Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo xebata zandara gênava girêdayî, dikarin jîyîna meriya dirêj kin?

Pir Lêkolîn, Seva ku Jîyînê Dirêj Kin

Pir Lêkolîn, Seva ku Jîyînê Dirêj Kin

“Keda ku Xwedê daye mirovan dîtim. Wî her tişt, di wexta xweda xweşik çêkir; abadînî jî xist dilên wan” (Waîz 3:10, 11).

BI WAN GILIYA, Silêman Padşê bîlan, da kifşê ku berêda heta niha meriv hizreta çi ne. Jîyîna meriya dirêj nakişîne, û ji mirinê jî tu kes nikare bireve. Lema jî nava qirnada, meriva her mecal digeriyan ku emir dirêj kin. Terîxiyêda gelek serhatî û hikiyat hene, kîjanada tê gotinê, wekî çawa geleka lêkolîn dikirin, wekî sura emirê dirêj bivînin.

Mesele, Gilgamêş padşê Sumerî. Gelek hikîyat hene derheqa jîyîna wî. Gilgamêş rêvîtiya xof destpêkir, seva ku tiştekî usa bivîne, bi saya çi jî meriv nemire. Lê lêkolîna wî boş-betal bû.

Qirna Navîn. Zandar di laboratoryayêda

Qirna çara B.D.M., li Çînayê zandarek dixebitî ku “ava jîyînê” çêkira, wekî meriv bikaribûna heta-hetayê bijîtana. “Ava jîyînê” çêdikirin pê zîbeqê (ava zîv), kîjan ku tevî elementên arsenîkê levxistî bû. Çawa dibêjin, xût rûyê vê “ava jîyînêda”, gelek împeratorên Çînayî mirin. Qirnên Navînda di Ewropayêda, hine zandar dixebitîn, ku ji zêr dermanekî çêkin, çimkî wana tirê ev elementa zêr dikare jîyîna meriya dirêj ke, çimkî zêr narize.

Îro zandarên bîolojiyayê û gênêtîkayê hemû tiştî dikin, wekî pêbihesin meniya kalbûn-pîrbûnê. Çawa berê, meriva “ava jîyînê” çêdikirin, wedê meda jî mecala digerin ku jîyînê dirêj kin. Ev şixulê wan eyan dike, wekî heta îro ewana hêviya xwe unda nakin û dixwazin tiştekî usa bivînin, ku mirinê bidine sekinandinê. Lê gelo kara wan lêkolîna heye?

XWEDÊ “ABADÎNÎ JÎ XIST DILÊN WAN” (WAÎZ 3:10, 11).

LÊKOLÎNÊN ÎROYÎN, SEVA BIVÎNIN MENIYA KALBÛN-PÎRBÛNÊ

Zandarên ku şanên meriya lêkolîn dikin, 300 têoriya zêdetir derxistin bona şirovekirina meniya kalbûn-pîrbûnê û mirinê. Wan salên paşin, zandarên bîolojiyayê kîjan ku molekula lêkolîn dikirin, destpêkirin tişteke usa bikin, ku ser gêna û proteîna usa hukum bû, wekî protsêsa kalbûn-pîrbûnê ya şanên heywana û meriva kêm bû. Lêkolîna vî cûreyî hinek merivên dewlemend hêlan kirin, wekî aliyê perada piştgiriya wan zandara bikin, ku meniya kalbûn-pîrbûnê bivînin. Gelo ewana gihîştine çi?

Dixebitin ku jîyînê dirêj kin. Li gora nihêrandina hine zandarên bîolojiyayê, meniya kalbûn-pîrbûnê têlomêr in. Têlomêr ev hene poçên kromozoma. Wedê parevebûna şana, têlomêr kin dibin. Axiriyê şane îda pare venabin, ji bo çi jî protsêsa kalbûn-pîrbûnê destpêdibe.

Di sala 2009-da Êlîzabêt Blêkbêrn, kîjan ku Xelata Nobelê standibû, tevî koma xwe fermenteke usa dîtin, kîjan ku riya têlomêra digire, wekî ewana kin nebin. Ev ferment wê alîkariyê bida, ku protsêsa kalbûn-pîrbûnê hêdî-hêdî bihata sekinandinê. Lê wana usa jî got, wekî têlomêr nikarin emirê me dirêj kin. Ev tê hesabê, wekî meriv zêde nikarin bijîn, çiqas roja îroyîn dijîn.

Hukumbûna ser şana dîsa mecalek e, bi saya çi jî zandar dixebitin ku protsêsa kalbûn-pîrbûnê bidine sekinandinê. Çaxê şanên me kevin dibin, ewana îda nikarin hev zêde bin, lema jî ewana nîşanên nerast didine şanên îmûnîtêtê. Ji bo vê yekê êş û nexwaşiyên kronîkî pêşda tên. Wan paşwextiya li Fransayê koma zandara, şane hildan ji merivên 100 salî zêdetir, û despêkirin ser wan şana bixebitin. Paşî wê yekê ewan şana destpêkirin tezeda li hev zêde bin. Rêberê vê komê, Profêsor Jan-Mark Lêmêtrê, elam kir, wekî ev cêribandina wan eyan kir, ku protsêsa kalbûn-pîrbûnê dikare bê sekinandinê û paşda berbi cahilbûnê here.

GELO ZANDAR DIKARIN JÎYÎNA ME DIRÊJ KIN?

Gelek zandar usa jî qayîl bûn, wekî rast e îro gelek tişt têne kirinê seva ku protsêsa kalbûn-pîrbûnê bidine sekinandinê, yeke qewata meriya nagihîjê wekî ji wê zêdetir bijîn, çiqas niha dijîn. Destpêbûyî ji qirna 19, jîyîna meriya hevekî zêde bûye, lê ev hemû tişt hate standin bi saya xweykirina temizayê, xebitandina antîbiyotîkayê û vaksînayê wedê nexweşiyên giran. Li gora nihêrandina hine zandarên gênêtîkayê, qe nabe, wekî jîyîna meriya dîsa hevekî dirêj kin.

Weke 3 500 sal pêşda, nivîskarekî Kitêba Pîroz, Mûsa got: “Rojêd emirê me heftê sal in, heger bi sihet-qewat heyştê sal in, dîsa rûmeta wan zemet û keder e, ew zû dibihurin, em jî difirin diçin” (Zebûr 90:10). Rast e zandar gelek tişt dikin ku emirê meriya dirêj kin, lê dîsa jî em divînin wekî bi tebyetî bende haqas dijî, çawa ku Mûsa got.

Aliyê dinda jî, mesele hine kûsî 150 sala zêdetir dijîn, û hine bax jî bi hezara sala dijîn. Çaxê em difikirin wekî himberî wan jîyîna me çiqas kin e, pirs pêşda tê: Hema tenê gerekê 70, 80 sal bijîn û bimirin?