Cineta ser Erdê; Çîrok e yan Rêalî ye?
Cinet! Gelek broşûrên seva hêsabûna meriva, usa bedew û renganî çêkirîne, wekî dîna meriya bikişînin berbi ciyên pir bedew, ku wek “cinetê ne”. Bi vê yekê ewana meriya hêlan dikin herine wan ciya xwera hêsa bin û hemû xem û çetinayên xwe bîr bikin. Lê ça em zanin, çaxê merî ji hêsabûnê paşda wedigere mal, hemû tişt dîsa usa ne, çawa ku hebû.
Bi rastî jî xwestina meriya ku cinetêda bin, pir qewî ye. Lema jî pirsên usa pêşda tên: “Gelo ‘cinet’ ev tenê çîrok e? Û hergê usa ne, çima meriv hizret in bikevine cinetê? Û ev dikare tişteke rêalî be?”
TERÎXIYA CINETÊ
Heta niha, têma derheqa cinetê merivara gelek hewas e. Geleka ji wan destpêkirin derheqa vê yekê bifikirin, paşî wê yekê ça ji Kitêba Pîroz pêhesiyan derheqa baxçê Êdênê ya “li alîyê rohilatê”. Lê çima ev baxçekî mexsûs bû? Serhatiyêda nivîsar e: “Xudan Xwedê ji erdê her dar şîn kirin, dîtinêra hewaskar û xwarinêra xweş”. Ev bi rastî jî cîkî xweş û baş bû. Û tiştê mexsûs vî baxçeyîda ew bû, ku li wir “nava baxçeda ... dara jîyînê” hebû (Destpêbûn 2:8, 9).
Xêncî wê yekê, di kitêba Destpêbûnêda tê gotinê derheqa çar çema, yên ku ji vî baxçeyî derdiketin. Ji wan çema du hev, heta roja îroyîn eyan in: Dîcle û Firat (Destpêbûn 2:10-14, binihêre spartina DT). Ev du çem ji Kendava Farsê dikişin berbi Îraqê, çi ku berê para Farsa kevin bû.
Ça tê kifşê cineta ser erdê dikete para kûltûra Farsa. Di Fîladelfiyayêda yek ji bajarên Pensîlvaniyayê ya Dewletên Yekbûyî, heye mûzêyek, kîderê ku tê xweykirinê xalîça Farsî ya qirna 16. Li ser vê xalîçê neqişkirî ye baxçekî sûrkirî bi baxa û kulîrka. Xebera Farisî “baxçê sûrkirî”, usa jî tê hesabê “cinet”. Û lema jî ev şikilê neqişkirî li ser vê xalîçê, rind dide kifşê şirowekirina Kitêba Pîroz derheqa baxçê Êdênêyî xweşik.
Bi rastî, di gelek zimanada û kûltûrada nav temamiya dinyayêda, serhatiyên derheqa cinetê gelek car têne gilîkirinê. Çaxê meriv ji cîkî derbazî ciyê din dibûn, ewana tevî xwe ev serhatiyên orîjînalê jî dibirin, yên ku pey wedera li gora kûltûra meriya hatine tevxistinê tevî çîroka û hekiyata. Hela hê îro jî, çaxê meriv ciyên bedew divînin, ewana derbêra nav dikin ça cinet.
DIGERIN CINETÊ
Hine rêvî dixebitîn ku cineta undakirî bivînin. Mesele, çaxê Çarlz Gordon, sereskerê ordiya Brîtanî di sala 1881-da çûbû girava Seyşelê, ew pir ecêbmayî ma ji bo bedewiya Valle dê Maî û ewî digot ku ev heye baxçê Êdênê. Ev cî niha ji aliyê Yûnêsko tê parastinê. Di qirna 15-da, seferê Îtalî Krîstofor Kolombus, nêzîkî girava Hispaniolayê bû, niha Komara Domînîkîye Haîtî ye. Çaxê ewî ev cî dît, ewî tirê ku ewî baxçê Êdênê dît.
Di Kitêba terîxiyêye modêrnda ya bi navê Mapping Paradise, (“Xerîteye Cinetê”) 190 zêdetir xerîteyên kevin hene, û ser heçî zef ji wana Adem û Hêwane di baxçeda. Di vê kitêbêda usa jî heye xerîtek muhîm ya qirna 13, kopiya manûskrîpta Bêatûs Lêyêbana. Jorê li ser vê manûskrîptê kifşkirî ye çargoşe, ya ku cinetê dide kifşê. Ji vê cinetê çar çem derdikevin, “Dîcle”, “Firat”, “Pîson” û “Cêon”, yên ku dikişin berbi çar qulbên xwe, û bi vê yekê didine kifşê belakirina Mesîhtiyê li ser çar qulbên dinyayê. Ji vê yekê rind tê kifşê, ku rast e tu kes sed selefî nizane ciyê cineta eslî, lê dîsa jî meriv çîrok û serhatiyên xweda derheqa cinetê gilî dikin û ji nisilekê
heta nisila din ev bela dibe. Bi vê yeke ewana didine kifşê hizreta dilê xwe.Nivîskarê Înglîziye qirna 17, Con Mîlton eyan e bi helbesta xwe, navê kîjanî ye Paradise Lost (“Cineta Undakirî”). Ev helbest li ser hîmê kitêba Destpêbûn e, dêmek li ser hîmê serhatiya derheqa gunê Adem û derketina wî ji Êdênê. Di vê kitêbêda Mîlton dîna xwe dide sozê derheqa jîyîna her-heyî li ser erdê, û ewî nivîsî: “Temamiya erdê wê bibe cinet”. Paşî wê yekê, Mîlton nivîsî kitêba bi navê Paradise Regained (“Cineta Dîtî”).
GUHASTINA NIHÊRANDINÊ
Eşkere ye, ku nava terîxiyêda têma derheqa cinetê gelek merivara hewas bû û ewana dixebitîn ku cinetê bivînin. Lê çima niha nagerin? Berê pêşin, çawa ku lêkolînkarên “Xerîta Cinetê” gotin, wekî “lêkolînkarên rêlîgiya . . xwe girtin ji wê yekê, ku berdewam kin ciyê cinetê bigerin”.
Dêrêda meriya hîn dikin, ku axiriya-axiriyê meriv diçine ezmên, ne ku wê li ser erdê cinetê bijîn. Lê di Kitêba Pîrozda Zebûr 37:29-da tê gotinê: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn”. Hemikî îro nikarî bêjî ku erd cinet e. Lê gelo em ji ku zanin ku ev sozê ji Kitêba Pîroz we bê sêrî? *
CINETA RÊALÎ
Yehowa Xwedê, yê ku Cineta eslî efirandibû, soz daye ku wê dîsa erdê bike cinet. Çi cûreyî? Tê bîra we Îsa em hîn kirin dua bikin: “Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:10). Ev Padşatî, ya ku destê Îsada ne, zûtirekê wê dewsa hemû serwêrên dinyayê be (Daniyêl 2:44). Bin serwêrtiya vê Padşatiyê, qirara Xwedê derheqa erdê cinetê, wê eseyî bê sêrî.
Îşaya pêxember ji bîna ber Xwedê nivîsî, ku Cineta sozdayî wê çi cûreyî be. Dêmek ku hemû xem, çetinayî û şer-dewên ku îro însanetê didine çerçirandinê, wê bêne hildanê (Îşaya 11:6-9; 35:5-7; 65:21-23). Ji kerema xwe wede bivînin, seva ku evan rêzên ji Îşaya bixûnin. Bi vê yekê baweriya we hindava sozên Xwedê, wê bişide. Usa emê qebûlkirina Xwedê bistînin û cinetêda jî lezetê bivînin, çi ku Adem û Hêwayê unda kirin (Eyantî 21:3).
Çima em dikarin bawer kin ku hêviya me derheqa Cinetê ev ne çîrok û hekiyet e, lê tişteke rêalî ye? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Ezman ezmanêd Xudan in, lê erd Wî da merivayê”. Cineta li ser erdê wê eseyî hebe, çimkî Xwedê “xweyê gotina xwe” ye û Ewî evê yekê soz daye (Zebûr 115:16; Tîto 1:2). Waa, Kitêba Pîroz sozekî çiqas xweş dide: Cineta heta-hetayê!
^ abz. 15 Gelek hewas e pêbihesin ku hela hê Quranêda jî, rêza 105-da, sûra 21-da, Al-Anbiya’ [Pêxember], dibêjin: “Merivne rast ji xizmetkarên min, wê erdê war bin”.