Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | MELEKÊN XWEDÊ; EWANA BI RASTÎ HENE

Gelo Melekên Zulm Hene?

Gelo Melekên Zulm Hene?

Belê, melekên zulm hene. Lê ewana ji ku hatine? Bike bîra xwe ku Xwedê, melek bi azaya bijartinê efirandin. Hine wede şûnda paşî wê yekê ça merivên pêşin Adem û Hêva hatine efirandinê, efirînekî ruhaniyî kamil azaya bijartina xwe nerast da xebatê. Û ew bû sebebê miqabilîbûnê ser erdê. Ewî usa kir, ku Adem û Hêvayê miqabilî Xwedê derketin (Destpêbûn 3:1-7; Eyantî 12:9). Kitêba Pîroz eyan nake, ku navê wî efrînê ruhanî çi bû û ewî li ezmana çi cî digirt pêşiya ku miqabilî Xwedê derketa. Lê eyan e ku paşî miqabilîbûna xwe, ew hate navkirinê ça Şeytan û Mîrê-cina, çi ku tê hesabê “Neyar” û “Buxdanbêj” (Metta 4:8-11).

Lê yazix, miqabilîbûn hindava Xwedê hema wê derê xilaz nebû. Wedê Nuh hine meleka “ciyê xwe şihitandin” û ji malbeta Xwedêye ezmanî derketin. Ewana peya bûne ser rûyê erdê, ketine qalibê merivayî seva ku bênamusiyêva mijûl bin. Rastî jî ev kirên wan çiqas cude dibûn ji qirara Xwedê, ku ewî melekara kifş kiribû (Cihûda 6; Destpêbûn 6:1-4; 1 Petrûs 3:19, 20).

Axiriyê çi hate serê wan melekên zulm? Çaxê Xwedê sêlav rakir, seva ku erdê ji zulmiyê temiz ke, ev melek qalibê merivayî hîştin û paşda wegeriyane ezmên. Lê Xwedê îda îzin neda wan melekên neamin, ku wegerin “ciyê xwe”. Dewsê, Xwedê wana sînor kir û avîte “terîstaniya [ruhanî]”, çi ku eyan e ça Tartarûs (Cihûda 6; 2 Petrûs 2:4, DT). Ew cin bûne berdestiyên Şeytan Mîrê-cina, yê ku ser cina hukum dike û “xwe dike dilqê milyaketê ronayî” (Metta 12:24; 2 Korintî 11:14).

Kitêba Pîroz eyan dike, ku Padşatiya Xwedê bin serwêrtiya Îsa di 1914-da hate kifşkirinê. * Hema wî wedeyîda Şeytan û cinên wî ji ezmên hatine avîtinê ser rûyê erdê, kîderê ku kirên wan hatin sînor kirinê. Zulmî û bênamûsiya belabûyî yên ku temamiya dinyayê zeft kirine, eşkere îzbat dikin ku Şeytan ji bo hêrsê, hemû tiştî hildişîne (Eyantî 12:9-12).

Zêdebûna bênamûsiyê û zulmiyê, usa jî îzbat dike ku kutasiya serwêriya wane zulm îda nêzîk e. Zûtirekê hukumkirina wan efrînên ruhaniyê xirab, wê bê hildanê. Paşî 1,000 saliya serwêrtiya Padşatiya Xwedê ya ser erdê, ew ruhên zulm wê cara paşin, ser wedekî kin bêne berdanê ku însanetê bicêribînin. Paşê îda ewana wê bêne kutakirinê ser heta-hetayê (Metta 25:41; Eyantî 20:1-3, 7-10).

^ abz. 6 Seva hê zêde elametî derheqa Padşatiya Xwedê, binihêrin serê 8 ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yê ku Şedên Yehowa neşir kirine. Ev kitêb usa jî li ser www.pr418.com heye.