me gelek bedew dikin tiştên usa, gava ro diçe ava, kenê xweş ya merivê meyî hizkirî û gelek tiştên din.

Bona meriva xem bike. Hela hergê sihet-qewata me ne baş e, wî çaxî jî em bextewar in çimkî nivîsar e: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Çaxê meriv razîbûna xwe mera didine kifşê seva tiştên ku me bona wan kiriye, em diha bextewar dibin û îda problêmên xwe bîr dikin. Emê hingê jîyîna xwe hê baş kin, gava alî meriya bikin jîyîna wan baş be.

ÇA ZEWACA XWE QEWÎ KIN?

Şîreta Kitêba Pîroz: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).

Hevalzewacên ku hindik wede tevî hev derbaz dikin, heleqetiya xwe dikin bin qeziyê. Mêr û jin gerekê zewaca xwe hesab kin, ça tiştekî zef qîmet jîyîna xweda.

Tevayî tiştava mijûl bin. Pêşda safî kin, ku tevayî tiştekî bikin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî gava du meriv tevayî ne, ev hê baş e, ne ku yek tenê be (Waîz 4:9). Tevayî xwarinê hazir kin, hêsa bin, yan cîkîda herin.

Hevalzewacê xwera nîşan ke, wekî tu wî (wê) hiz dikî. Kitêba Pîroz mêr-jina hêlan dike hev hiz bikin û qedirê hev bigirin (Efesî 5:28, 33). Beşera xweş, hemêzkirina germ, yan pêşkêşeke biçûk dikare zewaca we gelek qewî ke. Heleqetiya sêksûal gerekê tenê orta wan jin-mêrada be, zewaca kîjana ku bi qanûnî ye (Îbranî 13:4).